Endamê Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Mezlûm Heften îdamkirina xortê Yarisan Xulamreza Resayî ji aliyê dewleta Îranê ve şermezar kir û got: “Çawa ku rejîma mezhebî ya Qacar bê pirs û bersiv Şateymûr Banyaranî kuşt, rejîma mezhebî ya Îslamî ya Îranê jî mîna Qacaran Xulamreza Resayî bê pirs û bersiv îdam kir. Her du xwedî heman mantiq û zihniyetê ne, tenê navê wan cuda ye, yek Qacar e û ya din Wîlayeta Feqîh e. Ev yek kiryareke nemirovane û neadilane ye û ez wê şermezar dikim û sersaxiyê ji bo malbat û xizm û gelê Kurd bi giştî dixwazim.”
Heften her wiha diyar kir ku dewleta Îslamî ya Îranê xwe wek hevalê Hisên û berdewamiya malbata Elî dibînin, lê di meha Muherem û Erbeî’nê de mîna Yezîdan xortên Kurd û Belûç û Ereb û gelên din li Îranê îdam dikin.
Endamê Meclîsa PJAK’ê Mezlûm Heften têkildarî sedema zêdebûna îdamkirinan diyar kir ku bi destpêkirina Şoreşa Jin, Jiyan, Azadiyê ku bi pêşengiya jinên Kurd û Belûç û neteweyên din ên Îranê çêbû, dewletê xwest gelê Kurd û Belûç bêdeng bike û got, lewma divê gel û pêkhateyên nav Îranê, cuda ji nasnameyên neteweyî, etnîkî, olî û mezhebî û zayendî, bi xwerêxistinkirin û bi zextdanîna li ser dewletê û bi hestkirina berpirsyariya mirovî û demokratîk û exlaqî û niştimanî hewl bidin ku diyardeya îdamkirinê li Îranê bê rawestandin.
Endamê Meclîsa PJAK’ê Mezlûm Heften têkildarî îdamkirina xortê Yarisan Xulamreza Resayî got, “Ez kuştina xortê Yarisanî û Kirmaşanî Xulamreza Resayî şermezar dikim û hevxemiya xwe ji bo malbat û xizmên Resayî, xelkê Sehneyê, Kirmaşanê û gelê Kurd bi giştî tînim ziman” û ragihand ku ya ku sêşema bihurî li Girtîgeha Dîzilabadê qewimî, ji bo dewleta Îranê şermezarî ye.
Mezlûm Heften got, “Xelkê Yarî û Kirmaşanê hemû dizanin di serdema Qacaran de li Meydana Sewze, Meydana Kirmaşanê, Şateymûrê Banyaranî mîna Xulamreza Resayî hat kuştin. Wê demê hikûmeta Qacar li ser desthilatdariyê bû. Hikûmeteke neteweyî û mezhebî bû. Îro jî Wîlayeta Feqîh e û mezhebî û neteweyî ye. Gelek ne ji hev cuda ne, navê wan cuda ye, yek şah e û ya din Wîlayeta Feqîh e. Ji bo kuştina pêkhateyên din û bawermendên Yarî yek in û cudahiya wan nîn e. Wê demê ku biryara kuştina Şateymûrê Banyaranî dan, gotin bê pirs û bersiv wî bikujin. Îro jî ya ku li Girtîgeha Dîzilabadê bi serê Xulamreza Resayî de hatiye, heman tişt e û heman kiryar e. Bê pirs û ra û bersiv; kuştin e. Di rastiyê de dibêjin em hevalên Hisên in, Hisên di xerîbî û bêkesiyê de û bi zilm û neadaletiyê hat kuştin, Zeyneb û hevalên wê hatin dîlgirtin. Ya ku li Girtîgeha Dîzilabadê pêk anîn, her heman tişt e. Dubarebûna bûyera Kerbelayê ye. Lê îro Hisên û Yezîd cuda ne û cihên wan guheriye. Ewên ku îro xwe wek hevalên Hisên dibînin û dibêjin em malbata Elî ne û li ser navê Şîeya Elewî hikûmetê bi rê ve dibin, tiştekî dikin ku Yezîdan nekiriye. Kuştina Xulamreza Resayî, ne tenê kuştina kesekî yan jî şexsekî ye. Ne tenê kuştina takekesekî Kurd yan jî takekesekî Yarisanî ye. Paşxaneyeke wê ya dîrokî û dûr û dirêj heye. Ez bawer dikim her kes bi vî çavî li van kuştinan dinêre.
