În, 7 Sermawez 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Uruguayê ‘Sosyolojiya Azadiyê’ hate nasandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdevka DEM Partiyê: Dem hatiye ku li Abdullah Ocalan bê guhdarîkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîroknasê Îtalî Gentile: Gava PKK’ê hêvî geş kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji HBDH’ê daxuyaniya Şoreşa Cotmehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo pênûs diyarî Suryanî û Êzidiyan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bajarê Annecy hemwelatiya rûmetê da Nergis Mihemedî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    HPG NRÇ: Wezîfeyên xwe bi serketî bi cih anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yaser Dersîm: Fermandar Şivan di jiyanê de mamosteyek bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Leyla Ehmed: Dixwazin biyaniyan li ser ewlehiya Sûriyeyê bikin gef

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li Herêma Kurdistanê pêwîstî bi hezar û 516 navendên hilbijartinê heye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malbatên Şehîdan: Bi bêdengiyê pêvajo nameşe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Kedkarek bû ku rastiya gerîla bi belge dikir’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    YJK-E: Qetilkirina Dîlan encama sîstema dewleta mêr e

    Ji aliyê Stêrk TV

    25 jin û zarokek hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwendekar her roj ji bo Rojîn Kabaîş di çalakiyê de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ û Meclisa Jinan a PYD’ê komxebatek hevpar lidar xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star ji bo jinên El Faşêrê bang kir: Em bi we re ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Eleqeya ji bo Kurdî kêm dibe: Xwendin divê zêde bibe!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Swîsre ji Mîhrîcana Çanda Kurd re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Awazên Çiya albûmekê nû derdixe: Têkoşîn û berxwedan bêyî hunerê nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Viyanayê ‘Serçavan-Rojên Film destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Farqîn Azad li Parîsê sala xwe ya 35’an a hunerê bi konsereke bi coş pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Şehîd Herekol bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > ‘Hevalê Riza hem mamoste, hem fermandar hem jî hevrê bû’
Kurdistan

‘Hevalê Riza hem mamoste, hem fermandar hem jî hevrê bû’

Ayten Dersim bal kişand ser kesayetiya pir alî ya Riza Altûn û got, "Di nava jiyanê de hem mamoste, hem fermandar, hem jî rêveberekî pêşeng bû."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Îlon 2025 Dema xwendinê: 13 dq.
Parvekirin

Ayten Dersim qala hevrêyê xwe Riza Altûn kir ku 25’ê Îlona 2019’an şehîd bû, bal kişand ser rola wî ya di nava têkoşîna azadiyê de û got, “Hevalê Riza di nava jiyanê de hem mamoste, hem fermandar hem jî rêveberekî pêşeng bû.”

 

Nirxandina Ayten Dersim bi vî rengî ye:

“Hevalê Riza ku yek ji pêşengên têkoşîna me ya azadiyê ye, di salvgera şehadeta wî de bi hurmet bi bîr tînim. Weke hevrêyeke wî, destketî û vê têkoşîna azadiyê ya ku ew tê de meşiya weke deynekî dibînim û diyar dikim ku em ê rêwiyên wê rêyê bin.

Hevalê Riza yek ji pêşengên tevgera me bû. Em ji pêşengên tevgera xwe bi bandor bûn. Bi taybetî berxwedana wan a li zindanan, dilsoziya wan, mezinkriina têkoşîna li zindanan li derve, gihandina têkoşînê li nava gel em hemû zane kir. Û dikarim bibêjim ku em ji hevrêyên berxwedêr ên li zindanan bi bandor bûn, bi vî rengî me têkilî bi têkoşînê re danîn û li her qada têkoşîna azadiyê li ber xwe dan.

