Piştî serdana Serokkomarê Tirk Erdogan a di meha Nîsanê de ji bo Iraqê kir şûnde, hêzên Iraqê bi armanca krîmînalîzekirina sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser a Şengalê û endamên wê, ketiye nava hinek hewldanan.
Yek ji pêşengên civaka Ereb a Şengalê ku niha pêşengiya pêkvejiyana gelan dike, Endamê Meclîsa Xweser a Şengalê ku di heman demê de hevserokê meclîsa gel a Bîrcariye Xideyir Salih ku weke Ebû Seger tê nasîn, bi hinceta ku li dijî biryara darvekirina welatiyekî Êzidî derketiye û qanûnên Iraqê teşhîr kiriye, 28’ê Gulanê ji aliyê hêzên Iraqê ve hate binçav kirin.
Dadgeha Cezayê ya Mûsilê bi îdîaya Xêro Belo yê Êzidî weke bersivdayîna DAÎŞ’ê li dijî gelê Ereb ê herêmê ‘sûc’ kiriye, biryara darvekirinê lê birrî. Civaka Êzidî û bi taybet jî pêkhateyên Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyekî vê biryarê şermezarkiribûn û xwestibûn dadgeha Mûsilê biryara xwe diberçavan re derbas bike û heman ceza li DAÎŞ’iyan jî bibire. Ebû Seger jî tevlî daxuyaniyê bibû û vê biryarê weke hewldaneke alozkirina navbera civaka Ereb û Êzidî binavkiribû û ji dadgeha Mûsilê xwestibû biryara xwe diberçavan re derbas bike.
Piştî vê daxuyaniyê 28’ê Gûlanê hêzên ser bi îstîxbarata Iraqê li ser biryara dadgeha Mûsilê ser mala Ebû Seger ya li gundê bîrcarî de girtin û li gorî agahiyên gundiyan û şahidan, Ebû Seger pêş malbata wî bi êşkence û lêdaneke tund ji malê derxistine û birine Mûsilê.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyeke li dadgeha Mûsilê hatiye bidestxistin, Ebû Seger ji ber du sedeman hatiye binçavkirin. Sedema yekemîn ji ber li dijî biryarên dadgehê daxuyanî daye û ya duyemîn jî ji ber Endamê Meclîsa Xweser a Şengalê ye. Li gorî agahiyên ku me ji heman çavkaniyê girtiye Ebû Seger li Mûsilê jî ji ber êşkenceya zêde ser hişê xwe çûye.
Hîn jî nayê zanîn ka wê kengê derbixin dadgehê û çi biryarek derbarê wî de were girtin.
Ev hewldan cara yekemîne ji aliyê hêzên Iraqê ve pêk tê û weke hewldaneke dûrxistina civaka Ereb ji civaka Êzidî û reşkirina Rêveberiya Xweser tê dîtin. Ebû Seger jî yek ji dostê civaka Êzidiye û timî bi helwesta xwe ya erênî kariye bibe pirek di navbera civaka Ereb û Êzidî de.
Ev hewldanên nû yên Iraqê li Şengalê weke encama lihevkirina hikûmeta Sûdanî ya bi dewleta Tirk a dagirker re tê dîtin.