Li bajarê Zurih ê Swîsreyê, bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî, li Helvetiaplatzç çalakî hate lidarxistin. Çalakî bi dirûşmeya “Şerê we, xwîna me ye” hate lidarxistin û Hevseroka DBP’ê Çigdem Kiliçgun Ûçar jî beşdar bû.
Çalakî bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre Berdevka YJK-S’ Selma Surer axivî û diyar kir ku li Ewropayê jî tundiya li ser jinan dewam dike. Surer wiha got: “Tevî ku em li navînga Ewropayê jî ne, em dibînin ku li dijî têkoşîna ku tê dayîn, tundiya li ser jinan a fîzîkî û manewî dewam dike. Em jinên Kurd ku îro li vê derê hatin ba hev, di têkoşîna rawestandina vê tundiyê de bi biryar in. Her jina bêyî rêxistin, kêmasiya me ye. Armanca me ew e ku em hemû jinan birêxistin bikin.”
Piştre danezana ku ji aliyê YJK-S’ê ve hatibû amadekirin, ji aliyê çalakvan Ozen Aytaç ve bi zimanê Elmanî hate xwendin. Aytaç destnîşan kir ku 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî di siya pevçûn û şerên ku ji aliyê pergala cîhanê ya serweriya mêr ve hatiye şêwe dayîn de, tê pêşwazîkirin.
Di daxuyaniyê de îşaret bi rehendên tundiyê ya li ser bingeha zayendiya civakî hate kirin û hate gotin ku tenê di nava salekî de li Elmayayê zêdeyî 250, li Swîsreyê jî 28 jin di encama tundiya mêr de jiyana xwe ji dest dane û hate destnîşankirin ku li seranserê cîhanê her sal zêdeyî 80 hezar jin bi tundiya mêr tên qetilkirin.
Piştre Hevseroka DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar axivî. Ûçar bi Zaravayê Kirmanckî beşdaran silav kir û li ser 25’ê Mijdarê nirxandin kir: “Bi wesîleya 25’ê Mijdarê re hevdîtineke girîng bû. Ji Xwişkên Mîrabel heta Sara, Nagîhan û Gulîstanan, têkoşînek me ya siyasî heye ku bi jinên ku ji aliyê tundiya mêr-dewletê ve hatine qetilkirin, arastî ye. Divê îro ev mîrate di destê me de veguhere têkoşîneke mezintir.
Ûçar bal kişand ser girîngiya têkoşîna birêxistinkirî ya jinan û wiha got, “Tundî, amûreke girîng a di destê serweriya mêr de ye. Ji jiyana rojane heta qada giştî desthilatdariyê di destê xwe de digre. Zanîna ku civaka ku jin tê de ne azad be, ne azad e, ji bo me yek jî rênîşanderên herî girîng e.”
Ûçar têkildarî rewşa heyî ya li Tirkiyeyê wiha got, “Em îro bi hev re li Tirkiyeyê serdemeke taybet tecrube dikin. Li dijî şerê hatî kûrkirin, banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27’ê Mijdarê de, bi girîngî pê dayîna têkoşîn û azadiya jinan, rêbazeke nû ya têkoşînê pêşkêşî me dike. Ev rêbaz nîşan dide ku jiyaneke cuda pêkan e. Serketina wê bi mîrateya têkoşînê ya berê û xwedîderketina xurt a jinan a pêvajoyê, pêkan e.”
Ûçar bal kişand ser girîngiya Rêber Apo ya di pêvajoya aştiyê de û wiha got, “Gelê Kurd bi Rêber Apo re îradeya jiyana hevpar û hêviya aştiyê zindî girt. Aştî û azadî bi muxatabên xwe re pêkan dibe. Muxatabnegirtina Ocalan û neqebûlkirina aktorê sereke yê gel, di heman demê de dijberîkirina aştiyê ye. Aştiya rast bi muxatabê xwe re tê avakirin. Em bi dostên xwe yên jin ên ji Swîsreyê re ku di vê sarmayê de me bi tenê nehiştin, soz didin ku em ê jiyan û pêşerojeke nû bi hev re ava bikin.”
Çalakî bi pêşandana pandomîm ya hunermendên Hunera Mizgîn û dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.

