În, 23 Çile 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Ji cerdevanan hate xwestin ku ji bo pereyan li Rojava li dijî YPG’ê şer bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Ewropayê zêdetirî 70 rêxistin ji bo ‘Rojava’ bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê xelatgir Kelman: Cîhan divê rastiyê bibîne, piştgiriyê bide Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Waliyê Silêmaniyeyê Ebubekir: Ji bo aştiyê ‘berxwedan’ şert e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Onder Çakar: Kobanê dîsa di bin dorpêçê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parêzer Menzione: Sucê herî giran a serdema modern tê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Qoserê bi hezaran kes ji bo Rojava meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hacîawayê bi sedan yekî bi yek dengî gotin: Li dijî gefan bibin yek

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyeyê meşa ji bo Rojava: Bijî berxwedana Rojava!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şaxê Mexmûrê yê CÎK’ê: Xwedî li Rojava derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerkûkê welatiyan mizgeft terikandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ ji ber şert û mercên hewayê hate taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Greva Jinan a Swîsre: Jin bi tenê nînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şervanên YPJ’ê piştgirî dan dîmenên jinan ên hûnandina keziyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan bi keziyên xwe piştgirî dan berxwedanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê jin ji bo Rojava li ser piyan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Jinên Kurd: Divê partiyên siyasî pêşengiyê ji yekîtiya neteweyî re bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Êzidî ji Şengalê bang kirin: Serdana Colanî ya li Elmanyayê şermezar bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hilala Zêrîn bi stranê piştgiriya berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê filmê ‘Dema Dirîreşkan’ hate pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya Klîba “Agir”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Liverpoolê Akademiya Çand û Hunerê ya Kurd vebû

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇANDˊê ji bo bîranîna Şîlan Kobanê klîpek çêkir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rotînda û Berfîn Memedova ji bo Rêber Apo stranek nû çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • LEZGÎN
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li gundên Kobanê şer dijwar e
Li Sirrînê şervan bersiveke tund didin êrişan: Gelek çete hatin kuştin, gelek jî hatin girtin
Çeteyan careke din êriş birin ser Girtîgeha Eqtanê
Hêzên QSD’ê li Sirinê bersiv dan çeteyên ku agibestê binpê kirin
Bombe li 3 gundên Kobanê tên barandin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > HBDH: Roj roja xwedîderketina Rojava ye!
Rojane

HBDH: Roj roja xwedîderketina Rojava ye!

HBDH’ê got, “Roj roja xwedîderketina Rojava ye, ji bo têkçûna dagirkerên ku destekê didin çeteyan roj roja seferberiyê ye.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 20. Çile 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) der barê êrîşên dagirkeriyê ên li ser Rojava daxuyaniyeke nivîskî weşand. 

Daxuyaniya HBDH’ê bi vî rengî ye: 

“Em di pêvajoyeke welê de ne ku em şahidiyê ji pêşketinên girîng ên li Rojhilata Navîn re dikin. Rêjîm hildiweşin, şer kûrtir dibin. Di vê pêvajoya dîrokî de pirsgirêka Kurd careke din di rojeva gelên Rojhilata Navîn û bi taybetî Tirkiyeyê de ye.

Di tevahiya dîrokê de hêzên emperyalist ji bo pirsgirêka Kurd çareser nebe destek dane şerê derketî û di van deman de bi hêzên mêtinger re têkiliyên tifaqî avakirine.  

Îro jî êrîşên berfireh ên dagirkeriyê li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê dewleta faşîst û çeteyên Artêşa Millî ya Sûriyê ku piştgiriya wê dikin ve pêk tên. Piştî ku rejîma Esad di 8’ê Kanûnê de hilweşiya, pêvajo veguherî êrîşeke dijber a li ser xakên Şoreşa Rojava.  

‘ARMANCA WAN TASFIYEKIRINA DESTKETIYÊN GELÊ KURD E’

Rejîma Erdogan a faşîst bi bikaranîna hemû derfetên xwe re hewl dide Şoreşa Rojava bifetisîne. Desthilatdarî tevahiya polîtîkaya xwe ya derve li ser bingeha polîtîkaya tesfiyekirina destketiyên gelê Kurd ava kiriye. Bi bacên gelên kedkar ên Tirkiye û Kurdistanê re, çeteyên SMO tên xwedîkirin û polîtîkayên dagirkeriyê tê pêkanîn. Ji ber vê yek ji sedemên destpêkê yên xizaniya gelê me, polîtîkayên şerê qirêj ên ji aliyê desthilatdariya faşîst ve tên meşandin e.  

Polîtîkayên şerê qirêj ên bi salan e dewam dikin, nirxên aborî û civakî yên ji siberoja karker û kedkarên Tirkiyeyê û gelan hatine dizîn, vediguherînin şerê qirkirinê yê ku desthilatdariya faşîst li dijî gelê Kurd dimeşîne. Di vî alî de şerê qirêj û êrîşên faşîzan xizanî û kedxwariyê kûrtir dike.

