Sêşem, 17 Hezîran 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî: Wezîfeya me ya sereke divê avakirina komîsyona li meclîsê be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdana Yilmaz cara 8’an hate taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê ji bo dîtina Îmamoglû û Kaya wê serlêdanê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdana Erdal Canan ji bo 6 mehan hate taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parêzer Yûsûf Çakas: Mafê hêviyê rêya ber bi aştiyê ve ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 16’Ê HEZÎRANA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Avci: Eger dewleta Tirk aştiyê dixwaze divê gavê biavêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gundên Duhokê 48 caran hatin bombebarankirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DBP: Ji bo çareseriya demokratîk û aştiya civakî pêwîstî bi têkoşîna bibiryar heye

    Ji aliyê Stêrk TV

    KONGRA-GEL Raperîn Amed bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê êrîşên li ser gerîlayên azadiyê hatin protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên êrişa bombeyî ya li Meclîsa Gel a Sinûnê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Comandante Ramona: Em şer naxwazin, lê aştî bi teslîmiyetê pêk nayê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mirina jinan a li ser rêya koçberiyê zêde bûne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Swîsreyê di çalakiya greva jinan de dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ deng veda

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî zayendîperestiyê divê jin di nava sîstema konfederal de bibin yek’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapor: Ji wekheviya jin-mêr re 123 sal heye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di bingeha guherîna civakî ya Rojhilata Navîn de têkoşîna jinên Kurd heye’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Parlamenta Îngilistanê eleqeya mezin ji bo dokûmantera ‘Rojava’

    Ji aliyê Stêrk TV

    FîlmAmed: Em dixwazin xwedî li hiş û bîra vê xakê derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Ciwan û Çandê ya Hozan Serhad li Reimsê wê bê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    34 komên folklor di Mihrîcana Govenda Kurdistanê de ketin pêşbirkê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di festîvala Respectê de Kurd bi ‘Govendê’ li ber nijadperestiyê rabûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cenevreyê civîna berxwedan û çanda Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Li Marmarîsê erd hejiya: 1 mirî, 69 birîndar
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Di navbera DYE û Îranê de hevdîtinên nerasterast destpê kirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Hêlîn Umît: Têkoşînê kir ku CPT bigihêje vê nuqteyê
Kurdistan

Hêlîn Umît: Têkoşînê kir ku CPT bigihêje vê nuqteyê

Hêlîn Umît got, "Eger CPT gihîştibe wê nuqteyê ku DMME'yê sûcdar bike, ev yek bi bandora berxwedana bênavber û bi biryar a gelê Kurd û dostan pêk hatiye" û destnîşan kir ku têkoşîna li vê qadê divê hîn bi xurtî bê meşandin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 8. Gulan 2024 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît beşdarî Medya Haber TV bû û daxuyanî û nêzîkatiya CPT a têkildarî Îmraliyê nirxand.

Hêlîn Umît di destpêka axaftina xwe de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silav kir ku li Îmraliyê xwedî sekneke bêhempa û berxwedaneke dîrokî ye. Hêlîn Umît got, “Fêhmkirina sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê ji bo fêhmkirina sîstema cîhanê rastiyeke gelekî girîng e. Di nava 15-20 rojên derbasbûyî de têkildarî Îmraliyê nîqaş ketin rojevê. Hem CPT daxuyanî da, hem piştre Wezareta Edaletê xwe spart vê yekê û daxuyanî da. Têkildarî Rêber Apo û sê hevalên pê re rewşek hebû. Dema cezayê ya hevalê Veysî Aktaş temam bûbû. Bêyî ku hinceta wê jê re bê ragihandin berdana wî ji bo saleke din hate taloqkirin. Di vê der barê de daxuyanî hebûn. Armanca van hemûyan diyar e, di çaçroveya plansaziyekê de têne kirin.

