Sêşem, 21 Cotmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Tehranê malbatê girtiyan çalakiya protestoyî lidar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xeteriya li ser jiyana rojnamevan Huseyîn Aykol didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Hevserokan daxuyaniya ‘Demîrtaş’: Divê bi lez bê berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Hiqûqa dijminatiyê xistine meriyetê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Abya Yala Civaknasiya Azadiyê ya Rêber Apo rastî eleqeyek mezin tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Muxatabê sereke yê pirsgirêka Kurd Rêber Ocalan e, ne DEM Partî ye’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Taksîvan tevlî çalakiya ji bo Rojînê bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girseya gel sersaxî ji malbata gerîlayê HPG’ê Yaşar re xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwan ji bo Rêber Apo meşiyan: Heta azadiyê em ê têbikoşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sersaxiyên ji bo şehîd Çiyager Amara û Zemanî Sûrûç didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di şewta Pîremegrûnê de ciwanek jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê bi girseyî serdana şîna şehîd Têkoşîn Cûdî û Rêzan Serdem hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Kombûna Jinan a Zenûbiya: Êrîş nikarin îradeya me bişkînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Dayikên Aştiyê: Rêber Apo divê azad bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Darazê Îranê cezayê 38 qemçiyan li Ateş Şakeremî birî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star: Em bêrêziya li hemberî Rêber Apo qebûl nakin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdana girtiya 30 salan cara sêyemîn hate taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji xwendekarên zanîngehê ji bo Rojîn Kabaîş meşa edaletê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Helîm Yûsiv bi romana xwe ya dawî li Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Şehîd Bawer Agir bi çalakiyên hunerî bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera Vejîna Kurd fînala sezonê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kobanê Festîvala Şehîd Bawer Agir dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Spanyayê bi pêşangehekê işaret bi têkoşîna YPJ’ê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Hevra destana ‘Dewrêşê Evdî û Edûlê’ şîrove kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Hevdîtina li Şamê bi dawî bû
Hikûmeta veguhêz deriyê Dêr Hafirê bombebaran kir
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî destpê kir
Çeteyan êrîşî gundê Tewila kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Heqî Armanc: PKK tevgera gelên bindest e
Rojane

Heqî Armanc: PKK tevgera gelên bindest e

Endamê Fermandariya Biryargeha NPG’ê Heqî Armanc, diyar kir ku PKK partiya şehîdan e û wiha got, “Di aliyê leşkerî, siyasî, rêxistinî û civakî de em xwedî li Partiyê derketin û em ê meşaleya azadiyê bigihînin serketinê.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 28. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 12 dq.
Parvekirin

Bi boneya salvegera 46’emîn a damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û bandora Tevgera Azadiyê li ser şoreşa azadiya gelan a heremî û cîhanî, Endamê Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel Heqî Armanc pirsên Rojnameya Ronahî bersivand.

Navaroka hevpeyvînê bi vî rengî ye:

-Avabûna PKK’ê heya roja me ya îro di nava civaka Kurd de çi guhertin çêkir?

Ev 46 Sal bû gelê Kurd, ji bo azadî û serxwebûnê li hember zilma dagirkeran li berxwe dide. Gelê me di wan 46 salan de berxwedaniyek pir dijwar meşand û berdêlên giranbûha da. Gelê me bi ronahiya fikir û ramanên Rêber Apo ku ev 46 sale bi fedakariyek mezin têkoşîna ku meşandî re destketiyên mezin bi dest xistiye.

