Endamên şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) parlamenter Pervîn Bûldan, Mîthat Sancar û endamê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol li Meclisê serdana AKP’ê kir.
Şandeya Îmraliyê ji aliyê Serokê Koma AKP’ê Abdullah Guler, Berdevkê AKP’ê Omer Çelîk, Serokwekîlê Serokê Giştî yê AKP’ê Efkan Ala ve hat pêşwazîkirin.