JI BO PARADÎGMAYA NÛ KEDEKE MEZIN DA

Me hevalê Riza bi berxwedana li girtîgehê, bi têkoşîna wî ya li wê derê nas kir. Bêguman piştî sala 2000’î me bi şexsî jî ew nas kir, li heman zemînê têkoşîn meşand. Wê demê manîfesto, parêznameyên Rêberê me hatibûn. Ji bo fêhmkirinê me dixwend, nîqaş dikir û bi wê berpirsyariyê radibûn ku ji hêzê re ragihînin. Di nava hêzên me hemûyan de yan jî di nava rêveberiyên me de yê ku herî zêde parêzname hevok bi hevok fêhm kir û vegot hevalê Riza bû. Yanî asta wî ya vegotinê, asta wî ya fêhmkirina bi civatê re bilind bû. Ji aliyê zanekirina di paradîgmaya nû, stratejiya nû, felsefeya nû û hêza nû ya Rêbertî de kedeke mezin dida. Gelekî hewl dida. Timî digot, parêzname bi fêhmkirinê dikare bê vegotin. Lewma her yek ji me dema ku vedigot, li rûpelên parêznameyê dinihêrî û vedigot. Lê belê hevalê Riza ew danheviya felsefî ya kûr a Rêbertî, nêrîna wî ya dîrokî bi rengekî bêhempa vedigot. Mirovan dema lê guhdarî dikir, di nava wê dîrokê de bi hev re dimeşiya.

Mînak, dema ku qala modernîteya kapîtalîst dikir, xwedî kûrahiyeke bêhempa bû. Yanî kapîtalîzmê ji şert û mercên destpêkê heta niha di nava civaka de çi bi xwe re anî, çi kir, çawa dest li mirovahiyê werda, bi hemû detayên xwe vedigot, ji bo vê ked dida, dikete nav hewldaneke bêhempa.

Bêguman pêwendiya vê yekê bi wesfên wî yên pêşengiyê re hebû, bi naskirina Rêbertî, vegotina Rêbertî re hebû. Lewma hevalê Riza rastiya Rêbertî ji parêznameyan vedigot. Yanî xwedî kûrahiyeke bêhempa bû. Ji ber ku her yek ji me hin beş vedigot, yanî me temamî venedigot. Her hevalekê/î beşek vedigot, lê belê hevalê Riza hemû vedigot.

Hevalê Riza xwedî wesfên bi vî rengî yên pêşengiyê bû û yek ji wan hevalan bû ku xwedî sekna rêveberiya pêşeng bû. Bêguman ji koma destpêkê heta roja îro xwe da vê meşê, di vê meşa heqîqet û azadiyê de bêteredût meşiya, qet dudil nebû, bi vî rengî tevlî bû.

BANDOR LI HER DERDORÊ KIR

Serketineke din a hevalê Riza ew bû ku bi rastî jî bi her beşên civakê re xwedî diyalogeke girîng bû. Li her cihê ku lê bû bandor dikir. Bi pirsgirêkên gel, bi daxwazên gel dihesiya, fêhm dikir û li gorî wê jî diyalog datanî. Mînak di nava karên civakê de xwedî taybetmendiyeke bingehîn a bi vî rengî bû. Bêguman ev tê çi wateyê? Tê wateya taybetmendiyên bingehîn ên şoreşgerekî. Bi hevalan re diyalogên girîng datanî, parve dikir, vedigot, nîqaş dikir, bêrawestandin diaxivî, bi civakê re diyalog datanî. Hevalê Riza di kîjan karî de, li kîjan qadê, li kîjan parçeyî ma, roleke diyarker lîst an jî bandor kir. Her cihê ku em diçûn wê derê hevalan jî gel jî li hevalê Riza dipirsîn.

Bêguman aliyekî din ê bedew ê hevalê Riza aliyê wî yê heneko bû ku divê bi her şoreşgerî re hebe. Di dema vegotina dersan de, di sohbetê de henek dikir. Bi vî rengî dikir ku baştir bê fêhmkirin.

Hevalê Riza xwedî danheviyeke gelekî cidî ya agahiyan bû. Ne tenê agahî bû. Xwedî sekn û tevlîbûneke bêhempa bû ku ev yek vediguheran hişmendiyekê. Têkiliyên wî yên bi hevalan re di wê astê de bûn. Hevrêyekî rasteqîn bû. Qîmet dida hevrêyên xwe, perwerde dikir, bi pêş ve dibir. Xwe ji wî alî ve berpirsyar didît. yek ji taybetmendiyên bingehîn ên şoreşgeran jî ew e. Li pêşberî hemû hevrêyên xwe, xwe berpirsyar dibîne, hevrêyên xwe perwerde dike, bi pêş ve dibe, zane dike.

