Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat tecrîda li Îmraliyê, operasyonên leşkerî, desteserkirina şaredariyên li Kurdistanê û berxwedana gelan a li dijî vê yekê, şehadetên fedaî yên meha Hezîranê ji Medya Haber TV re nirxand. Nirxandina Besê Hozat bi vî rengî ye:
“Pêngava azadiyê ya navneteweyî ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî tê meşandin gihîştiye asteke gelekî girîng. Roj bi roj hîn bêhtir navneteweyî dibe. Lewma di asteke girîng de xwedîderketin heye. Gelek nivîskar, rewşenbîr, akademîsyen, siyasetmedar, fîlozof ên di asta cîhanê de naskirî ne name ji CPT re şandin. Bi dehan kesayetên ku Xelata Aştiyê ya Nobelê wergirtine bi heman rengî name ji CPT re şandin. Li her derê bi xurtî parêznameyên Rêbertî têne xwendin û nîqaşkirin. Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî karekî bi vî rengî hate destpêkirin. Ev gelekî girîng e. Fêhmkirin û pejirandina nêrîn û paradîgmaya Rêbertî guhertinên gelekî cidî pêk tîne. Di mejî de guhertinê dike, mirovan û civakê azad dike. Her ku Rêbertî tê fêhmkirinn û pejirandin têkoşîna azadiyê jî mezin dibe.
AZADIYA RÊBERTÎ TÊ WATEYA ÇARESERIYA LI SER BINGEHA DEMOKRATÎK
Ji bo azadiya Rêbertî xwedîderketin û têkoşîneke gelekî xurt pêk tê. Lewma gihandina paradîgmaya Rêbertî li nava civakê û mirovahiyê gelekî girîng e, karekî di asta pîrozmendiyê de ye. Di heman demê de karekî mirovahiyê ye. Têkoşîna ji bo azadiya civakê û gelan e. Divê weke têkoşîneke azadiyê ya bingehîn bê nirxandin. Ji xwe azadiya Rêbertî û azadiya gelê Kurd bi temamî ketiye zikhev. Ev kar hemû karê ji bo azadiya gelê Kurd e. Karê azadiya gelan û jinan e. Divê bi vî rengî bê nirxandin. Azadiya fîzîkî ya Rêbertî tê wateya çareseriya pirsgirêka Kurd a li ser bingeha demokratîk. Tê wateya azadiya Kurdistanê. Tê wateya demokratîkbûna Tirkiyeyê. Tê wateya demokratîkbûna Rojhilata Navîn. Bi temamî ketine zikhev.
Rêbertî kesayek bi tenê nîne! Rêbertî îradeya bi milyonan mirovî temsîl dike. Rêberê gelekî ye. Lewma pêşketineke biçûk a têkildarî Rêbertî ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd tê wateya pêşketinekê. Tê wateya pêşketinek ji aliyê azadiya Kurdan, azadiya gelan. Lewma pêngava azadiyê ya navneteweyî bi pêşketinên mezin tê meşandin.
Divê ev yek hîn bi xurtî dewam bike. Hin hewldanên ji bo astengkirina vê hene. Di asta dewletên Ewropayê de têne kirin. Pêngava azadiyê ya navneteweyî li nava civaka Ewropayê, bi giştî jî li nava gelan bandoreke gelekî cidî dike. Guherîn, veguherîn, dînamîzm heye. Sîstema modernîteya kapîtalîst a global diyar e ku ji vê yekê bi fikar e. Lewma ji bo pêşî li pêngava azadiyê bigire û lawaz bike dikeve nava hin hewldanan. Bêguman ên ku komplo pêk anîn ev hêz bûn. Naxwazin paradîgmaya neteweya demokratîk, manîfestoya şaristaniya demokratîk bibe malê civakê û mirovahiyê.
Têkoşîna li hemberî vê jî divê hîn bi xurtî bê meşandin. Li hemberî hewldanên astengkirin û lawazkirinê divê em pêngava azadiyê ya navneteweyî bi du sê qatan hîn mezin bikin, bi pêş ve bibin. Bersiva herî bi wate ya li hemberî nêzîkatiyên bi vî rengî mezinkirin û belavkirina têkoşînê ye. Encamwergirtina ji têkoşînê ye. Ev yek gelekî girîng e.
