Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmedê bi serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re li Hewlêrê civiyan.
Hate ragihandin ku di civînê de wê rewşa li Rojava û êrişên li ser Rojava bêne nirxandin. Tê gotin, civîn dewam dike.
Her wiha tê ragihandin ku Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî û Nûnerê Taybet ê DYE’yê yê ji bo Sûriyeyê Tom Barrack wê îro li Hewlêrê li hev rûnên.

