Ji fermandarên HPG’ê Hakî Armanc qala fermandarê pêşeng ê Tevgera Azadiyê Nûreddîn Sofî kir ku 6’ê Nîsana 2021’ê di êrîşa dewleta Tirk de şehîd bû. Nirxandina Hakî Armanc bi vî rengî ye:
“Şehadeta hevalê Nûreddîn Sofî ji bo tevgera me, gelê me û tevahiya mirovahiyê windahiyek pir mezin e. Em careke din ji bo malbatê û tevahiya gelê Kurd sersaxiyê dixwazin. Hevalê Sofî tê zanîn ji malbateke welatparêz e. Malbata xwe nîvî li xeta aliyê Mêrdînê Omerlî ye, beşeke xwe jî li Qamişlo ye. Ji herdu aliyan jî tevlîbûn hene, şehadet hene. Di destpêka têkoşîna azadiyê heta niha weke xizmetkar beşdar dibin. Li vê derdorê hevalê Nûreddîn Sofî mezin dibe û heta ku beşdarî nava refên gerîlayên azadiya Kurdistanê dibe.
Hevalê Nûreddîn me sala 2000’î dît, ji nêz ve nas kir. Beriya wê me bihîstibû, bi taybetî weke fermandarekî eyaleta Zagrosê ku derketibû pêş dihate naskirin, hezkirin. Me bihîstibû. Hevala ji xwe jê re digotin hevalê Sofî. Me dizanîbû ku hevalekî temenê xwe mezin e. Yanî bi vî rengî hatibû ber çavê me. Dema me dît, me dît hevalekî ciwan e, pir zindî ye, kelecana xwe şoreşgerî di asteke jor de ye. Yekser germahiyek çêdikir. Hevalê Nûreddîn Sofî ji xwe bi vî rengî bû. Hevalek ku pê re nema be, nas nekiribe jî dema didît, di demeke kurt de yekser pê re dibû yek. Yekser diyalog pê re datanî, nas dikir, hez jê dikir. Dîtina me ya destpêkê bi vî rengî bû. Pêvajoya Kongreya 7’emîn a PKK’ê bû. Tê zanîn, komploya navneteweyî hatibû kirin. Weke kongreyeke awarte kongreya 7 hate lidarxistin. Ew pêvajo piştî kongreyê jî heval demekê li heman herêmê ma, li Qendîlê, li Dola Kokê me destpêkê dît. Berpirsyar bû, berpirsyarê hevalên li wê qadê hem perwerde didîtin, weke pergala wê derê hevalê Nûreddîn Sofî berpirsyar bû. Karê wê dimeşand. Konferansek neteweyî jî çêbû li wir. Zêdetir, jê re ya Rojhilata Navîn dihate gotin, hevalê Nûreddîn beşdarî wê jî bû. Di amadekariyan de, di karê wê de cih girt. Di nava xebatê de bû. Demekê me li wir heval nas kir. Cara duyemîn di sala 2003’an de dema derbasî qada navîn Amedê bû, heval li Gabarê hat gel me. Bi komeke hevalan derbasî Amedê dibû. Demekê li cem me ma, çend rojan li gel me ma. Wisa pêşveçûnên hebûn, yên rêxistinê bi me re parve kir. Diyar dibû ku hevalê Nûreddîn Sofî lêhûrbûneke kûr çêkiriye, perspektîfên rêxistinê girtiye û derbasî Amedê pratîkê dibe. Ne zehmet bû ku mirov ev nedîtibûya. Ji xwe bi me re, bi hevalên li derdora me re parve kir. Nîqaş hate meşandin. Tê zanîn, ew pêvajoyek pêvajoyeke welê bû ku rêxistina me jî ji aliyê navxweyî ve hin zehmetî dikişand. Kesên tasfiyekar di nava tevgerê de li dijî xeta Rêber Apo di nava hewldanê de bûn ku tevgera azadiyê tasfiye bikin, bi hêzên navneteweyî yên derve ve girêdayî. Pêvajoyeke bi vî rengî bû. Bi taybetî ji sala 2000’î heta 2004’an ev pêvajo tê zanîn. 