DIVÊ EM TÊKOŞÎNÊ CIVAKÎ BIKIN Û BI VÎ RENGÎ BIMEŞÎNIN
Li zindanan ji xwe berxwedan bi xurtî dewam dike ku hîmekî bingehîn ê pêngavê ye. Bi rastî jî li zindanan berxwedaneke cihê rûmetê tê kirin. Her wiha malbatên girtiyan, gelê me di nava têkoşîneke xurt de ye. Bêguman ev têkoşîn divê hîn civakî bibe û bê xurtkirin. Me serdema duyemîn weke civakîbûna pêngavê destnîşan kir. Dost û derdorên demokratîk ên ku ev pêngav dan destpêkirin, li ser vê bingehê perspektîfek destnîşan kirin. Lewma divê em hîn bêhtir civakî bikin û bi xurtî bimeşînin. Yanî di civakîkirinê de dem bi dem kêmasiyên bi vî rengî rû didin. Divê em zû çareser bikin. Ev gelekî girîng e.
Gerîla ji xwe ji aliyê xwe ve pêngavê bi çalakiyên gelekî xurt, bi berxwedanê bi xurtî dimeşîne. Di vê mijarê de tiştekî ku bê gotin nîne. Lê belê divê em lingê pêngavê yê civakî, bexwedana civakî hîn bêhtir xurt bikin. Divê em paradîgmayê, ya heyî bi du sê qatan hîn bi xurtî belav bikin, bi pêş ve bibin.
Ji bo şikandina sîstema tecrîdê ya êşkenceyê bi şênberî niha gavek nayê dîtin. Bi taybetî têkoşîna li ser CPT, Konseya Ewropayê, Neteweyên Yekbûyî, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û hemû saziyên navneteweyî, bi taybetî têkoşîna civakî ya li ser dewleta Tirk ev hêz bi taybetî jî dewleta Tirk tengav kiriye. Ji aliyê giştî ve hem pêngava rêbertî hem jî têkoşîna tê kirin dewlet jî rejîma faşîst jî xistiye pêvajoya hilweşînê. Ji ber vê yekê gelekî tengav bûye û divê ev zext hîn bêhtir bê girankirin. Parêzer ji bo dîtina Rêbertî timî bi rêk û pêk serlêdanê dikin, girîng e ev bê dewamkirin. Divê parêzer karibin Rêbertî bibînin.
DIVÊ ŞERT Û MERCÊN AZADÎ, EWLEKARÎ Û TENDURISTIYÊ YÊN RÊBERTÎ BÊNE MISOGERKIRIN
Rêber Apo rêberê gelekî ye. Hevdîtina malbatê ya bi Rêber Apo re zêde wateyeke xwe nîne, lê belê hevdîtina parêzeran xwedî wateyeke mezin e. Divê parêzer karibin Rêber Apo bibînin. Ev mafê herî xwezayî ye. Di hiqûqa Tirkiyeyê de jî ev bi vî rengî ye, di hiqûqa navneteweyî de jî bi vî rengî ye. Dewleta Tirk bi astengkirina hevdîtina parêzeran sûcekî mezin dike. Sûcê li dijî mirovahiyê dike. Hiqûqê binpê dike. Bêhiqûqiyeke mezin heye. Mafê herî xwezayî û rewa ye. Hevdîtina Rêbertî ya bi parêzeran re, hevdîtina bi gelek derdoran re, mafê xwe yê ragihandin, têkiliya xwe ya bi derve re, mafê wî yê herî xwezayî ye, lê belê bi rengekî bêhiqûqî û bêexlaq tê astengkirin.
Divê parêzer karibin Rêbertî bibînin. Li Îmraliyê hin heval hene ku bi Rêbertî re ne. Malbatên van hevalan ji bo dîtina wan timî serlêdanê dikin. Ji xwe bi giştî tecrîdek heye ku bi taybetî li ser Rêbertî li ser hemû hevalan tê meşandin. Divê ew heval jî karibin malbat, parêzer û wasiyên xwe bibînin. Lê belê Rêbertî ji malbatê bêhtir divê karibe parêzerên xwe bibîne. Rêbertî girtiyekî ji rêzê nîne. Nabe ku em rewşa Rêbertî û rewşa hevalên din ên girtî yên li Îmraliyê bi heman rengî binirxînin. Rêbertî rêberê gelekî ye, îradeya bi milyonan mirovî ye. Lewma divê Rêber Apo bi esasî karibe parêzerên xwe bibîne. Divê zexta li ser vê mijarê bê zêdekirin û sîstema tecrîdê ya êşkenceyê bê şikandin. Divê şert û mercên azadî, ewlekarî û tenduristiyê yên Rêbertî bêne afirandin.
