Şêniyên kantona Firatê ku li ser bendava Tişrînê çalakiya nobedariyê dikin, bi daxuyaniyekê êrîş û sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê şermezar kirin.
Daxuyanî ji aliyê endamê Meclîsa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk a kantona Firatê Sebrî Nebo ve hate xwendin. Di daxuyaniyê hate gotin ku şêniyên kantona Firatê çalakiya nobedariyê 5 rojan dewam kir û çalakî dê îro ji hêla şêniyên kantona Cizîrê ve ku duh gihaşte bendavê, were domandin.
Her wiha hate gotin ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dê wan netirsînin û çalakiya wan ranewestîne.
Di daxuyaniyê de bombebarana artêşa Tirk a dagirker a duh li ser bajarê Sirînê ku di encamê de 12 sivîl şehîd bûn û 13 jî birîndar bûn, hate şermezarkirin û bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku erka xwe pêk bînin û êrîşên li dijî sivîlan rawestînin.
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: “Berxwedana bendava Tişrînê ji bo parastina wê heta ku êrîş rawestin dê bidome.”