Tevgera PKK’ê ku di pêşengtiya Rêber Apo de pêşket, di çi şert û mercan de derket holê pêwîst e mirov baş fêm bike. Tê zanîn di salên 1970 heta 1980’yan de li Tirkiyê û Kurdistanê, rêxistinên ku li dijî desthilatdariya derbekar hewil dan têkoşîn bimeşînin, têk çûn û hêviya serketinê winda kirin. Bi şehadeta Mahîr Çayan, Denîz Gezmîş û Îbrahîm Kaypakkaya û gelek şoreşgerên pêşeng bêdengiyekî kûr li Tirkiyê û Kurdistanê derket holê. Di demek wisa zehmet de Rêber Apo biryara pêşxistin şoreşa Kurdistanê dide. Tevgera Apo’yî di salên navbera 1970 û 1980’î de êdî rêxistina xwe temam dibe. Di nava kêm derfetî û bi zor û zehmetiyên mezin pêk hat. Tevgera Apo’yî her çiqas bi navê şoreşa Kurdistanê bi rêketibe jî, armanca şoreşa gelan a Tirkiyê pêkanînê di nav xwe de dihewîne. Lê ev bîr û bawerî ancex bi pêkanîna şoreşa Kurdistanê dikare Tirkiyê jî şoreş bike û azadî û wekhevî pêşbikeve. Şoreşger û pêşengê hêja yê tevgera me rêheval Hakî Karer, Kemal Pîr û gelek hevalên din ku ji netewa Tirk bûn, bi baweriyek mezin hevaltî kirin. Êrîşa ku di 18’ê Gulana 1977’an de li ser pêşengê tevgera Apo’yî heval Hakî Karer pêk hat, di bingehê xwe de êrîşa li hember fikrê Şoreşa gelan a li Tirkiyê û Kurdistanê bi hevre meşandinê bû. Ango bi vê êrîşê xwestin têkoşîna ku ji bo wekheviya Kurd û Tirk pêşbikeve, pêşiya wê bigirin û nehêlin ku pêş bikeve. Wisa PKK’ê di 27’ê Mijdara 1978’an Li Gundê Fîs’ê ya girêdayî Licê ya Amedê li ser bîranînê heval Hakî Karer tê avakirin û herikandina xwe ya dîrokî didomîne. Darbeya 12’ê Îlonê ya Faşîst di sala 1980’yî de li Tirkiyê pêş ket, di esasê xwe de armanca darbeyê pêşiya pêşketina tevgera Apo’yî girtin bû. Lê êdî, Rêber Apo ku di sala 1977’an de li tevahî Kurdistanê geriya û tovê xurtkirina şoreşa Kurdistanê gelêrî kir.

-Di Rojhilata Navîn de, dengvedana ku PKK’ê ava kir û bandora ku li gelê Rojhilata Navîn kiriye çi ne?

Rêber Apo dema derbasî qada Rojhilata Navîn dibe, di nava bê derfetiyek mezin de karîbû di demek kûrt de gelê Rojavayê Kurdistanê rêxistin bike û beşdarî doza têkoşîna azadiyê bike. Rêber Apo bi gelê Filistînê re jî têkîliyekî dostanî pêş dixe û li ser ezmûnên wan yên şer, bi sedan hevalan perwerde dibe û ji bo vegera welat amade dike. Li ser keda Rêber Apo hîmê şerê çekdarî Pêngava 15’ê Tebaxê tê avakirin û bi rêdikeve. Bi pêşengiya Fermanderê mezin rêheval Egîd, Erdal û Gozluklu Alî’yan ‘guleya destpêkê’ li hember dagirkeriya li ser Kurdistanê tê teqandin. Bi qasî ku bi vê pêngavê derbeyek giran li pergala dagirkeriya Tirk hat xistin, ew qas jî li hember tirs û xofa ku bi salan li ser civaka Kurd hatibû çêkirin jî bi vê pêngavê hat rakirin. Ango bi ‘guleya destpêkê’ re çawa di mejiyê dagirkeriyê de bû derbeyeke giran, li tirs, bê hêvîbûna ji bo azadiya civaka Kurd jî hat xistin. Êdî bi vê pêngava şerê çêkdarî re li tevahî Kurdistanê nav û dengê Tevgera Apo’yî belav bû. Cejna Vejînê bû ronahiyekî ji bo Tekoşîna li hember dagirkeriyê. Gelê Kurd Tevgera Apo’yî naskir û bi hezaran keç û xortên xwe dan Tevgera Azadiyê. Bi taybet Tevgera PKK’ê ya ku li Kurdistanê bi pêşengiya Rêber Apo pêşket, li ser jina Kurd bandoreke pir mezin pêş xist û bu hêviya jiyanek Azad. Ger îro di hemû qadên têkoşînê de berxwedanî di pêşengtiya jin de pêşdikeve, ev ji ber hîn di destpêkê de Rêber Apo li ser azadî û wekheviya jin û zilam hîmek daniyê pêş dikeve.  Şoreşa ku di pêşengtiya PKK’ê li Kurdistanê pêşket di heman demê de dibe Şoreşa Azadiya Jin jî. Êdî tenê ne di civaka Kurd û Kurdistanê de, dema em tên salên 1990’î êdî tevahî gelê me, li her çar parçeyên Kurdistanê û tevahî cîhanê gelê Kurd pîştgiriyekî xurt dide tevgera Azadiya Kurdistanê PKK’ê û wisa êdî bandora xwe Kurdistanê derbas dike û li Rojhilata navîn jî bandora xwe çêdike. Li bîra me ye ku di salên 1990’î de Kalekî 70 salî ji bo li dijî dagirkeriyê şer bike, çêleka xwe ji bo standina çekê difiroşe û dibêje ‘Êdî Apo jî dest ji vê dozê berde ez dest jê bernadim.’

