Yekşem, 22 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Egeyê coşa Newrozê: Di rûpela nû de azadiya Rêber Apo heye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Eskîşehîrê Newroz hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Midyadê bi hezaran kes tevî baran û taloqkirinê Newrozê pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroza Îzmîrê: Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, azadiya gelê Kurd e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroza Enqere: Aştî gavên beramber dixwaze

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Edeneyê li gel baranê jî bi hezaran kesî govenda Newrozê gerandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Rojnamevan Nûjiyan Erhan li Şengalê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nisêbînê 21 kesên ku di Newroza 1992’an de hatibûn qetilkirin, hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroza Rihayê: ‘Pêvajo nikare tehemûla derengmayînê bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroza Cizîrê: Ev qad qada referandûmê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Tetwanê Newroz: Ji bo jiyana nû em li her qadê amade ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li serê çiyayê Zagrosan coşa Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Girtiyên jin ên li Evînê rû bi rûyê xeteriya jiyanî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd ji bo Newrozê peyam da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YPJ’ê peyama ji bo Cejna Remezanê û Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji PAJK’ê peyama Newrozê: Berê xwe bidin qadên azadiyê!

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê di peyama Newrozê de ji bo avakirina paşerojê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em vê Newrozê bikin Newroza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî li benda serlêdanan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnivîska Gûrbetellî Ersoz bi Elmanî hate wergerandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kedkarê çandê Evdirrehman Zal jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya klîba ‘Newroza Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Ehmed Huseynî pira navbera nifşan bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin
Li Mûsil û Kerkûkê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Hemo: Peyman destpêka têkoşîna ji bo misogeriya nasnameya siyasî ya Kurd e
Rojava

Hemo: Peyman destpêka têkoşîna ji bo misogeriya nasnameya siyasî ya Kurd e

Fermandarê QSD'ê Sîpan Hemo anî ziman ku peymana bi rêveberiya Şamê re ji bo misogerkirina destketiyên li Rojava ye û got, pêvajo wê qonax bi qonax bimeşe û pêşî li naskirina siyasî ya Kurdan vebûye.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 5. Sibat 2026 Dema xwendinê: 25 dq.
Parvekirin

Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Sîpan Hemo li ser Peymana Rojava-Şamê û bûyerên dawî yên li Sûriyeyê bersiv da pirsên ANF’ê.

Şandeya Şamê serdana Kobanê-Hesekî kiribû û doh jî serdana Qamişlo kir. Lihevkirina ku hatiye kirin, di çi astê de ye?

Berî her tiştê ez jî di serî de we û hemû temaşevanên we silav dikim. Ev demeke em li Rojava û li Sûrî ji demeke hesas û dîrokî re derbas dibin. Şerekî bêhempa, têkoşîneke ku tê de fedakariyeke pir mezin ya şervanên me, gelê me û ya tevahî gelê Kurdistanê heye, 14 salan zêdetir e derbas bû. Bi fedakariyeke mezin encamekî wisa jiyan dikin. Ev jî wek lihevkirinekî derdikeve holê. Bê guman ev lihevkirin, tiştekî girînge ji bo Rojavayê Kurdistanê. Em dixwazin vê bêxin bingehê meşandina tekoşîna azadiya Kurd û li ser bingehê azadiya Kurd ku tevahî mirovatiyê bikaribin, esas bigrin. Lewre em girîngî didin vê pêngavê, ev ne wisa ji ber xwe hat û wisa hêsan hat. Ev ne wisa jixweber hate pêşkêşkirin. Her kes jî dizane, cîhan tev jî dizane ku me di oxira wî de bi hezaran berdêl daye. Li hember hemû hêzên êrîşkar û hêzên dijmin, şerekî bê hempa li vê beşa Kurdistanê hat meşandin. Di encamê de jî, destkeftiyekî bi vî rengî derket. Di cewher de ev lihevkirin, bingehekî naskirina hebûna Kurdên siyasî mîsoger dike. Ji bo na vê ev pêngav girînge. Keda hevalên me, keda gelê me yê Rojavayê Kurdistanê jî, bi vê re tê tacîdar kirin.