Di rastiyê de pêşengiya wê şoreşê jin û Kurd bûn, helbet bêmafî ye eger em bibêjin gelên din jî di nav şoreşê de cih negirtine, lê pêşengiya jin, Kurd û Belûçan diyarker bû. Ji bo wê jî berdêl dan. Bi destpêkirina Şoreşa Jin, Jiyan, Azadiyê hikûmetê biryar da ku gelê Kurd û Belûç divê bên bêdengkirin. Divê teslîm bibin û bersiva wê kiryara ku dest pê kirine bidin. Eger em binêrin, ji wê demê heta îro her çi qas paşxaneyeke wê heye, lê bi awayekî asayî û di asta herî jor de Kurdkujî, Belûçkujî û zexta li ser jinan û îdamkirina jinan bûye diyarde û pirseke mezin. Di heqîqetê de divê her kesekî azadîxwaz, demokrasîxwaz, cuda ji nasnameyên olî, mezhebî, neteweyî û zayendî li gorî berpirsiyariya exlaqî û erka civakî li hember wan kiryarên dewletê helwestê nîşan bide.”
‘TOLA ŞOREŞA JIN, JIYAN, AZADÎ JI KURD Û BELÛÇAN TÊ STANDIN’
Endamê Meclîsa PJAK’ê Mezlûm Heften têkildarî zextên li ser gel û îdamkirinan jî anî ziman ku ew zext û fişarên li ser dewletê ne, nikare li hember wan raweste, tengav bûye; mixabin wê fişara li ser xwe bi ser gelên hundirê Îranê de vala dike û got, “Bi taybetî bi ser Kurd û Belûç û jinan de dirijîne. Li cihekî din di bin zext û fişarê de ye, lê wê bi ser gel de vala dike. Divê xelk qebûl neke. Gendeliya mezin, siltanên dizan, ji siltanê sikeyan bigire heta siltanê pere û neftê, bi awayên cihê dewlemendiyên gelan didizin û kes pirsa wê ji wan nake. Tenê kolberên Kurd û Belûç rojane bi qenasê tên kuştin. Ew mirov ji bo sifreya mal û zarokên xwe yên ku bê nan û av in dixwazin tiştekî peyda bikin û her roj tên kuştin û dibin qurbanî. Kes pirsa vê ji wan nake. Di heman demê de ev kuştina gav bi gav e.”
Mezlûm Heften diyar kir ku dewleta Îranê dibêje qey eger komkujiyê li ser Kurd û Belûç û gelên din pêk bîne, bertekên li hember wê zêde nabin, lewma tê û berdewam wê kiryarê dubare dike û got, “Her roj bi awayekî gav bi gav wan komkujiyan pêk tîne. Her roj kolber tên kuştin. Her roj mirov tên îdamkirin, her roj Belûç tên kuştin, jin tên îdamkirin, ev komkujiyeke gav bi gav e.”
Mezlûm Heften ragihand ku li hember wan kiryarên dewletê helwest pêwîst e û destnîşan kir ku rêveberiya Îranê dinêre ku ew kiryarên ku pêk tîne berdêla wan jê re erzan e, ango jê re berdêleke pir kêm çêdike. Heften anî ziman ku eger berdêla wê zêde bûya, dewletê zû bi zû ev kiryarên nemirovane dubare nedikirin û got, eger îro gelê Kurd û Belûç tên kuştin û mirov tên îdamkirin û zext li ser girtiyên siyasî heye, ji ber ku berdêla wê kêm e dewletê, ji ber wê ye.
Mezlûm Heften diyar kir ku her mirovekî azadîxwaz ku hilgirê nasnameya çepgir, divê ji xwe bipirse ku divê çi bikin ku berdêla wê ji dewletê re girantir bikin û destnîşan kir ku dema dewletê kesek îdam kir, hesabê xwe bike, bi hêsanî wan kiryaran dubare neke, eger berdêla wê bilind be, wê îdam neke, kolberan nakuje.
Heften ragihand ku rêveberiya heyî ji roja bûye desthilatdar û pê ve dixwaze bi dek û dolab û komployan gelê Kurd manîpule bike û bi wî awayî nêzîkî pirsa Kurd dibe û got, “Dîsan di vê demê de bû ku ji bo hilbijartinê ji Loristanê bigire heta Urmiyeyê hatin û çûn. Cilên Kurdî û cilên Lorî li xwe kirin û bi Lorî û Kurdî axivîn. Ji xelkê re gotin ku em şoreşger in, fedakar in, mêvanhez in, sînorparêz in, parastina sînor û hêza vî welatî di destê we de ye, em xizmetkarê we ne û hwd. Lê binêrin çend roj di ser wan axaftinên wan re derbas nebûn, îdamkirin herî zêde li ser Kurd û Loran pêk hatin. Gelo ew hesabê wê nakin ku ew gel ew qas ne kurtbîn e ku wan tiştan ji bîr bike. Li herêmê hevalbendî û hevkariya Sefewî û Osmaniyan ji bo kurdkuştinê pêk hatiye. Kurdistan û herêmên Kurdî dagir û talan dikin, kolberan dikujin û her tiştî bi serê Kurdan de tînin. Her ji Rojava bigire heta Bakur, Başûr û Rojhilat li ser Kurdan hevkariya Osmanî û Sefewî ya hemdem a siyaseta qirkirinê heye bi awayekî hevbeş gav bi gav bi rê ve dibin. Her kes dizane ku dostaniya wan demkurt e, rojekê hesabê rastîn wê çêbe û wê demê ku gelê Kurd û Kurdistanê wê diyarker be.”
