Sêşem, 27 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Partiya Sosyal Demokrat a Swêdê dixwaze hevkariya bi DEM Partiyê re xurt bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peymana Mekkeyê di Komîsyona Karên Derve ya Meclisê de derbas bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sêrtê şehîd hatin bîranîn: ‘Em ê têkoşîna wan tacîdar bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Herêma Kurdistanê tecrûbeya hikûmetê – II

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kenan Altûn ê piştî 30 salan hate berdan li warê xwe Erzîromê hate pêşwazîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Divê ‘Desteya Aştî û Siyasîbûnê’ bi lez ava bibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    PJAK’ê şehîd Şoreş Qelat bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Besê Hozat: Ji bo pêvajo bi pêş ve biçe divê statuya Rêber Apo fermî bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdevkê PJAK’ê Awdanan: Herêm xwe ji şerekî nû re amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fermandara HPJ’ê Rojîn Fesîh: Heval Bêrîtan bû sembola artêşbûna jin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzil Ozgur: Têkoşîna Bêrîtan romana jinên azad e

    Ji aliyê Stêrk TV

    YBŞ: Serketina peymanê girêdayî parastina mafên Êzidiyan e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Amedê Nobeta Jin, Bîr û Edalet: ‘Rojda ne bi tenê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê. Şehîd Bêrîtan pêşeng û meşaleya têkoşîna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Hevala Bêrîtan xeta rast a têkoşînê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di doza Îpek Er de biryara nû: Mûsa Orhan ji sûcê ‘teşwîqkirina xwekuştin’ beraat kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li ser şopa fermandar Bêrîtan niha bi hezaran jinên şoreşger hene’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Marsilyayê panela Jineolojî û xweparastinê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Mexmûrê Festîvala 10’emîn a Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Gotar > Hêndêk boçûn le ser kitêb 3
Gotar

Hêndêk boçûn le ser kitêb 3

Hesen QAZÎ
Hesen QAZÎ Dîroka nûkirinê: 25. Sibat 2024 Dema xwendinê: 9 dq.
Hesen QAZÎ
Parvekirin

Sazmanî Înqilabî u Kurdistan (208)

Osman Isam’îl

Lem pertûke, le zarî kesanêk ke Kurd nîn zor şit leser kurd fêr debîn bo numûne çonêtî hels û kewtî Kurde desselatdarekan legel ewaney ke le pênawî dozî kurd da duwayan kewtibûn.

Katêk terxan bikem bo ew pertûkaney bedestim geyiştûn ke bo hezî xom dûr le naçarî leber îşekem biyan xwênmewe. Yekêk lew pertûkane maweyek be destim geyiştbû be nawnîşanî’ Sazmanî Inqîlabî û Kurdistan’ ke berêz Hesenî Qazî amadey kirdwe le rêgey wergêranî çendîn çaw pêkewtin legel endamanî çalakî sazmanî (rêkxiraw)î înqalbî (şoriş), ke le Hîzbî Tude cuda bibûnewe, û pêşkeş kirdnî çend belgey nusînî û wêneyî le twêy 655 lapereda. 

Rûdawekanî ke le em çawpêkewtinane bas kirawin ziyatir dewlemend kirawin be geranewe bo çendîn pertûkî mêjûyî û bayografî û çawpêkewtinî legel kesanî agadarî le ew bizûtneweye.

Le katêk da zorbey çaw pêkewtinekan ke wergêrdirawin hî Hemîd Şewketin, belam amadekar bo xoşî hewlî dawe peywendî legel çendîn kes da bikat û basekan legelyan tawtwê bikat û rûn kirdneweyan lê bixwazêt.

Em twêye be zimanî Kurdî pêşkeş kirawe û bas le peywendî û têkel bûn le nêwan endamanî rêkxirawî ‘Sazmanî Inqîlabî’ û rêkxirawe hîzbiyekanî Kurdistan dekat be taybetî le Başûr. Çirî dexate ser ew kataney ke raberanî em rêkxirawe bo yekem car le Bekreco le salanî nîwey duwemî şestekan cêgîr bûn û Hewlyan dawe bigenewe Iran û peywendî durust biken û xebatî çepayetî be taybetî legel şorişgêranî Kurdî rojhelat dirêje pêbiden. Le naw hemuşyan  da balî mektebî siyasî Partî Dêmokratî Kurdistan be rêberayetî xwalêxoşbû Celal Talebanî narsawbe (Mam celal). 

Pertûkeke bas le karîgerî her dû la leser yektirî dekat û buwarekanî siyasî û komelayetî û dîplomasyetî kulturî u hîzbî le ruwangeyekî mêjûyî da degêrêtewe, belam ke deyixwênîtewe, nawaxneke wek romanêk serincit radekêşêt û detbatewe qûqelayî û tiropkî xebatî çep leserdemî duway nîwekanî sedey bîst. 