Xuya ye CPT êdî nikare vê rewşê îzah bike. Lewma jî dem bi dem daxuyaniyan dide, hewl dide îzah bike. Di hevdîtinên heyetan ên bi Konseya Ewropayê re jî heman tengavî tê dîtin. Eşkere ye ku dewleta Tirk jî gelekî tengav bûye. Divê em vê yekê hîn bi xurtî bimeşînin. Bi rastî jî divê mirov li têkiliyên Konseya Ewropayê yên bi dewleta Tirk bipirsin.
Divê mirov li têkiliyên CPT ên bi dewleta Tirk bipirsin. Ev têkiliyeke çawa ye ku hiqûqa navneteweyî ya ku wan bi xwe ava kirine binpê dikin, hiqûqa xwe jî binpê dikin. Hiqûqa navneteweyî binpê dikin. Ev têkiliyeke çawa ya qirêj e? Divê piştperdeya vê têkiliyê, naveroka wê baş bê fêhmkirin, li hemberî vê yekê têkoşîneke gelekî xurt divê bê meşandin. CPT bi xwe bi eşkere dibêje; Ya li Îmraliyê sîstemeke tecrîdê ya êşkenceyê ye, îzolasyoneke mutleq e. Dibêje ev sûcê li dijî mirovahiyê ye. Bi xwe vê dibêje. Di hevdîtinên heyetê yên bi Konseya Ewropayê re jî heman tiştî dibêjin. Hema bibêje heman tişt e. Û Tirkiye endamekî Konseya Ewropayê ye. CPT ji xwe saziyek ser bi Konseya Ewropayê ve ye. Konseya Ewropayê organîzasyoneke siyasî ye, konseyek e. Xwedî taybetmendiyeke navneteweyî ye, karakterekî xwe yê bi vî rengî heye. Niha vê tînin ziman. Madem bi wî rengî ye, tu çima destûrê dide? Tu çima ji nedîtî ve tê? Tu çima dibe şirîkê vê yekê? Kiryarên li Îmraliyê hemû polîtîkayên qirkirina Kurdan e. em timî dibêjin; ev rastiyeke. Navenda polîtîkayên qirkirina Kurdan polîtîkayên li ser Îmraliyê ne. Polîtîkayên li dijî Rêber Apo ne. Polîtîkayên li wir têne meşandin berfireh bûne. Konseya Ewropayê, CPT û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê şirîkê vê ne. Di serî de Emerîka û Îngilistan ên ku komploya navneteweyî pêk anîn şirîkê vê ne. Çima hevkariyê bi van polîtîkayên qirkirinê re dikin?
Di vê mijarê de pêşketinên girîng hene. Divê pêngava kampanya azadiyê ya navneteweyî bi rengekî encamwergirtinê, bi xurtî bê meşandin.
GERÎLA DI NAVA TÊKOŞÎNEKE BÊHEMPA DE YE
Li dijî şerê qirkirinê yê dewleta Tirk, gerîlayên azadiyê têkoşîneke bêeman dimeşînin. Di serî de gelê Kurd her kes rêveçûna vî şerî meraq dike. Di weşana medya AKP-MHP’ê de xuya ye berevajîkirina rewşê heye. Lewma asta heyî ya şer nayê fêhmkirin. Asta şer, asta gerîlayên azadiyê çi ye? Belê, şer bi berfirehî dewam dike. Êriş li Metîna, Rojavayê Zapê giran e. Bi zêdehî çekên kîmyewî têne bikaranîn. Her cûre çekên qedexekirî li hemberî hevalan têne bikaranîn. Ev çek hemû qedexekirî ne, sûcê şer e. Dewleta Tirk her roj, her deqe, her saetê sûcê şer dike. Bi heman rengî bombardûmaneke giran rojane dike. Bi balafirên şer, bi tankan timî Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe dike.
