Yekşem, 4 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Nagîhan Akarsel li gelek bajaran hate bibîranîn: Em ê xeyalên wê pêk bînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Pirsûsê serdana girseyî ya ji bo taziyeya şehîd Delîl Nergis

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Aksû: Pêdiviya me bi welatîbûna wekhev û rêzdayîna li nasnameya hev heye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî her cûre fitne û xerabiyan em ê yekîtiya xwe xurt bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Prof. Dogû Ergîl: Lİ Tirkiyeyê lêgerîna li pergaleke nû destpê kiriye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 4’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Ranyayê li dijî talankirina xwezaya Kurdistanê çalakî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li cihê şehîd bûyî, hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Birîna daran di rojeva parlamentoya Herêma Kurdistanê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêzanê heftemîn ê Mexmûrê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Hemrînî: Bexda li Şengalê li modela çareseriyê digere

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî 12 salan serdana gora zarokê xwe kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Rojnamevan Nagîhan Akarsel li ser gora xwe hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê zextên li ser girtiyên jin dewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DFG’ê di salvegera 4’emîn de Nagihan Akarsel bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Elkê jinek bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin dest bi nobeda ‘bîrê’ dikin: Divê jinên hatine qetilkirin, neyên jibîrkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîroka hevpar a jinên hatine qetilkirin: Li rastî tundiyê hatin, gilî kirin û nehatin parastin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > ‘Hebûna YPJ’ê ya li herêmê ji bo jinan cihê baweriyê ye’
Rojava

‘Hebûna YPJ’ê ya li herêmê ji bo jinan cihê baweriyê ye’

Fermandara Eyaleta Hecînê ya YPJ'ê Axîn Qamişlo anî ziman ku li pişt êrişên li ser Dêrazorê hikumeta Şamê û dewleta Tirk hene û destnîşan kir, hebûna YPJ'ê ya li herêmê bi taybetî ji bo jinan cihê baweriyê ye.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Tebax 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Fermandara YPJ’ê ya Eyaleta Hecînê ya ser bi Kantona Dêrazorê Axîn Qamişlo êrişên hêzên hikumeta Şamê û komên Dîfa El Wetenî yên 7’ê Tîrmehê li kantona Dêrazorê kirin, nerazîbûna gel a li hemberî vê yekê, bi taybetî eleqeya jinên Dêrazorê ji bo YPJ’ê ji ANF’ê re nirxand.

Axîn Qamişlo diyar kir ku ji sala 2014’an ve êrîşên giran li dijî Dêrazorê çêbûn û got: “Di sala 2014’an de li dijî Şiêtatê komkujiyeke mezin pêk hat, Di wê demê de jî QSD’ê mudaxele kir û derbên giran li dijmin da. Dîsa li Bahozê çeteyan xwe bi berfirehî bi cih kiribûn. QSD’ê ji xwe li vir derba dawî li DAÎŞ’ê da. Ji wê demê ve êrîşên li ser herêma Dêrazorê dewam dikin.”

‘BI BERSIVÊN GIRAN ÊRÎŞ HATE TÊKBIRIN’

Axîn Qamişlo bal kişand ser êrîşa 7’ê Tebaxê û ev tişt got: “Herî dawî 7’ê Tebaxê saet di 04:00’an de êrîşeke berfireh dan destpêkirin. Beriya êrîşan bi daxuyaniyeke ragihandin ku operasyon dane destpêkirin. Xwe bi berfirehî amade kiribûn. Çi ji derve be çi ji hundir be xwe ji bo operasyoneke berfireh amade kiribûn. Bi rêya hucreyên veşartî yên li hundir û ji derve bi hejmareke mezin ji êrîşeke mezin re amade kiribûn. Lê vê êrişa dirêj nekir, ji ber ku hêzên me bersivên giran dan û bêyî ku çend roj bidomin êrîş hatin têkbirin.

Ji aliyê hêzên hikumeta Şamê ve cihên sivîl hatin hedefgirtin. Bi taybet bajarê Dehlayê bû hedefa zêde ya hikumeta Şamê. Bi çekên giran li dijî Ebû Hemamê êrîşên berfireh hatin kirin. Li vir dîsa cihên sivîlan hedef girtin. Sivîl şehîd bûn, birîndar bûn û malên wan zirar dît. Lê tevî van hemûyan jî gel gav paşde neavêtin. Ji piştevaniya QSD’ê carek jî dudilî nebû. Ji ber ku gelê li vir êdî rastiya dijmin nas kir. Ketin ferqê ku ev hêz tenê ji bo berjewendiyên xwe dixebit, tu car berjewendiyên gel nafikire. Ji ber vê yekê êdî bi tu awayî bawerî bi propaganda û polîtîkayên van hêzan naynin.”

