Medya dewletê ragihand ku li herêma Sistan-Belucistanê ya li başûrrojhilatê welêt di şer de 6 kes hatin kuştin, du kes jî hatin girtin.
Ajansa nûçeyan a fermî ya Îranêw ÎRNA’yê bi agahiyên ji yekîneyên îstîxbaratê ragihand ku koma navborî ‘Plan dikir ku êrîşî yek ji navendên girîng ên li rojhilatê welêt bike’.
Di daxuyaniyê de hate gotin, kom ‘di asta siyonîst’ de bû û hate ragihandin ku di şer de 2 endamên îstîxbaratê û polîsek jî birîndar bûn.
Sistan-Belucistan ku li ser sînorê Pakistan û Efganistanê ye, demeke dirêj e dibe qada şerê navbera hêzên ewlekariyê, komên Beluc, rêxistinên Sûnî yên radîkal û qaçaxçiyên narkotîkê.
Îran diyar dike ku li vê herêmê timî li hemberî polîsan û Muxafizên Şoreşê êrîş têne kirin.
Meha Hezîranê Îsraîlê êrîşeke surprîz bir ser xaka Îranê, di şerê 12 rojan de bi sedan êrîşên hewayî pêk anî û bi êrîşên fuze û SÎHA’yan ji herdu aliyan windahiyên cidî dan.