Bi dehan caran me dît ku zarokên 5-6 salî bi tiliyên xwe nîşaneyên serketinê dikin û keviran diavêjin leşkerên dagirker. Ango şoreşa PKK’ê ji kalekî heya zarokekî tevahî civaka Kurd xist nav xwe û hîmekî nekeftî ava kir. Ji bo ku li pêşiya belavbûn û pêşketina PKK’ê bê girtin, hêzên NATO û Gladio bi hemû derfetên xwe destek dan dewleta Tirk. Ji aliyekî ve li hember Gerilayên Azadiya Kurdistanê di serî de di ware îstîxbarî de dibin alîkar, ji aliyê din ve jî bi rêbazên qirêj û kontra bi hezaran gelê me hatin qetilkirin û penaber bûn. Lê vê jî nekarî pêşiya pêşveçûna şer û têkoşîna azadiyê bigre. Îro jî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê û gelê me yê welatparêz li ser wan tecrube û hîmê ku bi xwina şehîdan hatiye afirandin, têkoşîna azadiyê didomîne. Çawa ku Rêber Apo diyalektika ku her şehadetek û êşek hat jiyankirin zivirand pêngavekê serketî, îro ev diyalektik gelerî bûye.

Tevgera PKK’ê li ser gelê Rojhilata Navîn jî bandorek mezin çêkir û hêviya têkoşîna azadiyê bilind kir. Ramanên Rêber Apo bi taybet li ser pêkhateyên cûda bandoreke mezin çêkir. Ger di nava PKK’ê de ji netewên cuda bi sedan şehîd û şervan hene, ev nîşan dide ku êdî şoreşa PKK ne tenê ji bo Kurd, ji bo hemû gelan hêviyeke. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ku bi pêşengtiya jin pêşket û gelek netewên din jî beşdar bûn, mînaka wê ye. Şoreşa Bakur û Rojhilatê Suriyeyê bi fikir û ramanên Rêber Apo û pêşengtiya şervanên Kurd pêşket, êdî cîhanî bûye. Em baş dizanin ku di perwerdekirin û tevgerkirina gelê me yê Rojavayê Kurdistanê de û pêşxistina dostaniyê bi gelê Ereb, Ermen û Asurî – Suryan bûye hîmê esasî a yekitiya gelê heremê û li dijî zilmdaran têkoşîna hevpar meşandine. Îro jî li ser vî hîmî gelê heremê bi pêşengtiya fikir û ramanên Rêber Apo de li hember zilmdariyê têkoşînek bê hempa dimeşîne.

-Di roja me ya îro de mirov çawa dikare rastiya PKK’ê pênase bike? Destketiyên ku bi xwe re anî ne guhertinek çawa pêk anî?

Rêber Apo di pêvajoya Îmraliyê de jî, ruxmê ku bi tecrîd û zextên dewleta Tirk re rûbirû dimîne, bi paraznameyên ku nivîsand ji bo têkoşîna azadî û wekheviya gelan ronahiyek mezin çêkir. Paradîgmaya ku Rêber Apo li ser esasê konfederalîzma demokratîk pêşxist, ji bo tevahî gelên cîhanê yên azadîxwaz, hêviya jiyanekê Azad û wekhev e. Rêber Apo li dijî Moderniteya Kapîtalîst, Moderniteya Demokratîk pêşxist. Îro ev felsefe û fikrê Rêber Apo kûrewî bûye. Li tevahî cîhanê bandorek mezin pêşxistiye. Bi sed hezaran gelê biyanî Rêber Apo wek pêşengên xwe dibînin. Di dîroka gelê me de cara yekeme ku Rêberek weke Rêber Apo derdikeve û ewqas bandora xwe li ser gelê cîhanê dike. Ev ji bo gelê Kurd Serbilindiyek pir mezin e. Ev têkoşîna ku li ser ramanên Rêber Apo li her derê bi girseyî belav dibe, bi dirûşmeya ‘’Azadiya Fîzîkî ya Rêber Apo û Çareseriya pirsgireka Kurd’’ bilind dibe.