2003’an di asteke welê de bû li şûna em bi hêzeke xurt derbasî Bakur bibin û bibin bersiv, dixwestin rojevek cudatir bi pêş bixin. Bi vî rengî baweriya têkoşîna çekdarî, gerîla lawaz bikin. Nêzîkatiyên bi vî rengî yên tasfiyegeran hebû. Li hemberî vê yekê hevalê Nûreddîn Sofî helwest nîşan da, berê xwe da Bakurê Kurdistanê, qada navîn ku ji bo tevgera me cihê herî girîng bû ku berê hatibû valakirin. Li ser vî esasî bi biryareke xurt bi komeke hevalan derbas bû. Ev sekna li hemberî tasfiyegeriyê bû, li hemberî bêhevîtî li hemberî bêbaweriyê bû. Wisa ketibû ser rê. Ev mijar hemû bi me re parve kirin. Hevalê Kemal Garzan pê re bû, ew jî weke fermandarê eyaleta Xerzanê diçû. Di nava heman komê de bûn. Ew pêvajoya ku li cem me man jî li ser rewşa qada navîn, hewl didan fêhm bikin, rewşê fêhm bikin û çawa bixin pratîkê. Wisa derbasî Amedê bû.
Weke fermandarê eyaleta Amedê ku li wir erk jî girt, esas hevalê Nûreddîn Sofî li ser qadê bû, berpirsyarê giştî yê qada navîn bû. Qada navîn ji eyaleta Amedê, Xerzan û Erzîromê pêk tê. Yanî ev her sê eyalet dibe qada navîn. Di asta yekemîn de berpirsyarê vê qadê bû. 2009 bi giştî eyaleta Xerzanê hatibû valakirin, ji ber ku banga Rêber Apo çêbûbû, gerîla ji Bakurê Kurdistanê vekişiya bû Başûrê Kurdistanê. Li ser vê fermanê hevalan eyaleta Xerzanê bi temamî vala kiribûn. Eyaleta Amedê jî hindik heval mabûn. Û li Erzîromê jî pir kêm heval mabûn. Bi çûyîna hevalê Nûreddîn Sofî re ev eyalet ji nû ve hatin birêxistinkirin, pergal hat avakirin. Bi vî rengî bi pêş ket. Hevalê Nûreddîn hejmarek ji hevalan bi xwe re biribû, piştre jî heval hatin. Teqwiyeya 2003 hevalê Kemal Garzan ji Amedê destpê kir, ji başûrê Mûşê destpê kir heta Hîzanê hemû herêma eyaleta Xerzanê vekirin, xwe bi cih kirin. Careke din eyaleta Erzîromê jî heman tişt vebû. Amed careke din ew herêmên vala hatin dagirtin, pergal hate avakirin. Hevalê Sofî perspektîfên ku ji rêxistinê girtî li qada navîn xist pratîkê. Wê demê şer tine bû, lê diyar bû ku wê bi vê pêvajoya agirbestê êdî neçe serî. Ji ber ku dewleta Tirk li gel çar pênc sal derbas bûbûn, hem li hemberî Rêber Apo hem li hemberî gelê Kurd û tevgera azadiyê bi zextên xwe tim di nava hewldana tasfiyekirinê de bû, bêdengkirinê de bû. Pir caran Rêber Apo dixwest pirsgirêka Kurd bi rêya diyalog, aştiyane çareser bibe û pêvajo biçe serî, lê belê dewleta Tirk xwe nedida ber vê yekê. Rewş hatibû asteke welê ku şerekî çalak bi pêş bikeve. Ji xwe li ser vî esasî, bi wê baweriyê ku wê rewşek biqewime hevalê Nûreddîn Sofî û koma xwe û hevalên teqwiyeyê yên salê hem ji bo qada navîn hem ji bo eyaletên din derbas bûn.
