Biryara Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê ya der barê rewşa koçberan, bi taybet jî Êzidiyên koçber de mijara sereke ya civakê û hêzên siyasî ye. Civaka Êzidî li dijî vê biryarê nerazîbûnên tund nîşan da. Rêveberiya Xweser a Şengalê jî vê biryarê weke ‘Pilana parçekirina Şengalê û Êzidiyan’ binav kir û banga vegerê li hemû Êzidiyên koçber kir.
Endamê Tensîqiya Şengalê Hisên Hecî, der barê biryara Wezareta Koç û Koçberan de ji ANF’ê re axivî û ev pilan wekî pilaneke veşartî û bi niyeta xerab bi nav kir. Hisên Hecî anî ziman ku ev biryar ne di berjewendiya civaka Êzidî de ye û got ku armanca wê ew e ku civaka Êzidî lawaz bibe û demografiya Şengalê were guhertin.
‘ÊZIDÎ LI KAMPAN IN LÊ DAÎŞ TÊN VEGERANDIN’
Hecî, destnîşan kir ku Iraq ji sala 2005’an ve tevî ku destûr hatiye danîn ne bûye dewleteke xurt û tenê wekî saziyekê maye ku nikare xwe û saziyên xwe biparêze. Hecî, got: “Iraq ji hingî ve li hemberî kêmneteweyan bi taybetî jî li hemberî civaka Êzidî biryarên neyînî werdigire.” Hecî, mayîna bi hezaran Êzidî di kampan de bi bîr xist û got, “Bi hezaran DAÎŞ’î ji kampa Holê vedigerin cih û warên xwe. Vê yekê weke xeterî nabînin.”
Hecî, anî ziman ku hem Iraq û hem jî Herêma Kurdistanê ji mayîna Şengaliyan di kampan de sûdê digirin û wiha berdewam kir: ‘’Iraq bi vê yekê dixwaze Şengalê vala bike û Rêveberiya Xweser qels bike. Herêma Kurdistanê jî di warê hilbijartinan û alîkariyên navneteweyî de sûd jê werdigire. Ev pilan li ser Êzidiyan ji sala 2015’an ve tê meşandin, bi vekirina deriyê Ewropayê ji bo wan. Lê plana valakirina Şengalê bi ser neket ji ber ku Şengalî bi hêz vegeriyan ser axa xwe.’’
ARMANCA VEŞARTÎ GUHERTINA DEMOGRAFIYA ŞENGALÊ YE
Hisên Hecî, biryara Wezareta Koç û Koçberan weke biryareke siyasî ku di pişt wê de lihevhatineke veşartî heye binav kir û got: ‘’Di navbera her du aliyan de lihevkirinek heye, tevî ku rayedarên Başûr ev biryar wekî sosret bi nav kirin, rastî ne wisa ye. Berî 6 mehan, PDK’ê digot em rê nadin ku koçber vegerin ji ber ku Şengal ne aram e. Lê niha dibêjin biryara hatiye girtin nayê qebûlkirin, armanca vê yekê qelskirina civaka Êzidî ye, guhertina demografiya Şengalê û têkbirina hêzên ewlehiyê yên Şengalê ye. Lê civaka Êzidî ji van planan agahdar in û ew ê wekî yên berê têk biçin.’’
DORPÊÇKIRINA ŞENGALÊ JI ALIYÊ LEŞKERÎ Û SIYASÎ VE
Hecî got, “Di pêvajoyên ku civaka Êzidî mafên xwe yên rewa dixwazin de, mîna naskirina jenosîdê û darizandina xiyanetkaran, biryarên bi vî rengî tên derxistin da ku civak pê mijûl bibe û dev ji daxwazên xwe yên stratejîk berde. Ev polîtîkaya dewletê ye ku ev 11 sal in civakê pê di xapîne û mafê wê tê astengkirin.”
Hisên Hecî, da zanîn ku Şengal ji aliyê leşkerî û siyasî ve hatiye dorpêçkirin û got: ‘’Pilana wan valakirina Şengalê û tunekirina civaka Êzidî bû, lê şervanên Rêber Apo ew pilan têk birin, niha dixwazin tola wê yekê hilînin û bi polîtîkayên xwe yên qirêj bigihîjin armanca xwe.”
BETALKIRINA ENDAMTIYA XWEDÊDA ÇÛKÊ Û KOTEYA ÊZIDIYAN
Hisên Hecî, pêvajoya hilbijartina Parlemena Iraqê û mijara kotaya Êzidiyan jî nirxand û got pilan ew e ku kotaya Êzidiyan ji destê civakê were girtin. Hisên Hecî, her wiha der barê namzetiya Xwedêda Çûkê jî ev tişt gotin, “Betalkirina namzetiya Xwedêda Çûkê jî heman senaryo ye. Xwedêda Çûkê ji sala 2014’an ve bi awayekî bêrawestan li dijî DAÎŞ’ê şer kir û piştî reva PDK’ê ya di sala 2017’an de, bi awayekî xwebexş îdareya nahiya Sinûnê dagirt. Ji ber van xizmetên wî yên ji bo civaka Êzidî, aliyên siyasî mudaxele kirin û endamtiya wî betal kirin. Ya tê serê me jî ji ne yekbûyîna me ye ku heya niha civaka Êzidî li hember van pilanan hişyar nebûye û nikarîbû bibe yek dest û li dijî kiryarên dewletê derkeve.’’