‘LI PIŞT ÊRÎŞAN DEWLETA TIRK HEYE’

Axîn Qamişlo bidewamî got: “Êrîşên hatin kirin ne tenê ji aliyê komên çeteyan ve hatin kirin. Li pişt van êrîşan hin dewletên herêmî, dewleta Tirk û bi taybet hikumeta Şamê heye. Li vir bi taybet hesabên berfireh ên dewleta Tirk heye. Dixwazin li herêmê tevlîhevî çêbikin, baweriya gel a ji bo QSD’ê bişkînin. Lê hemû hesabên van li ber avê ve çû. Gelê Dêrazorê li vir li kêleka QSD’ê ma û piştgirî da. Heta li hinek cihan gel çek rakir û li gel şervanan cih girt.

Hinek sivil hatin li eniyan nobet girtin. Êrîşên ewqas berfireh ên li dijî gel û cihên sivîlan hatin kirin. Bi vî rengî hem hewl dan gel li dijî QSD’ê kişkiş bikin û hem jî hewl dan gel cihên xwe biterikînin. Bi hawan, obus û çekên giran cihên gel dan, lê gel gav paşde neavêt. 

Komeke ku xwe weke hêzên eşîran bi nav dikin hene. Lê ne gel û ne jî eşîr bi tu awayî van koman qebûl nakin. Êrîş herî zêde li aliyê Ebû Hemam û Qiranîç çêbû. Ji ber ku li vir hucreyên veşartî hebûn, ji ber vê yekê bi taybet ji vir destpê kirin. Bi vî rengî wê hucreyan jî xistiban tevgerê. Lê bi ser neketin. Li van aliyan hêzên me hinek operasyon pêkanîn. Di van operasyonan de gelek hucreyên veşartî hatin girtin. Jixwe hucreyên hatin girtin, hinek tîştan îtîraf kirin. Li xwe mikur hatin dîtin ku hinek dewletên herêmê, hikumeta Şamê û dewleta Tirk wan birêxistin dike, piştgirî dide wan û cebilxane û lojistîkê peyda dikin.”

Axîn Qamişlo da zanîn ku jinên Dêrezorê YPJ’ê weke hêviyê dibînin û got: “Hem feodal hem jî civakî ya avaniya vê herêmê heye, hem jî DAÎŞ’ê çend sal zihniyeta xwe li vir belav kiribû. Li ser jinan zextekî giran hebû. Jin bêyî îrade hatin hiştin. Her wiha li Dêrazorê eşirtiyeke kûr heye. Rastiyeke ku jinê her tim di plana duyemîn de digire, jinê her tim ji zilam cihê dibîne û biçûk dibîne heye. Lê piştî ku herêm ji DAÎŞ’ê hate rizgarkirin, jin li vir xebat û geşedanên girîng pêş xistin. Rêxistin û saziyên wan ên xweser hene. Yekîtiya Jinan a Zenubiya heye. Jin hewl didin xwe li dora vê yekîtiyê birêxistin bikin û xwe li her qadê jiyanê nîşan bidin. Hebûna YPJ’ê li herêmê baweriyeke cuda dide jinan. Dema YPJ’ê serdana malbatan dikin bi coş û hezkirineke mezin tên pêşwazîkirin. Coşên xwe bi me re parve dikin. Ji me re dibêjin, ‘YPJ mifteya ku rêya me vedike ye.’ Jin tevlî YPJ’ê dibin. Piştî van êrîşên dawî jî jin tevlî YPJ’ê bûn. Sekna bihêz a YPJ’ê hêviyê dide wan.

Em ê weke YPJ û QSD’ê heta dawî li pişt gelê Dêrazorê bin. Em ê wan li dijî her curê êrîşan biparêzin. Bi taybet em ê weke YPJ’ê ji bo jinan çi ji destê me were bikin. Em amade ne ku ji bo zehmetiyên ku wan dijîne derbas bikin, her curê têkoşîn û fedakariyê bikin. Em weke YPJ li dijî zîhniyeta tarî yê DAÎŞ’ê şer kir, em hîna li dijî heman zîhniyetê şer dikin û têdikoşin. Wê ji niha şûnde jî bidome. Heta ku hemû jinan ji vê zîhniyet û zordariyê rizgar bikin wê têkoşîna me dewam bike.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN DÊRAZOR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Atolyeyên li dijî polîtîkayên şerê taybet: Divê em têkoşînê mezin bikin
Nûçeya Pişt re ROJEVA 22’Ê TEBAXA 2024’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Helebê bermahiyeke şer teqiya: Zarokek jiyana xwe ji dest da

Li taxa Eşrefiyê ya Helebê zarokek ji Qubtan El Cebel di teqîna bermahiyên şer de…

Ji aliyê Stêrk TV

Dewleta Tirk bombe li Bendava Tişrînê barand

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bombe li Bendava Tişrînê barandin.

Ji aliyê Stêrk TV

Artêşa Îsraîlê wesayîtên zirxî yên Sûriyeyê hedef girt

Artêşa Îsraîlê ragihand ku li dijî hin tankên ku ber bi herêma Swêydayê ya li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Federasyona Mafên Mirovan: Divê mafê ziman bi destûrî were mîsogerkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şêniyên Amûdê ji bo perwerdehiya Kurdî li qadan in

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

PYD’ê daxwaza betalkirina biryara kêmkirina dersên zimanê Kurdî kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Ciwanên enternasyonal serdana gaziyan kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?