‘KURDÊ AZAD BI FIKR Û RAMANÊN RÊBER APO DIXWAZE ŞEREFMENDANE BIJÎ’
Mezlûm Heften li ser bêdengkirina dengê gelan û bi taybetî Kurd û Belûçan piştî destpêkirina Şoreşa Jin, Jiyan, Azadiyê wiha got, “Em dizanin ku Kurd û Kurdistan xwedî roleke jeostratejîk û jeopolîtîk in. Eger kesek an aliyek hesabê çewt û xerab bike, mimkin e ku karesatek were holê ku neyê telafîkirin. Kurdkujî, Erebkujî, Belûçkujî û jinkujî û îdamkirin dê ji wan re neyê qebûlkirin û berdêla wê dê giran be. Divê hesabê van tiştan bikin. Îro ku em binêrin, ew pirsiyar çêdibe ka gelo piştî Şoreşa Jin, Jiyan, Azadiyê biryar dan ku Belûçistan û Kurdistanê bêdeng bikin? Ev biryareke hikûmetê ya demdirêj e. Eger wisa be, ew lihevkirinên îstixbaratî û emniyetî yên ku bi hikûmeta AKP û Erdogan re di gel xeta xiyanetê, malbata Barzanî, li hember Kurdê azad pêk tînin, dikare hevsengiyeke pir metirsîdar û xerab li herêmê bi xwe re bînin. Lewma divê her kes hesabê wê bike û nebêje ku Kurd tenê Kurdê malbata Barzanî ye ku wan di dawiya sedsalê de pêk anîne û Kurd xayîn û kirêgirtî ne, destê derve ew çêkirine, Kurd amûr in û dikarin gelê xwe bitepisînin. Kesên ku wisa difikirin, ew di şaşiyê de ne. Îro Kurdê nû ku li gorî fikr û ramanên Rêber Apo kar û xebatan dimeşîne, cuda ye û nasnameyeke nû ye li Rojhilata Navîn. Ew Kurd nabe nokerê tu kesî û destê kesî maç nake. Ji bo ku bi şeref bijî berdêlan dide. Berdêla wê çi qas giran be jî, amade ye ku wê berdêlê bide. Kurdê nû ji mirinê natirse. Ji jiyana nokerî û xulamiyê ditirse, lewma bi govendê tê nav qadê. Ew kesên ku ala azadî û demokrasiyê bilind kirine, li gorî wê fikr û felsefeyê kar dikin. Bi boneya kuştina Xulamreza Resayî divê em çi bikin, divê em tiştekî bikin ku îdamkirin nemîne. Pirs ne ew e ku yê siyasî tê îdamkirin, na. Nasname çi dibe bila bibe, jin e, ciwan e, siyasî ye, pîşeyî ye, nasname çi ye ferq nake, divê em tiştekî bikin ku li Îranê bi giştî îdamkirin nemîne. Wek PJAK me kampanyayek daye destpêkirin bi navê “Na ji bo îdamkirinê, erê ji bo jiyana azad û demokratîk, ji bo jiyana birûmet û şerefmendane” û ji bo wê em kar û xebatê dikin.
Bangewaziya min ji bo hemû kesên azadîxwaz ew e ku cuda ji nasnameyên xwe, em hewl bidin ku îdamkirin nemîne, her roj Kurd, Belûç, Bahayî, jin û kesên din bi hincetên cuda tên girtin û kuştin.”
Heften ji bo vê jî bang kir ku helwsteke hîn xurt li hemberî desthilatdariyê bê nîşandan û destnîşan kir ku dema li derve kes an jî hêzek hebe ku zextê li desthilatdariyê bike, wê desthlatdar jî îdaman neke.
Di dawiya axaftina xwe de Heften got, “Ji ber ku neçar e hesab bike. Ji bo gelê Kurd û hemû wan kesên ku qurbaniyên wan neadaletiyan in, ez dibêjim li ser bingeha hest û berpirsyariya neteweyî, niştimanî, exlaqî, mirovî, civakî rêkxistinbûn şert e, hevfikrî û yekgirtîbûn şert e, wê demê wê rejîm neçar bibe ku li hember daxwazên rewa yên civakê çok dayne û gel jî bi azadî bijîn.”