Şemî, 9 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Berdana Nedîme Yaklav a 34 sal in girtî ye, cara 7’an hat taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê bi Hevserokê DEM Partiyê Bakirhan re civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê serî li Wezareta Dadê dan: Rêya hevdîtina bi Ocalan re vekin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê di serdana AKP’ê de daxwaza aştiyê dubare kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê laçikên spî diyarî CHP’ê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Riha: Laboratiwara qirkirina çandî -II

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Nobeta Li dijî JES’an wê ji gundan jî destpê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRD’ê ji bo Şukru Çatalbaş peyama sersaxiyê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tenduristiya rojnameger Şêrwanî ku 15 roj in di grevê de ye ber bi xirabûnê va diçe

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê şehîdên ‘Sêdarê’ bibîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Divê qanûna qeyûm bê rakirin û kesên hilbijartî vegerin ser erka xwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Eren: Amedspor wê li Lîga Super de performanseke serketî nîşan bide

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Seroka Rêxistina PASS’ê piştgirî da YPJ’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê 2 jin hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê nerazîbûn nîşanî darvekirinan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Îştarê piştgirî da daxwaza statuyê ya YPJ’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    RONAK’ê piştgirî da banga Dayikên Aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Aştiyê Azîza Akdenîz jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Çanda Kurdî li Festîvala Navneteweyî ya “Ruhê Rûsyayê” li Moskowê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di roja sêyemîn a festîvala ‘Ruhê Rûsyayê’ de konsera ji hunera Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Têkoşîna tevgera Apoyî têkoşîna çand û ziman e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Moskowê çanda Kurdî di festîvala ‘Ruhê Rûsyayê’ de tê nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    4 hezar sal in nehatibû xwendin: Nivîsa Elamî hat deşifrekirin; gelo Elamî Kurd in?

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çavdêriya ji Festîvala Fîlmên Kurd a Dusseldorfê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Zextên li ser malbatên girtiyên siyasî zêde dibin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ‘Hakî Karer di nava pîvan û armancên PKK’ê de ye’
Rojane

‘Hakî Karer di nava pîvan û armancên PKK’ê de ye’

"Rêbertî di Îlona 1977'an de li Dîlokê pêşnûmeya Bernameya Partiyê nivîsî. Bi vî rengî di pîvan û armancên bernameyê de xwedî li rastiya Hakî Karer hate derketin. Partîbûnê bi vî rengî destpê kir."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 20. Gulan 2024 Dema xwendinê: 12 dq.
Parvekirin

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan têkildarî jiyana Şehîd Hakî Karer ji kovara Stêrka Ciwan re nirxandin kir.

Dûran Kalkan bi bîr xist ku 18’ê Gulanê ji bo wan roja şehîdan e û bi vê wesîleyê di şexsê Hakî Karer de şehîdên partiyê û têkoşînê bi hezkirin, hurmet û minetdarî bi bîr anî.

Dûran Kalkan anî ziman ku wî Hakî Karer li Fakulteya Fenê ya Zanîngeha Enqereyê nas kir ku hingî bi hev re xwendekar bûn û got, “Beriya ku Rêber Apo nas bikim, min hevalê Hakî nas kir. Bêguman min hevalê Cûma jî nas kiribû. Hevalê Hakî di sala hîndekariyê ya 1971-72’an de derbasî Beşa Matematîkê ya Fakulteya Fenê ya Zanîngeha Enqereyê bûbû.”

Dûran Kalkan anî ziman ku wî nizanîbû ku Hakî Karer bi Rêberê Gelê Kurd re dimîne û got, “Lê belê yek ji milîtanên şoreşger bû ku li Fakulteya Fenê dihate naskirin. Bi hin kesan re hewl dida komeke şoreşger bi rêxistin bike. Pêşengî dikir. Ji xwe li fakulteyê gelek faşîstên MHP’yî hebûn. Koma şoreşger ji bo karibe hebûna xwe biparêze diviyabû xwe hîn bêhtir bi rêxistin bikira, bi hev re tevbigeriya. Hevalê Hakî pêşengî ji vî karî re kir, bi rêxistin kir. Di şerê dijî faşîstan de timî li pêş bû, şer bi rê ve dibir.”

