În, 19 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îranê ceza li parêzer û xwendekaran birî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şaredarê Sîlîfkeyê û gelek kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şaredarê Adalarê û 40 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îbrahîm Aksoy ê piştî 30 salan azad bû: Civak li benda gava şênber e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Girtî û xizmên wan li samîmiyeta dewletê ya têkildarî pêvajoyê dipirsin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 19’Ê HEZÎRANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Hewlêr û Bexdayê peyman li ser sîstema ASYCUDA hate îmzekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê cezayê darvekirinê dan ciwanê 18 salî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kasim Erecî û Bafil Talebanî li hev civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilatê Kurdistanê 3 welatî hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnexê taziyeya fermandarê YBŞ’ê Kawa Şengalî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ferhat Dêrik û hevalên wî hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    NY: Li Efganistanê 30 jin hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nesrîn Akgul: ‘Krîza mêrtiyê’ sedema zêdebûna kuştina jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Brezîlyayê verastkirina gihîştina kurtajê ji bo zarokên mexdûrên destdirêjiyê hat betalkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E’yê ji bo Festîvala Jinan a Zîlan banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Dayikên Plaza de Mayo Lidia Almeida jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karwana Dayikan li Kasselê bi coş hat pêşwazîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Festîvala Jinan a Zîlan di sala 21’emîn de ye: Dem dema jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îngilistanê jin xwe ji bo Festîvala Jinan a Zîlan a 21’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji rojnamevan Îbrahîm Êzidî pirtûka ‘Sirek ji dilpakiya baweriya qedîm’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TevÇand Ewropayê têkildarî provokasyonên li dijî hunermend Diyar hişyarî da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ‘Festîvala Hurmetê’ performansa govendê ya zarokên Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Elewiyan a Brîtanyayê banga ji bo civaka demokratîk û aştiya bi rûmet

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Li Qadirkerem êrîşa çekdarî
Li Hewlêrê leşkerekî Îngilîz û yek jî DYE’yî mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Siyasetmedarên Kurd ji bo Rojava banga yekîtiyê kirin
Rojane

Siyasetmedarên Kurd ji bo Rojava banga yekîtiyê kirin

Siyasetmedarên Kurd li dijî êrîşên li ser Rojava agotin, "Em neçar in xwedî li van destketiyan derkevin" û banga yekîtiyê kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 6. Çile 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Siyasetmedarên Kurd anîn ziman ku rewşa nû ya li Sûriyeyê rû da yekîtî û yekparebûnê li Kurdan ferz dike û destnîşan kirin ku Kurd bi yekîtiyê dikarin êrîşên li ser Rojava bişikînin.

Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayettûlah Aşîtî û Şaredarê berê yê Xinûsê neviyê Şêx Seîd Hasan Basrî Firat li ser êrîşên li dijî destketiyên Kurdan ên li Rojava, siyaseta ji bo parastina van destketiyên Kurdan ji ANF’ê re axivîn.

Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayettûlah Aşîtî anî ziman ku firsendên li Sûriyeyê ji bo Kurdan hatine bidestxistin, derfeteke mezin ji bo sedsala pêş pêşkêş dike û got, “Eger stratejiyeke hevpar bê meşandin, gelê me yê li Sûriyeyê li gel hemû cihêrengî, bawerî û etnîkî dikare li hev kom bibe û bandorê li rewşa nû bike. Ev yekîtî jî wê firsendê bide Kurdan ku li qada navneteweyî bibin xwedî cihekî û nirxan bi dest bixin. Lê belê di nava şert û mercên vê demê de garantiya herî mezin hêzên leşkerî ne. Di halê hazir de Kurd li Sûriyeyê xwedî hêzeke leşkerî ne. Eger Kurdên li Sûriyeyê piştgiriyê bidin vê hêza leşkerî û li dora wê bibe yek hem li qada navneteweyî hem jî li Sûriyeyê wê karibin hebûna xwe hîn bi xurtî dewam bikin.

Ji bo Kurdan gelekî girîng e ku ders ji dîrokê bê wergirtin. Divê gelê Kurd şaşitiyên di dîrokê de hatine kirin bi her awayî binirxîne, dersê ji van şaşitiyan werbigirin û heman şaşitiyan dubare nekin. Mînak, di sedsala derbasbûyî de Kurd bi pey hesta biratiya olî ketin û şensê bûyîna dewletê ji dest dan. Di vê mijarê de gelek şîrove dikarin bêne kirin, lê belê bi kurtasî dikarim vê bibêjim: Siyaseta li ser biratiya olî tê meşandin, pêvajoya dewletbûna Kurdan asteng kir. Divê îro dest ji vê yekê bê derxistin, em nekevin nava heman şaşitiyê. Kurd divê bi neteweyên cîhanê re bê heman asta wekheviyê û li ser bingeha biratiya bi wan re bibin muxatab. Girîng e Kurd bi vê ferasetê tevbigerin.

