Heyeta DEM Partiyê piştî ku li Îmraliyê bi Rêber Apo re hevdîtin kir, dest bi serdana lîderên partiyên siyasî kir.
Serkowekîlê Meclîsê yê ji Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Sirri Sureyya Onder û Parlamentera Wanê Pervîn Bûldan û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê yê qeyûm li şûna wî hate danîn Ahmet Turk bi Serokê Giştî yê Partiya Gelecek Ahmet Davûtoglû re hevdîtin kirin.
Heyeta DEM Partiyê beriya hevdîtina li navenda giştî ya Partiya Gelecekê li ber derî ji aliyê Davûtoglû û parlamenteran ve hate pêşwazîkirin. Hevdîtin li çapemeniyê girtî pêk tê.