BI SÎSTEMA QIRKIRINÊ YA ÎMRALIYÊ RE DEWLETA TIRK JÎ DÎL HATE GIRTIN

Me timî ev yek got; polîtîkayên Îmraliyê ne tenê polîtîkayên têkildarî Îmraliyê ye, qadeke têkoşînê ye ku polîtîkayên têkildarî gelê Kurd û herêmê diyar dike. Divê mirov bala xwe bidin ser armanca hêzên navneteweyî ya ji avakirina sîstema Îmraliyê. Çima? Ji ber ku her kes pê zane ku dewleta Tirk xwedî wê hêzê nebû ku di sala 1999’an de komploya navneteweyî bike. Ji bo propagandayê gotibin jî her kesên bi aqil bi vê baş zane. Eger ne ji piştgiriya hêzên navneteweyî bûya, ne ji operasyoneke navneteweyî bûya îro Rêber Apo li Îmraliyê dîlgirtî nebû. Têkoşîn wê bigihiştibûya qonaxeke hîn cuda, berê pêşketinan wê cuda bûya. Ji bo pêşîgirtina li van hemûyan, komployeke bi vî rengî ji aliyê hêzên navneteweyî ve hate kirin û Îmrali bi destê van hêzan hate avakirin. Rola Tirkiyeyê bi rastî jî ji bilî gardiyaniyê ne roleke cuda ye. Dewleta Tirk nobeda vê sîstema qirkirinê dike ku ji aliyê hêzên navneteweyî ve hatiye avakirin.”

Hêlîn Umît destnîşan kir, ku bi sîstema qirkirinê ya Îmraliyê re dewleta Tirk jî dîl hatiye girtin û got, “Dîlgirtin dibe ku nirxandineke gelekî hişk be, lê belê hêzên naventeweyî di ser sîstema qirkirinê ya Îmraliyê re dewleta netewe ya Tirk di bin kontrola xwe de dihêle. Bala xwe bidinê, dixwazin şerê hebûn û azadiyê yê gelê Kurd bi vî rengî biqedînin. Yanî dixwazin têkoşîna li Îmraliyê bi encam bikin. Timî lampeya kesk ji bo Tirkiyeyê vedixin, timî hêviyê didin. Dibêjin, hûn şer, êrîşê dewam bikin. Ya ku wê sîstemê li ser piyan dihêle rastiyeke bi vî rengî ye.”

RÊBERTÎ DEREWÊN SÎSTEMA NAVNETEWEYÎ YA ÎMRALIYÊ KIFŞ DIKE

Hêlîn Umît anî ziman ku saziyên mîna Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ne tenê saziyên veşartina vê yekê ne û got, “Mînak, parêznameyên Rêberê me hene. Rêberê me di sala 1999’an de piştî ku dîl hate girtin di serî de Parastina Komara Demokratîk bi parêznameyên Parastina Atîna, piştre jî Parastina Gelekî, piştre jî parêznameya ji pênc bergî guhertina paradîgmayê pêk anî û asoyekî nû da sosyalîzma demokratîk. Ya rast bi van parêznameyan komplo pûç kir. Di destpêka hemû parêznameyan de jî nameyên ji bo DMME hene. Ji DMME û CPT re xîtab dike.

Weke gelekî têkoşer, hêzeke têkoşer, partiyek û rêxistineke îdeolojîk em nikarin xwe bixapînin. Bendewariyeke me ji demokrasiya Ewropayê nîne. Em zanin ku ev yek sîstemeke ku ji bo kontrolkirina têkoşîna sedan salan a gelên Ewropayê hatiye avakirin. Rêberê me jî bi vê zane. Rêberê me dema serî li DMME’yê dide, dema ku CPT dike muxatab, ji bo kifşkirina derewa sîstema navneteweyî têdikoşe. Dema ku ev derew kifş nebe çi dibe? Mîna ku her tişt li gorî pîvaneke azadî, edalet û wekheviyê dimeşe tê nîşandan. Çima? Ji ber ku di pîvanên cîhanê de hin qanûn hene ku gelan, civakan qebûl kirine. Di destpêka van de jî ev sazî hene. DMME qaşo saziyeke ku li tevahiya cîhanê bi bandor e. CPT saziyeke ku îdîa dike rewşa li girtîgehan di ser dewletan re, di ser neteweyan re kontrol dike. Di rastiya Îmraliyê de ev herdu sazî li ser sûc hatine zevtkirin.

Daxuyaniyên wan ên niha mîna mikurhatinekê ne. Di rewşa heyî de berpirsyariyê dixin stuyê hev. Ji ber ku bi rastî jî rewşeke gelekî giran heye ku nayê qebûlkirin. Li Îmraliyê hem sozên rayedarên CPT ên ku sala 1999’an dan, hem jî xusûsên di Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê de têne binpêkirin.”

DMME Û CPT JI BO AFIRANDINA BERJEWENDIYÊN SERMAYEYÊ HATIN AVAKIRIN

Hêlîn Umît anî ziman ku ev saziyên Ewropayê bi rola nixumandina şermê radibin û got, “Ya rast ji bo parastina berjewendiyên sermayeyê yên sîstema mêtingeriyê ya kapîtalîst hatine avakirin. Niha jî bi roleke ji vê zêdetir radibin, rewa dikin. Em vê yekê ji çi fêhm dikin?

