Berxwedana li Colemêrgê ya li dijî tayînkirina qeyûm a li şaredariyê didome. Hevserokên Giştî yên Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari û Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir bi rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên pîşeyî yên bajar re civiyan. Civîn, li avahiya Platforma Şaxan a KESK’ê hate lidarxistin û têkildarî xespa qeyûm û pêvajoya pêş de nîqaş hatin kirin.
Di serî de Hatîmogûllari axivî û wiha got: “Qeyûmê hatiye tayînkirin, darbeyeke li dijî demokrasî û gelê kurd e. Erdogan radibe vê diparêze. Yên ku welêt weke kurd-tirk dabeş kirine û welatî mîna çeteyan birêve dibe, ew in. Yên hiqûqê nas nakin ew in. Erdogan û şirîkê wî yê biçûk welat ber bi karesatê ve dibe. Dîmenên leşkeran ên li pêşiya walîtiyê, dîmenê darbeyê ye. Eşkere ye ku dê tayînkirina qeyûman li bajarê din ên Kurdistanê jî bidomînin. Em li vir wan hişyar dikin; dê kesek êdî destûrê nede rejîma qeyûm. Li Tirkiye û Ewropayê her kes ji rejîma qeyûm re dibêje na. Ya ku tê kirin darbe ye.”
Hatîmogûllari, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mîna doza kompasê ya Kobanê, biryara tayînkirina qeyûm jî li qesrê hate dayîn. Ev doze tevek jî dozên siyasî ne û heta biryar neyê dayîn divê hevşaredar ji peywirê neyê girtin. Piştî biryara teqez divê meclis bi xwe hevşaredarê xwe hilbijêre. Lê bi tayînkirina qeyûm re em veguherandin Serdema Navîn. Ji ber ku tenê di qraltî, padîşahtî û rejîmên faşîst de li şûna kesên hatine hilbijartin kes tên tayînkirin. Em ê tevî hemû derdoran têkoşîna li dijî rejîma qeyûm bidomînin. Divê dengên li Tirkiyeyê hêj zêdetir bibin û dem dema sekinîna li dijî rejîma qeyûm e. Ev îktîdar rewa nîne û ji hêz ketiye.”
Bakirhan jî di axaftina xwe de wiha got: “Me bi dehan caran got ku kurdan nas nakin û gelek caran îradeya wan xesp kirin. Me di 31’ê Adarê de dît ku ev bi kêr nayê. Xelkên Kurdistan û Tirkiyeyê qerta zer nîşanî van xespkarên îradeyê, îktîdara nelirêtî, bêusûlî û zilmê da. Lê xuyaye ku qerta sor dixwazin. Ji bo ev pergala zilmê bi dawî bibe em ê li gel kedkar û hêzên demokrasiyê têkoşîneke mezintir bimeşînin. Colemêrg cihekî girîng û stratejîk e. Serkeftina we ya di her hilbijartinê de di dilê wan de kul e. Lê bila ev birîn kûrtir bibe û Xwedê hesabê ji van kesên vê zilmê dike bipirse. Berxwedana 40 salî ya xelkê Colemêrgê wan aciz dike. Colemêrg li ser sînorê Iraq û Îranê ye û ev yek çavbirçîtiya wan zêdetir dike. Bi karûbarên krîmînal re mijûl in. Bi çete û mafyayan re tevdigerin. Bi diziya li vir re dixwazin xwe li ser lingan bigirin. Wezîrê karên sûcan ji bo wan karan Colemêrgê girîng dibîne. Ji ber gelek sedeman çav berdane vir û qeyûm tayîn kirin. Em dipirsin, baş e gelê kurd çi bike? Dibêjin ‘doza hevşaredar hebû.’ Gelo ma kesekê we doz lê venekirî ma ye? Tenê bi derewa dozê hewl didin raya giştî ya Tirkiyeyê bixapînin.”
Di berdewamê de Bakirhan got ku desthilatdarî ne tenê dijminê siyaseta kurd, her wiha dijminê kurdan e jî û wiha pê de çû: “Dijminê ziman, çand û rêveberiyên herêmî yên kurdan e. Di çavên wan de kurd dijmin in û tevek sûcdar in. Her kurdekî xwedî li rûmet û nasnameya xwe derdikeve ji bo wan gefek e. Ji bo tayînkirina qeyûman li hincetan digerin. Şaredarê Kepezê hate girtin lê çima qeyûm tayîn nekirin lê meclisa şaredariyê serokê nû hilbijart? Lê dema mijar dibe kurd, hiqûqeke cuda dikeve meriyetê. Tu çi zilm û hiqûqê li dijî kurdan bixî meriyetê jî kurd serê xwe li ber te natewînin. Kurd ji ber cînayetên kiryarnediyar û girtîgehan dev ji doza xwe ya rewa bernade. Em ji Erdogan dipirsin; hiqûqa kurdan a li Tirkiyeyê çi ye? Êdî qebûl bikin ku hiqûqa mêtingeriyê ye. Bibêjin ku hiqûqa kurdan tune ye.
Gelê Kurd wê dev ji têkoşîna xwe bernedin. Em ê li dijî vê zîhniyeta faşîst a li dijî gelê kurd hiqûqa mêtingeriyê xistiye meriyetê li ber xwe bidin, xwedî li partiya xwe û îradeya xwe derkevin. Me Seyîd Riza û Şêx Seîdan serî tewand ku em îro li hemberî qeyûman serî bitewînin. Em bi berxwedana birûmeta a gelê xwe re ne. Dê berxwedana me ya bi xelkê Colemêrgê re bidome. Bedela wê çi dibe bila bibe em ê îradeya we biparêzin.”
Hatîmogûllari piştre bersiva pirsên têkildarî banga hilbijartina pêşwext û sine-î mîllet da û wiha got: “Jixwe me berê xwe daye gel. Me tu caran parlamento weke qada têkoşînê nedît. Em her tim di nava gel de ne. Lewma jî ev mijar di rojeva me de tune ye. Em li her qadê bi gelê xwe re têdikoşin û parlamento jî yek ji wan qadan e. Ji bo eleqeya wê ya bi hilbijartinê re jî wiha bibêjim; xwevekişandina me ya meclisê bi tena serê xwe têr nake. Helbet daxwaza gelên Tirkiyeyê ya di vê mijarê de zêde dibe. Gelek sedemên vê hene. Di rewşekî qeyûm tên tayînkirin û mafê bijartin û hilbijartinê ji holê hatiye rakirin de mafê daxwaza hilbijartina pêşwext a partiyên siyasî û gel heye.”
Hevdîtin piştre jî ji çapemeniyê re girtî dom kir.