Rêxistina Mafên Mirovan ya Kurdistanê û Îranê têkildarî revandin û binçavkirin jinên xwepêşander li bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê agahiyên nû parve kir.
Agahiyên derbarê jinên ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve ku ji aliyê Rêxistina Mafên Mirovan ya Kurdistanê hatine parvekirin wiha ye;
“Di 3’yê Çileyê de, Pirîsa Mûsewî û Şîma Xorşîdiyan di xwepêşandanên li navçeya Yasûcî ya girêdayî parêzgeha Kohgilwiyeyê de ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatin revandin û heta niha jî agahî ji wan nayê standin.
Di 4’yê Çileyê de, Neda Geramî ku nişteciha navçeya Yasûcî ya girêdayî parêzgeha Kohgilwiyeyê, di dema xwepêşandanan de ji aliyê hêzên zordar yên Îranê ve hate revandin û heta agahî ji wê nayê girtin.
Di 4’ê Çileyê de, çalakvana civaka sivîl ya Şîrazê û doktora didadan Fearîna Husênî û Rahîle Zerdkohî (27) ya Belûc a ji bajarê Meşhedê, di dema xwepêşandanan de ji aliyê hêzên ewlehiyê yên rejîma Îranê ve hatin revandin û çarenûsa wan hîn ne diyare.
Di 5’Çileyê de, jineke ciwan a Kurd a bi navê Fayze Şemaylî ji Sunqur a girêdayî parêzgeha Kirmaşanê, di dema xwepêşandanan de ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hate revandin û ber bi cihekê nediyar ve hate birin. Heta niha agahî jê nayê girtin.
Jina ciwan ya binavê Îman Çeşte ku xwendevana Zanîngeha Mihabadê ye, di dema xwepêşandanan de ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hate revandin û aqûbeta wê jî nediyar e.”

