Sêşem, 10 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Mersînê agirê destpêkê yê Newrozê hate dadan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi droneyan êriş li ser kampên partiyên Rojhilat hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helbestvanê Kurd Ehmed Huseynî li Swêdê wefat kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tûncer Bakirhan: Birêz Ocalan got, ‘Nebin parçeyê şerê herêmî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îzmîrê pîrozbahiyên Newrozê 11’ê Adarê li Kadîfekaleyê destpê dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cédric Wermuth: Divê em Rojava û modela wê biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Deriyên sînor ên Herêma Kurdistanê-Îran di demeke nêz de vebin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilat tê çi wateyê?

    Ji aliyê Stêrk TV

    Agirê destpêkê yê Newrozê wê li sûr ên dîrokî bê dadan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endamê CPT Osman: Artêşa Tirk baregehên nû li Başûrê Kurdistanê ava dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta li Mexmûrê di roja 964’an de berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Rêxistina Efûyê: Li Xezeyê jin û zarokên keç di hedefa şer de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê bi dirûşma ‘Niha dema jinê ye’ çiyayên Kurdistanê xemilandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ji bo paşerojeke azad û aştiyê li vê derê ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Serhildanan ber bi Jineolojiyê ve: Veguherîna ber bi pêşengên jiyana azad ve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê 8’ê Adarê bi coşeke mezin hat pîrozkirin 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapora Dîlan Karaman: Mirin di encama dorpêçeke pir qatî pêk hatiye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Şeva fîlman a Rojên Çanda Jinên Kurd ên Berlînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd: Sembola bîra kolektîf, Govend

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên jin: Xeta YPJ’ê ya herî pîroz e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Li Rojhilata Navîn krîza şaristaniyê û çareseriya şaristaniya demokratîk’ êdî bi Spanî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara destpêkê ya rojnameya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Heidelbergê konseran piştgiriyê ya ji bo Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Li Hewlêrê bi drone êrîşî otêlekî hat kirin
Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’
Bircên weşanê yên li Çiyayê Zimanko hate bombekirin
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê di navbera rûniştandina desthilatdariyê û zêdekirina tundiyê de ma
Rojava

Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê di navbera rûniştandina desthilatdariyê û zêdekirina tundiyê de ma

Hilweşîna rejîma Baasê li Sûriyeyê hêviyeke mezin xist dilê pêkhateyên gel, lê ji ber avêtina gavên siyasî, leşkerî û ewlekarî yên bi armanca hegemonyayê, ev hêvî têk çûn. Ev gav egera rûdana şer û aloziyan zêde dikin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 8. Kanûn 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Piştî çend hefteyan ji hilweşîna rejîma Baasê li Sûriyeyê, Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) ji bo rûniştandina hebûna xwe di qada siyasî û leşkerî de, bêyî ku li piraniya tevgerên siyasî û pêkhateyên civakî yên Sûriyeyê vegere, gav avêtin.

HEGEMONYAYA LEŞKERÎ DI ‘KONFERANSA SERKEFTINÊ’ DE

HTŞ’ê di 29’ê Çileya 2024’an de qaşo “Konferansa Serkeftinê” li dar xist. Di konferansê de tenê komên çekdar ên girêdayî HTŞ’ê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker beşdar bûn û tu hêzên siyasî û civakî yên Sûriyeyê tê de cih negirt.

Di konferansê de biryarên ku desthilata hikumeta nû didin rûniştandin, hatin dayîn.

Biryarên wekî qebûlkirina Ehmed El Şeri wek serokê qonaxa veguhêz û erkdarkirina wî di erkên berfireh de wekî nûnertiya Sûriyeyê li ser asta navneteweyî û avakirina meclisa zagonsaz, her wiha biryarên fesixkirina hêzên ewlekariyê û artêşê û avakirina saziyên nû li şûna wan û betalkirina destûra 2012’an, hatin dayîn.

Çavdêr diyar dikin ku van biryaran derfetên berfireh ên rêveberî, zagonsazî û dadgerî dan destê Ehmed El Şeri bêyî ku tu qanûnên destûrê yên zelal hebin û ev jî ne li gorî bingehên avakirina desthilatên nû di qonaxên veguhêz de ye.

ERKDARKIRINÊN LEŞKERÎ

Piştî konferansê hikumetê gelek serçeteyên komên çekdar di wezaretên parastin û hundirîn û serfermandariyê û fermandariya lîwayan de erkdar kirin, tevî ku hinek ji wan serçeteyan binpêkirin û sûcên şer di salên borî de pêk anîne, wekî Mihemed El Casim (Ebû Emşe) û Sêf Bolad (Ebû Bekir).

Hikumetê gelek çekdarên biyanî yên girêdayî El Qaîdeyê di cihên girîng de erkdar kirin û ev jî bû sedema bêbaweriya gel a li hemberî avakirina “artêşeke nîştimanî” ya nû.

