Ji hevalên wî yên têkoşînê Huseyîn Karakoçan yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Riza Altûn di salvegera şehadeta wî de bi bîr anî ku 25’ê Îlona 2019’an di êrîşên dewleta Tirk de şehîd bû.
Nirxandina Huseyîn Karakoçan bi vî rengî ye: “Hevalê Riza hevalekî me yê herî kevne, ku weke hevalekî destpêkê tê hesibandin. Hevalê Riza tevî ku zarok bûye jî bi hestên xwe yên şoreşgerî û dijî faşîzmê timî li hember desthilatdariyê sekinî ye û herdem kesekî ku devdora xwe rêxistinkirî ye û ev yek di nav tevgera me da timî tê ziman û em jî wisa bûne şahidê van gotinan. Hevalê Riza di nav rêxistina me da wekî kesekî tolgir tê zanîn. Ji ber ku ew kesên ku ketine nava îxanetê û destên wan di nav xwîna hevalan û gel de ne, li hember wan ji bo tolhildanê û cezakirina wan kesê yekem ku tê bîra me hevalê Riza ye.
Û meraqa min li hemberî hevalê Riza hebû, dema hevalê Riza ji Ewropayê vegeriya ez pê hisiyam ku hat. Û dema ku me hev dît wekî ku bi salan e em hev nas dikin û wî germahiyek mezin nîşanî min da û vê yekê bandoreke zor li ser min kir û bi vî rengî hevaltiya me destpê kir.
Hevalê Riza kesekî yekalî nebû, berovajî yekî piralî bû, di nîvenga de li gorî rewşê tevdigeriya û xwedî jîrahiyek tûj bû. Nirxandinên hevalê Riza pir xurt bûn, di analîza derbarê keseyatiya merivan de wekî sarafan bû. Dema ku analîza derbarê kesayetiya min dikir min didît ku di analîzên xwe yên derbarê min de pir rast e. Ne tenê analîzên ji bo min lê analîzên ku ji bo gelek hevalan dikir jî pir li cih bû. Di vê mijarê da hevalê Riza bi kê re danûstandin kiriye bandorek li ser çêkiriye.
Hevalê Riza di şoreşgeriya xwe de kesekî bi înîsiyatîf bû û kesekî bêdudilî bû. Hevalê Riza bîranînê xwe ji me re digot; dema ku berpirsiyarê Wargeha Mexmûr e, her wisa berpirsiyarê Iraqê û Rojhilata Navîn e jî û wekî ku tê zanîn Wargeha Mexmûrê ji gelê me yên bakurê Kurdistanê ango gelê me yên Botanê pêk tê ku ev gelê me ji ber dewleta tirk a dagirker koçî vê derê kirine. Her wisa wê demê di navbera me û PDK, YNK’ê de pirsgirêk hebûn, ji ber vê yekê kesên di wargehê de gelek berdêl jî dan. Û hikûmeta Iraqê wê demê bi dewleta Tirk re dîplomasiyek dikirin, dewleta Tirk di dema Sedam de pir dîplomasiyek mezin dikir ku ji bo zextê li ser hikumetê bike û vê wargehê belav bikin. Hewl didan bi lîstikan wê wargehê bidin belavkirin.
Wê demê li ber Çemê Dîcleyê bi awayekî lîstokî dibên em ê wargehê bidin gelê Mexmûrê û bi vî awayî hikûmeta Iraqê soz dide hevalê Riza, lê li ber Dicleyê berê gel didin ciyekî din û nahêlin biçin wargehê. Lê dema hevalê Riza dibîne ku lîstikên wan zor xirabin helwestekî pir mezin nîşan dide, û di wê demê generalê ku muxatabê hevalê Riza ye ango muxatabê me ye, Hevalê Riza şûşeyekî li nav çavê wî dixe û vê yekê bêdudilî dike. Ji ber ku êşa gel bandoreke mezin li ser wî çêkiribû. Û derbarê hevalê Riza de tê gotin ku ev gotina Sedam e: heke du kesên weke hevalê Riza hebûna min ê Rojhilata Navîn fetih bikira.
Hevalê Riza tevî wan şert û zirûfên zor jî, ji bo ew wargeh belav nebe ew îqna kirin û ew der bû keleha berxwedanê, di vir de sekna hevalê Riza diyarker bû.
Hevalê Riza heft salî heta heftê salî ji herkesî re vekirî bû, bi herkesî re dida û distand. Her wiha kesekî hestiyar bû jî û dema kêmasî dikir xwe rexne dikir. Her wisa nêrînên wî yên derbarê Rojhilata Navîn de pir kûr bûn û tiştekî din min xwe li cem wî pir rihet hîs dikir û hevalekî pir kolektif bû û sosyalîstekî mînak bû û hember hevalên xwedî ked gelekî rêzdar bû. Berovajî hember yên bêked xwedî rexne û hesab bû. Û ji bo wî hevalê ku di nav kêmasiyan û valahiyê de ye bikişîne cem xwe jiyanê pê bide hez kirin rêxistinê pê bide fam kirin aliyê xwe ê mîzahî bi kar dianî. Yanê jiyana gerîlatî, jiyana şoreşgertiyê pê dida hezkirin.
Ji ber vê jî hevalê Riza em çiqasî li ser biaxivin jî bi gotina em nikarin jê re bibin bersiv. Lê di dîrokê da gelek berdêl hatin dayîn û yek ji van berdêlên mezin jî hevalê Riza ye. Bi vê munasebetê em wan bi bîr tînin û her çiqasî me xemgîn dikin jî em hêza xwe ji wan digirin û ev hevalên destpêkê. Dema em dîroka tevgera xwe dinirxînin ev hevaltiya wan hevalan bi hev re rojên destpêkê yên zor û zehmet de meşandin û îro ew ala kû wan rakiribû hewce ye were rakirin. Em xwe deyndarê van hevalan dibinin û em vî deynê xwe hember van hevalan çawa bidin.
Ji ber ku di destpêkê de hevalên wan şehîd ketin û wan ev doz meşandin û xwedî mîrateya şehîdan derketin. Ev yek heta roja me anîn û em hîmî vê çandê kirin û vê çandê, me ji van hevalan girt. Bi vê çandê em maneviyata xwe ji van hevalan digirin. Û em bi vî rengî şopa van hevalan dinirxînin û li ser vê şopê dimeşin.
Wekî ku me gotibû em çiqasî van hevalan nîqaş bikin jî gotin têrê nake û em nikarin bibin bersiv jî. Lê van hevalan dîrok dan nivîsandin û ji bo Kurdistanê herkes ji van hevalan serbilind e. Ala ku wan rakiriye em îro bi serbilindî xwedî lê derdikevin û em xwe bi şans dibînin ji ber ku em rêhevalên wan in. Ji bo me şansekî mezin e me bi wan hevalan ra danûstandin kir. Ji bo Kurdistanê jî serbilindiyek e, ji ber ku xwedî van kesan e. Ev gel serbilind e, ji ber ku ev zarok û lehengên vî gelî ne. Hevalê Riza û pakrewanên vî gelî em careke din bi bîr tînin. Em soz didin ku em ê şopa wan de bimeşin û bîranînên wan bi cih bînin.”