Sêşem, 31 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Şaredarê Uşakê Ozkan Yalim hat girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo rojnameger Uludag heta 19 sal û 6 mehan hefs tê xwestin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyama Rêber Apo wê sibê were ragihandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yekîtiya Ciwanên Dijî Şerê Emperyalîst: Têkoşîna me ji Kızıldereyê ve berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    YE’yê cezayên li ser Îranê dirêj kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kesên li Kizildereyê hatin qetilkirin hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Nobeta Mexmûrê 983 roj in didome: Rojbûna Rêber Apo pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ARSÎSA ku perwerdeya Kurdî dide, cezayê pere hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan û aktîvîstên Şengalî: Divê parastina Êzidiyan û rêveberiya wan hebe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Navê hebûna bi kedê: Harûn Cûdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    CPT-Amerîka: Li Kurdistanê di mehekî de 474 êrîş pêk hatin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jin wê di 4’ê Nîsanê de li ser aştiyê biaxivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Jinên Tirkiyeyî hîn jî zexta li jinên Kurd tê kirin nabînin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rûniştina dozê ya Ayşe Gokkan carek din taloq bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Trîbunala Jinê ya 2026 li Brukselê destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî dîlgirtina li Dêrazorê jinûve li nava refên têkoşînê ye: Serbilind û xurt im

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê 3 jinên din jî hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Federasyona Cîhana Kurd Şanoya Neteweyî ya Kurd ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîna Şano ya Çiya û Akademiya Şehîd Sefkan xebatek taybet

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND û Hunera Mizgînê ‘’Roja Şanoyê ya Cîhanî’’ pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bergeke din a parêznameyên Rêber Apo bi Fransî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ehmed Huseynî helbestvanek ku li ser şopa Cegerxwîn bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên Rojava li Çemçemalê hêjayî xelatên rûmetê hatin dîtin 

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Koye mirina bi guman a jinekê
Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > ‘Heta ku Rêber Apo azad nebe pêvajo temam nabe’
Kurdistan

‘Heta ku Rêber Apo azad nebe pêvajo temam nabe’

Ji fermandarên HPG’ê Mûrat Karayilan li merasîma salvegera 41’emîn a Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê axivî û destnîşan kir ku tenê bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêvajoya aştî û civaka demokratîk dikare temam bibe.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 15. Tebax 2025 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Bi wesîleya Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê li Herêmên Parastinê yên Medyayê merasîmek hate lidarxistin. Ji fermandarên HPG’ê Mûrat Karayilan, Zozan Çewlîk, Sedat Urfa û gelek gerîla tevlî bûn.

Mûrat Karayilan li merasîmê axivî, Pêngava 15’ê Tebaxê weke ‘Serhildana li dijî mêtingerî û koletiyê’ pênase kir û anî ziman ku aliyên îdeolojîk, siyasî, civakî û çandî yên vê pêngavê jinûve vejîna gelê Kurd pêk anî.

Karayilan bangên dîrokî yên 27’ê Sibatê û 19’ê Hezîranê yên Rêber Apo bi bîr xist û anî ziman ku pêvajoya aştiyê bi gavên yek alî nikare bi ser bikeve. Karayilan got, “Gerîla ne tenê ji bo xwe derket serê çiyê. Heta ku mîmarê aştî û xwişk-biratiya gelan Rêber Apo azad nebe pêvajo temam nabe. Gerîla wê dest ji çekê berde, vegere lê belê Rêber Apo wê li Îmraliyê bimîne? Ev yek nayê qebûlkirin.”

Karayilan komîsyona ku li parlamenta Tirkiyeyê ava bû weke gaveke girîng nirxand û anî ziman, eger qanûnên cihê baweriyê bêna derxistin wê PKK di avakirina komara demokratîk de erk û wezîfeyên xwe hemûyan bi cih bîne.

Axaftina Karayilan bi vî rengî ye:

“Hevrêyên hêja, gelê me yê welatparêz!

Cejna Vejînê li we hemûyan pîroz be.

Salvegera 41’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê, Cejna Vejînê li Rêber Apo pîroz be. Em silav, hurmet û dilsoziya xwe pêşkêş dikin. Cejna Vejînê li gelê me, li gelên herêmê, li dostên gelê me, li dayikên şehîdan, li malbatên şehîdan, li hevrêyan hemûyan û li xebatkaran pîroz be.