Bi vî rengî hevalê Nûreddîn Sofî beriya 1’ê Hezîranê 2004 şer destpê bike, beriya wê pêngavê pergala li her sê eyaletan jî çêkir. Heval bi cih kirin. Wisa li Bakurê Kurdistanê qada ku hevalê Nûreddîn Sofî berpirsyar bû beşdarî 1’ê Hezîranê bû. Em zanin qada navîn aliyekî xwe digihêje eyaleta Dersimê, aliyekî xwe digihêje eyaleta Serhedê, bi Mêrdînê ve girêdayî ye, bi Botanê ve girêdayî ye. Bi giştî ev navend pozîsyoneke aktîf de rol lîst. Di warê taktîkê de, di warê teknîk xistina xizmeta taktîkê de asteke bilind li vir têkoşînek xurt meşiya. Şerekî çalak ku êdî artêşa Tirk nikaribû zêde tevbigere bi pêş ket. Em zanin herî zêde Amed, eyaleta Amedê di taktîka sabotajê de artêşa Tirk ji aliyê tevgerînê de bêçare kir, windahiyên mezin dan. Ev pêvajoya ku hevalê Nûreddîn Sofî li wir bû, pozîsyoneke aktîf bi pêş xist. Li her sê eyaletan, lê bi taybetî li eyaleta Amedê di asteke pêş de teknîk di xizmeta taktîkê de hate bikaranîn. Keda hevalê Nûreddîn Sofî pir mezin e.
Em zanin hevalê Nûreddîn li ser pir ziraviyan mijûl dibû. Li ser taktîkên dewlemend pir mijûl dibû, bi xwe li ser disekinî. Tiştekî biçûk an jî mezin timî bi xwe dikir, dixwest fêr jî bibe û bala hevalan jî dikişand ser. Di pêşketina taktîkê de timî mijûl dibû. Keda xwe pir zêde çêbû. Heta dawiya 2006 hevalê Nûreddîn Sofî li wir ma, li qada navîn. Li her sê eyaletan jî çû û hat, bi hevalên li wir re civîn çêkir, nîqaş kir, sîstemeke pir xurt çêkir. Keda wî jê û pê ve li vê qada navîn, di têkoşîn û şerê hate meşandin de keda hevalê Nûreddîn Sofî pir li pêş e. Hem li nava civaka li qadê, bi taybetî li Amedê, binesaziya şer bi xurtî amade kir. Di vir de dixwazim mînakekê bidim. Em li nuqteyekê bûn, piştî hevalê Sofî hat û şûnde em derbas bûn. Li herêma Apê Mûsa nuqteyek hebû, hevalan jê re digotin nuqteya hevalê Sofî. Em li nuqteyê bûn, em nû çûbûn. Carekê me dît Kobra hatin, helîkopterên artêşa Tirk. Diyar e cihê me hatibû diyarkirin. Em hatin, sibehê me dît yekser lê dan. Çûn û hatin, heta çend saetan êrîşên giran hatin kirin. Derdora 10-15 heval em li nuqteyê bûn. Refleksa destpêkê; çeper hebûn, çeperên ku berê hevalê Sofî li nuqteyê çêkiribû, amade kiribû, me xwe avêt nava wan çeperan ku xwe ji êrîşê biparêzin. Kobrayan bi saetan hat li me dan, yek windahiya me çênebû. Bi saya ew amadekariyên hevalê Sofî, ku berê weke nuqteya wî bû, amadekarî kiribû, pêk hat. Tişta dixwazim di vir de bibêjim, pêşdîtin, di şer de xweparastin, li nuqteyekê mirov çawa bisekine, çawa amadekariyê bike, amadekariya wî ku berê didît, li hemberî rewşa biqewime mirov çawa nêzîk bibe. Ev hemû li vê nuqteyê dihate dîtin, ku bi saya amadekariyên li vê nuqteyê heval hatin parastin. Ev jî nîşan dide ku di warê tedbîrên pêwîst, demdirêj, pêşdîtin, asteke xwe ya bilind hebû. Bi vî rengî tim beşdar bû.
