Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:
“Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi vî rengî ne:
Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;
18’ê Cotmehê saet di 10:39’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin. Di encama çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin.
19’ê Cotmehê saet di 11:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin.
19’ê Cotmehê saet di 19:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî kamerayeke mobesse û teqemeniya ji 40 kîloyî ya dagirkeran hatin îmhakirin. Çalakiya ku hêzên me yên YJA Starê kirin, ji bo bîranîna fermandara me ya pêşeng a nemir hevrê Bêrîtan (Gulnaz Karataş) hate lidarxistin.
Li Herêma Xakurkê;
18’ê Cotmehê saet di 14:30’î de li Girê Şehîd Hêmin bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.
Li Herêma Metînayê;
20’ê Cotmehê saet di 10:20’î de li Qada Berxwedanê ya Şêlazê droneyek bi rêbaza sûîqestê hate xistin.
20’ê Cotmehê saet di 09:30’î de li Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê bi çekên giran li dagirkrean hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;
18 û 20’ê Cotmehê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
20’ê Cotmehê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê 6 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker;
18, 19 û 20’ê Cotmehê li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Berbizinê, Şehîd Şerîf 6 caran, li Herêma Garê qadên Sêdarê, Dêreşê, Zêvkê, Girê Kun, Pîrozana, Rêbînê, Girê Zengilê 12 caran, li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Şêlazê, Bêşîlî 2 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 2 caran; bi giştî 22 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
18, 19 û 20’ê Cotmehê li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Girê Şekîf, Şehîd Şerîf 7 caran, li Herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê 13 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 4 caran; bi giştî 24 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.”