Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan li Navenda Giştî ya partiya xwe têkildarî êrîşên li Rojava, Sûriyeyê, dorpêç û krîza mirovî civîneke çapenemiyê li dar xistin.
BEROVAJIKIRINEKE RASTIYAN A CIDÎ HEYE
Axaftina destpêkê ji aliyê Tulay Hatîmogûllari be hate kirin û Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku wan li gel Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojavayê Sûriyeyê hevdîtinek pêk aniye û ev yek anîn ziman:
‘’Me seredana xakên Rojava kir. Di heman demê de me bi Boruya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hevdîtinek kir. Di heman demê de me li gel Îlham Ehmedê jî hevdîtinek kir. Mixabin ku a niha hemû raya giştî ya Tirkiyeyê û cîhanê tên xapandin. Berovajikirineke rastiyan a cidî ku QSD li gorî lihevkirinan tev nagere, heye. Me beriya niha jî gelek caran anî ziman ku HTŞ lihevkirina binpê dike û li gorî wan tev nagere. Me di hevdîtinên xwe yên li gel saziyên eleqedar de jî dît ku weke gotina me ye. Ez dixwazim gotinên wan bi awayekî rasterast li gel we parve bikim.’’
KOMPLOYEKE HERÊMÎ HEYE Û HAYA ROJAVAYÊ JÊ HEYE
Tulay Hatîmogûllari nêrînên rêveberên li Rojava ên têkildarî bê ka çima êrîşên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dest pê kirine, ragihandin û ev yek anîn ziman: ‘’Planek heye. Ev plan hem komployeke navneteweyî ye hem jî weke komployeke herêmî ye ku tê xwestin ku li ser me wê bi rê ve bibin. Temaya sereke ya vê planê kûrkirina şerê Kurd-Ereban e. Dibêjin ku di dîroka Sûriyeyê de şer û pevçûneke bi vî rengî tune ye û ji niha û pê ve jî em rê nadin aliyên ku dixwazin van şer û pevçûnan kûr bikin. Sedema vekişina QSD’ê ya ji Reqa û Dêrazorê pêşîlêgirtina vê yeê ye. Di heman demê de naxwazin zêdetir kes jiyana xwe ji dest bidin û ji cih û warên xwe bibin.’’
ALIYÊ KU LI GORÎ LIHEVKIRINA 10’Ê ADARÊ TEVNAGERE HTŞ YE
Gelê Kurd dixwaze ku hemû cîhan bizanibe ku bedêla wê her çi be jî ew ê bajarên xwe haya dawiyê biparêzin. Ne rast e QSD li gorî Lihevkirina 10’ê Adarê tevnagere. QSD li gorî lihevkirinê tev geriya. Anîn ziman ku HTŞ’ê têkildarî lihevkirinê tim xwe gîro kiriye û pêvajo dirêj kirine. Têkildarî lihevkirinê di 4’ê Çileyê de li Şamê hevdîtinek çêbûye. Lê belê Şara beşdarî wê hevdîtinê nebûye. Rêvebriya Şamê diyar kiriye ku Şara wê rojê amade nebûye, wê tevlî hevdîtinê nebe lê belê wê piştî çend rojan dubare hevdîtinê li dar bixin û îmzeyên hewce werin avêtin. Yanî ev çîrok bi rastî jî gelekî girîng e divê her kes bi baldarî guhdarî bike. Diyar e ku provokasyona êrîşên li ser taxên Helebê tê amadekirin û ji ber wê yekê roja 4’ê Çilyê beşdarî hevdîtinê nebûne. Divê piştgiriya destpêkirina şerî ya ji aliyê HTŞ’ê ve ji aliyê tu kesan ve neyê kirin. Ger li herêmê tasfiyekirina gelê Kurd were armanckirin, ev yek xwexapandineke mezin e. Ji ber ku gelê Kurd, qedîmtirîn gelê vê erdnigariyê ye. Nifûsa wê jî zêde ye.’’
DIVÊ GARANTOR ERKA XWE BI CIH BÎNIN
Divê Tirkiye ji aliyê leşkerî, lojîstîk û îstixbarat ve piştgiriyê nede HTŞ’ê. Bi taybetî jî bal kişandin ser vê yekê. Dibêjin ku em li dijî şerê Kurd-Ereban e lê belê di heman demê de ew qasî jî li dijî şerê Kurd-Tirkan in. Em dubare tînin ziman ku divê Tırkıye rola xwe ya têkildarî aşitiyê bilîze. Divê Tirkiye têkildarî dabînkirina aşitiya Sûriyeyê rola xwe bilîze. Her wiha mixabin ku baweriya welatên garantor di v pêvajoyê de lawaz bû. Divê tavilê erka xwe bêyî kêmasî bi cih bînin. Her wiha têkildarîgeşedanên li herêmê hesasiyeteke cidî heye. Û diyar kirin ku divê ev hesasiyet heya dabînkirina aşitiyeke rastîn û mayînde berdewam bike. Hesasiyeta heya niha gelekî girîng e lê belê divê heya dawiyê berdewam bike.’’