Wekî din li vê qadê tişta ku em bibêjin, ku em bi xwe jî bûn şahid, me bihîst; bi taybetî li ser civaka Amedê, li eyaletên din jî bandora hevalê Nûreddîn Sofî pir li ser gel jî çêbû. Belkî bi dehan welatparêzên ku ew nas kirin, weke milîs û beşdarbûna xebatê, jê bandor bûbûn. Timî çavên wan li hevalê Nûreddîn Sofî digeriya, pirsa wî dikirin. Dilsoziyek pir xurt bi hevalê Sofî re hebû ya gelê Amedê. Me ev dît, timî pirs dikirin. Bandora xwe hem di warê leşkerî de li ser dijmin, di taktîk de li ser hevalan hebe, li ser civaka wê qadê jî bandoreke erênî kiribû, bi vî rengî hatibû hezkirin. Pratîka qada navîn a hevalê Sofî xwedî gelek detayan e, lê belê bi xetên sereke mirov dikare vê bibêje.
Piştre hevalê Sofî demekê hat Biryargeha Navendî. Wê demê, dema derbasî Başûr bû hat Heftanînê. Li hemû herêmê eyaletê geriya û civîn bi hevalan re kir. Tecrûbeyên salan ên li Bakur parve dikir. Ji xwe hevalê Nûreddîn Sofî vala nedisekinî, çi pê re heye yekser bi derdora xwe re parve dikir. Bi sohbetên xwe, bi civînên navendî jî parve dikir. Bi hemû hevalên Heftanînê re civîn kir û bi vî rengî derbasî biryargehê bû. Demekê tevlî xebatên biryargehê bû. Konferansa HPG’ê ya 4’emîn hat lidarxistin, hevalê Nûreddîn Sofî bi xwe jî tê de bû. Weke dîwanê jî tê de cih girt, beşdarî konferansê bû. Di wir de jî bi hem rapora xwe, hem bi nirxandinên xwe hewl da tecrûbeyên mezin bide civata HPG û YJA Starê. Me ew pêvajo bi hev re derbas kir. Beşdar bû, ji xwe pratîk êdî tê zanîn. Piştî demekê bû Fermandarê Biryargeha Navendî û ew şerê ku bi pêş ket, di sala 2010, 2011, 2012’an de keda herî mezin a di vî şerî de di çarçoveya Şerê Gel ê Şoreşgerî de keda mezin a hevalê Nûreddîn Sofî ye. Ji dawiya sala 2010 heta destpêka 2012’an, di wê pêvajoyê de em bi hev re man, li biryargehê. Ji giştî berpirsyar bû; hemû Bakur, Başûr. Berpirsyar bû. Timî dixwest, asta şer bilind bibe. Hewldanên xwe pir li pêş bû. Bi civînan, bi nîqaşan dixwest hevalan amade bike, bi sedan şervan, fermandar perwerde kir. Timî beşdarî perwerdeya li akademiyan dibû, civîn dikir. Qet nedisekinî. Timî li ser esasê hevalan ji bo şerekî di asteke bilind de amade bike, hemû kêliyên xwe yên jiyanê dida vê. Bi rastî jî enerjiyeke wî ya pir xurt hebû. Dixwest timî bi hevalan re parve bike. Di nava hevalan de bû, fermandarê giştî yê HPG’ê bû, lê weke şervanekî bi hevalan re henek, moral, kelecan dida hevalan. Pir dilnizm bû. Dikarîbû bi perwerde û nîqaşên xwe yên bi hevalan re hevalan perwerde bike, astekê bide wan. Li ser vê pir zêde mijûl dibû. Hevalê Nûreddîn Sofî bi sedan, belkî bi hezaran heval perwerde kir. Bi vî rengî li Herêmên Parastinê yên Medyayê kedeke pir mezin da.