Şer niha bi giranî li Rojavayê Zapê û Metînayê diqewime. Li Metînayê jî PDK’ê rê daye dewleta Tirk. Metîna û Zap bi temamî pêşkêşî dewleta Tirk kiriye. Ew dever bi temamî pêşkêşî dagirkeriyê kiriye. Bi her awayî îstîxbarat û piştgiriya lojîstîk dide. Ji bo bi pêş ve biçe derfetan pêşkêş dike, rê paqij dike, dide pêşiya dagirkeran.
ARTÊŞA TIRK LI METÎNAYÊ GELEK KUŞTÎ DA
Dewleta Tirk niha li Metînayê parçe bi parçe, gav bi gav bi pêş diçe. Heval li hemberî vê yekê di asteke cidî de li ber xwe didin. Vê dema dawiyê çalakiyên zêde hene. Li Metînayê gelek kuştî dan. Hevalan li hemberî pêşveçûna dijmin dest bi pêvajoyeke xurt a çalakiyan kirin. Têkoşîn dewam dike.
Li Zapê jî rewş bi heman rengî ye. Li ser şikeftan çekên qedexekirî têne bikaranîn. Li Qendîlê, Xakurkê, Behdînanê her roj balafirên şer bombardûmaneke giran dikin.
Me gotibû, wê dawiya meha Gulanê, destpêka meha Hezîranê şer giran bibe. Niha ya ku diqewime bi vî rengî ye. Êrişeke giran, bombardûman û hewldaneke belavbûnê heye. Li ser ve bingehê êriş dewam dike. Li hemberî vê yekê weke ku min got, heval çalakiyên gelekî xurt dikin. Hevrêyan silav dikim.
Bi taybetî meha Hezîranê li navenda Metînayê, li navenda Rojavayê Zapê çalakiyên gelekî xurt hatin kirin. Dijmin derbên gelekî giran xwar. Di vir de israr dike. Bêguman bi meha Hezîranê re ji xwe re kirin armanc ku şerekî hîn giran bikin. Ji Bradostê heta Garê û Rojavaye Zzapê planeke êrişê kirin. Armanca xwe ev bû. Ev plan hîn jî di rojevê de ye. Lê belê ji bo vê planê di destpêka meha Hezîranê de bixin meriyetê pêwîstiya xwe bi piştgiriyeke hîn xurt hebû. Mînak, bi Iraqê re hin hevdîtin kirin. Piştgiriyeke şênber ji Iraqê xwestin. Ji ber ku niha tengav bûne. Çekên qedexekirî jî di nav de bi her cûre teknîkê êriş dikin. Teknolojiya herî pêşketî ya cîhanê bi kar tînin. Lê belê xitimî ne, yanî çikiyan e. Li Zapê, li Metînayê çikiyan e, nikarin bi pêş ve biçin. Lewma pêwîstiya xwe bi piştgiriya Iraqê heye. Dixwazin bi rengekî şênber pêşmergeyan û Iraqê tevlî vî şerî bikin. Ji ber vê yekê bi Iraqê re nîqaş kirin. Xwestin odeya operasyonê ya hevpar ava bikin. Bi şer re xwestin koordîne bikin. Diyar e ku niha dixwazin vê gavê biavêjin. Lê belê eşker eye ku di vê mijarê de hîn bi Iraqê re li hev nekirine. Zorê didin Iraqê, zextê lê dikin. Lê belê xuya ye Iraqê zext û ferzên Tirkiyeyê bi temamî qebûl nekiriye. Ji ber vê jî gava duyemîn bi vî rengî nikare biavêje. Hêza xwe têra vê nake.