Li ser vê bingehê bi wate dibe. Lewre em vê lihevkirinê girîng dibînin. Em vî lihevkirinê wek despêkekî têkoşînê, ji bo bikaribin ji Kurdan re bingehekî siyasî, wek gavekî esasî, bingehekî ku nasnameya wî ya siyasî ku bikaribin misoger bikin û jê re esasekî bidin çêkirin, ji bo vê gavekî girîng dibînin. Li ser esasî ku dewamkirina wê girîng dibînin. Wateya vê lihevkirinê di vê rewşê de ye.

Dorpêça li ser Kobanê di roja 16’an de didome. Li gor lihevkirina ku hatiye kirin, divê dorpêç rabûya, çima pêknehat?

Di çarçoveya vê lihevkirinê de wekî ku hat ragihandin jî, ev lihevkirin li ser sê pêvajoyan hat çêkirin. Pêvajoya yekem, agirbestek ji hemû aliyan ve were ragihandin û hêzên leşkerî jî wê di çeperên xwe de qedemekî durî hevdu bikeve. Piştre cihbicihkirina ewlekariyên hûndir werin temamkirin. Beşê wê yê duyemîn jî li ser entegrasyona sazî û dezgehên li Rojava ye. Ev du roj in, duh li Hesekê, îro jî li Qamişlo, pêngavên vê lihevkirinê despêkirine. Ev lihevkirin jî, ji aliyê ewlekariya hûndirîn ve pêktê.

Ev lihevkirin wê li Kobanê jî were cih bi cih kirin. Bê guman di rojên şer yên despêkê de Kobanê hate dorpêçkirin. Rewşa Kobanê diyare, ji hin heremên me yên din cuda ye. Li çar aliyên Kobanê ve êrîş hatin pêşxistin. Piştre Kobanê hate dorpêçkirin. Berxwedaniya şervanên QSD’ê li Kobanê dîrokekî nû nivîsandin. Şervanan nehişt dijmin gavek jî ber bi gundên Kobanê ve biçin. Wan jî dizanî ku pêşveçûyîna ber bi Kobanê ve wê wisa hêsan nebe. Tercîha wan, daxwaza wan dorpêçkirin bû. Xwestin Kobanê ji deverên Rojava yên din qut bikin. Ev dorpêç heya niha jî dewam dike. Ez bawerim di demeke nêz de û di çarçoveya vê lihevkirinê de ev dorpêç pêwîste rabe.

Ji 6’ê Çileyê ve ku êrîşên li ser Helebê destpêkirin û heta roja îro, hem di lihevkirinan û hem jî êrîşan de rola dewleta Tirk çibû? Lihevkirina ku we Şamê re çêkir, di vê peymanê de û di danûstandinên dîplomatîk de dîsa rola dewleta Tirk çibû?

Me gelek caran ragihand ku dewleta Tirk ne tenê ev pêvajoya ku em niha tê de derbas dibin, li hemberê destkeftiyên Rojava, li hemberî gelê Kurdistan, ne tenê di vê mehê de xwedî helwestekî neyînî ye. Ji roja despêka şoreşa Rojava heta îro wisa ye. Ev 15 sal in bi vî rengî ye. Bê guman dewleta Tirk dewletekî bi bandor e. Di heremê de xwedî bandorekî giştî ye. Em vê rastiyê dibînin, me ji roja ewil ve ji dewleta Tirk re got ku em ti gefan ava nakin. Dewleta Tirk ev tim ji xwe re weke pirsgirêkekî dît. Têkoşîna gelê Kurd jî, her tim ji xwe re wek xeteriyekî dihesiband. Dewleta Tirk heta niha û bi taybet jî di vê mehê de me li Şêxmeqsud bi şêwazekî eşkere dît. 

