Çarşem, 28 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Çalakiya Roboskî di meha 178’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîga Mafên Mirovan a Arjantînê ji bo Rêber Apo nameyek ji FIDH’ê re şand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîsan êriş birin ser karkerên madenê ku dimeşiyan Enqereyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nazan Ustundag: Entegrasyona demokratîk nayê wateya yekbûna bi dewletê re

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 28’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    5 sal û 1 meh ceza dane derhênerê Îranî Cafer Penahî 

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Rejîma Îranê 5 sal ceza da Cenk Demîr ê ji Wanê ye 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wezareta Karên Hundir a Kurdistanê li dijî entegrasyona li Şengalê Peymana 9’ê Cotmehê xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin bi biryar in: Em ê xaka xwe nekin qurbanê GES’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xeta fermandar Bêrîtan ji bo me manîfestoyek e

    Ji aliyê Stêrk TV

    5 ciwanên ku DEDAŞ’ê protesto kirin hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê şehîd Şoreş Qelat bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Halîde Turkoglû: Em dixwazin ne bi navê jinên astengdar, lê li gel jinên astengdar biaxivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê Nobeta Jin, Bîr û Edalet: ‘Rojda ne bi tenê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê. Şehîd Bêrîtan pêşeng û meşaleya têkoşîna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Hevala Bêrîtan xeta rast a têkoşînê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di doza Îpek Er de biryara nû: Mûsa Orhan ji sûcê ‘teşwîqkirina xwekuştin’ beraat kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li ser şopa fermandar Bêrîtan niha bi hezaran jinên şoreşger hene’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Mexmûrê Festîvala 10’emîn a Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Hejmara meha Sibatê ya rojnameya Newaya Jin hate weşandin
Jin

Hejmara meha Sibatê ya rojnameya Newaya Jin hate weşandin

Rojnameya jinê ya mehane Newaya Jin hejmara xwe ya 239'an bi manşeta 'Rêya rizgariya ji kaosê paradîgmaya azadiyê ye' weşand.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Sibat 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Rojname ku di hejmara meha Sibatê de balê dikişîne ser komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo û têkoşîna li hemberî komployê her wiha li gel nivîsên Havîn Guneşer, Rûşen Samsat, Elîf Mercan, Zeynep Kizilirmak, Berfîn Guneş, Şervîn Nûdem, Nûrhak Gulbahar, Dengîr Guneş, Guler Yildiz her wiha cih dide hevpeyvînên bi Endama Dîwana Hevserokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif û ji Latîn Emerîkayê ji rêveberên kampanya ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re’ Manû Gonzalez.

DÎTINA RASTIYA KOMPLOYAN

Ji nivîskarên rojnameyê Havîn Guneşer di nivîsa xwe ya bi sernavê ‘Modernîteya demokratîk rizgariya gelan e’ peyamên dawî yên Rêber Apo li gorî bûyerên dawî yên li Rojhilata Navîn şîrove kir.

Rûşen Samsat jî di gotara xwe de ya bi sernavê ‘Dîtina rastî û dîroka komploya’ hate weşandin, destnîşan kir ku komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ne tenê li hemberî Tevgera Azadiyê ya Kurd û Rêberê wê hate kirin û got, “Bi komploya navneteweyî re destwerdaneke bingehîn li Rojhilata Navîn hate kirin, herêm bi şer û kaosê re rû bi rû hişt. Ev yek gava bingehîn a têkiliya hêzê û jinûve dîzaynkirina hevsengiyan e.”

DI SALVEGERA SYKES PICOT DE PLANÊN NÛ

Zeynep Kizilirmak bûyerên dawî yên li Sûriyeyê şîrove kir û di nivîsa xwe ya bi sernavê “Bombeya eyarkirî wê di destê xwediyê xwe de biqede” got, “Paradîgmaya netewe dewletê ya îflas kiriye bi versiyona mezhebî-olperestî hewl dide çareseriyê peyda bike ku ev yek ji çîroka sîstema kapîtalîst cuda nîne ku hewl dide dîrokê bide dubarekirin.”

GERDÛNA TÊKILIYAN

Elîf Mercan di nivîsa xwe ya bi sernavê “Gerdûna têkiliyan: Rêber Apo” de qîmetê ku Rêber Apo dide têkiliyên civakî nirxand.

HEVPEYVÎNA JI LATÎN EMERÎKAYÊ

Rojnameyê cih da hevpeyvîna Dîlber Aydin ku bi rêveberên kampanya ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re’ Manû Gonzales re kir. Gonzales anî ziman ku fikrên Rêber Apo rêbertiyê ji têkoşîna wan re dike û got, “Ocalan bi pênaseya modernîteya kapîtalîst re li tevahiya cîhanê dike ku em hemû tişta gefê li me û jiyana me dixwe bibînin.”

Berfîn Guneş jî Jineolojî nirxand ku şêweyekî berxwedana li dijî komployê ye. Di rûpela forûmê de nivîsek ji parêznameya 5’emîn a Rêber Apo hate weşandin.

Di rûpelên kurdî de Nûrhaq Gulbahar têkoşîna li dijî komploya 15’ê Sibatê, Şervîn Nûdem sekna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li dijî komployan li ser berxwedana Tişrînê nirxand.

FOZA YÛSIF: EM Ê DESTKETIYÊN GELAN BIPARÊZIN

Endama Dîwana Hevserokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif bersiv da pirsên rojnameya Newaya Jin û bûyerên dawî yên li Sûriyeyê, gefên li ser sîstema xweser a gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand. Foza Yûsif destnîşan kir ku li dijî êrîşan ew ji bo parastina destketiyên gelan û jinan têdikoşin.

TIŞRÎN: MODELA CIVAKA NÛ

Guler Yildiz û Dengîr Guneş jî nobeda li Bendava Tişrînê nirxandin. Dengîr Guneş got, “Tişrîn mertalek li dijî dagirkeriyê ye”, Guler Yildiz jî got, “Ev mirovên li dora bendava Tişrînê civiyan e nîşaneya civaka nû, mirovên nû ne.”

Di hejmara meha Sibatê ya rojnameyê de portreyên ji femînîstên Ereb Fatîme Ahmed Îbrahîm a ji Sûdanê û ji pêşengên Tevgera Jinên Kurd Nûda Karker, di rûpela bîranînê de jî nivîsa Têkoşîn Devrîm a li ser Asmîn Seyît (Zehra Angay) hate weşandin ku di 8’ê Tebaxa 2024’an de li rojavayê Zapê şehîd bû.

Naveroka rojnameyê li ser navnîşana newayajin.net dikare bê peydakirin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Cenazeyên şehîd Dildar û Kendal li Dirbêsiyê hatin veşartin
Nûçeya Pişt re SOHR: Di nava mehekê de 300 çete hatin kuştin, 52 sivîl birîndar bûn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Erxeniyê qirkirina siyasî: 5 kes hatin binçavkirin

Di serdegirtinên li Erxeniyê hatin kirin de, hevşaredarên berê yên Erxeniyê jî di nav de,…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Qereqozaxê baregeha dagirkeran hate îmhakirin

QSD'ê bîlançoya berxwedana 24 saetan a li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 30’Ê ADARA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Rejîma Îranê 5 sal ceza da Cenk Demîr ê ji Wanê ye 

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

‘Ji ber guherîna avhewayê divê rewşa lezgîn a tenduristiya kûreyî were îlankirin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Yekîtiya Xwendekaran: Em ti carî qebûl nakin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Bolsonaro yê di hilbijartinê de winda kir ji Brezîlyayê reviya

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?