Dûran Kalkan diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Mijdara 1972’an de ji zindanê derket û got, “Dîroka wê baş nayê bîra min, lê belê meha Mijdarê bû. Rêber Apo dema ji girtîgehê derket, ji ciwanekî ji Derya Reş navnîşana hevalên Hakî û Kemal wergirt. Yek ji wan ciwanan bû beriya bê girtin li wê malê dima. Ji Rêber Apo re dibêje, ‘Şoreşger in, ew der ji bo we guncaw e’. Rêbertî jî piştî ku ji girtîgehê derket çû wê malê. Ji ber ku hate girtin derfet nebû ku li wargeha xwendekaran bimîne. Piştî çend rojan diçe, em bi wê nizanin lê belê diçe mala ku adresa wê dabû wî. Li derî dixe, xwe dide naskirin û piştî ku dikeve hundir li wê malê dimîne. Kemal Pîr bi vê gotinê qala wê demê dikir, ‘Rojekê li derî xist, silav da, pirsî ku wê weke mêvan wî qebûl bikin? Me got, kerem bike, piştî roja duyemîn bû xwediyê malê, ferman da me’.

Dixwazim vê yekê bibêjim. Sekna Rêbertî, pêşketina rêbertî bûyereke cuda ye, lê belê li holê hîn ê pratîkeke bi vî rengî tine bû. Tenê çend gotin hebûn. Di rewşeke bi vî rengî de fêhmkirina van gotinan weke gotina rêbertî, sekn û asteke taybet û têgihiştî ya mezin e. Ast, cidiyet û samîmiyeta pêşengiyê nîşan dide. Yên ku ev yek herî zêde û bi xurtî nîşan dan hevalên Hakî Karer û Kemal Pîr bûn. Piştre jî qet jê qut nebûn. Wê naskirina hev vejîneke nû temsîl kir. Pêngaveke nû hate avêtin. Nîşan da ku jiyaneke nû, cîhaneke nû dikare pêk were. Bû gava destpêkê ya pêvajoya pêşketinekê.”

Dûran Kalkan bal kişand ser gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji bo Hakî Karer gotibû, ‘mîna ruhê min ê veşartî bû’ û nirxandineke bi vî rengî kir, “Hevalê Kemal Pîr jî hêza tevgerê bû. Di cih de biryar dida, li cihê xwe nedisekinî, timî di nava liv û tevgerê de bû. Tevgerê mîna tevgereke Rêbertî destpê kir. Destpêkê her kes tevlî Rêbertî bûn. Lewma Rêbertî pêşengî jê re kir. Agahî hemû li gel Rêbertî kom dibûn. Tevgera PKK’ê, koma Apoyiyan, Şoreşgerên Kurdistanê heta avabûna fermî ya PKK’ê rêxistineke fermî nebûn, di pratîkê de ji aliyê Rêbertî ve dihatin birêxistinkirin.

Bi fermî nebe jî di pratîkê de Hakî Karer di meşandina kar de alîkarî ji Rêbertî re dikir. Mînak, y ên ku nikarîbûn bi Rêbertî re hevdîtinê bikin bi hevalê Hakî re hevdîtin dikirin. Ji wî ferman werdigirtin. Yên ku dixwestin raporê bidin Rêbertî, nikarîbûn hevdîtinê bi Rêbertî re bikin jî bi hevrê Hakî Karer re rûdiniştin, rapor didan Hakî Karer. Perspektîf jî ji wî werdigirtin. Gelek tişt di ser hevrê Hakî Karer ji Rêbertî re dihatin ragihandin.

Rêbertî jî ev karên Hakî Karer rast didît, weke ku şaşitiyê nake didît.

Hevalê Hakî dema karek dikir Rêbertî ew nedişopand. Jê piştrast bû û digot, ‘Hakî wê hemû derfet û firsendan bi kar bîne û encamê bi dest bixe û raporê pêşkêş bike’.