Ji endamên taybet bigrin, heta komên çete ên ku girêdayî dewleta Tirk bûn hebûn. Alavên leşkerî yên giran ên di destê çeteyan de, her wiha li esmanê Şêxmeqsûd jî Bayraktarên wan saetan nedisekinîn. Çeperên hevalnê me bombebaran dikirin. Dewleta Tirk di nav de ye, bê wan jî, tiştek derbas nabe. Piştî pêvajoya Şêxmeqsud, Deyr Hafir, heta vê kêliyê jî, dewleta Tirk di nav vê pêvajoyê de ye. Ne piştgirî, rasterast di nav de ye. Tesîrekî wî ya pir mezin li ser Hikumeta Demkî, tesîra wî li ser komên çekdar, komên bi navê Cehş-Wetenî heye. Hemî komên bi navê Sultan Murad, Emşat, Hemzat yekser girêdayê Tirkiyê ye. Dewleta Tirk wan birêve dibe. Di despêkê de jî ew komên ku rasterast êrîşê Helebê kirin, ev kom bi xwe bûn. Di vê pêvajoya heyî de ne tenê bi dewleta Tirk, konseptek hebû. Konseptek mezin bû. Di nav vê konseptê de gelek dewlet û hêzan cih girtine. Bi vê xwestin ku dîzaynekî nû di nav Sûrî de bidin çêkirin. Di vê êrîşê de gelek hêzên navneteweyî û heremî tê de cihê xwe girtin. Bê gûman hedefê dagirker û yên hêzên hegemon ew e ku dixwazin li Sûrî nakokî kûr bibin. Ji bo karibin van nakokiyan birêve bibin, pêwîste di navbera pêkhateyan de pevçûn hebin. Ji bo bikaribin li ser vê nakokiyê siyaset bikin. Niha cîhan tev dizane ku di heremê de dîzaynekî nû ye. Ev demeke dirêje li ser vê heremê kar tê kirin. Em bi xwe 15 sal in di nav vê pêvajoyê de ne. Bi kurtasî pergal dixwaze emrê xwe dirêj bike.

Hewil dide hin argûmanan pêşbixe û xwe li ser rewa bike.  Vê tiştê her tim armanc dikin ku di navbera pêkhate, mezheban de her tim nakokî hebe. Li hemberî her tiştê jî, têkoşîna ku me li Rojavayê Kurdistanê daye despêkirin, li ser xet û hişmendîyekî dewam dike. Ew jî divê di heremê de aramî hebe, demokrasî hebe, lihevkirin hebe. Ev berovajîyê berjewendiyên hêzên hegemon in. Xizmeta wan nedikir.

Ji ber ku li hemberî wan dijberiyek dida ava kirin. Ji ber vê sedemê operasyon û komployekî wiha pêşxistin. Ev pêvajo komployekî ciddî ye. Komployekî mezine ku li ser hişmendiya gelan, ji bo bikaribin di heremê de di nav hemû pêkhateyan de li dijî aramiyê komployekî mezin çêkirin. Di vê demê de dibêjin bila Kurd hebin, nasnameya wan jî bila hebe, lê li gorî xwe dixwazin bi cih bikin. Wer pêwîst dibînin ku li gorî dîzayna ew qebûl dikin, bi cih bikin. Ji ber vê di nava gelek hêzên hegemon, û gelek hêzên ku di heremê de bandora wan heye, lihevkirin çêbû û li ser vê esasî operasyon û êrîşên xwe dane despêkirin. Di vê çarçoveyê de jî, li Sûrî û li Rojava ev êrîşa berfireh dane despêkirin.

Her wiha, hin derdor vekişîna QSD ji deverên ku nifûsa wan a Erebî pir e wekî Reqa, Dêra Zorê û Tebqayê wekî têkçûnek dibînin. Ev serkeftinek e an têkçûnek e? An jî planeke cudatir heye? Nêrînên we li ser vê yekê çi ne? 

