Hîlala Zêrîn û TEV Çand têkildarî kesên li gel stranên Kurdî govend gerandine û hatine binçavkirin li pêşiya Qada Jina Azad daxuyanî dan û govenda azadiyê gerandin.
Di daxuyaniyê de gotin ku ew ê govenda azadiyê li her çar parçeyê Kurdistanê mezin bikin. Daxuyanî ji aliyê Endama Rêveberiya Şano ya Çand û Hunera Baqî Xido Leyla Ehmed ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku êrîş di şexsê çand û kevneşopiya Kurdî de tê kirin û wiha hate gotin, “Em ê li her derê çanda xwe biparêzin û govenda xwe ya azadiyê bigerînin.”
Piştî ku daxuyaniyê li dora peykera jina azad govend hat gerandin.