Heman piştî van nîqaşan çi bû? Wezareta Edaletê ya li Tirkiyeyê daxuyaniyek da. Got, li Îmraliyê maf nayê binpêkirin, rewşeke qutkirina têkiliyê ya bi temamî nîne. Hem ji bo Îmraliyê hem jî ji bo sê hevalên li Îmraliyê bi Rêber Apo re ne got, ji hemû mafên xwe sûdê werdigirin.

Mirov nizane çi bibêje. Însaf! CPT ji xwe bi şermokî jî be rewşê nîşan dide. Got, rewşeke taybet e, cihekî taybet e Îmrali. Yanî ne weke zindanên din e, ne weke deverên din e. Ya rast vê yekê cara yekemîn di vê astê de qebûl dikin. Ji ber ku li qada hiqûqê qanûna wekheviyê heye. Dema ku di vê çarçoveyê de hate nirxandin, rewşeke bi vî rengî nayê qebûlkirin. Gelek doz ji bo dozên din dibin mînak. Lê belê dema ku mijar dibe Rêber Apo, Îmrali, şerê hebûn û azadiyê yê gelê Kurd, têkoşîna wan hingî rewşeke taybet, qanûnên taybet dikevin meriyetê. Ne rewşeke welê ye ku em pê nizanin. Lê belê di vir de ya girîng ew e ku gelên Ewropayê vê yekê bibînin. Ev gelekî girîng e. Ji ber ku ev yek ne rewşeke ku me pê dixapînin. Em pê naxapin. Em vê rewşê zanin, hewl didin kifş bikin. Gelê Kurd ji bo kifşkirina vê yekê têdikoşe. Bi şev û roj li kolanên Ewropayê, di nobedê de ye, çalakiyê dike. Ji ber çi? Ne ji bo dewletên Ewropayê lê ji bo gelê Ewropayê hewl dide hin tiştan vebêje.

Gelên Ewropayê, hêzên demokrasiyê divê vê rastiyê bibînin û têkoşînê bilind bikin. Ji ber ku ev yek şermeke mirovahiyê ye, lê belê bi taybetî ji bo demokrasiya Ewropayê, ji bo şaristaniya Ewropayê, ji bo cografyayeke ku qaşo dibe hêvî ji mirovahiyê re û ji bo mafên mirovan pîvanekê destnîşan dike, şermek e. Lewma divê têkoşîn li wê qadê hîn bêhtir bê xurtkirin.

Eger îro CPT gihîştibe wê nuqteyê ku DMME’yê sûcdar bike, di vir de bandora têkoşîna çend salên dawî ya dostên Ewropî, hevrêyên enternasyonal, hevalan, mirovahiya berpirsyar, hêzên demokrasiyê, femînîst, anarşîst, yanî her kesên ku li derveyî sîstema kapîtalîst li cîhanekê digerin, dixwazin cîhanekê biafirînin, zêde ye. Her wiha gelê me, gelê Kurd, dostên gelê Kurd bê navber û bi biryar li ber xwe didin. Vê yekê CPT gihandiye vê nuqteyê. Lewma divê ev yek li vê qadê dewam bike.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Êrîşî avahiya DEM Partiyê ya li Bêrecûkê hate kirin
Nûçeya Pişt re Malbatên Şehîdan ên Kantona Firatê: Divê CPT êdî bi erka xwe rabe
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Hîlala Zêrîn û TEV Çand: Em ê govenda azadiyê li her çar parçeyê Kurdistanê bigerînin

Hîlala Zêrîn û TEV Çand bertek nîşanî êrîşa li dijî kesên ku li ber stranên…

Ji aliyê Stêrk TV

Tûra duyem a hilbijartinên Serokkomariyê y Îranê roja Înê pêk were

Li Îranê wê roja Înê tûra duyemîn a hilbijartinên serokkomariyê bê lidarxistin. Rêberê olî diyar…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji TEV-DEM’ê banga ji bo Newrozê

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bang kir ku her qada Newrozê veguhere qada azadiya fîzîkî ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Avci: Eger dewleta Tirk aştiyê dixwaze divê gavê biavêje

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Gundên Duhokê 48 caran hatin bombebarankirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

DBP: Ji bo çareseriya demokratîk û aştiya civakî pêwîstî bi têkoşîna bibiryar heye

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

KONGRA-GEL Raperîn Amed bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?