Bê guman ev mijarekî girînge. Me têkoşînekî bi hevpeymana navdewletî re li hemberî DAÎŞ’ê birêvebir. Bi fedakariya şervan û hêzên me DAÎŞ li Bakur û Rojhilatê Sûrî û di tevahî Sûrî de hat têkbirin. Ev wê bi xwe re derfetekî nû ku mirov bikaribe li Sûrî bi hişmendiya demokrasî, bi hêzên demokrasîyê re li tevahîya Sûrî tesîrekî bide çêkirin. Ji 2016’an ji Minbicê û vir ve em di heremên Ereban de bi cih bûn. Me cih girt. Di vir de kêmasiyên me hene. Şerê ku çêbû em di nav xwe de dinirxînin. Tiştên ku em rexnedayîna wî jî bidin hene. Bê gûman kêmasiyên me hene. Di van civakan de him aliyê rêxistînî de, him jî di aliyê leşkerî de kêmasiyên me hene. Ji bo hesapdayîna civaka xwe, em jê şerm nakin, ev kêmasiyên me ne. Di rastiyê de komplo hat kirin. Ji ber ku xwestin di navbera Kurd-Ereban de şerekî nû bidin despêkirin. Şerekî wisa dixwestin ku bi çend nifşên, bi salan xilas nebe wisa dixwestin. Pilana ku dixwestin pêkbînin, şerê kuştin û komkujiyan bû. Di vî şerî de xwestin em hev bikujin û dawî li vê şerê neyê. Ev saleke li ser vê pîlanê kar dikirin. Eşîran tehrîk dikin, şerekî taybet birêve dibin. Gelek mesref û îmkan di nav eşîr û civaka Ereb de xerç kirin ku ji bo şerekî wisa amade bikin. Ruxmê hemû hişyariyan civak kete vê rewşê. Me li wir pir zêde li hember çekdarên fermî şer nekir. Bi komployekî û di hundirê civakê de amade dikirin. Ev civak li hember dezgehan derdiketin. Di vî şerî de an wê helwestekî leşkerî hebûya, an jî wê te di nav civakê xwe de xwe pavşe dabûya ji bo kuştin çênebe. Me jî xwest em di nav civakê de xwe bidin aliyekî. Ji bo vê mijarê gelek rexne li ser me çêbûn. Hîna jî rexne hene. Em vê eşkere bibêjin; Li hember rexneyên gelê xwe, civaka xwe, bejna xwe li hember hemû rexneyan wan ditewînin. Em rexnedayînekî mezin didin. Mesele tenê rexneyên civaka me a dilşewat nîne. Li pey vê tevgerê gelek lîstok û bêhna siyaseta xirab û şerê taybet tê. Nirxên me yên herî mezin tên hedefgirtin. Têkoşîna 50 salan a tevgera Kurdî tê hedefgirtin. Ev heqaret û xeletiyên mezin in. Li hember van pêşketinan divê hinek wijdan biaxive. Bi carekî de weke ku sedemê wendakirina têkoşîna 50 salane, wisa lanse û wisa pênase kirin. Sedî sed xwestin berovajî bikin. Çima? Îro li Rojavayê Kurdistanê destkeftiyek me heye. Behsa nasnameya Kurd a siyasî tê kirin. Behsa qebulkirina îradeya Kurd a siyasî tê kirin. Ev di sedsalan de cara ewile çêdibe. Ev sedsale cara ewil li Rojavayê Kurdistanê û Sûrî behsa Kurd û nasnameya siyasî ya Kurd tê kirin. Di tevahî cîhanê de behsa Kurdan mezin tê kirin. Parlementoya Ewropa, Kongreya Amerîka, her tişt bi Kurdan despêdikin. Cîhan ber bi naskirina Kurdan ya rewa  vediçe. Ev destkeftî û hemû qezenç bi saya şervanên QSD’ê û bi saya hişmendiya ku pê şer dikirin çêbû. Heger ne ji berdêla bi salan, çardeh hezar şehîdan ba, wê îro kî behsa destkeftiyên Kurdan li Rojavayê Kurdistanê kiribûya. Wê ev rêzgirtina li hemberê xwe di cîhanê de wê çawa qezençkiri bûya. Em bi dengekekî pir bilind dibêjin;  Îro Rojavayê Kurdistanê di hebûn û nasnameya siyasî ya Kurd di cîhanê de pêşengtî dike, rojavayê Kurdistan her çendî beşê biçûk jî be, pirsgirêka Kurd di tevahî cîhanê de dide qebûl kirin. QSD’ê jî, şervanên wî jî berdêlên herî giran li dijî êrîşkaran daye. Ev berxwedanî û destkeftî jî wiha hatine qezençkirin. Li dijî  komên çekdar, li dijî komên girêdayî dewleta Tirk û li dijî DAÎŞ’ê bû. Ev qezenç wisa ji bo Kurdan çêbûn. Şervanên QSD’ê di çeperan de ji bo pere, ji bo mal û milkên dinyayê şer nekirin, ji bo fikir û ramanên Rêber Apo şer kirin. Divê ev rastî were dîtin. Ger qala destkeftiyeke bi vî rengî tê kirin, ew bi saya şervanan û hiş mendiya ku pê wê şer kirin e.

