Sêşem, 26 Tebax 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Em ji têkoşîna xwe poşman nînin, em aştiyeke bi rûmet dixwazin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 26’Ê TEBAXA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDK-E: Divê em li hemberî êrîşan bêdeng nemînin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Erdogan têkildarî pêvajoyê daxuyanî da: Em ketine qonaxa dawî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Temellî: Şert e ku komîsyon bi rêk û pêk hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mudanya bi pileya 3.4 erd hejiya

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji Mainburgê heta bi Qendîlê sembola sosyalîzma demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyê 2’yemîn Konferansa Jenosîda Kurd destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koçberên Şengalî yên li kampan li dijî biryara wezaretê daketin qadan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Hevala Gulistan wê her tim di têkoşîna me de pêşenga nemir be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gel li Pirsûsê meşiya: Divê komîsyon rêzê li gel û zimanê wan bigire

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li hember bûyerên li Silêmaniyê nerazîbûn: Pirsgirêk bi çek çareser nabe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Pêvajoya aştiyê bêyî jinan nameşe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê hevdîtina jinan a aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên girtî: Birîna Ziman yan Rûreşiya Wijdanê?

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hapsa Xan: Pêşenga perwerdehî û têkoşîna maf

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo komkujiya li Newala Xesfeyê banga lêpirsîna navneteweyî hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a li kampa Waşûkanî daxwaza azadiya Rêber Apo kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Swîsreyê bi hezaran kes li hev kom bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kopenhagenê Festîvala Çand û Hunerê ya Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Belçîkayê Festîvala Çanda Kurd destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kobanê wê dibistana muzîkê were vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Awazên Çiya bi ‘Dara Jiyanê’ Cejna Vejînê pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Albûma nû ya Awazê Çiya ‘Dara Jiyanê’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikumeta Demkî taloq bû
Li Pêncewînê êrîşa bi balafira bêmirov: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Şoreşa ku bi destê xwedawendan gihîşt serkeftinê: Şoreşa Rojava
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > HPG: Fermandarê Eyaletê Mordem Çewlîk şehîd bû
Kurdistan

HPG: Fermandarê Eyaletê Mordem Çewlîk şehîd bû

HPG-NRÇ'ê ragihand ku Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG'ê û Fermandarê Eyaleta Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Mordem Çewlîk di encama qezayekê de şehîd bû.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 26. Tebax 2025 Dema xwendinê: 23 dq.
Parvekirin

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG-NRÇ) ya têkildarî şehadeta fermandar Mordem Çewlîk bi vî rengî ye:

“Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG’ê û Fermandariyê Eyaleta Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê hevrêyê me Mordem Çewlîk dema ku li ser kar û wezîfeya xwe bû, 11’ê Tebaxa 2025’an ji ber qezayeke xeternak a li tunela şer şehîd bû û du hevrêyên pê re jî bi giranî birîndar bûn.

Hevrêyê me Mordem ku ji malbateke Elewî, welatparêz û gelekî hêja ya ji Çewlîkê bû, bi çalakiya ‘Mertalên Zindî’ tevlî nava refên gerîla bû, ku çalakî ji aliyê bi sedan ciwanên Apoyî yên bijarte yên rewşenbîr, zane, bi biryar û baweriya ji têkoşînê ve hate lidarxistin. Bi asteke bilind a têgihiştinê û baweriyeke mezin, bi rengekî îdeolojîk tevlî PKK’ê bû. Ji ber ku zanîbû bê ji bo çi tevlî bûye û di nava têkoşîna azadiyê de divê çi bike, di demeke kurt de biryara fedaîbûnê wergirt û derbasî nava Hêzên Taybet bû. Jiyana xwe ya têkoşînê da ber azadiya fîzîkî û parastina Rêber Apo, bi vî rengî di bin sîwanê Hêzên Taybet de gelek wezîfeyên cuda bi ser xist. Bi sekna xwe, kedkarî û fedakariya xwe, bi tevlîbûn û hevrêtiya xwe, bi dilnizmî û dilpakiya xwe li nava hevrêyên xwe hemûyan bû cihê hezkirin, hurmet û baweriyeke mezin. Her wezîfeya ku pê radibû teqez bi ser dixist û bi vî rengî derbasî nava wezîfeyên girîng û stratejîk bû. Hevrêyê me Mordem di şerê li Eyaleta Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê 4 salan di asta fermandariyê de cih girt, ku ev şer pêvajoya herî bi heybet a dîroka têkoşîna me ye. Di asta destpêkê û sereke de fermandarî ji vê berxwedana destanî re kir ku dîrok nivîsand. Bi saya sekna xwe ya fedaî ya Apoyî, îradeya xwe ya ji pola, pêşdîtina xwe ya xurt, hostatiya xwe ya taktîkî û hunera xwe ya rêvebirina hejmareke zêde ya hêzê pêşengî ji berxwedaneke demdirêj û dîrokî re kir. Hevrêyê me Mordem hem şervanekî fedaî, hem rêveberekî şareza, hem fermandarekî xurt hem jî koordîneya şerekî hostatî bû. Li çiyayên Kurdistanê 20 salan bê navber bi rengekî fedaî jiya, şer kir, milîtaniya fedaî ya Apoyî di her kêliyê de û li her cihî bi rengekî hêja temsîl kir û navê xwe li dîroka me ya têkoşînê nivîsand.