JI HER ALÎ VE XWE LI PÊŞBERÎ HEVRÊYÊN XWE BERPIRSYAR DIDÎT

Di nava jiyanê û tevlîbûnê de gelekî dilnizm bû. Yek ji wan hevalan bû ku hîn ji asta koma destpêkê heta niha meşiya. Yanî nedigot, ez ê filan karî bikim, filan karî nekim; ji tevahiya jiyanê xwe berpirsyar didît. Ji dayina çayê ji bo hevrêyeke/î xwe heta bi xizmeta hevrêyan, bersivdayina li pêwîstiyên hevrêyan, xwe berpirsyar didît. Ev hemû ew taybetmendiyên bingehîn e ku Rêberê me di nava milîtanan, di nava milîtanên vê tevgerê de afirandiye. Rêbertî dixwaze vê yekê di kesayetiya me de biafirîne; yek li pêşberî hevrêyên xwe berpirsyar be, du; dilnizm be, sê; li pêşberî wezîfe û berpirsyariyên şoreşê xwe zane bike, amade bike û li gorî wê tevlî bibe. Ew xwedî sekneke bi vî rengî bû. Di dîplomasiyê de weke dîplomatekî, di karên civakî de weke rêberekî gel, di nava karê partiyê de jî perwerdekarekî bêhempa bû.

Ji bo vegotina Rêbertî û fêhmkirina paradîgmayê bi derdorê di nava hewldaneke bêhempa de bû.

Hevalê Riza yek ji pêşengên vê tevgerê bû. Yanî di vê mijarê de bi xwe re di nava têkoşîneke mezin de bû, weke ku min got, yek ji taybetmendiyên wî yên bingehîn ên şoreşgerî civakîbûna wî bû.

Di dersan de timî qala rastiya Rêbertî dikir. Digot, rastiya Rêbertî belê tê vegotin, lê belê li gel vegotinê divê mirov bijî. Yek ji taybetmendiyên bingehîn ên ku Rêbertî kir Rêbertî, fedakarî ye. Yanî dema ku milîtanan xwe feda kir, hingî dikarin berpirsyariyên xwe bi cih bînin û xwe li gorî vê bi pêş bixînin. Pêwîstiya wê bepirsyariyê jî barê wezîfe û berpirsyariyê giran dike. Li gorî pê berpirsyariyê xwe di hemû karan de berpirsyar dibîne.

Ji ber vê yekê dema ku qala taybetmendiyên Rêbertî hemûyan dikir, ev jî digot. Taybetmendiya Rêbertî nayê jiberkirin. Bi rengekî kronolojîk nayê vegotin. Rêbertî komunalîte ye. Rêbertî feraseteke jiyanê ya kolektîf e. Rêbertî ew Rêbertî ye ku ev tevger, ev gel kir malê mirovahiyê. Lewma li destnîşan dikir ku jiyana bi şexsîi lîberal û li gorî xwe û gotina, bi vê jiyana xwe dilsozê Rêbertî me, durûtiyeke cidî ye.

ŞEHADETA WÎ JI BO ME HEMÛYAN GELEKÎ GIRAN BÛ

Mînak, yek ji taybetmendiyên herî bingehîn ên hevalê Riza ev bû: Gelekî eşkere digot, yanî ast, rewş, kêmasî û pirsgirêka kê çi be, bi eşkere jê re digot. Ev jî digot; eger ez nebêjim ew kes wê xwe nebîne. Gelekî eşkere digot. Ji bo karibe şexs ber bi rastiya xwe ve bikişîne. Ev yek rêbazeke Rêbertî ye. Ji ber ku Rêbertî em, kadro bi nirxandinê û çareserkirinê gihand. Timî bi rengekî sosyolojîk dinirxand, piştre bi dîrokê re dighand vê rojê û di roja îro de jî diyar dikir ku divê çi be. Lewma hevalê Riza bi vê zanî bû; we xwe dane gerîla, xwe dane têkoşînê lê bi qasî vê fedakariyê we xwe bi pêş nexistine. Bi qasî fedakariyê we xwe mezin nekirine. Meşek we heye, lê belê ew meşa we ber bi ku ve diçe, dibe malê çi, çi bi pêş ve dibe, çi mezin dike. Digot, di vê mijarê de hûn zêde kûr nînin. Dema ku paradîgma bi rengekî yekpare vedigot, nîşan dida ku kadroyekî neteweya demokratîk divê xwe çawa bi rêxistin bike, di kesayetiya xwe de çi bi pêş ve bibe, çi mezin bike û çawa li hemberî modernîteya kapîtalîst têbikoşe.