DORPÊÇA LI KOBANÊ
Ceyrana ku li ser Reqa û Tişrînê dihat Kobanê, hatiye qutkirin. Çawa ku QSD ji Reqayê vedikişe av, ceyran û înterneta ji wir tên Kobanê tên qutkirin. Ev drameke mirovahiyê ya mezin e. Gelo rêveberiyeke bi vî rengî wê çawa Sûriyeyê bi rê ve bibe? Ev gelekî girîng e. Divê tavilê dorpêça leşkerî û mirovî ya li ser Kobanê rabe. Rewşa hewayî gelekî xirab bû. Dema ku em çûn çokek berfê li erdê bû lê belê gel li ser piyan bû. Gel şev û roj li kolanan bû. Însan bajarên xwe diparêzin. Hişyariyeke gelekî mezin hebû. Her wiha dibistan, nexweşxane û qadên jiyanê bêfonksiyon bûn.
SÛRIYEYA NÛ, JIYAN JI HOLÊ RAKIR
Binêrin, ne tenê li Hesekê, Qamişlo û Reqqayê; di heman demê de li Şam, Heleb û gelek deverên din, ango hema bibêjin li tevahiya Sûriyeyê tiştê ku em jê re dibêjin “jiyan” ji holê rakirine. Daîreyên dewletê naxebitin. Saziyên cemaweriyê kar nakin. Dibistan bi rêk û pêk naxebitin. Xwendekar nikarin biçin dibistanan. Ji ber vê yekê, rêveberiya Şamê derfetên domandina jiyanê li welatekî ku ji şer westiyaye, ji holê radike. Pêşniyar û daxwaza me ya bi israr ev e: Divê rêveberiya Şamê hemû pêdiviyên peymana herî dawî ya bi QSD’ê re bîne cih, agirbesta de facto divê teqez berdewam bike û ji bo avakirina welatê hevpar Sûriyeyê, divê her kes erk û berpirsiyariya xwe bîne cih. Heta ku şer û pevçûn berdewam bikin, saziyên cemaweriyê dê nexebitin. Dibistan û nexweşxane dê bêkêr bimînin. Lê belê divê mirovên li wir dijîn û di serî de rêveberiya HTŞ’ê, vê yekê ji welatiyên Sûriyeyê re zêde nebînin û heger îdîayeke wan a rêveberiyê hebe, divê van erkên xwe bi cih bînin. Ji ber vê yekê, divê Sûriye bi awayekî hevpar ji nû ve bê avakirin. Divê qonaxa avakirina saziyên cemaweriyê, nexweşxane, dibistan û malên saxlem ên ku mirov karibin tê de bijîn, dest pê bike. Ji bo vê jî dabînkirina aştiyeke mayînde şert e.
SÛRIYEYEKE BÊ KURD TÊ ARMANC KIRIN
Dîsa nêrîneke min ev e ku jin wek her carê li Rojava di refên herî pêş de pêşengiya têkoşînê dikin. Ji ber ku Rojava qadeke pir mezin a azadiyê pêşkêşî jinan kir. Îro li Reqqayê jinên ne Kurd, ango jinên Ereb û jinên ji gel û baweriyên din, jinên bi serpoş û çarşef, ji ber vekişîna rêveberiya QSD’ê ji Reqqayê pir xemgîn in. Ji ber ku ew rêveberiyeke “reş û tarî” naxwazin. Ew dixwazin azad bijîn. Dixwazin karibin derkevin derve. Lê belê rêveberiya HTŞ’ê wek ku bedena jineke berxwedêr û şerker ji avahiyekê avêt, tehemula wê ji bo guliyên porê jinê jî tune ye. Ev pêkhateyek e ku heta wê astê nizm bûye ku guliyên porê jineke şerker dibirre û li ser wê siyasetê dike. Jin bi vê yekê dizanin.
Jinên Ereb di serî de QSD, dizanin ku jinên Rojava dixwazin çi bi dest bixin. Ji ber vê yekê bi rastî xemgîn in. Di vê çarçoveyê de ez careke din silavan li têkoşîna jinan dikim. Ji ber ku ji bo tevahiya Sûriye û Rojhilata Navîn bûn mînak, ez têkoşîna wan bi taybetî silav dikim.