Desthilatdariya faşîst, li aliyekê di polîtîkayên xwe yên şer ên li hemberî gelê Kurd de israr dike û li aliyê din jî, ji bo pirsgirêka Kurd a li nava welêt pêvajoyeke nû bide destpêkirin nîşaneyên nû dide. Beriya her tiştî divê bê zanîn ku rastiya neçareserkirina pirsgirêka Kurd bûye girêkek mezin. Rastiya desthilatdariya faşîst a ku nikare têkoşîna azadiyê ya Kurd bi polîtîkaya xwe ya neçareseriyê û êrîşên tinekirinê têk bibe raxistiye pêş çavan. Ya ku hêzên desthilatdar mecbûr dike li ser pirsgirêka Kurd biaxive, têkoşîna azadiyê ye ku gelê Kurd û çîna karker a Tirkiyeyê û hêzên sosyalîst bi salan e dimeşînin û berdêla vê dane. Ji niha û pê ve jî diyarkera bingehîn a pêvajoyê wê têkoşîna van hêzan be.

‘XWEDÎ LI ROJAVA DERKETIN PEYWIRA SEREKE YE’

Desthilatdarî îro ji aliyekê ve ji bo siyaseta Tirkiyeyê îşaret bi pêvajoya çareseriyê dike û daxuyanî dide û li aliyê din jî êrîşên xwe yên dagirkeriyê yên li ser xaka Rojava jî dijwartir dike. Di vî alî de parastina Şoreşa Rojava di heman demê de tê wateya parastina siberoja gelên Rojhilata Navîn. 

Gelên Li Sûriyê ne bê siberoj in. Li Sûriyeyê ji bilî çeteyên îslamîst ên selefî yên weke HTŞ û SMO yekane hêza ku bi rastî jî siberoja demokratîk û azad a gelan temsîl dike Şoreşa Rojava û rêveberiya demokratîk a xweser a li dora fikra wê ava bûye.

Em weke Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan, xwedî li Şoreşa Rojava derdikevin. Li ser vî esasî ji bo desthilatdariya faşîst a dagirker di êrîşên li ser Rojava de têk biçe, em ê bi hemû hêza xwe bixebitin.

Desthilatdariyê faşîst îro li dijî gelê sivîl ê ku bi armanca şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bendava Tişrîn, Pira Karakozax û Kobanê li ber xwe didin, komkujiyan dike. Ev rastî tenê radixe ber çavan bê ka desthilatdariya faşîst çiqasî dijminatiyê li têkoşîna azadiyê ya gelan dike.  

Desthilatdariya faşîst a ku li Rojava gelê sivîl qetil dike, li dijî kesên demokrasî û azadiyê dixwazin di nava sînorên xwe de jî her cure zext û êrîşan pêk tîne.  

Qeyûm tayînê şaredariyan dike, siyasetmedar tên girtin û rojnamevan tên binçavkirin. Ev rastî hemû delîla israra desthilatdariya faşîst a di polîtîkaya şer de ye û ne çareseriya pirsgirêka Kurd e.

Li dijî van hemû êrîşan, avakirina hevgirtineke şoreşger a enternasyonalîst ku sînorên desthilatdariya faşîst derbas dibe, erka me ye. Xwedîderketina Şoreşa Rojava û bi her awayî li Tirkiyeyê şermezarkirina rejîma dagirker, erkekî bingehîn ê şoreşgerî ye. Têkbirina faşîzmê wê rê li ber têkoşîna Şoreşa Yekbûyî ya Tirkiye û Kurdistanê veke. Li ser vê bingehê ji bo êrîşên desthilatdariya faşîst ên dagirkeriyê li dijî Şoreşa Rojava têk biçe, divê em hemû derfetên xwe seferber bikin.

Banga me li çîna karker û kedkarên Tirkiyeyê ew e ku li pêşberî vê dagirkeriya faşîst bêdeng nemînin. Li ser vê bingehê divê em li dora ala Şoreşa Yekbûyî bibin yek û li dijî hêzên mêtînger ala azadî û wekheviya gelan bilind bikin.

Roj roja xwedîderketina Rojava ye, ji bo têkçûna dagirkerên ku destekê didin çeteyan roj roja seferberiyê ye. 

Divê milîsên HBDH’ê li hemû qadên ku lê ne, dagirkeran û komên qirker ên faşîst ên destekê didin wan bikin hedef. Li ser vê bingehê pêwîste êrîşa dagirkeriyê ya li hemberî Kobanê ku sembola Şoreşa Rojava ye, bi ruhê Kobanê were bersivandin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Rêber Apo û ‘mafê hêviyê’: Rejîma bêhiqûqiyê ya 26 salan
Nûçeya Pişt re Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ji bo hevdîtinê serlêdan kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê meha Tîrmehê 71 kes hatin darvekirin

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê meha Tîrmehê 71 kes hatine darvekirin. Tê gotin zextên tund…

Ji aliyê Stêrk TV

Merasîma veşartina şehîdan: Berdêl çi dibe bila bibe em ê bi ser bixin

Cenazeyê şehîd Çeko Xidirbejî û şehîd Ciwan bi merasîmeke bi heybet li Kobanê hat veşartin…

Ji aliyê Stêrk TV

Endamtiya tam a Fîlîstînê hate redkirin, vê carê serî li Desteya Giştî ya NY’ê da

Piştî ku DYE’yê endamtiya tam a Fîlîstîniyan a ji NY’ê re veto kir, roja Îniyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Hacîawayê bi sedan yekî bi yek dengî gotin: Li dijî gefan bibin yek

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li gel mercên zehmet ên zivistanê jî gel seferber bûye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Başûr di xutbeyên Înê de ji bo Rojava banga alîkariyê hate kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Ji cerdevanan hate xwestin ku ji bo pereyan li Rojava li dijî YPG’ê şer bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?