Hevserokê Giştî yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Xerîb Hiso derbarê rewşa dawî ya li Sûriyeyê, peymana 10’ê Adarê û gefên rayedarên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, ji ANF’ê re axivî.
Hiso bi bîr xist ku Hikûmeta Veguhêz a Suriyeyê di salekê de bawerî nedaye gel û got: “Îradeya gel li ber çavan nehat girtin. Sûriye welatekî yek netew û yek ol nîne. Gelek çand û pêkhate hene. Lê ev hatin înkarkirin, neyên qebûlkirin. Hikûmeta Veguhêz şopa rejîma Bees dişopîne. Komkujî çêbûn, hikûmeteke ku navê veguhêzbûnê li xwe kiriye, lê ji bo veguhestinê tu tişt nekiriye. Komên çete yên wekî DAIŞ’ê ber bi dawîbûnê ve diçûn, lê xwe nû kirin, niha di nava hikûmetê de ne. Hikûmeta veguhêz wê çi feyde ji van koman bibîne? Lewra gelê Sûriyeyê sala yekemîn bi êş derbas kir.”
‘PIRSGIRÊK LI ŞAMÊ YE’
Xerîb Hiso destnîşan kir ku ji bo çareseriya pirsgirêkan di navbera Şamê û Rêveberiya Xweser de peymana 10’ê Adarê hatibû îmzekirin û bandor çêkiriye, lê Şamê gavên pêwîst ne avêtine û wiha dom kir: “Dema mijar dibû Sûriye, hemû hêzên herêmî û navnetewî bal dikişandin ser peymanê. Peyman çareseriyeke demokratîk, modeleke modelek nû pêş dixe. Di xala yekemîn de hemû pêkhateyan binav dike û Şera jî îmze kiriye. Lê li ser erdê ev neketiye meriyetê. Pirsgirêk li Şamê ye, dema dor tê pêkanîna wê, paş de gav diavêjin, pêdiviyên peymanê pêk nayînin.”
‘EM AMADE NE LÊ TIRKIYE PÊŞIYA WÊ DIGIRE’
Hevserokê PYD’ê da zanîn ku ew ji bo çareseriyê amade ne, lê Tirkiye pêşî digere û wiha pê de çû: “Ji bo pêkanîna hemû madeyên peymanê, şandeyên me hazir in. Peyman wê engtegrasyonê çêbike, lê ev demokratîkbûn e, tenê parastin nîn e, beşên civakî, siyasî, aborî, jin û ciwanan hene. Mixabin ew tenê di aliyê leşkerî de israr dikin. Tirkiye pêşiya pêkanîna peymana 10’ê Adarê digire. Suriyeyê wekî parêzgehek xwe dibîne. Wisa nabe, tenê dibêje ‘peymana 10’ê Adarê, peymana 10’ê Adarê’. Em ê peymanê bi Şamê re jiyanî bikin. Eger Tirkiye di peymanê de israr dike, bila alîkar be, gefan neke. Peymanek hatiye îmzekirin û ev ji bo Sûriye û welatên cîran baş e. Tirkiye her tim dibêje ‘em ê QSD’ê bêçek bikin’. Ev merhele derbas bû. QSD’ê bi Şamê re gihişte astekê. Hemû derdoran erênî nirxandin, lê niha ji aliyê Şamê ve sekinî ye. Li gorî min Şam û Tirkiye nahêlin peyman bikeve pratîkê. Hakan Fîdan gefan li îradeya me dixwe. Berdevekê AKP’ê jî gefan dike. Ev keyfa komên tundrew ên nîjadperest tîne. Êrişî îradeya me dikin, gotinên nexweş dibêjin. Ev êrîş hêza xwe ji vê siyasetê digirin. Komên cur bi cur sor dikin û bi ser me de dişînin. Li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dorpêç heye. Kiryarên herî xirab li Efrîn û Serêkaniyê têne kirin da ku penaber venegerin. Hevdîtinên rêveberiya xweser û Şamê çêdibin, lihevkirin derdikeve pêş, lê Tirkiye mudaxele dike. Bi vî şêwazî tifaq çênabe.”