Ji ber vê jî hebûna hevalê Riza ya di nava vê tevgerê de, meşa wî ya li nava tevgerê, berpirsyariya wî ya li nava tevgerê, meşa wî ya li nava tevgerê bi rastî jî diyarker bû. Ji ber vê jî şehadeta wî ji bo me hemûyan gelekî giran bû, ji bo gelê me, ji bo civaka me, ji bo hemû kadroya gelekî giran bû. Bêguman ev yek nîşan dide bê dijmin çiqasî ji têkoşîna me, meşa me, fikrê me ditirse. Yanî ji ber ku hevalê Riza ji pêşengên vê tevgerê bû êrîşî wî kirin.

Ya ku dikeve ser milê me çi ye? Weke hevrêyên wî, weke hevalên wî pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî, serxistina têkoşîna vî gelî ku wî nîvco hişt, wezîfeya me ye. Hevalê Riza timî digot, azadiya fîzîkî ya Rêbertî serxistina vê têkoşînê ye. Ev yek timî digot. Hinceta me ya jiyanê, hinceta me ya têkoşînê, hinceta me ya hebûnê ye, pêkanîna jiyana azad a gelên me ye. Em pêşengên vê ne.

Hevalê Riza li gelek qadan ma. Yanî ji Bakur heta Başûr, Rojhilat, Ewropa û dîplomasiyê. Di her karî de bêguman xwedî rêbazeke encamgir bû. Heta ku neqedîne dest jê bernedida. Hem ji aliyê têkoşîna li gel hevalên xwe, hem ji aliyê zanekirin û gihandina wan, hem jî ji aliyê kar ve.

DIVÊ EM KARIBIN BIBIN HEVRÊYÊN ŞEHÎDAN

Lewma dixwazim vê yekê bibêjim. Em bi bandora pêşengên xwe tevlî vê têkoşînê bûn. Ev tevger bû malê bi milyonan mirovî. Xwedî, pêşeng û nirxên vê tevgerê şehîdên me ne. Divê em karibin bibin hevrêyên şehîdan.

Bi qasî giraniya şehadeta hevalê Riza berpirsyariya me jî giran e. Şehadeta hevalê Riza bi rastî jî barekî giran da me hemûyan. Lewma weke hevrêyên hevalê Riza, divê em vê têkoşînê teqez bi se bixînin, têkoşînê mezin bikin, têkoşînê hîn bêhtir bigihînin civakê û azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêk bînin.

Lewma hemû vegotinên dersan û civînan ên hevalê Riza niha ji aliyê hêzên me bi baldariyeke mezin têne guhdarîkirin. Bêguman beriya şehadeta xwe jî bi vî rengî bû, bi şehadeta wî re hîn bêhtir hate guhdarîkirin. Weke hevrêyên hevalê Riza em careke din soz didin wî ku hemû vegotinên wî, gotinên wî, sekna wî ya li nava jiyanê, eşqa wî ya dilsoziyê ji niha û pê ve hilgirin, bi wê berpirsyariyê rabin û bi rengekî hêja bi cih bînin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Hunermendê Arjantînî Racca: Gelek tişt hene ku Abdullah Ocalan hînî me bike
Nûçeya Pişt re Yaman: Divê Iraq demildest dest ji kiryarên xwe berde
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

PYD: Serhildana 12’ê Adarê bingeha şoreşa Rojava ye

PYD'ê ji ber salvegera 20'an a komkujî û serhildana Qamişloyê daxuyaniyek da û got, "Hem…

Ji aliyê Stêrk TV

Salih Gedo: Rojeva esas azadiya Rêberê Abdullah Ocalan e

Sekreterê Giştî yê Partiya Çep a Demokratîk a Kurd a Sûriyeyê diyar kir ku azadiya…

Ji aliyê Stêrk TV

Berxwedana li taxên Wanê: Qeyûm bicehime!

Gelê Wanê li hemberî desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li taxan bi vêxistina agir…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

HPG NRÇ: Wezîfeyên xwe bi serketî bi cih anîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Yaser Dersîm: Fermandar Şivan di jiyanê de mamosteyek bû

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Leyla Ehmed: Dixwazin biyaniyan li ser ewlehiya Sûriyeyê bikin gef

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Li Herêma Kurdistanê pêwîstî bi hezar û 516 navendên hilbijartinê heye’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?