Parlamentera DEM Partiyê Halîde Turkoglu, bi wesîleya 12’emîn salvegera qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku di 9’ê Çileya 2013’an de li Parisê hatin qetilkirin axivî û piştperdeya qetlîamê nirxand.
Halîde Turkoglu di hevpeyvîna xwe ya dayî ANF’ê de diyar kir ku Qetlîama Parisê ne tenê li dijî gelê Kurd, li dijî têkoşîna azadiyê ya jinan e û da zanîn ku ev qetlîameke piralî ye.
LI DIJÎ TÊKOŞÎNA AZADIYÊ ÊRÎŞEKE PIRALÎ
Halîde Turkoglu, diyar kir ku ev qetlîman ne encama êrîşeke şexsiye, sûîkasteke plankirî ya di asta navneteweyî de ye û wiha dewam kir: “Qetlîama Parisê li dijî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd êrîşeke piralî ye. Wê gavê pêvajoyeke muzakereyê hebû û ev bi armanca guhertina rewşa pêvajoyê êrîşeke plankirî bû. Loma dema Qetlîama Parisê tê nirxandin, divê ku mirov ji kujerî bêhtir li ser sedema qetlîamê bisekine. Sakîne Cansiz semboleka têkoşîna azadiya jinên Kurd bû. Wek yek ji damezrînerên Tevgera Kurd, bi salan pêşengiya berxwedanê kir. Fîdan Doganê di qada dîplomasiyê de xwedî erkên giring bû û Leyla Şaylemez jî di têkoşîna ciwanan de bi awayekî cih girt. Erîşa li dijî van, rasterast erîşkirina pêkhateyên damezrîner ên Tevgera Azadiya Kurdan bû.
Halîde Turkoglu anî ziman armanca vê qetlîamê lawazkirina moral û motîvasyona têkoşîma gelê Kurd bû û ev êrîşeke li dijî têkoşîna jinan bû û wiha dewam kir: “Têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd ne tenê ji bo gelê Kurd her wiha ji bo tevgerên jinên cîhanê jî xwedî cihekî giring e. Loma di serî de jinên Kurd divê hemû tevgerên jinan hesaba vê qetlîamê bipirsin. Wek Meclisa Jinan a DEM Partiyê, TJA û Tevgera Jinên Kurd, em ê di 9’ê Çileyê de ne tenê bibîranê bikin, di heman demê de em ê têkoşînê mezin bikin.”
“QETLÎAM PERÇEYEKÎ PLANA NAVNETEWEYÎ YE”
Halîde Turkoglu, bi bîr xist ku gelê Kurdistanê bi salan e ji bo ronîkirina Qetlîama Parisê têdikoşe û destnîşan kir ku qetlîam ne tenê ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye kirin, hêzên navneteweyî jî di nav vê suîqestç de cih girtine û wiha got: “Em dizanin ku hişmendiya netew-dewletê li pişt vê qetlîamê heye. Lê belê ev yek bi tenê bi vê yekê nayê ravekirin. Hêzên modernîteya kapîtalîst jî di vê qetlîamê de roleke giring lîstin. Divê were dîtin ku li pişt qetlîameke wiha berfireh hevkariya dewletan heye. Hikûmeta Fransayê, têkildarî vê komkujiya ku li Fransayê hatiye kirin, şûna ku berpirsiyaran eşkere bike, bi girtina kesekî hewl da bûyerê bigire. Lê belê kiryarên rastî nehatin eşkerekirin û hewl dan ku ev qetlîam bê nixumandin.”
Halîde Turkoglu, diyar kir ku hedefgirtina siyasetmedarên jin tercîheke bizanebûn e û wiha got: “Jin her tim bûne pêşengên têkoşînên azadiyê. Loma pergalên serdest bi hedefgirtina jinan dixwazin berxwedana civakî bişkînin. Li tevahiya cîhanê qetilkirina jinên ku ji bo azadî û wekheviyê têdikoşin ne tesaduf e. Bêcezahiştina van kuştinan, hewla meşrûkirina wan a di asta navneteweyî de ye. Em dizanin ku ev qetlîamên şerê taybet in û di her şert û mercê de em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
‘DUYEMÎN KOMKUJIYA DERSIMÊ’
Halîde Turkogluyê diyar kir ku qetlîam di pêvajoya çareseriyê de pêk hatiye û wiha behsa wê serdemê kir: “Qetlîama Parisê di serdema bihêbûna siyaseta demokratîk de pêk hat.” Di wê serdemê de Birêz Ocalan ev qetlîam wek “Qirkirina Dêrsimê ya Duyemîn” bi nav kiribû. Çinku di vê serdemê de dewletê polîtîkayên qirkirinê dimeşand. Sakîne Cansiz ji bo ku derbeyekê li pêvajoya muzakereyê bidin hat qetilkirin. Piştî ku pêvajoya çareseriyê qediya me dît ku dewlet bi temamî derbasî konsepta şerî bûye.”
Halîde Turkoglû diyar kir ku qetlîam ne tenê bi Tirkiyeyê re sînordar e û destnîşan kir ku li çar aliyê cîhanê dewletên ku nikarin bi gelê xwe re aşitiyê pêk bînin polîtîkayên bi heman rengî dişopînin û got: “Di pêvajoyên bi vî rengî de êrîş ne tenê bi şîdeta fizîkî tên kirin; di heman demê de bi manîpulasyon, çavtirsandin û bi stratejiyên parçekirina civakê jî tên kirin. Loma divê di pêvajoyên aşitiyê de jî hay ji rîskên wiha hebin. Divê qetlîamên siyasî bi tu awayî rewa neyên dîtin û divê gel li hember van êrîşan helwesteke xurt nîşan bide.”
‘TÊKOŞÎN LI ROJAVA GEŞ DIBE’
Halîde Turkoglu diyar kir ku Qetlîama Parisê êrîşa li dijî pêkhateyên damezirîner ên Tevgera Azadiya Kurdan hatiye kirin û destnîşan kir ku têkoşîna Tevgera Jinên Kurd ji sînoran derbas bûye û wiha berdewam kir: “Qetlîama Parisê parçeyek ji plana jinavbirinê ya hikûmeta AKP-MHP’ê bû. Bi zanebûn hedefgirtina jinan xwestin çavê gelê Kurd û jinan bitirsînin. Lê belê ev têkoşîn li Rojava geş bû û îro bû têkoşîneke azadiyê ya navneteweyî. Têkoşîna Tevgera Jinên Kurd ji sînorên herêmî derbas bû û xeteke şoreşgerî ava kir. Em ê vê şoreşê bigihînin serkeftinê û em ê teqez hesaba van qetlîaman bipirsin.”