Endamên Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder, Pervîn Bûldan û Ahmet Turk li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê serdana Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê berê Selahattîn Demîrtaş û Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê yê berê Selçûk Mizrakli kir.
Sirri Sureyya Onder piştî hevdîtinê daxuyanî da û wiha got: “Silavên Selahattîn Demîrtaş û Selçûk Mizrakli hene. Tendurîstiyên wan baş e. Piştgiriya wan a ji bo pêvajoyê tam e. Selahattîn Demîrtaş wê li ser hesaba xwe ya dijîtal jî daxuyaniya berfireh bide.”