Dîsa nêrîneke din: Sûriyeyeke bê Kurd tê armanc kirin. Bi şer û pevçûnan dixwazin yên li wir dimirin bikujin û yên sax dimînin jî bidin koçberkirin. Qebûlkirina vê yekê ne gengaz e. Tirkiye, Iraq, Sûriye û Îran, welat û erdnîgariya Kurdan e. Mîna Tirkan, Ereban û Eceman, mafê wan ê jiyanê li ser van axan heye. Ev ax her wekî ya me be, bi qasî wê axa wan e jî. Ev ax dê bi têkoşîna hevpar a gel û baweriyên cuda, teqez bigihêje zemîneke demokratîk. Yek ji erdnîgariyên herî girîng ên vê yekê Sûriye ye û divê wiha be. Jixwe “bêkurdî” tiştekî ku bi de facto pêk were nîn e. Ji vir şûn de domandina şer û pevçûnan tu wateya xwe tune ye.
DRAMA KU DIKARE BIGIHÊJE ASTA JENOSÎDÊ
Tuncer Bakirhan jî wiha got: “Hevseroka me nêrînên xwe yên li Rojava parve kirin. Em hemû dibînin ku têgihiştineke pir xelet tê avakirin. Wan bi zelalî nîşan da ku kî şer û pevçûnê dixwaze, û kî aştiyane di zemîneke demokratîk de wekî hemwelatiyên wekhev dixwaze bijî. Ez jî ev çend roj in li herêmê me. Ez dixwazim nêrînên xwe bi raya giştî re parve bikim.
Me hemûyan dît ku li Rojava êşeke mezin, drameke di asta jenosîdê de heye. Ev yek li herêmê dibe sedema hêrseke mezin. Gava ku li wir xwişk û birayên wan tên qetilkirin, mirov dê li vir çepik nekin. Ez bang li her kesê ku xwedî wijdan e dikim: Li hemberî vê tarîtiya li Rojava, Kurdên ku lêzim û xizmên wan tên qetilkirin bila çi bikin? Ma bertekeke ji vê demokratîktir dikare were nîşandan? Ji ber vê yekê ez dixwazim careke din destnîşan bikim ku divê berteka raya giştî ya demokratîk û di serî de ya Kurdan a li Tirkiye û çar aliyê cîhanê ya li dijî vê qirkirinê, rast were fêmkirin.
DORPÊÇ HEYE, ÊRÎŞ BERDEWAM DIKIN
Dorpêçeke giran heye. Êrîş berdewam dikin. Dev ji Kurdan berdin, li wir kevirên gorên welatiyên Ereb ên ku li dijî barbarîtiya DAIŞ’ê jiyana xwe ji dest dane jî tên şikandin. Em bi feraset û rêveberiyeke wiha re rû bi rû ne. Kurd dîsa koç dikin. Heger li cîhanê milletekî ku herî zêde koç dike hebe, ew Kurd in. Her tim ji bajarekî ber bi bajarekî din ve. Şerm e, guneh e. Êdî divê raya giştî ya demokratîk a cîhanê û welatê me, li hemberî vê drama li ser rêyên koçberiyê bertekeke erênî nîşan bide. Divê rê li ber van were girtin. Ev pirsgirêka me hemûyan e.
KRÎZEKE MEZIN A MIROVÎ HEYE
Niha krîzeke mezin a mirovî heye. Krîza derman, tenduristî, stargeh û xwarinê heye. Em bang li her kesî dikin ku hestiyar bin. Gotin “Reqqa”. Temam, Kurd ji wir derketin. Lê niha li Reqqayê alayên DAIŞ’ê tên çikandin. Li şûna wê rêveberiya dadwer, demokratîk û tevlihev, dîsa DAIŞ’iyên serjêker alayên xwe diçikînin û cîhan bêdeng e. Ma ne têkoşînek li dijî DAIŞ’ê hebû? Raya giştî ya navneteweyî piştgirî dida vê. Divê êdî mirov ji vê re bibêje “bes e”. Armanc diyar e. Seroka me got; hebûna Kurdan li vir tê hedefgirtin. Bila kes cîhanê nexapîne. Kesek bi DAIŞ’ê re şer nake. Tenê têkoşînek heye: Ew jî li dijî hebûn, nasname û ola Kurdan e. Dixwazin herêmê ji Kurdan paqij bikin. Divê rê li ber vê were girtin.”