Hin netewe xwedî dewletê ne, hinek jî dewleta xwe nîne. Di rewşeke bi vî rengî de biratiya ol ji bo niha nêzîkatiyeke rast nîne. Heta ku wekheviya rasteqîn neyê pêkanîn, biratî ava nabe. Piştî ku wekhevî pêk hat, biratî pêk tê. Pêşniyar û daxwaze me ew e ku Kurdên li Sûriyeyê di mijara dÎplomasî û yekîtiyê de zelal bin, li ser bingeha planên hevpar, stratejiya hevpar tevbigerin.”

BI RUHÊ BERXWEDANA KOBANÊ EM LI DORA DESTKETIYÊN ROJAVA BIBIN YEK

Hasan Basrî Firat jî ragihand ku bûyerên nû yên li Rojava bi yekîtiya gelê Kurd re wê veguherin destketiyeke mezin û bangeke bi vî rengî kir, “Li Rojava şerekî giran diqewime. Gelê me yê li wê derê 14 sal in li dijî DAÎŞ’ê û zaliman têdikoşe û destketiyên mezin bi dest xistiye. Ev destketî îro bi metirsiyeke mezin re rû bi rû ne. Dewleta Tirk bi rêya çeteyên xwe dixwaze vê derê hilweşîne û destketiyên me tine bike. Lê belê divê neyê jibîrkiin, ji bo gelê Kurd hêvî Rojava ye û destketiyên li wê derê ye.

Gelê me yê li Rojava ji bo xwerêvebirin û parastina ji zilma dewleta Tirk, dewletên Ereb û Fars rêveberiyek ava kirin, xweserî îlan kirin. Em neçar in xwedî li van destketiyan derkervin. Îro bi serkêşiya dewleta Tir zilm û şerekî mezin tê kirin. Mîna berxwedana li Kobanê li Rojava têkoşîneke ji neçarî dewam dike. Çawa ku gelê me li Kobanê bû yek û ev der kir keleheke berxwedanê, îro jî divê Kurd bi heman rengî li dora Rojava bicivin. Kurdistan bi çar parçeyan hatiye parçekirin. Ev rewş ne bi daxwaza me bû. Dijminên me, welatê me di nava Tirk, Eere bû Îraniyan de parçe kirin. Lê belê Kurdistan di dilê me de yek e.

Îro li Rojava bi saya fedakariya YPG û berxwedêrên din têkoşîneke girîng heye. Jin, ciwan û gelê me berdêlên giran dane. Niha jî dem hatiye ku em xweedî li bîranîna van lehengan derkevin ku li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê jiyana xwe ji dest dan. Li kîjan devera cîhanê dibin bila bibin divê em piştgiriya madî û manewî pêşkêş bikin. Divê em li dora bîranîna van lehengan bicivin û destê alîkariyê dirêjî Rojava bikin.

Çawa ku bi ruhê berxwedana Kobanê em têkoşiyan, îro jî divê em bi heman biryardariyê destketiyên Rojava biparêzin. Parastina van destketiyan tê wateya bidestxistina statuya gelê me. Bêyî statuyê jî azadî nabe, ev yek jî tenê bi yekîtiyê dibe. Partiyên me, rêxistinên me divê li dora armanceke hevpar bibin yek. Tenê bi vî rengî em dikarin mafê xwe, statuya xwe bi dest bixin û bi ser bikevin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Êrişên dewleta Tirk ên li ser Tişrînê bandorê li milyonan mirovî dike
Nûçeya Pişt re Hevdîtina heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê û Davûtoglû destpê kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Qamişloyê ji bo şehîd Goran û Zeyneb merasîm hat lidarxistin

Şêniyên Qamişloyê ji bo şehîd Goran Qamişlo û şehîd Zeyneb Têkoşîn li Pakrewangeha Şehîd Delîl…

Ji aliyê Stêrk TV

Salih Muslim: Peyman destpêkek e, divê gel hişyar be!

Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD’ê Salih Muslim, peymana di navbera QSD û Rêveberiya Şamê de…

Ji aliyê Stêrk TV

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Êrîş nayên qebûlkirin

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê, têkildarê êrîşên polîsan ên li dijî CHP’ê daxuyanî dan û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Îranê ceza li parêzer û xwendekaran birî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

‘Çareserî bi aştî û civaka demokratîk pêkan dibe’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Şaredarê Sîlîfkeyê û gelek kes hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Şaredarê Adalarê û 40 kes hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?