‘SIYASETA TIRKIYEYÊ JI BO PÊVAJOYÊ METIRSÎDAR E’
Xerîb Hiso bi bîr xist ku Tirkiye di nava pêvajoyeke nû ya hewldanên aştiyê de ye, lê li Suriyeyê tu gavên li gorî vê pêvajoyê ne avêtine, lewma ev dibe metirsiyek û wiha pêde çû: “ Rêber Apo bi banga xwe ya 27’ê Sibatê hemû herêm xist merhaleya guhertin, diyalog, lêgerina azadî û demokrasiyê. Hemû herêm û welat bi vê bangê re ketin merhaleyeke nû. Ev jî destjêberdana ji navendîbûn, qirkirin, şer û înkarê ye. Tirkiye jî ketiye nava vê pêvajoyê, çareseriyê nîqaş dike. Em jî piştgirî didin û hêvi dikin bimeşe. Lê siyaseta ku li Suriyeyê dimeşîne, ji bo vê pêvajoyê metirsiyeke mezin e.”
‘EGER ŞAM AMADE BE DÊ PÊŞKETIN ÇÊBIBIN’
Hiso diyar kir ku Suriye jî di pêvajoyek veguhestinê de ye, eger Şam xwe amade bike, dê pêşketinên pir mezin çêbibin û ev nirxandin kir: “Serê salê nêzîk dibe, mumkune ku bi aliyên tekildarî rewşa Sûriyê re li ser peymanê û pratikkirina wê bixebitin. Em di pêvajoyeke nû de ne, ev ne serdema şer, serdema çareserî, aştî û civakek demokratîk e. Li Sûriyeyê civakên weke Ereb, Kurd, Çerkez, Tirkmen, Xiristiyan, Asûrî, Suryanî, Durzî û Elewî hene. Ger çareseriyek hebe, divê ev hemû werin dîtin. Ji bo çareseriyek rastîn û pêkanîna peymana 10’ê Adarê, divê pêşî destûra Sûriyeyê were guhertin. Eger Tirkiye dixwaze çareseriyê li Sûriyeyê bibîne, bila diyalogê bi Rêveberiya Xweser û QSD re jî bike. Li Sûriyeyê bingehek ji bo aştî û diyalogê heye. Armanca me yekrêziya gelan e. Peymana me ya civakî heye. Sekna me li hemberî hemû êrîşan yek e. Fikreke nû, demokratîk e. QSD parçeyek ji vê ye. Ji Kurd, Ereb, Asûr, Suryan, Tirkmen, Êzidî û Xristiyanan pêk tê. Hêza parastinê ya jin heye. Bi Koalîsyona Navdewletî re li dijî DAIŞ’ê şer dike. Çavê hemû gel û pêkhateyên Sûriyeyê li vê modelê ye.”
Hevserokê PYD’ê Xerîb Hiso anî ziman ku tirsa Tirkiyeyê ji pergala civakî ya nû, ramana demokratîk û îradeya kolektîf a gel ku di 10-15 salên dawî de li Bakurê Sûriyeyê derketiye holê ye û wiha dawî li nirxandina xwe anî: “Ditirse ku ev model li seranserê Sûriyeyê belav bibe. Eger Tirkiye dixwaze ji bo aştiyê rolekê bilîze, wê demê divê bi hemû aliyan re diyalogê bike. Deriyê danûstandinê ji Rêveberiya Xweser re jî veke. Bi pêkanînên şerê taybet hewl didin derûniya mirovan xirab bikin, lê gel şoreşek çêkiriye û dê bi hêza rewşenbîrî, rêxistin û îradeyek bêhempa têkoşîna xwe bidomîne. Em her gav ji bo diyalog, nîqaş û çareseriyan vekirî û amade ne. Bi hilweşîna rejîmê re Tirkiyeyê li Sûriyeyê kontrolek leşkerî ava kiriye. Ev rewşeke dagirkeriyê ya eşkere ye, Serêkaniyê, Girê Spî, Ezaz, Cerablus û Efrîn di bin kontrola Tirkiyeyê de ne. Eger bi rastî aştî û rêkeftin tê xwestin, divê Tirkiye ji axa Suriyeyê vekişe.”

