Sêşem, 27 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Partiya Sosyal Demokrat a Swêdê dixwaze hevkariya bi DEM Partiyê re xurt bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peymana Mekkeyê di Komîsyona Karên Derve ya Meclisê de derbas bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sêrtê şehîd hatin bîranîn: ‘Em ê têkoşîna wan tacîdar bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Herêma Kurdistanê tecrûbeya hikûmetê – II

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kenan Altûn ê piştî 30 salan hate berdan li warê xwe Erzîromê hate pêşwazîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Divê ‘Desteya Aştî û Siyasîbûnê’ bi lez ava bibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    5 ciwanên ku DEDAŞ’ê protesto kirin hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê şehîd Şoreş Qelat bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Besê Hozat: Ji bo pêvajo bi pêş ve biçe divê statuya Rêber Apo fermî bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdevkê PJAK’ê Awdanan: Herêm xwe ji şerekî nû re amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fermandara HPJ’ê Rojîn Fesîh: Heval Bêrîtan bû sembola artêşbûna jin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzil Ozgur: Têkoşîna Bêrîtan romana jinên azad e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Amedê Nobeta Jin, Bîr û Edalet: ‘Rojda ne bi tenê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê. Şehîd Bêrîtan pêşeng û meşaleya têkoşîna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Hevala Bêrîtan xeta rast a têkoşînê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di doza Îpek Er de biryara nû: Mûsa Orhan ji sûcê ‘teşwîqkirina xwekuştin’ beraat kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li ser şopa fermandar Bêrîtan niha bi hezaran jinên şoreşger hene’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Marsilyayê panela Jineolojî û xweparastinê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Mexmûrê Festîvala 10’emîn a Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Hefteya Lehengiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat bibîranîn
Rojava

Hefteya Lehengiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat bibîranîn

Bi boneya Hefteya Lehengiyê li gelek navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 28. Adar 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya 39’emîn salvegera şehadeta fermandar Egîd (Mahsûm Korkmaz) û Hefteya Lehengiyê çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin.

QAMIŞLO

Li Qamişloyê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) merasîmek li dar xist. Malbatên şehîdan, endamên partiyê û bi sedan şênî tev li merasîmê bûn ku li hola Melekiye ya li bajarê Qamişloyê hate lidarxistin.

Di merasîmê de gelek axaftin hatin kirin û hate destnîşankirin ku divê nirxên civakî bên parastin ku bi saya berxwedana û fedakariyên gelê kurd ên li hemberî siyasetên qirkirinê û înkarkirinê kirine.

Her wiha hate diyarkirin ku siyaseta parçekirinê û înkarkirinê heta niha berdewam in lê belê derketina fikrê Rêber Abdullah Ocalan yê ku zemînek ji berxwedanê û têkoşînê re ava kir, bersiva herî bi hêz li hemberî wan siyasetan bû.

Di dawiyê de soz hate dayîn ku ji bo parastina destkeftiyan li ser şopa şehîdan, berxwedan bê mezinkirin.

TIRBESPIYÊ

PYD’ê der barê Hefteya Lehengiyê de semînerek li hola partiyê da. Bi dehan pêkhateyên navçeyê, nûnerên partiyan û saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê tev li semînerê bûn.

Piştî deqeya rêzgirtinê, hevseroka PYD`ê şaxê navçeyê Hediye Şemo axivî û got: “Berxwedana girtîgeha Amedê û fedakariyên şehîdan ji Mezlûm Dogan dest pê kir û giha berxwedana şehîd Egîd ku bû çirûska berxwedana gel a ku heta îro berdewam e.

Di dawiyê de sîneviyzonek têkildarî Hefteya Lehengiyê û bandora wê li ser gelê Kurd û cîhanê û çawa têkoşîna şehîdan nemir kir, hate pêşandan.

ÇILAXA

Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Çilaxayê bi koordîneya PYD`ê û meclisa navçeyê merasîmek li Navenda Çand û Hunerê ya li navçeyê li dar xist.

Di merasîmê de hevserokê PYD`yê şaxê navçeyê Ebdulsema Ebbas axivî û diyar kir ku têkoşîna şehîd Egîd di dilê gelê kurd de giyanê tolhildan û berxwedana li hemberî siyasetên qirkirinê, çand.

Ebbas destnîşan kir ku wê têkoşîna li hember dagirkeran û ji bo bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, li ser şopa şehîdan berdewam bikin.

Di dawiyê de sinevizyonek der barê Hefteya Lehengiyê de hate pêşandan.