Di sala 2012’an de careke din hat Botanê. Em li wir bûn, hat gel me. Ew pêvajoya 2012’an destpêkê pêngava şoreşgerî ku dewleta Tirk tengav kir; di serî de ji Şemzînanê heta Çelê artêşa Tirk pir derbên mezin xwar, nikarîbû tevbigere. Keda hevalê Nûreddîn Sofî di vir de jî pir mezin e. Em zanin gelek çalakî bi xwe hem plan kir hem koordîne kir, fermandar li gorî wê amade kir. Meha destpêkê, meha Îlonê bû ber bi payîzê ve hevalê Nûreddîn Sofî hat Botanê. Demekê, çend mehan li cem me ma. Hatina wî ji bo wê bû tecrûbeyên giştî yên li qada Herêmên Parastinê yên Medyayê, Zagrosê xurt bike, Botanê jî bi vî rengî bixe nava vê xetê. Dema amadekariya pêngava şoreşgerî ya li ser navê Adil Bilikî û Nûda Karker li Elkê dihat kirin, hat beşdarî wê bû. Tê zanîn di 2-3’ê Îlonê de Pêngava Şoreşgerî bi pêş ket. Hevalê Sofî bi fermandarên vê pêngavê re jî civîn çêkir, nîqaş kir, amade kir û bi xwe di kooordîneya vê pêngavê de cih girt. Wisa rolek pir erênî di pêş de lîst. Pêngaveke serketî bû, artêşa Tirk derbên giran xwarin. Hefteyekê zêdetir, du hefteyan herêm di bin kontrola hevalan de ma. Wê demê gelek hevalan jî digotin, ‘hevalê Nûreddîn Sofî fermandarê biryargeha navendî ya HPG’ê ye, hatiye Botanê û vaye wê şer bike. Eger artêşa Tirk bibihîze ku heval derketiye hatiye van deran, ji bo ewlekariya wî nebaş e’. Hevalan bi vî rengî hinekî gumanên xwe jî anîn ziman. Lê belê ji bo hevalê Nûreddîn Sofî li ku derê kar heye, ew li wir bû. Bi hevalan re bû. Xwe qet nedida paş. Di hemû kêliyên xwe de, kî der dihate xwestin, kî der vala bûya bi xwe pêşniyar dikir, israr dikir. Berê jî li Botanê mabû, bi taybetî li xeta Qilaban, Elbakê, li wê xetê salên berê, destpêkê pratîk li wan deran meşand. Lê belê dema dawî hat, piranî li Kato, Besta, Herekolê ma. Ji xwe piştî wê pêngava li ser Elkê, hinek hewldanên din jî bi pêş ketin. Dibe ku encam negirtin, sabote bû lê belê ew kêliya ku li Botanê bû, timî dixwest hem bi fermandaran re nîqaş bike, plansaziyê çêbike, bi şervanan re civînê bike. Dixwest di her kêliyên xwe de bi ruhekî pêngavî şer bimeşîne. Hinek bi ser ketin, hinek jî belkî sabote bûn, lê belê ji aliyê psîkolojîk, ruhî ve kelecaneke mezin çêkir, di nava gerîlayên Botanê de. Yanî fermandarê biryargehê hatiye Botanê, vê yekê bi tena serê xwe kelecanek, moralek diafirand. Girîngiya şerê gel ê şoreşgerî çiqasî muhîm e, li ser wî esasî atmosferek çêkir. Bi vî rengî careke din derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû.
