Şemî, 31 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Sancar: Abdullah Ocalan derbasî cihê nû yê li Îmraliyê hatiye çêkirin bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiya Dr. Zeyneb Silêmanî ya girtî giran e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Samsunê ‘Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Edeneyê civîna gel hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta 7 kesên li Kerboranê hatine qetilkirin, hate pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bi merasîmeke heybet 7 şehîdên Şengalê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan car din edalet xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlaya YJA Starê Rojbîn Sonmez hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Şehîdên me siberoja me ronî kirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo kurê xwe yê bûye mexdûrê tiryakê têdikoşe: ‘Ciwanên me ji vê jehrê rizgar bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê binpêkirinên mafên Kurdan: Tedawiya girtiyekî hat astengkirin, 4 Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Dayika Aştiyê Elîf Aslan jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Jinan: Divê em aştiyê mîsoger bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîhrîcana Voce Arcaica ya ku ji bo Nagîhan Akarsel tê lidarxistin wê di 7’ê Mijdarê de li Romayê be

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E û KON-MED’ê li dijî qirkirina jinan pêngava têkoşîna civakî da destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê mirina bi guman a jinek

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hinceta tawanbarê ku Rojda Odabaşi birîndar kir ‘qerebalixî’ bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Mexmûrê Festîvala 10’emîn a Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > HBDH: Berpirsyarê komkujiya Enqereyê dewleta faşîst e
Rojane

HBDH: Berpirsyarê komkujiya Enqereyê dewleta faşîst e

HBDH got, “Berpirsyarê sereke yê komkujiya Gar a li Enqereyê dewleta faşîst e, em ê hesabê wê bixwazin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 10. Cotmeh 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH), bi wesîleya salvegera Komkujiya Enqereyê daxuyaniyeke nivîsî da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin, “Li ser Komkujiya Gar ê Enqereyê 9 sal derbas dibe. Di vê komkujiyê de jî mîna komkujiyên beriya niha sûcdarên rastî nehatin cezakirin. Endamên DAÎŞ’ê yên navê wan di komkujiyê de derbas dibe, di êrîşên din de jî cih girtin. Berpirsê sereke û rêxistinkarê komkujiyê dewleta faşîst e, dixwaze bi demê re bide jibîrkirin.”

‘JI BO BÊN KUŞTIN DEWLET HER RÊYÊ JI WAN RE VEKIR…’

Daxuyana Komîteya Rêveber a HBDH) bi vî rengî ye:

“Dîroka dewleta faşîst a dagirker, bi xwînê hatiye nivîsandin. Ji roja ewil a avakirina xwe û pê ve, li dijî gelên din her tim polîtîkayê tinekirinê meşandiye. Ermenî û Rûmiyan ji ser axên wan dan sirgûnkirin. Li dijî gelê me yê Kurd bi dehan salan e polîtîkaya komkujî û asîmîlasyonê dimeşîne. Her tim înkar, tinehesibandin û kuştin weke polîtîkayeke dewletê ya li dijî baweriyên cuda xistiye meriyetê. Mirovên me yên bi baweriya Elewîtiyê dijîn li Mereş, Sêwas û Çorumê qetil kirin. Hewl da têkoşîna mafên demokratîk bi terora dewletê re çavtirsandî bike.

Dewleta faşîst a burjûva, li dijî gelê me û şoreşgeran gelek êrîş pêk anîn. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê jî ji roja hatiye avakirin, êrîşê gelê me dike. Ji bilî êrîşên li hemberî gerîla û şoreşgeran, komkujiya Amedê, komkujiya Gezî, Komkujiya Pirsûsê û komkujiya Gar ê Enqereyê ya 10’ê Cotmeha 2015’an bi tenê çend ji wan e.  Desthilatdariya faşîst a Îslamîst li ser xwîna gelê me xwe xwedî dike. Bi komkujî û girtinan desthilatdariya xwe didomînin.

Yek ji komkujiya herî mezin û hovane ya li Tirkiyeyê, Komkujiya Gar ê Enqerê ye ku di 10’ê Cotmeha 2015’an de ji aliyê endamên DAÎŞ’ê yên destekê ji dewletê digirin ve hat kirin. Li ser banga sendîkayan û Saziyên Civaka Sivîl, bi hezaran kesên ku ji bo li Enqereyê mîtîngekê li dar bixin li hev kom bûn, 2 endamên DAÎŞ’ê xwe teqand. Di teqînê de 103 kesan jiyana xwe ji dest dan. Her wiha bi sedan kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ku piştre derketin holê, çete ji bo komkujî pêk bînin, bi rehetî hatine Enqereyê. Dewletê ji bo ku çeteyên DAÎŞ’ê ev êrîş pêk bînin, hemû astengî ji holê rakiriye. Bêyî pirsgirêk di nokteyên lêgerînê re derbas bûn. Bêyî ku ti pirsgirêk rû bidin gihîştin cihê çalakiyê. Encam ji xwe li holê ye. Rûpelekî bi xwîn mîna 1’ê Gulanê, Gazî , Sêwas û hwd.. hat vekirin. Ji bo ku di nava girseya ku li mafê xwe digerin, hesab dixwazin û bi rêxistinî tevdigerin, tirsê çêbikin.