Herçende zor car beşdarbûwanî naw pertûkeke hewil deden xoyan biglênin le têruwanînêkî felsefî û şîkirdneweyekî tiyoryane, belam amancî em pertûke birîtye le pêdanî zanyarî û pirkirdnewey boşayiyekî mêjûyî lemer peywendî ‘Sazmanî Inqîlabî’ û rêkxirawe Kurdistanyekanî ew serdem. Giringtir, çendîn rûdawî siyasî giring û şî kirdnewe bo kesayetî û barudoxî siyasî û komelayetî û abûrî dexate rû ke eger dîqet bidrêt ewa têgeyiştinit le rûdawekanî êstay Iraq û Iran asantir debêt. Be numûne, lêktirazanekanî cuwalnewe Kurdyekan legel yektir be taybetî le Hîzbî Dêmokratewe ke le Rojhelat serî heldawe bo Başûr û duwayş lêktirazanêkî tir ke hendêkyan le pênawî manewey xoyan pîrozyekanî xebatyan kirdwe be qurbanî manewe be nawî şorişgêrî û nîştiman perwerî. Em rudawane nek Kurdekan belkû le zarî çendîn roşinbîrî siyasî xeyre Kurd debîstirên.Em rûdawane le kontêkstî alugore siyasyekanî naw Iraq û Iran zêde rûntirin û tam û çêj debînî le têgeyiştinyan.

Le katêkda ke pertûkeke çirî tewaw dexate ser xebatî endame çalakekanî ‘sazman’ û sernicêkî taybet dedat be Kuriş Laşayî ke amadeker wênekey kirdote bergî pertûkeke, rolî endamanî tirî ‘sazman’ perawêz nexrawe. Herçende karîgerî ray nûser berçaw niye çunke ew hewlî dawe gêranewekan le zarî xoyanewe bigêrêtewe, belam heme çeşin le çawpêketin legel agadaran û leser babetekan be giştî wa dekat ke xwêner yeqîn bikat le rastî rûdawekan ke çon rûyandawe û wa bikat ke beserhatekan le çendîn lawe gêraneweyan le layen çendîn kesewe bo bikrêt û be têkrayî wêneyekî rûn leser rûdawekan dexate berdest.

Lem pertûke da zor babetî serincrakêş dirkî pêdekrên, wek çonêtî geşekirdin û lenawçûnî mitamane le nêwan kesayetyekanî naw hîzbe siyasiye kurdiyekan le layek le nêwanî xoyan da û le layekî tir le nêwan ewan û endamanî sazman û çendîn kesayetî tir ke be reçelek Kurd nebûn. Bo numûne nêwanî xwa lêxoşbuwan Laşayî  u Mam Celal yan Dr.Qasimlu û Selahî Muhtedî û kak Newşîrwan û dîsan Irec Keşkolî û het basî lê kirawe. Le katêkda Laşayî deçête nêw qûlayî bizûtnewey siyasî û serbazî Kurd le Başur be taybetî le serdemî ciyabûnewey balî mektebî siyasî le partî û kêşekanî nêwanyan, Irec keşkolî ziyatir çirî dexate ser nêwanî xoyan legel bizûtnewe Kurdyekan le nawçekanî Zelê û Nawzeng û xebatî ewan le nêwanî peywendyekanyan legel hukumetî Be’si û rijêmî Xumeynî-da. Le layekî tir Xanbaba Tehranî hewil dedat nêwanî xoyan legel hizbî dêmokrat û helsukewtî siyasî Qasimlû û dawakarî Kurd le ruwangey siyasî û destûrî u komelayetyewe le Iran ziyatir şirove bikat. 

Bo ziyatir quriskirdinî behay rastî rûdawekan, amadekar bo xoy hewlî dawe legel çendîn karekterî siyasî giftugo bikat yan be lanî kemewe nûsînekanyan bikat be palpişt–î rastî rûdawekan.

Her lem pertûke, le zarî kesanêk ke Kurd nîn zor şit leser kurd fêr debîn bo numûne çonêtî hels û kewtî Kurde desselatdarekan legel ewaney ke le pênawî dozî kurd da duwayan kewtibûn. Zor car em core culanewey siyasyane be şorişî netewayetî nêwzend kirawin. Çînî xuwarewey komelga cige lewey ke erkî şer kirdinyan legel neyaranî Kurd pê sipêrdira bû, ewan bibûn be qurbanî şerî nawxoyî ke tenha xeyre Kurdekanîş dirkyan kird bû ke ew şerane nek her goştî yektiryan birîndar dekrid belkû êsqî yektirîşyan deharî. Zor be cuwanî basî ewe deken ke çon şarî Helebce û dewruberî bibû be cêgay milmalnêy nêwanî Partî Dêmokratî