Şoreşa Rojava jî di encama raman û felsefeya Rêber Apo de derket holê. Piştî van êrîşên dawî, hinek alî dixwazin têgihiştineke wisa ava bikin ku dibêjin ku yekîtiya gelan di vî şerî de li Rojava û Sûrî têk çû. Dixwazin vê şer û berxwedaniyê cuda bidin nîşandan. Di pêvajoya şer a 20 rojan de jî gelê Kurd qala yekîtiya xwe kir, piştgiriya xwe ji bo nîşan dan. Ji Ewropa bigre heta parçeyên din ên Kurdistanê îro jî li ser lingan in. Divê ev çawa were şîrovekirin?

Di serî de vê bibêjim; em şervan û têkoşerê gelê Kurd in. Ji bo azadiya Kurd ev têkoşîn hatiye despêkirin. Ji bo Kurd bigihêjin azadiya xwe, mafê xwe, bi hezaran berdêl dan. Gelê Kurd û şervanên wî û rêveberên wî tev. Di avakirina nû ya sedsala nû de bingeh Kurd e. Cewhera têgihiştin û zanina azadiyê Kurd e. Ev têkoşîn jî hemû ji bo hebûna Kurd tê pêşxistin. Lê di mijarê projeyan de, proje têk çûne yan jî bi ser ketine, em dixwazin bêjiin ku esasê me Kurd û Kurdistan e.  Em ji wir derketine û wisa têkoşinê dikin. Kurd xwedî karakterekî ye. Kurd nizane zilmê bike. Kurd nizane zextê bike. Kurd bi cîranên xwe re di nava aramiyê de ye. Kurd bibe hêz, bibe desthilatdar, bibe azad, Kurd w ê bi derdorên xwe re di nava aramiyê de jiyan bike. Ji roja destpêkê heta niha Kurd xwedî taybetmendiyek bi vî rengî ne. Kurd hêz û hebûna xwe ne ji bo zilmê li ti kesî bide çêkirin, lê ji bo cîrantiya baş ya ji bo dewrûberên xwe re heye. Îro jî eger Kurd ber hebûnekî ve ber bi îradeyekî siyasî ve biçe jî, dîsa wê bi cîranên xwe re di nav aramiyê de jiyan bike. Wê têkiliyên erênî jî wisa bide avakirin. Meseleya serketin û binketinê nîne. Me rêbaz û şêwazek pêşxist û tê de xeletiyên me jî hene.

Min gava din jî got; xeletiyên me jî hene, em ê rexnedayîna wan jî bidin. Heger di şêwaz de xetimandinek çêbû, nayê wê wateyê ku di fikir de xeletî heye. Pêwsîtiya mirovahiyê bi hev re jiyankirinê heye. Bi hezaran sal in mirovatî ji bo ku ji hev dûr bikeve, ji bo ji hev re dijminatiyê bike, di navbera mirovan de nakoki wisa zêde kirin. Mirovahiyê wisa dan elimandin. Lê ev ne xwezaya mirov ne jî ol e. Pêxemberê Îslamê dibêje ku me we cuda cuda dan avakirin ku hûn hev nas bikin û bibin yek û got di navbera Ereb û Ecem de ferq tune ye. Di têkoşîna îman de dikare cuda hebe. Ruxmê vî jî di nav mirovatiyê de her tim parçekirin hat çêkirin. Tişta me ya şaş şêwaz e, kêmasiyê me yê taktîk û pratîkî e. Di fikir de şaşitî tune. Ev fikir jî pêwîste bibe malê tevahî cîhan û mirovatiyê. 