Şehadeta fermandarê me yê fedaî yê Apoyî hevrê Mordem li qezayeke wehîm û qet nedihat payin, ji bo me êşeke giran e ku nikare bê vegotin û qebûlkirin. Em bûyera şehadeta hevrê Mordem weke xwe bi malbata wî ya hêja û gelê xwe yê welatparêz re parve dikin, ku em gelekî pê êşiyan. Sedema şehadeta hevrêyê me Mordem ew taybetmendiya wî bû; ku jiyana bi rengê fedaî timî ji xwe re kiribû pîvan, her kar beriya hevrêyên xwe dikir, her rîsk beriya her kesî dide ber çavên xwe, di her şert û mercî de hevrêyên xwe diparast, hewl dida hîn bêhtir tevkariyê li têkoşînê bike û timî xwe dida pêş. Fedakariya bê dawî ya milîtaniya fedaî ya Apoyî li hin cihên ku divê xwe biparêzin mixabin parastina canê xwe îhmal dike û bi vî rengî dibe sedema hin lawaziyan. Hevrêyê me Mordem Çewlîk ku dîrok nivîsand, ked da me hemûyan, xwe kir çeper û serketinên mezin afirand, Rêberê me, gelê me, tevgera me û hevrêyên me parast; bi sekn û têkoşîna xwe wê ji me re timî bibe mînak. Em fedaiyên Apoyî, em ê hîn bêhtir bibin Mordem û li ser rêya serketinê bi gavên ji xwe bawer bimeşin, bi vî rengî bîranîna wî nemir bikin. Em li ser vê bingehê sozê didin Rêberê xwe, şehîdên xwe û gelê xwe.

Fermandarê fedaî yê nemir hevrê Mordem di di doza heqîqet û azadiyê ya gelê me de, di oxira heqîqetê de ber bi heq ve meşiya. Em sersaxiyê ji malbata hêja ya hevrê Mordem, ji gelê Elewî yê berxwedêr, ji gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Mordem Çewlîk ê şehîd bûye, bi vî rengî ne:

Nasnsav: Mordem Çewlîk
Nav paşnav: Bûlût Kîşîn
Cihê jidayikbûnê: Çewlîk
Dayik-Bav: Fîdan-Nûralî
Dem û cihê şehadetê: 11’ê Tebaxa 2025 / Zap

Şehîdên me yên bilind ku heqîqeta me temsîl dikin, nirxên me yên pîroz in ku rastiyê bi rengê herî şênber radixin pêş çavan. Hevrêyê me Mordem di raporên xwe de ku di demên cuda de ji rêxistina xwe û hevrêyên xwe re nivîsand, heqîqeta xwe bi rengê herî rasteqîn û dilnizm anî ziman. Tiştên ku hevrêyê me Mordem bi pênûsa xwe li ser xwe nivîsand, jiyana xwe ay berî û piştî tevlîbûna li nava refên PKK’ê kurteber dike. Fermandarê fedaî yê Apoyî hevrêyê me Mordem Çewlîk ku bi navê fermandariya destana berxwedanê navê xwe li dîrokê nivîsand, bi vî rengî qala xwe kiribû:

“Navê min Mordem Çewlîk e, 10’ê Cotmeha 1985’an li Çewlîkê ji dayik bûm. Ji ber karê bavê min ez li Îzmîrê mezin bûm. Heta ku biçim zanîngehê li Îzmîrê mam. Derdora me bi giranî ji mirovên welatparêz û sosyal demokrat bûn. Hem malbatê hem jî derdorê bi rengekî xwezayî gelekî bandor li min kirin. Ji ber ku malbat Elewî bû, xwedî kevneşopiyeke têkoşeriyê bû. Vê rewşê di nava partiyê de jî xwe nîşan da, apên min tevlî nava partiyê bûn. Gelek ji zarokên xaltîka min tevlî nava têkoşînê bûn. Di heftê saliya xwe de hem kalikê min hem jî pîrika min ji aliyê dijmin ve hatin girtin û li girtîgehê hatin bicihkirin. Ev yek bû sedem ku li hemberî dijmin bi hêrs bibim û bi rengekî xwezayî welatparêziya min jî mezin kir. Apê min şehîd Şehmûs Ûfûk-Tekîn Kîşîn sala 1989’an tevlî nava refên gerîla bû, ku ev yek di heman demê de bû kêliya destpêkê ku min PKK nas kir. Piştre apê min şehîd Rojhat Ûfûk-Engîn Kîşîn beşdarî nava refên gerîla bû û apekî min ê din li zindanê hate girtin, ku vê yekê min hîn bêhtir nêzî têkoşînê kir.

Bandora herî mezin a malbatê û derdorê ya li sermin ew bû, ku berê min da xwendinê. Bi vî rengî bandoreke erênî li jiyana min a xwendinê kirin, bandoreke xwe ya neyînî nebû. Ji ber ku min ji xwendekarên din cudatir hîn bi zanebûn dewam kir, ji hin aliyan ve min dibistan li gorî çarçove û armanca xwe bi kar anî. Vê rewşê heta ku min zanîngeh terikand, dewam kir. Di dema xwendina dibistana navîn de jî beşdarî nava karên xwendekaran ên partiyê bûm. Hîn min lîse neqedandibû, ji malê cuda bûm û bi rengekî çalak beşdarî nava karên partiyê yên siyasî bûm, nêzî pênc salan min ev kar kir. Amed ji ber ku navenda Kurdistanê bû, ji bo xwendina zanîngehê min xwest biçim Amedê û çûm beşa Mamostetiya Fîzîkî ya Zanîngeha Dîcleyê. Ji ber ku di nava karên ciwanan de bûm min dest ji zanîngehê berda. Ev dem ji bo min firsendeke baş bû ku PKK’ê, Rêbertî û îdeolojiyê ji nêz ve nas bikim. Ji aliyê îdeolojîk ve gihîştim astekê, her wiha ji ber malbatê jî xwedî asteke dilsoziya hestewarî bûm. Lewma bi demê re min pêwîstî pê dît ku divê êdî tevlî nava gerîla bibim. Wê demê giranbûna şer û Pêngava 1’ê Hezîrana 2004’an hem ji min hem jî ji hemû ciwanên Kurd li benda bersivekê bû. Me jî çalakiya ‘Mertalên Zindî’ pêk anîn û ez jî bi vê wesîleyê tevlî nava refên gerîla bûm.

Li Behdînanê tevlî nava perwerdeya şervanên nû bûm. Di perwerdeyê de heta astekê min xwe guhert. Perwerdeyê kir ku bi hînbûyînên xwe û rastiya Kurdîtiyê re rû bi rû bibim. Encamek bi xwe re anî ku ez pê xurt bûm û bûm xwedî tecrûbe. Hîn bûm ku hîn bi rengekî cidî û rasteqîn nêzî xwe bibim, danheviyên min ên îdeolojîk bi nêrîneke cuda nû bûn û ji aliyê leşkerî ve jî zemîneke teorîk afirî. Ji bo karibim ji aliyê leşkerî û îdeolojîk ve hîn şareza bibim, di asta herî bilind de bibim xwedî kesayetiyeke milîtaniya Apoyî, xwe ji her alî ve bi pêş ve bibim, ji her qada wezîfeyê ya rêxistinê re amade bim, her wezîfeyê li her qadê bi serketî bi cih bînim û ji hemûyan girîngtir ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bîne, min xwe pêşniyar kir ku derbasî nava Hêzên Taybet bibim. Piştî du sal û nîv ên têr û tijî yên li nava Hêzên Taybet ku ji her alî ve bûm xwedî gelek tecrûbeyan, bi pêşniyar û israra xwe di destpêka sala sala 2008’an de derbasî Amanosê bûm. Li dû çar salên karê pratîkî yê li Qada Amanosan, bi biryara fermandariya me di sala 2011’an de derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bûm. Ji bo dersên pêwîst ji pratîkê derxîne û li ser bingeha perspektîfa şerê gel ê şoreşgerî xwe jinûve ava bikim, li Akademiya Leşkerî ya Mahsûm Korkmaz tevlî perwerdeyê bûm. Piştî perwerdeyê derbasî Fermandariya Hêzên Taybet bûm û li ser bingeha wezîfedarkirina ku fermandariya me kir, li nava Hêzên Taybet weke şervanekî û fermandarekî tevlî gelek karî bûm.”

