Komîteya Rêveber a HBDH’ê daxuyaniyeke nivîskî da û Lenîn ê 21’ê Çileya 1924’an jiyana xwe ji dest da, bi bîr anî. Komîteyê diyar kir ku Şoreşa Cotmehê ya Mezin bi pêşengtiya Lenîn di dîroka mirovahiyê de serdemeke nû da destpêkirin.
HBDH’ê diyar kir ku proletaryaya cîhanê hîna jî li ser rêya ku ji aliyê Lenîn ve hatî vekirin, dimeşe û destnîşan kir ku îro bi dengekî hîn xurttir hêmanên “Lenînîzmê” tîne ziman.
HBDH’ê ragihand ku Lenîn bi Şoreşa Cotmehê ya Mezin re di dîroka mirovahiyê de serdemeke nû da destpêkirin: serdema şoreşên proleter û hilweşîna emperyalîzmê. HBDH’ê destnîşan kir ku Lenîn hemû jiyana xwe fedayê rizgariya karker û kedkaran kir û got ku di şerê şoreşgerî yê proletaryaya şoreşgerî de komunîstek bi mînak, şervanekî bi biryar û mîlîtanekî gelekî berz ê partiyê bû.
HBDH’ê di daxuyaniya xwe de ragihand ku mirov nikare bi nîvîseke kurt qala Lenîn bike û ev tişt jî diyar kirin:
“Lenîn pêşeng, fermandar û hevrêyê proletaryaya cîhanê ye. Lenîn di tevahiya jiyana xwe de bi pratîk, teorî û jiyana xwe ya komunîst cihê xwe li ser dika dîrokê girtiye. Mîrateya teorîk a danî holê îro hîna tê lêkolînkirin, hîna ji fikrên wî encam tên derxistin, rehberiya wî ya pratîk rê ji Lenînîstan re vedike. Têkoşîna wî ya rewa û bi rûmet, di jiyana bi milyonan proleteran de zindî dibe.
Lenîn îro pêşengê gelên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ye û hîn jî di şerê HBDH’ê yê li dijî faşîzm, emperyalîzm û kapîtalîzmê de rolê xwe yê pêşengiyê dilîze. Perspektîfa têkoşînê ya Lenîn, îro di şerê HBDH’ê de şênber dibe. Weke Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan em di sala 100’emîn a nemiriya pêşengê şoreşger ê mezin Lenîn de wî bi rêzdarî bi bîr tînin. Em soz didin ku meşa şoreşa yekbûyî ya gelên Tirkiye û Kurdistanê bigihînin serketinê.”