Di şexsê fermandarê nemir Egîd-Mahsûm Korkmaz, hevrê Alî Haydar Kaytan, Riza Altûn, Nûreddîn Sofî, Koçero Urfa, Delal Amed û Zîlan de şehîdên şoreşê hemûyan bi hurmet bi bîr tînin, em bejna xwe bi rêzdarî li ber bîranînên wan ditewînin. Em soza ku me dane şehîdan careke din dubare dikin. Di heman demê de şehîdên meha Tebaxê hemûyan di şexsê şoreşgerê hêja fermandar Zekî Şengalî, Atakan Mahîr û Rêzan Cawid de bi bîr tînin, bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin û soza ku me dane wan dubare dikin. Em ji bo şehîdên xwe yên leheng hemûyan dibêjin; Ey şehîd bila ruhê we şad be, ala we, wê timî bê bilindkirin û doza we, wê teqez bi ser bikeve!

Hevrêyên hêja, gelê me yê welatparêz!

Pêngava 15’ê Tebaxê di dîroka gelê me de mîladek e. Şikandina zincîrên koletiyê ye. Serhildana li dijî koletî û mêtingeriyê ye. Di tarîtiya wê demê de rabûneke bi vî rengî ya dîrokî, di nava civaka Kurdistanê de rê li ber guherîn û veguherînên cidî vekir. Pêngav dibe ku bi çalakiyeke çekdarî destpê kir, lê belê ne tenê leşkerî bû. Aliyên xwe yên îdeolojîk, siyasî, civakî û çandî hebûn. Civak li cewhera xwe vegeriya, li xwe pirsiya. Bi vî rengî di nava xwe de şoreşa fikrî, şoreşa civakî, şoreşa çandî û şoreşa jinê pêk anî. Pêngava 15’ê Tebaxê ji bo gelê me veguherî pêvajoya jinûve avakirina xwe. Vejîn bi vî rengî pêk hat. Bi vî rengî veguherî şoreşa vejîn, hebûn û azadiyê. Vê pêngava dîrokî di nava gelê Kurdistanê de ruhekî neteweyî afirand. Li Kurdistanê û herêmê ala azadî û demokrasiyê bilind kir. Ji ber vê yekê rojeke dîrokî ye û ji aliyê gelê me ve divê timî bi kêfxweşî bê pêşwazîkirin.

Gelê me yê hêja, hevrêyên bi rûmet!

Weke ku tê zanîn bi banga 27’ê Sibatê ya Rêber Apo re pêvajoya me derbasî nava pêvajoyeke nû bû. Em dilsozê biryarên Kongreya PKK’ê ya 12’emîn in. Di heman demê de dilsozê banga 19’ê Hezîranê ya Rêber Apo ne. Ji bo pêvajoya aştî û civaka demokratîk bi ser bikeve em ê berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Lê belê kevoka aştiyê bi baskekî nikare bifire. Ji bo kevok karibe bifire pêwîstî bi du baskan heye. Sedema tevlîbûna hemû hevalên beşdarî nava refên gerîla bû azadiya Rêber Apo ye, ev yek heqîqetek e. Bêguman entegrasyona demokratîk û qanûnên azadiyê girîng in. Lê belê eger tenê weke çekdanîn û qanûnên vegera gerîla bê nirxandin wê kêm bimîne. Gerîla vê yekê bi vî rengî qebûl nake. Gerîla ne tenê ji bo xwe derketiye serê çiyê. Beriya her tiştî divê mîmarê aştiyê, mîmarê xwişk-biratiya gelan Rêber Apo ji aliyê fîzîkî ve azad bibe. Ji bo derxistina vê qanûnê divê li ser bisekinin. Eger welê nebe, nayê qebûlkirin. Ev gotin ne tenê ya fermandar û rêveberan e. Ev gotin gotina hevpar a hemû şervan û gerîla ne. Wê ji bo gerîla qanûn bê derxistin, gerîla dest ji çekê berde, bi rengekî azad vegere û Rêber Apo li Îmraliyê girtî bimîne! Ev yek nayê qebûlkirin!

Mijareke din jî meseleya baweriyê ye. Afirandina baweriyê ye. Divê pêwîstiya vê yekê bê dîtin. Niha li parlamenta Tirkiyeyê komîsyon hatiye avakirin, bêguman ev yek gaveke girîng e. Divê rayedarên dewleta Tirk vê heqîqetê li ber çavan bigirin. Eger di vê dema dîrokî de di vê mijarê de bi rastî jî gav bê avêtin, pirsgirêka Kurd a sed salî ya bingehîn bê çareserkirin wê di navbera gelên Kurd û Tirk de xwişk-biratiyeke rasteqîn pêk were. Çareseriya esasî ya pirsgirêkê û pêşvebirina aştiya mayinde, di vê mijarê de pêwîste nêzîkatiyên têrker bêne nîşandan. Em bi rengekî stratejîk nêzî vê xusûsê dibin. Bi me re nêzîkatiya taktîkî û hîle nîne. Em ji dil ji Rêber Apo bawer dikin, em ji dil û stratejîk nêzî vê pêvajoyê dibin. Bêguman em ê tedbîrên xwe werbigirin, lê belê nêzîkatiya me bi vî rengî ye. Eger yên li hemberî me jî bi vî rengî nêzîk bibin, baweriyê bidin, qanûnên cihê baweriyê amade bikin, hingî em ê berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Ji bo li Tirkiyeyê komareke demokratîk ava bibe em ê wezîfeyên xwe hemûyan pêk bînin. Em ê tevlî komara demokratîk bibin.

