Pêvajoya ku piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo ku di 27’ê Sibatê de kir, bi geşedanên girîng dewam dike. Bi pêvajoyê re bangên civakî yên ji bo pêkanîna vesererastkirinên qanûnî yên ji bo mafên bingehîn û azadiyan zêde dibin. Yek ji daxwazên sereke perwerdehiya bi zimanê dayikê ye.
Sekreterê Şaxa Egîtîm Senê ya Amedê ya Hejmara 1’an a Sînan Gunduz, têkildarî mijarê ji ANF’ê re axivî û wiha got:
“Ez wekî Kurdekî, di 7 saliya xwe de neçar mam ku fêrî zimanê Tirkî bibim. Zimanekî ku tu nizanî û te ne bihistiye bi zorê fêrî te dikin. Dema ku vê zimanê fêrî te dikin, ne tenê wekî zimanekî tê fêrîkirin, tu tiştê aîdê te qebûl nake. Bi tunehesibandina çand, ziman, dîrok, kesayet û her tiştê te hewl dide zimanekî nû fêrî te bike. Ji ber vê yekê tişta ku fêrî te dikin ne tenê zimanek e; her wiha wekî amûra bêkesayethiştin û tunekirina te tê bikaranîn. Dema ku ev yek tê kirin jî, zordarî tê kirin.
Ziman ne tenê bi têlên deng derdikeve. Dema ku tê gotin ziman, qesta hemû cîhana kes tê kirin. Mînak, dema salên min ên dibîstana seretayî tê bîra min, ez ji ew ji rewşa ku wê demê ketime nav nefretê dikim; ji ber ku bandor li ser kesayeta min kir. Ev rewş ne tenê di salên seretayî de tê jiyîn, di tevahiya jiyana perwerdehiyê de dewam dike. Rewşeke ku bandor li tevahî jiyana te dike, di tevahiya jiyana te ya perwerdehiyê de dewam dike ye.
Ji ber vê yekê ji bo Kurdan perwerdehiya bi zimanê dayikê, ne tenê mafek e, sedema hebûnê ye. Mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê meseleya hebûn û tunebûnê ye.
‘DIVÊ DEWLET DEV JI TÊGIHIŞTINA XWE YA TEKPARÊZ BERDE’
Gunduz got ku divê dewlet dev ji têgihiştina xwe ya tekparêz berde û wiha got, “Pergalê ji damezrandina Komarê ve çi dibêje me? Yek netew, yek ziman, yek dewlet, yek çand û yek nasnname. Lê ez wekî şexsekî bi çand û zimanekî heme. Ji ber ku vê yekê her tim ferz dike, têkoşîna ji bo ziman hatiye asta niha. Tunekirina zimanê te, di heman demê de tunekirina te ye. Ji ber vê yekê em wekî sedema hebûnê li zimanê dayikê dinêrin.
Heta ku sedem ji holê nerabin, nîqaşa li ser encaman zêde ne bitendurist e. Ji ber vê yekê tişta ku dewletê divê bike ew e ku xalekî wekî, ‘Divê her kes bi zimanê xwe yê dayikê perwerde bibîne’ bixe meriyetê. Em jî wekî sendîkayekî, ji bo pêkanîna vê têdikoşin.
Tişta ku divê bê kirin ev e, “Divê dewletê dev ji vê polîtîkaya xwe ya tekparêz berde, ji bo hawirdorekî demokratîk gavê biavêje û qanûnên xwe li gorî vê biguherîne.”
‘DIVÊ DI TEVAHIYA QADÊN JIYANÊ DE ZIMANÊ DAYIKÊ WERE BIKARANÎN’
Sînan Gunduz destnîşan kir ku perwerdehiya bi zimanê dayikê yek ji mafên herî bingehîn e û wiha got, “Fobiya herî mezin a dewletê, li ser dabeşkirinê hatiye avakirin. Dema ku em îro li daxwazên Tevgera Azadiya Kurd dinêrin, daxwazên wan ê wekî dabeşkirinê tune ye. Berovajî daxwaza jiyana hevpar heye. Têgihiştinekî ku li ser tunekirina rengên cuda hatiye avakirin heye. Em dixwazin ku hemû reng bi hev re bi azad bijîn. Daxwaza me ya sereke ev e.
Kurd wê dev ji vê daxwaza xwe bernedin. Em ne tenê ji bo perwerdehiyê daxwaz dikin; perwerdehiya zimanê dayikê tenê ne têrker e. Divê di hemû qadên jiyanê de zimanê dayikê were bikaranîn û zemîna vê ya qanûnî were avakirin.
 
					 
							
 
			 
                                 
                             

 
		 
		 
		