Hevdîtina navbera endamên Heyeta Îmraliyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Bûldan, Mîthat Sancar û endamê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol û Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davûtoglû destpê kir.
Ahmet Davûtoglû endamên Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê li ber deriyê Navenda Giştî ya Partiya Gelecekê pêşwazî kir. Heyet piştre derbasî salona hevdîtinê bû.