Hevalan jî gotinên hevalê Hakî weke gotinên Rêbertî weke fermanê didîtin û li gorî wê tevdigeriyan. Ti guman jê nedikirin. Dema ku xwe digihandin hevalê Hakî weke ku xwe gihandibin Rêbertî û pê re hevdîtin kirine, qebûl dikirin.”

Dûran Kalkan destnîşan kir ku Hakî Karer li ser vê bingehê di pratîkê de tevlî karê avabûna koma îdeolojîk a li Enqereyê bû û got, “Ew mal di dema zextê ya 12’ê Adarê de mîna biryargehekê bû. Cihekî xwendin û nîqaşkirinê bû. Mîna pirtûkxaneyekê bû.”

Dûran Kalkan ragihand ku di destpêka sala 1976’an de dema biryara vegera li Kurdistanê û pratîka wê hate wergirtin, Hakî Karer yek ji kesên destpêkê bû ku vegeriya Kurdistanê û got, “Tê gotin ku çû herêma Serhedê. Dawiya sala 1976’an li Wanê erdhej çêbûbû, dibe ku çûbe wê derê. Ji koma Apoyî yên li hemû qadan çûn herêma erdhejê. Koma Dîlokê jî çûbû. Li aliyê Serhed-Bazîdê demeke dirêj nema, ji bo wezîfeyên demkurt çûbû gelek deveran. Wê demê ji bo kar bike çû Êlihê, demekê lê ma. Li Êlihê hîmên destpêkê ji aliyê hevalê Hakî ve hate danîn.”

Dûran Kalkan ragihand ku di dawiya havîna heman salê de Hakî Karer derbasî Dîlokê bû û diyar kir ku heta 18’ê Gulana 1977’an dema şehîd bikeve li Dîlokê ma, dem bi dem li bajarên derdora Dîlokê jî kar kir.

Dûran Kalkan anî ziman ku gelek hevalên wan li Dîlokê kar dikirin û got, “Lê belê piştî ku hevalê Hakî çû Dîlok veguherî navendekê. Di pratîkê de bû navenda karê PKK’ê yê li Kurdistanê. Belavok ji wê derê dihatin weşandin, ferman ji wê derê dihatin wergirtin. Rêbertî bi giranî li Enqereyê bû. Pêngava destpêkê ya taktîkî yanî çalakiyên nû ji wir dihatin afirandin. Hevalê Hakî jî pêşengî ji vê re dikir. Çalakî kir, perwerde bi rêxistin kir, karkerî kir. Ji bo birêxistinkirina tevgera ciwanên şoreşger her kar kir. Dîlok navendeke girîng a şoreşgeran bû. Nû mezin dibû û bi pêş diket. Li Kurdistanê metropol bû. Di serî de Riha ji bajarên Kurdan ciwanan berê xwe didan Dîlokê. Karker û xwendekar dihatin. Girseyeke mezin a Kurdan lê hebû, piraniya wan karker û xwendekar bûn. Di nava wan de jî PKK zû bi pêş ket. Tevgera kadrobûyînê ya destpêkê li Dîlokê pêk hat. Bi dehan malên komun hatin avakirin, komên perwerdeyê hatin avakirin. Di nava karker û ciwanan de bû komeke mezin. MHP’ê jî hewl dida li wan qadan xwe bi rêxistin bike. Di têkoşîna dijî derdorên faşîst ên MHP’ê de pêşengî ji têkoşînê re dikir.

Di destpêka meha Gulanê de civîna Rêber Apo ya li Dîlokê bi rêxistin kir. Berpirsyarê Dîlokê bû. Di destpêka sala 1977’an de beşdarî civîna li Enqereyê bû, piştre jî bi rengekî fermî bû alîkarê Rêbertî.”

Dûran Kalkan destnîşan kir ku Hakî Karer bi rengekî rêxistinî tevdigeriya û rêveberî dikir, lewma jî şehadeta Hakî Karer bandor li her kesî kir.