Me 46 salên dîroka PKK’ê ku bi tîpên zêrîn hatiye nivîsandin pey xwe hişt û em dikevin sala 47’emîn. Bi tecrûbeya ku bi salan hatine girtin îro ji her demekê zêdetir em xwedî derfetên mezinin ku em li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û tevahî cîhanê bi avakirina Neteweya Demokratîk serketinên mezin bi dest bixin. Êdî di warê leşkerî, siyasî, rêxistinî û civakî de em xwedî derfetin ku hemû astengiyê li pêşiya xwe derbas bikin û meşaleya azadiyê bigihînin serketinê. Cardin ji aliyekî ve dibêjin ji bo Rêber Apo şert û merc bên avakirin ku Rêber Apo li meclîsa Tirk biaxive, ji aliyê din ve jî bi cezayên bê bingeh û kêfî tecrîda mutlak li hember Rêber Apo dimeşînin. Baş diyar dibe ku dewleta Tirk ji bo tengasiyê ku li hember Têkoşîna Tevgera Azadiyê û gelê me jiyan dike derbas bike, cardin serî li hîle û xapandinan dide. Pêşveçûnên Rojhilata Navîn, Tirkiyê û Kurdistanê, sekna Rêber Apo berxwedana gelê me û têkoşerên azadiyê, desthilatdariya Tirk tengav kiriye û ber bi têkçûnê ve biriye. Ji bo vê hewl dide ku cardin bi demagojiya yekitiya gelê Kurd û Tirk xwe ji vê tengasiyê xilas bike. Ev jî tenê, bi rihê Apo’yî ku ev 40 sale di pêşengtiya PKK’ê de pêşdikeve, gengaz dibe. Em bawer dikin ku tevahî gelê me, dostên gelê me û hemû gelên azadîxwaz, di vê serdema dîrokî de li hember zilmdarî û dagirkeriyê têkoşîn bidin û serbikevin. Rihê PKK’ê têkoşîn, serketin, azadî û wekhevî avakirin e. Me carek din di çalakiya 23’yê Cotmehê de, bi saya çalakiya reheval Asya û Rojger de rih û sekna PKK dît. Wan bi çalakiya xwe ji gele Kurd re peyama herî xurt da. Em ê heya dawî şopdarê wê riha ku hemû cihanê bandor dike bin. Carek din em hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîrtînin. Di serî de salvegera PKK’ê ya 46’emîn li Mîmarê Tevgera Azadiyê Rêber Apo, gelê Kurdistanê, ji bo dayikên şehîdan û tevahî gelên ku ji bo azadiyê têkoşîn didin, pîroz dikin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Hêzên Şamê û çete şerê hev dikin: 89 mirî
Nûçeya Pişt re Li Zap û Metînayê 3 dagirker hatin cezakirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Bobelata lehiyê ya li Çînê: 6 kes mirin, 80 hezar kes jî hatin veguhastin

Li Eyaleta Guizhou ya li başûrê Çînê ji ber baranê zêde ya vê hefteyê lehiyên…

Ji aliyê Stêrk TV

DEM Partiyê serdana YRP’ê kir

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan serdana Serokê Giştî yê YRP'ê…

Ji aliyê Stêrk TV

Berxwedana Emîne Şenyaşar li ber Serokatiya Meclîsê didome

Emîne Şenyaşar a ku Nobeta Edaletê veguheztî ber Serokatiya Meclîsê, diyar kir ku ew ê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li Tehranê malbatê girtiyan çalakiya protestoyî lidar xistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Xeteriya li ser jiyana rojnamevan Huseyîn Aykol didome

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Kobanê ji bo 2 şervanên QSD’ê merasîm hat lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Bolîvyayê hilbijartina serokatiyê: Du namzetên rastgir li hemberî hevdû ne

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?