Di navbera daxuyaniyên hikûmeta Şamê yên ji çapemeniyê re û kiryarên we de cûdahî hene. Bi taybetî di derbarê mijarên leşkerî de, tiştên cûda têne gotin. Dema ku hûn dibêjin ku QSD wê di tugayan de beşdar bibe, hikûmeta Şamê dibêje ku kesên ku beşdarî tugayan dibin dê bi awayekî ferdî werin kontrol kirin. Li ser gelek mijaran, ji derbasbûna sînor bigire heya perwerde û rêveberiya herêmî, daxuyaniyên cûda hene. Ev cûdahî ji ku derê derdikevin? 

Di nêrînan de dibe ku cudabûn çêbibe. Caran wisa nêrîn derdikevin. Ez yên fermî bêjim. Di navbera me û Şamê de lihevkirin û daxuyanî wek hev in. Tenê cudabûnek biçûk hebû, ew jî zelal nebûye. Meseleya rêka di navbera Kobanê û Til Temirê de. Di vir de tenê cudahiyek piçûk heye. Ew jî hîna zelal nebûye, ka emê bigrin an ewê bigrin. Lê daxuyaniyên wa yên bi navê Serokatiya Sûrî û li gorê daxuyaniyên me wek hev in. Di zimanê me de û li gor zimanê wan meseleya bi cih kirinê û wek tiştên wisa dibe ku cuda derketibin. Di xalên hevpeymanê de yê ku hatin parvekirin wek hevin. 

Ji vir û şûnde berxwedana Rojava û gelan wê li ser kijan esasî were meşandin. Di vê şerî de  êsîr û kesên ku dîl ketine dest jî hene. Ev lihevkirin û pevguhertin wê kengî pêk were?

Wek merheleya ewil û li gor hevdîtinên ku li Hesekî û Qamişlo pêkhatin jî, dixwazin hêzê xwe bi cih bikin. Wê piştre gav ni gav li ser heremên din jî pêkbê. Bê gûman bendekî vê lihevkirinê jî ew e ku tevahî girtin bên sekinandin. Ji bo her dû aliyan jî êsîr û kesên ku dîlketine werin berdan. Wê ser kar were kirin. Êsîr jî hene. Êsîr wan jî, girtyên wan jî li gel me hene. Di encamê de ev entegrasyoneke û wê pêkbê. Ji aliyê me û ji aliyê Şamê ve jî wê girtî bên berdan. Rojavayê Kurdistanê bi taybetmendiyên xwe û wê di Sûrî de hebûna xwe berdewam bike. Her çendî li Rojava hin xisusiyet hebin jî, wê êdî hin tiştên giştî eleqader bikin. Ev pêvajo wê wisa were birêvebirin, wê wisa were temam kirin. Mesleya êsîr û dilgirtîyan jî wê wisa bi encam bibe. 

We bi xwe di nav şer û vê berxwedana ku li Rojava çêbû de, piştgirîya ji bo Rojava çawa dît û helwesta Kurdan ya yekitîyê çawa bû?