Kurdistan le Iraq û balî mektebî siyasî. Çonêtî yarî kirdinî neyaranî Kurd be Culanewe Kurdyekan cuwan bas deken û derdexen ke culanewe Kurdyekan berdewam debwaye legel yekêk le lakan, Iran yan Iraq le peywendî da bunaye û herweha zor başîş deyan zanî ke hewalgirî wulatan lenawyanda be culen. Ewey cêgay serince eweye endamanî ‘sazman’ xwêndnewey tewawyan bo kesanî Kurd be gişitî û guzeranyan  u sextî barudoxî ewan heye. Be taybetî hendêk le endamanyan pizîşk bûn û le katî maneweyan le Başûr, zor car Rojhelatîş, zor çunete nêw jiyanî Kurdanewe û jin û mindal be çînêkî çewsawe wesif deken.

Dîsan, lem pertûkewe çendîn babetî tir sebaret be çepekan şareza debîn ke ewanîş le nêwan çepî Sînî Mawîzm û Rûsî yan Yekêtî Sovêtî Sitalînî yan Lînîn û yan taze serheldirawî Kûbayî û Emrîkay latînî fêr debîn. Dergayeke bo aşnabûn be dabeş bûnî komelgakan le Iran beser culanewe siyasye ciyawazekan da le çepewe bo Kurdayetî û şî’ayetî û helperiste matêryalîstekan da. Aşnaman dekat be waqî’êk ke çepekan zor nêwdewletyane bîryan kirdotewe belam zor carîş naumêd bûn leber ew milmilnê fikiryaney ke le encamî waqî’ û aydyalîzim da dêne gorê.

Basêkî tir ewey ke têdegeyn jiyan lew serdemane da çende sade buwe le rûy teknelocyawe ewende pêşkewtû nebûwe u komelga le guzeranêkî sextî abûrî da bûn. Peywendyekan le nêwan yektirî da asan nebûwe u aletekanî guastinewe hênde pêşkewtû û berdest nebûn. Belam le heman kat da culanewe Kurdyekan berdewam dil gewretir û lêburdetir bûn û dirêxyan nekirdûwe û ewendey pêyan kirabêt harîkarî endamanî ‘sazman’ biken legel em barudoxe qursane da jiyanyan bo asan biken û cêgayan bo bikenewe û qurbanyan le pênaw da biden le katêkda ke lewaneye çawerêy hîçyan le beramber da lênekra bêt.

Beher hal, nûser deytwanît ziyatir ruwangey xoy têkelawî babetekan bikat û şîkirdneweyan bidatê yan eweta serincî xoy lemer babetekan rûntir bikirdayewe. Herweha, ciya le pertûkî asayî, sereta u kotayî em pertûke diyar niye û rastewxo xwêner deçête naw babet û herweha tewaw debêt. Beherhal bêt, diyare amadekar mebestî serekî kokirdnewe û pêşkeşkirdin bûwe nek helsengandin û şîkarî.

Be giştî û be kurtî amadekar hewlêkî zorî dawe ke le parçe pertewazekan wêneyek nayab û nirixdar berhem bihênêt ke lewaneye eger pişt gwê bixranaye ewa parçekanyan bizir debûn yan be tenya tenya ew manayeyan nedebexşî le cîhanî xwêner da be gşitî û lay Kurd be taybetî bizir debûn.

2021-01-09

Dirêjey heye…

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN Hesen QAZÎ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ferat KEVIR Ji bo filmekî senaryo
Nûçeya Pişt re Luqman GULDIVÊ Jibîrkirina gotina destanan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Cenazeyê şehîd Elîşêr li Til Temirê hat veşartin

Cenazeyê şehîd Elîşêr (Îmad Îbrahîm El Berho) ku 17’ê Çileyê li Dêr Hafirê şehîd bûbû,…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Di navbera Kurdan de şer rû bide, wê derba destpêkê li Başûr bikeve’

Siyasetmedarê Kurd Doktor Mehmet Emîn Pencewînîyî diyar kir ku wê êrîşa PDK'ê ya li gel…

Ji aliyê Stêrk TV

Darbeya qeyûman li Denîzlî û Mêrsînê hat şermezarkirin

Li Denîzlî û Mêrsînê li dijî darbeya qeyûman çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de peyama…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojhilata Navîn bi çi dikeve sala nû?

Ji aliyê Stêrk TV

Îmralî; Fenomenolojiya Gravê (12)

Ji aliyê Nurhaq GULBAHAR

Rûsya û Rêxistina Dewletên Tirkîaxêv

Ji aliyê Stêrk TV

Îmralî; Dahurandina pergalê ye -11-

Ji aliyê Nurhaq GULBAHAR
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?