Di vê çarçoveyê de Berdevka Meclîsa Jinê ya DEM Partiyê Halîde Turkoglu û heyeta pê re bi Berdevka Partiya Çep Îlknur Başer, endamên Yekîtiya Wekheviya Zayendî Serpîl Akpinar û Dilara Kurtuluş re hevdîtin pêk anîn.
Di civînê de girîngiya çareserkirina pirsgirêka Kurd bi awayê ku gelê Kurd dixwaze hate destnîşankirin û îşaret bi girîngiya bêdengkirina çekan û avakirina aştiyê hate kirin. Hate diyarkirin ku pirsgirêka Kurd birîna xwînrêj a welêt e û heta ku ev pirsgirêk neyê çareserkirin, demokratîkbûn û veguherînek sosyalîst a alîgirê kedê çênabe.
Di hevdîtinê de ji bo jiyanekî mirovî, wekhev û azad bang hate kirin.