Bê guman serbilindî, serfirazî û wek gotin cihê de xwe be, dilê mirov di singê mirov de cih nedibû. Piştre her geş bû, her bilind bû. Bi vê serhildanê pilanên qirker û komplogeran têkbirin. Ji ber ku li hember me konsept û pilanek mezin hebû. Ev komplo hîna di merîyetê de ye. Ev kompo berdewam dike. Ji ber ku dixwazin tevahî destkeftiyên Kurdan têk bibin. Hedefa wan ewe ku hemû hêzên Kurdan yê parastinê tasfîye bikin. Armanca wan wisa ye. Berxwedaniya şervanan, ji Tişrinê ji Şêxmeqsud û heta li berxwedaniya li ber dîwarên Hesekê û serhildanên gelê Kurd gelek pîroz bûn. Gelek bi wate bûn. Li Silêmaniyê, Hewlêr, Zaxo, Amed, Cizîr, Dersim û heta bajarên li Tirkiyê jî, her wiha li Rojhilatê Kurdistanê jî, gelek serhildanên bi qîmet çêbûn. Kurdên li derveyî welat jî bi rojan ser lingan bun, bi rastî jî pilanên li ser Rojava û pilanên dijminan têkbirin. Tevahî li cîhanê dîmenek wisa hate dîtin ku Kurd yek e. Ez ji dil dibêjim; ev gotina ku 2+2=1 ji bo min jî wisa ye. Ev gotin tiştekî sereke ye û bi rastî jî dû û dû dibin yek. Sekna gelê Kurdî heqîqeteke û ev ne gotineke jî. Ne tenê pênaseyekî zanistî ye. Ev heqîqetek e. Ez bejna xwe li hember serhildanên Kurdan ditewînim. Piçûk û mezinên xwe, jin dibe, extiyar dibe, her kesek li ser piyan bû. Heger qezenç û destkeftiyek jî hebe, bi saya Kurdan û bi serhildanên wan çêdibe. 

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlum Ebdî got; “Ez ê ji vir û pê ve di nav gelê xwe de bim û ji bo yekitîya Kurdan  kar bikim.” Wê Sîpan Hemo ji vir û pêve çi kar û xebat bike an birêve bibe?

Bê gûman em şoreşger in. Şoreşgerê welat in. Kar û xebat ne ewe ku di welat de hin erk û hinek cih bigrin. Tiştek wisa tune ye. Bê gûman ji bo xizmeta gelê Kurd çi pêwîst be, em ê wê bikin. Gavên şoreşê ne ji bo wê ye ku hin tiştan ji xwe re bigrin, an pê hin tiştan bidin kirin. Tişta ewil ew e ku qezenç û destkeftiyên gelê Kurd zêde bibin, hin mafê wî mîsoger bibe. Ji vir û pêve jî wê her tişt ji bo hebûna gelê kurd û ji bo destkeftiyên Kurdan be. Li kuderê dibe bila bibe, di bin kêjan şert û zûrifan de dibe bila bibe, me ji berî ve soz daye. Gelek hevalên me yê şehîd hene. Gelê Kurd gelek fedakariyên mezin kirine. Helwesta me helwesta heval Ziyad e. Em ji bo vî gelî hezar caran jî, canê xwe feda jî bikin, dîsa kêm e. Em ê têkoşîna xwe bi vî awayî dewam bikin. Li kuderê dibe bila bibe, li Rojava, li Bakur, li Başur û li Rojhilat jî dibe. Em şoreşger in û li kijan cih û deverê jî dibe bila bibe, em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HESEKÊ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Operasyona li ser ESP’ê hewildana bêdengkirina mûxalefetê ye’
Nûçeya Pişt re QSD’ê nasnameya 13 cangoriyan eşkere kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

YPJ: Em pêngavê bi ser bixînin, Rêber Apo azad bikin

Fermandariya Giştî ya YPJ'ê got, "Em pêngava ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo…

Ji aliyê Stêrk TV

Cezayê girtîgeh û pere li rojnamevan Yalçin hate birîn

Ji bo rojnamevan Hakan Yalçin salek cezayê girtîgehê û 17 hezar lîra cezayê pere hate…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Dêrazorê teqîna mayînê: 3 zarok bi giranî birîndar bûn

Li bajarokê Xeşam ê gundewarê Dêrazorê di encama teqîna mayînekê ya bermahiyên şer de 3…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Şandeya Hesekê bi Şera re li ser vegera girtiyan û koçberan hevdîtin kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Sîpan Hemo: Neyên lîstikan!

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Asayîşê li dijî provokasyonan daxuyanî da

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Qamişloyê li dijî êrîşên li Efrîn û Helebê xwepêşandan hat lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?