Duşem, 16 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 16’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê Seyîd Riza û hevrêyên wî hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogullari bi ciwanan re civiya: Em neçar in xwe birêxistin bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê Konferansa Serhedê: Ciwanan banga rêxistinbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Leyla Guven: Em di qonaxa jinûve avakirina Komara Demokratîk de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Seyîd Riza û hevalên wî hatin bîranîn: Bila cihên gorên wan bên eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Dostaniya gerîla û pezkoviyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hatîce Yakişir a 76 salî: Bila êdî aştî bê vî welatî

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Divê ji bo mirinên karkeran li Îlamê lêpirsînek zelal were kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ala Talabanî: Civîna parlamentê nikare îradeya gel temsîl bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG’ê şehîdên ji Urmiyeyê bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji malbatekê şeş hevrê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Zîlan Oktay: Polîtîkaya necezakirinê encamên giran ên civakî bi xwe re tîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Banga jinan: ‘Dawî li polîtîkayên şer û tundiya mêr-dewletê bînin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Sêrtê daxuyanî da û forûm li dar xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR: Têkoşîna li dijî tundiyê divê her roj bidome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nesrîn Akgul: Jin ne temaşevanê aştiyê, kirdeya wê ya damêzrêner in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê bi jinên Êzidî re li hev civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helbesta Yildiz Çakar li DYE’yê hêjayî xelata navneteweyî hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Ji bo serketina aştiyê divê rewşenbîr beşdarî pêvajoyê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jin li dijî DAÎŞ’ê operasyon da destpêkirin
Rojava

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jin li dijî DAÎŞ’ê operasyon da destpêkirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jin li Kampa Roj a li bajarê Dêrikê ku malbatên çeteyên DAÎŞ’ê tê de dimînin, operasyona ewlekariyê ya berfireh da destpêkirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 5. Nîsan 2025 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jin li Kampa Roj a li bajarê Dêrikê ku malbatên çeteyên DAÎŞ’ê tê de dimînin, li dijî şaneyên DAÎŞ’ê û êrîşên wan, îro (5 Nîsan 2025) operasyon da destpêkirin.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Jin) a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derbarê mijarê de li kampê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Ji fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin Awaz Welat bi zimanê Erebî û Bêrî Omer bi zimanê Kurdî daxuyanî xwendin.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

“Geşedanên têkildarî ewlekariyê û êrîşên dubare yên ku herêm bi giştî û bi taybet jî Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû bir û mane, rêya livdana şaneyên terorîst ên DAÎŞ’ê vekir. şaneyên DAÎŞ’ê ji vê rewşê sûd wergirtin û hewl dan ku rêzên xwe ji nû ve birêxistin bikin, planên terorî bi mebesta têkbirina ewlehî û aramiya herêmê pêk bînin. Hêzên me tevgerên metirsîdar ên van şaneyan, bi taybet li kampên ku malbatên çeteyên DAÎŞ’ê tê de ne, nexasim kampa Roj, şopandin.

Di demên dawî de, çend hewldanên derbasbûna kampê ji aliyê şaneyên DAÎŞ’ê ve hatin kirin ku jiyana nişteciyên kampê bixin bin gefan. Van şaneyan jinek û zarokek bi xwînsarî kuştin û destdirêjî li hejmarek jin û zarokan kirin. Her wiha gef li kesên ku hewl didin xwe ji îdeolojiya tundrew a vê rêxistina terorîst rizgar bikin, kirin. Ev tevgera çeteyan di çarçoveya xebatên berdewam ên DAÎŞ’ê de, ji ber girîngiya stratejîk a kampa Roj û ji bo tehrîkirina şaneyên razayî yên li hundir û derveyî kampê, tên kirin.

Li hember van gefan, hêzên me çendîn operasyonên pêşîgirtinê lidar xistin û hejmarek ji planên terorîstan têk birin. Di vir de jî şaneyên DAÎŞ’ê di hewldanên xwe yên belavkirina aloziyê û têkbirina aramiyê de derbeyên giran xwarin.

Li ser bingeha berpirsyariya xwe ya ji bo parastina gelê xwe û pabendbûna me ya bi têkoşîna li dijî terorê, em weke Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Jin) bi piştgiriya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) destpêkirina hemleya ewlehiyê ya Hêzên Jinê yên di nava hêzên me yên ewlekarî û leşkerî de li dijî şaneyên DAÎŞ’ê radigihînin. Armanca me lêgerîna li kampa Roj, şopandin û girtina şaneyên razayî û alîkarên wan e.

Ev hemle berdewamiya tekoşîna me ya li dijî hemû hewlên terorîstên DAÎŞ’ê û nîşana îradeya me ya bibiryar a ji bo zuhakirina jêderên terorê û peydakirina ewlehî-aramiyê ji bo hemû pêkhateyên civaka me ye.

Em weke Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Jin) eşkere dikin ku hemleya me heta em dawî li gefên şaneyên terorîst ên li dijî mirovên bê guneh dikin bînin, wê berdewam be. Her wiha wê parastina gelê me û pêkanîna ewlehiyê bibe karê me yê pêşîn ku em jê gavan paşde neavêjin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Şervanên YPJ’ê: Weke 5 xwişkan em bi hemû hêza xwe têdikoşin
Nûçeya Pişt re QSD’ê şehadeta 3 şervanên xwe eşkere kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Şêwirmendê Eşîra Êla El Cibûr: Ereb û Kurd di heman keşetiyê de ne

Şêwirmendê Êla El Cibûr a Erebî diyar kir ku Kurd û Ereb di yek keşetiyê…

Ji aliyê Stêrk TV

QSD: 2 şervanên me şehîd bûn

QSD’ê ragihand ku 2 şervanên wan di encama qezayê de şehîd bûn.

Ji aliyê Stêrk TV

PJAK: Ev Newroz wê bibe Newroza azadiyê ya gelên Îranê

PJAK'ê Newroza gelê Kurd û hemû gelên bindest pîroz kir û diyar kir ku Newroza…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

KNK: Divê ji bo mirinên karkeran li Îlamê lêpirsînek zelal were kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Kongra Star li Dêrikê li dijî tundiya li ser jinan meş li dar xist

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Seyîd Riza û hevalên wî hatin bîranîn: Bila cihên gorên wan bên eşkerekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Di serlêdana YNK û Nifşê Nû de dadgehê biryar da

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?