Hevalên hêja, gelê me yê bi rûmet!

Em bi ruhê aştî û civaka demokratîk salvegera 41’emîn  Pêngava 15’ê Tebaxê pêşwazî dikin. Ev yek pêngavek e. Pêngava aştî û civaka demokratîk e. Bi vî ruhî em 15’ê Tebaxê pêşwazî dikin. Bêguman ev yek encamek e, destpêkek nupî nû ye. Li ser bingeha Pêngava 15’ê Tebaxê em dest bi dema nû dikin. Em bawer dikin ku bi vê pêngava Rêber Apo re wê li Kurdistanê, Tirkiyeyê, Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê pêşketinên girîng pêk werin. Di çarçoveya modernîteya demokratîk de, têkoşîna neteweya demokratîk û sosyalîzma civaka demokratîk wê li her derê hîn mezin û xurt bibe. Wê rêya Tirkiyeyeke demokratîk û komareke demokratîk vebe, xurt bibe.

Ev yek di heman demê de zemîna mezinkirina yekîtiya neteweyî û doza azadiyê ya li Kurdistanê ye. Lewma Rêber Apo ji bo yekîtiya neteweyî bang kir. Em banga Rêber Apo dubare dikin. Di vê dema dîrokî de divê em yekîtiya neteweyî ya Kurdan biafirînin. Divê em vê demê bi yekîtiya demokratîk û neteweyî tacîdar bikin. Ev yek bendewarî û hêviya gelê me ye. Di heman demê de li ser bingeha perspektîfa neteweya demokratîk a bi gelên cîran re em ê aştî û xwişk-biratiya rasteqîn biafirînin.

15’ê Tebaxê encamên bi vî rengî yên girîng afirandiye. Li ser vê bingehê, li ser bingeha neteweya demokratîk divê em stratejiya siyaseta demokratîk a nû bi ser bixînin. Ji bo vê jî ruhê 15’ê Tebaxê divê. Ruhê 15’ê Tebaxê ruhê serketinê ye, fedakarî ye. Di vê demê de pêwîstî bi vî ruhî heye. Divê gelê me, welatparêz hemû vê demê bi vî rengî binirxînin û tevlî bibin.

Em li ser vê bingehê careke din Cejna Vejînê li we hemûyan pîroz dikin, di têkoşîna demê de serketinê dixwazin û silav û hurmetên xwe pêşkêş dikin.

Bijî, bijî ruhê 15’ê Tebaxê!

Bijî, bijî Serok Apo!

Bi can, bi xwîn em bi te re ne ey Serok!

Bê Serok jiyan nabe!

Şehîd namirin!

Jin, Jiyan, Azadî!”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Lihevkirina li hemberî qirêjîtiya plastîk pêk nehat: Fransayê bi tundî nerazîbûn nîşan da
Nûçeya Pişt re ROJEVA 15’Ê TEBAXA 2025’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Yekîtiya Rojnamevanên Elman nerazîbûn nîşanî qetilkirina rojnamevanên Kurd da

Yekîtiya Rojnamevanên Elman nerazîbûn nîşanî qetilkirina Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn da û diyar kir…

Ji aliyê Stêrk TV

DEM Partiyê pêşengên tevgera şoreşger a Tirkiyeyê bi bîr anî

Desteya Rêveber a Navendî ya DEM Partiyê pêşengên tevgera şoreşgerî ya Tirkiyeyê Denîz Gezmîş, Huseyîn…

Ji aliyê Stêrk TV

Îlham Ehmed: Divê em mil bidin aştiyê

Seroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed got,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Nobeta Mexmûrê 983 roj in didome: Rojbûna Rêber Apo pîroz be

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li ARSÎSA ku perwerdeya Kurdî dide, cezayê pere hat birîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Rojnamevan û aktîvîstên Şengalî: Divê parastina Êzidiyan û rêveberiya wan hebe

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Navê hebûna bi kedê: Harûn Cûdî

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?