Ji xwe niha dewlet, ev rejîm hildiweşe. Aboriya xwe hilweşiya ye, siyaseta xwe hilweşiya ye. Ew hêza xwe nîne ku bi tena serê xwe wê hêzê li Garê, Qendîlê, Bradostê belav bike. Hêza xwe ya leşkerî, aborî nîne. Di destê xwe de çiqas teknîk hebe jî, çiqasî çekên li dijî mirovahiyê û li derveyî rêbaza şer bi kar bîne jî nikare bike. 3-4 sal in bi çekên qedexekirî şer dike. Bi balafirên şer şer dike. Bi teknolojiyê şer dike li dijî gerîla. Bi teknîkê şer dike lê nikare encamê bi dest bixe. Yanî çikiya ye. Eger Iraq piştgiriyê nede, pêşmerge bi temamî tevlî vî karî nebe nikare bi ser bixîne. Ew hêza xwe nîne. Lewma hewl dide Iraqê tevlî bike. Li ser PDK, YNK’ê hîn bêhtir disekine. Hewl dide YNK’ê jî bîne ser xeta PDK’ê. Hîn dest ji vê bernedaye. Vê dewam dike. Lê belê encama ku dixwaze nikare bi dest bixe. Ji ber ku nikare bi dest bixe nikare plansaziya xwe ya duyemîn pêk bîne.
Bi piştgiriya îstîxbaratê, lojîstîkê, serkêşiyê, rêçêkirinê ya PDK’ê hewl dide leşkeran bigihîne van deveran û parçe bi parçe êriş bike. Li her devera ku xwe digihîne hewl dide serwer bibe, li wir bi cih bibe. Di halê hazir de şerê ku li Başûrê Kurdistanê tê meşandin bi vî rengî ye.
LI BAKURÊ KURDISTANÊ BERXWEDANA GERÎLA ÎRADEYEKE BÊHEMPA YE
Şer li Bakur jî dewam dike. Em bi giranî timî Başûr dinirxînin. Bêguman şer niha li Başûr giran e. Lê belê li Bakur jî şerekî giran diqewime. Li her eyaleteke Bakurê Kurdistanê operasyon bê navber dewam dikin. Qet navber nedan. Her meh, her roj… Havîn, zivistan, bihar, payîz qet navber nedan, êriş bi salan bênavber têne kirin, operasyon hene. Bi dehan ÎHA, SÎHA li ezmanan e. Ji balafirên şer heta bi helîkopteran. Heta hêza profesyonel û çeteyan. Li her eyaleteke Bakur timî di operasyonê de ne. Bi rastî jî hevalên me yên li wê derê berxwedaneke bêhempa dikin. Îradeyê nîşan didin. Ez gerîlayên li Bakur ji dil pîroz dikim. Îradeyeke bêhempa ye. Bi rastî jî wêrekiyeke mezin e, dilsozî û fedakariyeke bêhempa ye. Hevrê bênavber li hemberî êrişan li ber xwe dan. Niha li hemû eyaletan hêza gerîla heye, li dijî her cûre êrişan li ber xwe dide, çeperên xwe diparêze. Ev gelekî hêja ye.
Bi heman rengî êriş li ser Rojava jî dewam dikin. Ez gelê me û hêzên leşkerî yên li wê derê îradeya wan pîroz dikim. Timî êriş li ser wan tê kirin. Êrişî qadên xizmetê yên gel dikin. Mehên dawî êriş careke din giran kirin. Êrişî qadên jiyanê, cihên xizmetê û binesaziya gel dikin. Ev hemû sûcê şer e, sûcê qirkirinê ye. Li herêmên Rojava yên dagirkirî demografiyê diguherînin. Bi zimanê Tirkî perwerdeyê didin. Li her derê li Efrînê, Serêkaniyê, Girê Spî walî tayîn kiriye, dagir kiriye, desteser kiriye. Her roj di nûçeyan de têne weşandin. Mînak li Efrînê perwerdeya şerê taybet didin. Dibistana şerê taybet ava kiriye û perwerdeya profesyonel dide çeteyên li wê derê. Şerekî qirkirinê li wê derê dimeşîne.
Li hemberî vê berxwedan heye. Wê dewam bike. Heta ku înkar û îmhakirina Kurdan dewam bike ev êirş heta ku li Başûrê Kurdistanê, Bakurê Kurdistanê, Rojava û Rojhilat dewam bikin têkoşîna gelê Kurd jî wê dewam bike. Me dît ku berxwedan encamê bi xwe re tîne. Vê berxwedanê dewleta Tirk xistiye pêvajoya hilweşînê. Desthilatdariya qirker faşîst niha hildiweşe. Berxwedan encamê bi dest dixe.