Em zanin ew heval bi rastî li ku derê bûya, tim herêmên zor û zehmet tercîh dikir, bi wî ruhî tevdigeriya. Pêvajoya piştre ku êrîşên DAÎŞ’ê çêbûn li ser Rojavayê Kurdistanê, heval li wê derê hate wezîfedarkirin. Bi xwe xwest, derbasî wir bû. Ji HPG’ê cuda bû. Wê demê jî bi israra xwe, bi fêhmkirin, meraqkirina Bakurê Kurdistanê, timî bala xwe li ser bû. Ew ruhê hevaltiya Apoyî timî pê re hebû. Tenê xwe bi cihekî sînordar nedihişt. Çawa ku bi salan di nava HPG’ê de di nava tevgera azadiyê de kar kir, dema pêwîstî çêbû derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe yekser bi eşqeke mezin derbas bû. Li ku derê pêwîstî çêdibû heval yekser derbasî wê derê dibû.
Bi rastî jî bi çend gotinan vegotina hevalê Nûreddîn Sofî dibe ku zehmet be. Kesayetekî mezin e. 32 salên xwe ji bo azadiya gelê Kurdistanê, ji bo Kurdistanê kedeke mezin da. Ev hemû her kêliyeke xwe bi dewlemendiyên mezin bi pêş ket, xizmetên mezin kirin. Ji ber wê bi çend gotinan mirov nikarin wî bînin ziman. Yek, hevalekî çawa bû? Em bibêjin; hem fermandar, hem pêşeng bû, zanebûna xwe pir xurt bû. Kesayetekî zanyar bû. Li ser xeta bîrdozî, felsefî kûr bû. Ji xwe perwerdeya Rêber Apo dîtibû. Xwe di wî alî de pir çêkiribû. Aliyê xwe yê teorîk, ajîtasyon pir xurt bû. Bandor dikir li ser tevahiya hevalan, karîbû di perwerdeyê de bide fêhmkirin. Li ser civakê jî tesîreke xwe pir mezin dikir. Bi vî rengî kesayetekî kûr bû. Di armanca xwe de zelal bû. Çi digot, çi lazim e bê kirin, demkurt, demdirêj, bi aliyê teorîk ve danîna holê û bi xwe di nav de bû. Dema dihate xwestin weke şervanekî li pêş bû. Bi her tiştî re mijûl dibû.
Hevalên ku bi hevalê Nûreddî re mane pê zanin; deqeyekê nedisekinî. Li nuqteyekî, li cihekî bûya bi her tiştî re mijûl dibû. Ji xwarina hevalan heta paqijiyê, ew nedisekinî. Timî ked dida. Timî mijûl dibû. Bi mirovan re mijûl dibû, bi nirx re mijûl dibû. Kesayetekî bi vî rengî bi her aliyên xwe çêdikir, nirx ava dikir. Em wisa jê fêr bûn. Çawa bû? Çi agahiyên wî hene, çi pê re heye teqez bi hevalan re parve dikir. Ji bo hevalek bi pêş bixe, tiştê pê bide naskirin, li ser perwerdeyekê zanebûna wî bi pêş bixîne, timî hewl dida. Carna hevalan digotin, her tiştî parve dike, divê hinek sir bila bimîne. Ji şervanan heta bi fermandaran ji aliyê parvekirinê û pêşvebirina her kesî ve xwe berpirsyar didît. Di nava fermandariya me ya HPG’ê de ferqa hevalê Nûreddîn Sofî di vî alî de pir bilind bû. Hemû tiştên xwe, zanebûna xwe dida hevalan, parve dikir. Bi vî rengî heval dixist bin berpirsyariyê. Bi rastî gelek taybetmendiyên xwe hebûn. Ji aliyê rêxistinî, bîrdozî ve timî refleksên xwe xurt bû. Dema ku şaşitiyek hebû yekser refleks nîşan dida. Bê fikar bû, ji ber ku li xwe nedifikirî. Timî helwesta pêwîst nîşan dida. Wisa pêşiya pêşveçûnê vedikir. Astengî radikir, xebat bi pêş ve dibir. Ev yek ji bo xwe erk didît û pê re mijûl dibû.