Di hilbijartinên Hezîrana 2015’an de desthilatdariya AKP a faşîst ku li pêş çavên gelê me teşhîr bû û li pêşberî berxwedana Kobanê derewên wan qediya, dengek mezin winda kir. Di hilbijartinên Hezîranê de nekarî bi tena serê xwe desthilatdariyê ava bike. Ji bo pêvajoya ku ketiye derbas bike, li dijî gelên me û pêşengên wan êrîşeke topyekûn daye destpêkirin û pêl bişkoka tesfiyeyê kir. Êrîşa topyekûn di sala 2015’an de bi komkujiya Pirsûsê re destpê kir. Li pey wê komkujî, girtin û desteserkirin li pê hev hatin.

Serokwezîrê wê demê yê AKP’yî Ahmet Davûtoglû gotibû, “Me beriya êrîşa Enqereyê û piştî wê anketek kir. Piştî êrîşê di dengên me de zêdebûnek heye’ û bi vê yekê re eşkere kir ku ew xwe li ser komkujiyan xwedî dikin. Wezîrê Karên Hundir ê wê demê Selamî Altinok li ser pirsa rojnamevanan ka kêmasiya polîsan heye yan na, bi gotina “Qelsiya ewlekariyê nîne” parastina komkujiyê kir. Dîsa Waliyê Enqereyê destûr neda ku, lêpirsîn li hember polîsên karê xwe îhmal kirine bê vekirin. Kujer destê xwe hejandin û geriyan.

Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê bi tirsê dixwest mirovan dîl bigire. Sedema hebûna ewqas êrîşkar di sala 2015’an de, ew e ku pêvajoyeke nû ya tasfiyeyê xistin dewrê. Ji bo mirovan bi polîtîkaya terora dewletê bitirsîne û dîl rabigire. Xwestin pêşî li nerazîbûn û çalakiyên li dijî dewletê ya herî biçûk jî bigirin. Bi şîdet û komkujiyê re xwestin mirovan bêdeng bikin. Li maf gerîn, desthilatdariyê protesto kirin û rexne kirin tenê ji bo kuştin û girtinê bes bû.

‘EM HÊRSA XWE BI RÊXISTIN BIKIN, BERXWEDANÊ MEZIN BIKIN’

Komkujiyên li Dersim, Zîlan, Mereş, Amed û di 1’ê Gulanê de li hemberî gelên me hatine kirin, me ji bîr nekirine. Komkujiyên ji aliyê desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ve hatin kirin, komkujiyên li Amed, Gezî, Pirsûs û Gar ê Enqereyê, nayên jibîrkirin. Her komkujiyek ku pêk tê hêrsa gelên me dide der. Ev hêrsa kombûyî wê li serê dewleta faşîst biteqe. Ti komkujî wê di nava tarîtiyê de nemîne.

Di ser Komkujiya Gar ê Enqereyê re 9 sal derbas bûn. Êşa me zindî ye û hêrsa me her roj mezin dibe. Peywira li pêşiya me ev e ku em vê hêrsa mafdar a ku mezin dibe bi awayekî rast rêxistin bikin. Em dikarin desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ku ji roja ava bûye û vir ve li dijî gelên me polîtîkaya tinekirinê û komkujiyê dimeşîne, bi misogerkirina têkoşîna yekbûyî û yekîtiya mafan têk bibin. Wezîfeya herî girîng a hêzên yekbûyî yên têkoşînê ew e ku her kesên bi zilm û zexta fermana faşîst re rû bi rû hatî, di daxwazên têkoşîna şoreşgerî de bên ba hev. Bi vê hişmendiyê ji bo hesabpirsîna ji kujeran peywira me rêxistinî, têkoşîn û berxwedan e. Her ku berxwedana li dijî zilmê mezin bibe, wê kujer li cihê revê bigerin. Lê belê, dê cihekî wan ê ku birevin tune be. Ew ê hesabê kiryarên ku li dijî gelê me kirine, bidin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Salek û 3 meh ceza li Midûrê Karên Nivîsê yê rojnameya Xwebûnê hate birîn
Nûçeya Pişt re HPG’ê nasnameya gerîlayeke şehîd eşkere kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Îsmaîl Agaç jiyana xwe ji dest da

Îsmaîl Agaç ku 3 zarokên wî di têkoşîna azadiyê de şehîd bûn, li nexweşxaneya lê…

Ji aliyê Stêrk TV

Cenazeyê Ziyad Heleb wê sibe bê veşartin

Li Kantona Firatê bi hezaran kesî cenazeyê endamê Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Helebê şehîd…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Efrînê binpêkirinên mafan dewam dike

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê diyar kir komên çekdar ên girêdayî dewleta Tirk û cihê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Sancar: Abdullah Ocalan derbasî cihê nû yê li Îmraliyê hatiye çêkirin bû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şertên joyanê yên li kampên Waşûkanî û El-Telae xirabtir dibe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Rewşa tenduristiya Dr. Zeyneb Silêmanî ya girtî giran e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Samsunê ‘Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?