POLÎTÎKAYA QEYÛM PARÇEYEK JI POLÎTÎKAYÊN QIRKIRINÊ YE
Bi taybetî sekna gelên me pîroz dikim ku di 13-14’ê mehê de li Colemêrgê û Akdenîz a Mersînê di mîtîngan de nîşan da. Ji dema ku qeyûm li Colemêrgê hatiye tayînkirin û vir ve gelê me li her derê di nava berxwedaneke mezin de ye. Bi taybetî li Colemêrgê berxwedaneke bênavber heye, têkoşînek heye. Heta encam bê bidestxistin divê ev yek teqez dewam bike. Bêguman berxwedan divê ne tenê li Colemêrgê be. Li her derê nerazîbûnek heye. Ne rast e ku mirov bibêje nîne lê belê kêm e. Ev yek ne tenê nêzîkatiyek li hemberî Colemêrgê ye, nêzîkatiyek li hemberî gelê Kurd e. Polîtîkayeke qirkirinê ye. Divê qeyûm bi vî rengî bê nirxandin.
Polîtîkaya qeyûm parçeyek ji polîtîkayên qirkirinê, polîtîkayên îmha û înkarkirina Kurdan e. Dewleta Tirk li ti cihî naxwaze Kurd bibe xwedî îrade. Naxwaze Kurd xwe bi xwe bi rê ve bibe. Rêvebirina xwe tê çi wateyê? Tê wateya hêza xwe, biwatekirina hebûna xwe. Ji bo misogerkirina azadî û hebûna xwe afirandina asteke girîng a pêşketinê ye. Gelekî ku xwe nikaribe bi rê ve bibe mehkûmî koletiyê ye. Ev rastiyeke. Gelê Kurd ji ber ku bi hezaran salan, bi sedan salan nekarî rêveberiya xwe ava bike, nekarî xwe bi rê ve bibe di statuya koletiyê de ma. Mînak, em dibêjin Kurdistan mêtingeh e. Gelekî tê nirxandin; dibêjin polîtîkayên qeyûm hiqûqeke mêtingeriyê ye, hiqûqa dijmin e. Belê, lê belê Kurdistan ne tenê mêtingeheke klasîk e. Rêbertî digot, Kurdistan mêtingeha mêtingehiyê ye. Ya ku li Kurdistanê tê kirin polîtîka û hiqûqa mêtingeriyê ya klasîk nîne. Li Kurdistanê polîtîkayeke mêtingehiya qirkirinê tê meşandin. Mêtingehiyeke xwe dispêre qirkirinê heye. Hatiye dagirkirin, mêtingehkirin, lê belê li welatekî ku hatiye mêtingehkirin hîn jî bi rêk û pêk û bi sedan salan qirkirin tê kirin. Qirkirina çandî tê kirin, qirkirina fîzîkî tê kirin, qirkirina aborî, ekolojîk tê kirin. Yanî li Kurdistanê qirkirineke pir alî heye. Lewma Kurdistan kirine mêtingeha mêtingehiyê. Koletiya li ser Kurdan hatiye ferzkirin gelekî giran e. Lewma xwerêveberî gelekî bi wate ye, gelekî hêja ye. Gelekî xwe bi rê ve dibe xwedî hebûnê ye. Wateyê dide hebûna xwe. Gelekî xwe bi rê ve dibe xwedî baweriya bi xwe û wêrekiyê ye. Lewma azad dibe, dibe xwedî hêza xweparastinê. Ev yek azadî ye. Ev gelekî girîng e.
Mêtingera qirker, dewleta Tirk û rejîma AKP-MHP a qirker mêtinger naxwaze ev pêk were. Ji ber vê jî sala 2016, 2019’an vê yekê têrê nekir sala 2024’an dixwaze cara 3’yemîn qeyûm li Kurdistanê tayîn bike. Berê jî kiribû. Mînak Şaredariya Êlihê hatibû bidestxistin, Edîp Solmaz hate qetilkirin. Piştre çend şaredarî hatin bidestxistin, dest li hemûyan hate werdan, ew mirov ji wezîfeyê hatin dûrxistin, girtin û êşkence li wan hate kirin. Ji xwe li Tirkiyeyê erkeke zêde ya şaredariyan nîne. Hemû ji Enqereyê têne birêvebirin. Sîstemeke tund a navendîperestiyê heye. Bi rastî jî sîstema netewe dewletê ya Tirk sîstemeke faşîst e.
Dewam dike…