Duşem, 9 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Duygu Ozbay: Sîstema ezmûnê ya navendî newekheviya li perwerdeyê mezin dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 9’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrîşî apê Rojîn Kabaîş hate kirin: Gefa ‘dest ji dozê berdin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Ocalan piştgirî da çalakiyên ji bo zimanê dayikê yên li Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbol û Hatayê şehîd hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Agahî ji 2 endamên KJAR’ê nayê wergirtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Êrişa li ser Qada Gazê ya Kormorê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ser şopa Şaristan…

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Baneyê aktîvîstê Kurd hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dewleta Tirk ji baregeha dagirkeriyê vedikişe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevpeymana Doza Êzidiyan: Îdareya Şengalê divê demildest were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Înisiyatîfa Yekitiya Demokratîk: Pirsgirêkên li Başûr divê bi diyalogê bên çareserkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Bolîvyayê qetlîamên jinan bû 70

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di panela li Dortmundê de jinan banga xwedî derketina li pêvajoyê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dortmundê panela ‘Jin, Aştî û Elewîtî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA’yê li gelek bajaran banga 25’ê Mijdarê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştî ji ti gel û çandê cuda nîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Meclisa Jinan a Nûda û Frauenkollektive şahiya hevpar a 25’ê Mijdarê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Helbesta Yildiz Çakar li DYE’yê hêjayî xelata navneteweyî hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Ji bo serketina aştiyê divê rewşenbîr beşdarî pêvajoyê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Viyanayê 12’emîn Roja Fîlmên Kurdî yên Serçavan dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şanogerên Amedê yên li Kobanê: Em ê bi çand û hunera xwe sînoran rakin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulten Kaya: Huner bi tevlîbûna li nava jiyanê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ‘Roja Yekîtiya Gelan’ a li Rûsyayê rengîniya çanda Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Hewldana Edeletê ya li Dijî Tecrîdê: Em Tirkiyeyê vedîxwînin edaletê
Rojane

Hewldana Edeletê ya li Dijî Tecrîdê: Em Tirkiyeyê vedîxwînin edaletê

Hewldana Edeletê ya li Dijî Tecrîdê got ku tecrîda mutleq a li Îmraliiyê hemû nirxên hiqûqê binpê dike û got, “Em bang li her kesî dikin ku bertek nîşanî tecrîda Îmraliyê bidin û Tirkiyeyê vedîxwînin edaletê.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 5. Îlon 2024 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

‘Hewldana Edeletê ya li dijî Tecrîdê’ ji aliyê gelek hiqûqnas û aktîvîstan ve li dijî binpêkirinên mafan yên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî hat avakirin, li Amedê Navenda Çanda Dîcle Firatê daxuyaniyek da. Gelek hiqûqnas, Meclisa Dayikên Aştiyê, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) tevli daxuyaniyê bûn. Hevberdevkê Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partî û Komîsyona Mafê Mirovan Ozturk Turkdogan daxuyanî xwend.

Ozturk da zanîn ku 44 mehe agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin û got: “Tecrîda giran ya li Îmraliyê di rapora 5’ê Tebaxa 2020’an a CTP de bi eşkere hatiye vegotin û diyar dike ku divê demidlest ev tecrîd bidawîbe. Ligel vê Komîteya Mafê Mirovan a NY’ê di 6’ê Îlona 2022’an de biryara tedbîrê da û li gorî vê biryarê di 19’ê Çileyê 2023’an de ji bo hikûmeta Tirkiyeyê nivîs hatiye nivîsin. Di van nivîsan de jî tê diyarkirin ku divê demildest ev teşeyê êşkencyê bidawî be. Xala 3’emîn a Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê û xalên 6,8, 13 û 18’an  ên binpêkirin.”

DOSYAYA TECRÎDÊ WÊ JINÛ BIKEVE ROJEVÊ

Ozturk bi lêv kir ku wê Konseya Ewropayê dosya derbarê tecrîdê de ji nûve bigire rojeva xwe û got: “Pêşniyarên Komîtyea Wezîran a Konseya Erwopayê ya di 2021’ê de ji bo Tirkiyeyê hatibû kirin jî nehatin cih. Di meha Îlonê de wê komîte dosyayê ji nûve bigire rojeva xwe û birnixîne.”

Ozturk  axaftina xwe wiha berdewam kir: “44 mehe agahî ji Birêz Ocalan û girtiyên din yên li Îmraliyê nayê girtin. Der barê hevdîtinan de tu tiştek tuneye. Divê hemû rayagiştî ya demokratîk, vê tecrîda giran û mayînde qebûl bikin. Serlêdanên parêzeran her tim tên redkirin. Bi hinceta cezayên dîsîplînê tên redkiin. Qebûlkirina vê rewşê ne pêkane.” 

LI DIJÎ TECRÎDÊ EDALET

Ozturk destnîşan kir ku berdewamirina tecrîda li Îmraliyê dibe sedema astengiya li pêş çareseriya pirsgirêka Kurd û wiha bi lêv kir: “Di mijara çareseriya prisgirêka Kurd de di navbra 1993-2015’an de  8 caran hewldan pêk hatine û di hemûyan de jî Birêz Ocalan wek muxatabê gelê Kurd cih girtiye. Ji 2015’an de hewldan hatine rizandin. Vê pêvajoyê de rejÎma Tirkiyeyê veguheriye rejîmeke otorîter. Neçareseriya pirsgirêka Kurd jî tecrîdê didomîne. Ji bo rakirina tecrîdê em ê bi hemû saziyên civaka sivîl re hevdîtinê bikin. Em hemû kesî vexwendî dikin ku li dijî vê tecrîda giran berteka xwe nîşan bidin. Em bi vê vexwendiya xwe li dijî tecrîdê edeletê dixwazin. Em Tirkiyeyê ji nûve vexwendiyê edeletê dikin.”

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Omer Şaristênî: Hevkar me radestî kujeran dikin! 
Nûçeya Pişt re Navê kesên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin diyar bûn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Corcêt Barsûm: Jin di siberoja Sûriyeyê de daxwaza azadî û roleke aktîf dikin

Şandeya Jinan, di serdanên xwe yên li Ewropayê de behsa azadiya jinan, parastina koçberan û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji bo dîtina Rêber Apo serlêdana hevdîtinê hate kirin

Malbat û wasiyê Rêber Ocalan bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û…

Ji aliyê Stêrk TV

Jinan li Til Temirê daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Apo kirin

Mala Jinan a Til Temirê tecrîda li ser Rêber Apo şermear kir û daxwaza azadiya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Duygu Ozbay: Sîstema ezmûnê ya navendî newekheviya li perwerdeyê mezin dike

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 9’Ê MIJDARA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Êrîşî apê Rojîn Kabaîş hate kirin: Gefa ‘dest ji dozê berdin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Omer Ocalan piştgirî da çalakiyên ji bo zimanê dayikê yên li Rojava

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?