Em zanin, keda xwe herî dawî li Rojavayê Kurdistanê jî pir zêde çêbû. Bi qasî ku em zanin li ser Şoreşa Rojava dinivîsand jî weke pirtûk amadekariyên xwe hebû. Dixwest amade bike. Tecrûbeyên li wê derê ji bo tevahiya civaka Kurd, tevahiya mirovahiyê wisa weke qezencekê, bi xwe, nêrînên xwe binivîsîne û pêşkêşî mirovahiyê bike; li ser wê jî dixebitî. Hem karekî berfireh ê şer, saziyan dimeşand, hem jî hewldaneke xwe ya nivîsandina pirtûkekê hebû. Ji xwe jîr bû, gelekî zane bû. Bi rastî jî jîr û jêhatî bû. Gelek caran helbest digot, dinivîsand. Weke helbestvanekî timî hewldaneke xwe hebû. Helbestên Cîgerxwîn dixwend. Digot, her kes, her gerîlayekî azadiya Kurdistanê divê teqez karibe bêyî ku ê binihêre helbesteke Cîgerxwîn bixwîne. Pir caran ew ji me re digot. Wî ji xwe pir pê zanîbû. Dema ku li helbestekê binihêriya, carekê bixwanda, ew têrê dikir ku derkeve pêşiya hevalan bixwîne. Yanî zû digirt, hevalê Nûreddîn Sofî cudahiyeke xwe di fermandariya me de ku li pêş bû, tiştê ku jê re dihat gotin, Serokatî digot, rêxistinê digot, nivîskî yan jî bi deng yekser zû digirt û dikarîbû rastiya wê yekser bigihîne hevalan.
Hevalê Nûreddîn Sofî keda xwe gelekî zêde bû, di doza rizgariya gelê Kurdistanê de. Xizmeteke mezin kir. Ji bo tevahiya mirovahiyê jî ev yek qezencên mezin e. Berhemek pir dewlemend afirand. Di hemû kêliyên jiyanê û tevlîbûna xwe de şopên diyar ji me re hiştin, ti carî em nikarin ji bîr bikin. Hevrêtiya wî timî li ser vî esasî bû. Ne mumkun e ku mirov karibe keda wî ya salan ku her kêliyek xwe xist xizmeta vê şoreşê ji bîr bike, yan jî ji nedîtî ve were. Ev yek nepêkan e. Ewqas vekirî ji me re hişt. Ji ber wê em deyndarê wî ne. Weke hevrêyên wî, gelê Kurdistanê keda 32 salan, ji şervantiya xwe destpê kir heta fermandariyê, heta rêveberiya giştî parçeyên Kurdistanê ku weke li Rojava bi berpirsyarî rabû, ev hemû bi nirxên pîroz hatin avakirin. Bi vî rengî timî bi pêş ket. Ji ber wê em deyndarê hevalê Nûreddîn Sofî ne. Lazim e em weke hevrêyên wî di serî de û tevahiya keç û xortên Kurdistanê şopdarê xeta wî bin. Şehadeta wî em êşand, lê belê weke hevrêyên wî li ser armanca wî divê em teqez bi ser bikevin. Bîranînên ku hevalê Nûreddîn Sofî ji em re hişt rê dide vê. Tenê em fêhm bikin û dilsoziya xwe bi bîranîna wî re xurtir bikin û li ser xeta wî bimeşin. Em jî li ser vî esasî weke hevrêyên wî ku kedeke mezin da me, di vê rêyê de em ê têbikoşin. Careke din di şexsê hevalê Nûreddîn Sofî de ji bo tevahiya şehîdên şoreşê soza ku me ji bo dilsoziya bi bîranîna wan dane em careke din dubare dikin.”