Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) daxuyaniyeke nivîskî parve kir û got, “Beriya niha bi 11 salan, gel, karker û kedkaran, jin û ciwanan; Bi kurtasî, berxwedana yekbûyî ya mezin a herî dawî ya hemû bindestan, şopên ku qet nayên jibîrkirin li pey xwe hiştin û dîrok nivîsandin. Ew şop îro jî li metropolên Tirkiyeyê, li kolanên Bakurê Kurdistanê, li Rojava û li Herêmên Parastinê yên Medyayê tên dîtin. Hêviya azadî, demokrasî û edaletê diparêze.”
ŞEHÎDÊN BERXWEDANA GEZIYÊ HATIN BÎRANÎN
Di berdewama daxuyaniya Komîteya Rêveber a HBDH’ê de ev tişt hatin gotin, “Bi Berxwedana Geziyê re di hişmendiya me de hatiye neqişandin ku azadî, demokrasî û edalet heqîqetên jêneveger in. Di şexsê Alî Îsmaîl Korkmaz û Ethem Sarisuluk de têkoşîna li ser pîvana ‘An hemû bi hev re, an jî ne kesek’ yekane rêya xwedîderketina li ruhê Geziyê ye. Rastiya şehadetê, ji bo hemû gelan û bindestan; Nîşan daye ku bi têkoşîna li dijî îstîsmar, qirkirin û faşîzmê re dikare wateyekê bibîne.
Weke Mahîran, Denîzan, Îbrahîman, Sînanan û Ulaşan, şehîdên Berxwedana Geziyê jî bûn berxwedêrên bi rûmet ên Tirkiyeyê. Di roja me ya îro de wateya wê berxwedan, şehadet û erkên dane ser milê me mezintir e. Xwedîderketina li vê wate û erkê, wê were wateya jiyîn û pîrozkirina serketina şerê azadiyê, ku ji Geziyê heta Rojava, ji Hatayê heta Dersimê, ji Îzmîrê heta Amedê, ji Nûrhak û Mûnzûr heta Zap û Zagrosan pêl bi pêl belav dibe.
Em berxwedêrên Geziyê yên di vê oxirê de şehîd bûne bi rêzdarî û mînetdarî bibîr tînin û weke pêwîstiyek dilsoziya bi bîranîna wan re careke din destnîşan dikin ku em ê di salvegera 11’emîn de bi ruhê Geziyê têkoşîna xwe bidomînin û ber bi serkeftinê ve bimeşin.”