Sêşem, 10 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dayika girtî Omer Hayrî Konar jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Temellî: Bendewariya her kesî qanûneke înfazê ya wekhev e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Stenbolê ji bo Newroza ‘Azadî û Yekîtiyê’ bang

    Ji aliyê Stêrk TV

    DYE’yê ji bo Bakurê Kurdistanê hişyariya seyahetê da!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroza 2026’an wê bi dirûşma ‘azadî û yekîtî’ were pêşwazîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bexdayê dronek ket baxçê malekê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endamê CPT Osman: Artêşa Tirk baregehên nû li Başûrê Kurdistanê ava dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta li Mexmûrê di roja 964’an de berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çiyayê Benî Herîr hat bombekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Deklarasyon: Agirê Newrozê bi îradeya yekîtiya neteweyî gur dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Strana Newrozê hate nasandin: Newroza Serfiraziyê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Rapora Dîlan Karaman: Mirin di encama dorpêçeke pir qatî pêk hatiye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mala Kurdan a Moskowê şahiya 8’ê Adarê hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komuna Jinan a Jina Emînî şahiya 8’ê Adarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Tambov û Saratovê 8’ê Adarê hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zozan Çewlig: Bi ruhê ‘Jin, Jiyan, Azadî’ em ê têkoşîna xwe bi ser bixin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Montevideoyê peyama piştevaniya enternasyonalîst hate dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Şeva fîlman a Rojên Çanda Jinên Kurd ên Berlînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd: Sembola bîra kolektîf, Govend

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên jin: Xeta YPJ’ê ya herî pîroz e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Li Rojhilata Navîn krîza şaristaniyê û çareseriya şaristaniya demokratîk’ êdî bi Spanî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara destpêkê ya rojnameya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Heidelbergê konseran piştgiriyê ya ji bo Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Li Hewlêrê bi drone êrîşî otêlekî hat kirin
Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’
Bircên weşanê yên li Çiyayê Zimanko hate bombekirin
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Hevdîtina DEM Partî-CHP’ê bi dawî bû
Rojane

Hevdîtina DEM Partî-CHP’ê bi dawî bû

Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê hevdîtin bi Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel re kir. Ozel diyar kir ku wê tevkariyê bike û divê gavên demokratîk û qanûnî bêne avêtin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 7. Çile 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Parlamenterên Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Bûldan û Sirri Sureyya Onder ku 28’ê Kanûnê li Girtîgeha Girtî ya bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê hevdîtin bi Rêber Apo re kirin, li gel Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ku wezîfeya wî hatiye desteserkirin û qeyûm li şûna wî hatiye danîn, li Meclîsê hevdîtinên xwe yên bi partiyan re dewam dikin.

Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê saet di 10:30’î de li Meclîsê bi Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel re hevdîtin kir. Li gel Ozel her wiha Serokwekîlê Koma CHP’ê Gokhan Gunaydin, Sekretera Giştî ya CHP’ê Selîn Sayek Boke û Alîkara Serokê Giştî yê CHP’ê Gokçe Gokçen heyeta DEM Partiyê pêşwazî kirin.

OZEL: EM Ê TEVKARIYÊ LÊ BIKIN

Hevdîtinê bi qasî saetek û 35 deqeyan dewam kir û piştî hevdîtinê Ozgur Ozel û Sirri Sureyya Onder daxuyanî dan.

Ozgur Ozel got, “Me heyeta xwe ya hêja kir mêvan. Me li wan guhdarî kirin. Têkildarî pêvajoya heyî, ji bo çareseriya pirsgirêka ku 50 sal in li Tirkiyeyê dewam dike, ji bo bidawîkirina barîna rondikên çavên dayikan, ji bo careke din şehîd neyên dayin, windahî neyên dayin, weke Partiya Gel a Komarê em amade ne tevkariyê li hemû gavên bêne avêtin bikin, ku me ev yek beriya niha jî anîbûn ziman. Me ev fikrê xwe ji heyeta hêja re parve kir. Me bendewarî, fikar, nêrînên xwe yên erênî, rexneyên xwe bi şênberî ji heyetê re ragihand. Pêşniyar û helwesta xwe ya ji niha û pê ve jî me parve kir. Bi kurtasî li gorî helwesta me ya hevgirtî ya dîrokî divê pêvajo di çarçoveya Meclîsê de, bi pêşengiya Meclîsê bê meşandin. Di vê mijarê de fikareke me, fikrekî me yê cuda nîne. Ji bo gavên ji niha û pê ve bêne avêtin me bi wêrekî got, pêwîstî bi karê komîsyoneke xurt heye ku hemû partiyên siyasî yên li meclîsê di nav de hebin.”

‘DIVÊ GAVÊN DEMOKRATÎK Û QANÛNÎ BÊNE AVÊTIN’

Ozel bi dewamî got, “Me got, mutabaqata civakî girîng e, divê hesasiyetên civakê li ber çavan bêne girtin û li gorî vê yekê gav bêne avêtin. Me beriya niha gotibû, mebesta me ji mutabaqata civakî ew e ku tevahiya civak di nava pêvajoyê de hebe. Bi taybetî bêyî ku malbatên şehîdan û gazî li derve bêne hiştin û fikarên wan neyên dîtin, divê mekanîzma bêne avakirin ku ew jî karibin fikarên xwe bînin ziman.”

Ozgur Ozel got, “Gavên ji niha û pê ve bêne avêtin divê hem demokratîk bin, hem jî qanûnî bin” û bi vî rengî dewam kir, “Ya girîng ew e ku rijandina xwînê û rondikên çavan bê rawestandin, destûr neyê dayin ku Tirkiye bi temamî winda bike, em bi hev re karibin bi hêvî li siberojê binihêrin. Em vê hêviyê diparêzin.”

ONDER: ME HEVDÎTINEKE BERFIREH KIR

Sirri Sureyya Onder jî got, “Me derfet dît ku hevdîtineke gelekî berfireh bikin. Me li pêşniyar, tevkarî û fikaran guhdarî kirin. Hemû jî hêja ne. Bi taybetî fikar û îtiraz ji piştgiriyê hîn bi wate ye. Ev yek hewldaneke derdoreke teng nîne, ji ber ku hemû civakê eleqedar dike divê em mutabaqatekê pêk bînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Xelkê Tirbespiyê ji bo piştgiriya bi QSD’ê re meşiya
Nûçeya Pişt re Heyeta Îmraliyê serdana Partiya DEVA kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

ROJEVA 25’Ê ADARA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Li Osmaniyeyê ji 6 kesên binçavkirî 3 kes hatin girtin

Di 16’ê Çileyê de Osmaniye jî di nav de, li dehan bajaran bi ser malan…

Ji aliyê Stêrk TV

Nasnameya 3 şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn hate eşkerekirin

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya 3 endamên xwe eşkere kir ku di encama…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Dayika girtî Omer Hayrî Konar jiyana xwe ji dest da

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Temellî: Bendewariya her kesî qanûneke înfazê ya wekhev e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji Stenbolê ji bo Newroza ‘Azadî û Yekîtiyê’ bang

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DYE’yê ji bo Bakurê Kurdistanê hişyariya seyahetê da!

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?