Dûran Kalkan got, “Qetilkirina hevrê Hakî Karer pêvajoyeke diyarkirinê bû. Rêber Apo di parêznameyên xwe de got, ‘Heta wê demê nediyar bû ku PKK wê çawa bimeşe, bikeve pratîkê’. Bûyera qetilkirina Hakî Karer bû sedem ku gaveke bi vî rengî bê avêtin. PKK’ê ji du aliyan ve gav avêt. Ya yekemîn şerê tolhildanê yê şoreşgerî da destpêkirin. Pêvajoya têkoşînê ya li ser bingeha tundiya şoreşgerî ya li dijî kes û saziyên ajanbûyî li ser bingeha hilanîna tola Hakî Karer destpê kir. Biryareke bi vî rengî ya tolhildanê da. Heta wê demê PKK’ê çek bi plankirî bi kar nedianî. Di bûyerên ciwanan ên cuda de bi kar anî be jî şexsî bû, çalakiyeke mezin a çekdarî ya plankirî nekiribû. Çalakiya destpêkê ya çekdarî ya mezin cezakirina kujerên Hakî Karer bû. Vê yekê gelekî bandor kir. PKK şeş mehan bi vê ve mijûl bû. Ji wê rojê û vir ve dewam dike. Ya rast mirov dikare bibêje destpêka şerê parastina rewa, şerê xweparastinê bû. Bikaranîna tundiya çekdarî bi vî rengî destpê kir.

Beriya civîna Dîlokê me li Amedê civînek pêk anî bûn. Rêbertî li ser Rojhilata Navîn, cîhan û Kurdistanê 8 saetan nirxandin kir. Dawiya dawî jî got, ‘Ji bo hilweşandina mêtingeriyeke bi vî rengî ji bilî şerê rizgariya neteweyî rêyeke din nîne’.”

Dûran Kalkan destnîşan kir ku gava duyemîn jî partîbûyîn bû û got, “Rêbertî got, ‘Biryara partîbûnê hate dayin. PKK rêxistiniya ji bo bîranîna Hakî Karer e’. Du biryarên bingehîn hatin wergirtin. Yek destpêkirina berxwedana çekdarî. Du, biryara destpêkirina pêvajoya partîbûnê.

Rêbertî di Îlona 1977’an de li Dîlokê pêşnûmeya Bernameya Partiyê nivîsî. Di vegotina bernameyeke bi vî rengî de di pîvan û armancan de xwedî li rastiya Hakî Karer hate derketin. Partîbûnê bi vî rengî destpê kir. Piştre jî pêvajoya avabûna partiyê destpê kir. Lewma di bingeha PKK û tundiya şoreşgerî de xwedîderketina li bîranîna Hakî Karer heye. Em di sala 45’an a pêvajoyeke bi vî rengî de ne. 45 sal in pêşengiyeke mezin a partiyê, pêşketina partiyê heye û li dijî her cûre paşverûtiyê li ser bingeha tundiya şoreşgerî şerê xweparastinê tê kirin. Hakî Karer di partîbûn û berxwedaneke bi vî rengî de tê bîranîn.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 20’Ê GULANA 2024’AN
Nûçeya Pişt re Gerîlayan Hakî Karer bi bîr anîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Dengê daholê ji Tişrînê tê û dibêje ‘Em ji Mirinê Mezintir in’

Li Bendava Tişrînê dîrok bi ruhê Kobanê xwe careke din dubare dike. Dengê dahol û…

Ji aliyê Stêrk TV

DEM Partî: Divê girtekên Îmraliyê werin eşkerekirin

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan di civîna çapemeniyê ya ku li navenda partiya xwe da…

Ji aliyê Stêrk TV

Jiyana Ecevît Pîroglû di xeteriyê de ye

Greva birçîbûnê yê Ecevît Pîroglû ku li Sirbîstanê bi zexta Tirkiyeyê hat girtin û tevî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Berdana Nedîme Yaklav a 34 sal in girtî ye, cara 7’an hat taloqkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Dayikên Aştiyê bi Hevserokê DEM Partiyê Bakirhan re civiyan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Dayikên Aştiyê serî li Wezareta Dadê dan: Rêya hevdîtina bi Ocalan re vekin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Dayikên Aştiyê di serdana AKP’ê de daxwaza aştiyê dubare kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?