DÊRIK

Meclîsa Malbatên Şeîdan a bajarê Dêrikê ji bo bîranîna şehîdên Hefteya Lehengiyê li Navenda Çand û Hunerê ya Dîcleyê semînerek da. Şênî û endamên saziyên sivîl tev li wê bûn.

Endamê Meclîsa Bajarê Dêrikê Elî Mihemed semîner bi rêve bir û diyar kir ku bi saya hezaran ciwanên kurd ala têkoşînê û serkeftinê bilind e.

TIL HEMÎS

Şêniyên navçeya Til Hemîsê, rûspiyên êlên ereb û endamên saziyên sivîl, şehîdên Hefteya Lehengiyê û şehîd Egîd bi çalakiyekê li hola Navenda Çandî ya navçeyê bi bîr anîn.

Di çalakiyê de endamê rêveberiya Meclisa Navçeya Til Hemîsê Fayiq El Ehmed axivî û diyar kir ku şopandina têkoşîna şehîdan, misogeriya bidestxistina serkeftinê ye.

Piştre sînevizyonek têkildarî siyasetên li dijî gelê Kurd û gelên bindest û têkoşîna şehîdên Hefteya Lehengiyê ya li hember van siyasetan û kurtejiyana şehîd Egîd hate pêşandan.

TIL KOÇER

Li navçeya Til Koçerê PYD`ê çalakiyek li dar xist. Şêniyên navçeyê û nûnerên saziyên sivîl, partî tev li çalakiyê bûn ku li navenda Hêzên Parastina Civakê (HPC) hate lidarxistin.

Di çalakiyê de destpêkê sînevizyonek têkildarî jiyana şehîd Egîd û têkoşîna wî hate pêşandan. Dûre endamê PYD`yê Yusif El Mehûs axivî û soz da ku xwedî li têkoşîna şehîd Egîd derkevin ji bo ku siyasetên qirkirinê, dagirkerî bi dawî bibin û serkeftin bi dest bikeve.

TEBQA

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Tebqayê ji bo bîranîna şehîd Egîd li Goristana Şehîdan a Tebqayê merasîmek li dar xist. Nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, partî, tevgerên jinan, ciwan, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Tebqayê tev li merasîmê bûn.

Di merasîmê de endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Mihemed El Şêx axivî û got: “Guleya yekemîn a ji tivinga şehîd Egîd derketiye, qeydên koletiyê şikand, bû destpêka şoreşekê ku rûpeleke nû di dîroka gelan de xêz kir da ku serî hildin û ala azadiyê bilind rakin. Ji ber wê em îro bi serfirazî şehîd Egîd û tevahî şehîdan bibîr tînin.”

Endamê Meclîsa Leşkerî ya Tebqayê Elî Muslm jî got: “Em bi serfirazî fedakariyên şehîdan bi bîr tînin.” Şehîd Egîd sembola berxwedana nû ye û li ser şopa wî bi milyonan gelên azadîxwaz meşiyan. Fedakariyên şehîdan ên ji bo rizgarkirina Rojava û parastina wê hatine dayîn, delîlên diyar li ser berdewamkirina berxwedana şehîd Egîd e.”

Di dawiya merasîmê de, şervanên Meclisa Leşkerî ya Tebqayê toreneke leşkerî li dar xist.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Gerîlayên YJA Starê bi meşaleyan Newroz pîroz kirin
Nûçeya Pişt re Egîd li Helebê hat bîranîn, mûzexaneya dîroka PKK’ê hat vekirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Pirtûka ‘Li Rojhilata Navîn krîza şaristaniyê û çareseriya şaristaniya demokratîk’ êdî bi Spanî ye

Pirtûka "Li Rojhilata Navîn krîza şaristaniyê û çareseriya şaristaniya demokratîk" a Rêber Apo bi hevkariya…

Ji aliyê Stêrk TV

Înîsiyatîfa Hunerê ya ji bo Azadiyê li dijî xespê li Êlihê ye

Endamên Înîsiyatîfa Hunerê ya ji bo Azadiyê li dijî tayînkirina qeyûm hate Êlihê, banga mezinkirina…

Ji aliyê Stêrk TV

Xelkê Pasûrê li dijî madenan meşiyan

Xelkê Pasûrê li dijî lêgerîna madenan a li Zozanên Hasandinê derketin û meş li dar…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Şêniyên Til Temirê êrîşa li dijî koçberên Girê Spî şermezar kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Partiya Sosyal Demokrat a Swêdê dixwaze hevkariya bi DEM Partiyê re xurt bike

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

PYD’ê êrîşa li dijî koçberên Girê Spî şermezar kir

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Eurovision 2027: Hollandayê xwe ji pêşbirkê vekişand, li Belçîkayê gefa grevê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?