GAVÊN SIYASÎ PIRRENGÎ TÊK BIR

Di aliyê siyasî de, El Şeri komîteyeke amadekar ji bo hilbijartina endamên parlamentoyê, bê ku hilbijartin çêbin, ava kir. Ev gav wekî rûniştandina sîstema navendî ya serokatiyê ku li dijî daxwazên gelê Sûriyeyê û sîstemên demokratîk e, hat dîtin.

Di hikumeta nû de rêjeya fermandarên HTŞ’ê ji sedî 98 bû û vê jî bandor li rêveberiya bajaran û saziyên hikumetê kir. Çavkaniyan da zanîn ku di her saziyekê de “şêxek” heye ku kar û barên rêveberî û ewlekariyê yên wê saziyê bi rê ve dibe.

El Şeri avakirina “Sekreteriya Giştî ya Kar û Barên Siyasî” jî ragihand. Ev sekreterî girêdayî Wezareta Karên Derve ye û nivîsgehên wê li parêzgehên Sûriyeyê hene da ku jiyana siyasî û civakî bi rê ve bibe, ev jî wekî vejandina tecrubeya Baas a “Eniya Nîştimanî ya Pêşverû” ya berê hat dîtin.

DANEZANA DESTÛRÎ BÊYÎ LIHEVKIRIN BÛ

Bêyî ku sedem werin zelalkirin, parlamento hat fesixkirin û destûra 2012’an hat betalkirin, ev jî bû sedema ku valahiyeke destûrî heta Adara 2025’an. Di Adarê de bêyî ku hikumet şêwirê bi hêzên Sûriyeyê bike, danezaneke destûrî ragihand.

Kesayetên muxalif ên sûriyeyî diyar kir ku danezan heman rêbaza Baasê ya yek partî, yek ol û yek netewe dubare dike, desthilat xistiye destê serokkomar û pirrengî û demokrasî têk biriye.

TUNDÎ ZÊDE BÛYE

Ji 8’ê Kanûna 2024’an heta dawiya Mijdara 2025’an, 10 hezar û 923 kes ji ber binpêkirin û tundiya ku hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê û aliyên xwecihî pêk anîne, hatin kuştin. Ji wan 8 hezar û 180 sivîl in ku 438 zarok û 620 jê jin in.

Ji wan hezar 1700 Elewî ne ku di komkujiyên hêzên hikumeta veguhêz de hatin kuştin.

638 kes di êrişên hêzên hikumeta veguhêz ên li dijî Siwêdayê de di Tîrmeha 2025’an de hatin kuştin.

Li Humsê, hin kesên ji qebîleya Benî Xalid êriş li dijî taxên Elewî pêk anîn, di encamê de 2 kes hatin kuştin û 10 birîndar bûn.

Li gorî agahiyan, hikumeta veguhêz ji dema hilweşîna rejîma Baasê ve siyasetên ewlekarî, siyasî û leşkerî dide meşandin ku dewletê kontrol bike û tu pêkhateyên din bi xwe re beşdar neke.

Ji ber meşandina vê siyasetê, valahiya destûrî çêbû û jiyana siyasî têk çû û tundî û binpêkirin jî zêde bû.

Beşa sêyemîn – sibe:

Siyasetên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bandoreke neyînî li hevgirtina civakî kir û egera rûdana şerekî navxweyî zêde kir. Van siyasetan pêşî li provokasyona olî û neteweyî vekir. Li hemberî wê, hêzên siyasî û civakî yên demokratîk ji bo parastina aştiya civakî û demokratîkkirina Sûriyeyê gelek gavên mezin avêtin.

ÇAVKANÎ: ANHA

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Liv û tevgera hêzên Îsraîlê ya li başûrê Sûriyeyê dewam dike
Nûçeya Pişt re Konvoyên artêşa Tirk a dagirker ketin nava Sûriyeyê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Çeteyên HTŞ’ê li Reqayê 2 jinên Kurd qetil kirin

Çeteyên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê, li taxa Dirî ya Reqayê 2 jin qetil kirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Anket: Daxwaza perwerdeya bi Kurdî ji sedî 97.8 e

Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo-Polîtîk di navbera 28'ê Çileyê û 11'ê Sibata 2025'an de li…

Ji aliyê Stêrk TV

Rewşa girtiyên nexweş Demîr û Yaman giran e

Di çalakiyên li Stenbol û Enqereyê de hat diyarkirin ku rewşa girtiyên nexweş Abdûrrahîm Demîr…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Rêya M4 a di navbera Cizîr û Helebê ji nû ve hat vekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

YPJ: Hevrêyê me Hêzil Arjîn di êrîşên çeteyan de li Reqayê şehîd bû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Aldar Xelîl: Banga Rêber Apo hişt ku herêm ji şer were dûrxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Sîpan Hemo bû Cîgirê Wezîrê Parastinê yê nû

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?