Hevrêyê me Mordem ku bi tecrûbeya bi salan di sala 2013’an de beşdarî Konferansa Hêzên Taybet bû, biryardariya xwe ya ji bo têkoşîna bi rengê fedaîtiyê û amadebûna xwe ya ji her wezîfeyê re jinûve destnîşan kir. Ji bo gerîlayên fedaî yên Apoyî li her qadê bibin pispor û profesyonel bibin di vê konferansê de biryar hate dayin ku Akademiyên Şehîd Huseyîn Mahîr bê avakirin. Hevrêyê me Mordem bi daxwazeke mezin û baweriya bi serketinê di avabûna Akademiyên Şehîd Huseyîn Mahîr de rol lîst û ji sala 2013’an heta sala 2016’an fermandarî ji van akademiyan re kir. Di vê pêvajoyê de bi sedan hevrêyên fedaî ji pêvajoya şerê giran re amade kir. Hevrêyê me Mordem bi hunera xwe ya bilind, bi jîrbûna xwe, bi hunera xwe ya taktîkî, afirînerî, hevrêtiya xwe ya ji dil û hunera xwe ya fermandariya fedaî ya Apoyî pratîkeke serketî nîşan da. Di serî de şehîd Şervan Varto-Onder Aslan û Cumalî Çorûm-Zeynel Erocagi bi gelek fermandarên me yên fedaî re mil da hev û fermandariya lehengên fedaî kir ku wê di salên pêş de mohra xwe li pratîka serketî bixista.

Piştî pêvajoya Fermandariya Akademiyên Şehîd Huseyîn Mahîr, di destpêka sala 2016’an de weke fermandarê eniyê derbasî Avaşînê bû. Hevrê Mordem li Avaşînê jî hunera fermandariya fedaî ya Apoyî û asta taktîkî xist meriyetê û kir ku serketinên girîng bêne bidestxistin. Li dû vê pratîka serketî di payîza 2017’an de ji bo karên girîng û stratejîk ên Fermandariya me ya Biryargeha Navendî hate wezîfedarkirin ku ji bo wezîfeyên bi vî rengî pêwîstî bi cihê baweriyê heye. Bi hostatiyeke mezin fermandarî ji vî karî re kir. Li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê ji bo meşandina şerê parastina rewa û rabûna li ber dagirkeriyê, di sala 2022’an de ji Eyaleta Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê re weke fermandar hate wezîfedarkirin. Ji bo fermandariya şer li qada şer bi xwe, li nava çeper û tunelan bi şervanan bimeşîne û koordîne bike derbasî Eyaleta Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bû. Hevrêyê me Mordem ku bi salan li benda vê kêliyê bû, hest û nêrînên xwe yên di vê pêvajoyê de bi vî rengî nivîsandibû:

“Êvara 6’ê Tebaxê hevalan ji min re gotin ku ji bo Eyaleta Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê hatime wezîfedarkirin. Beriya vê yekê gelek caran ji bo gelek deverên cuda yan jî karên cuda hatibûm wezîfedarkirin. Hesta destpêkê ya gelek ji wezîfeyan hîn di bîra min de ye. Lê belê vê carê gelekî cuda bû. Qet dudil nebûm, qet matmayî nebûm, weke ku min agahiyeke wergirtiye ku bi salan li bendê bûm û jê re amade bûm. Min baş zanîbû bê zor û zehmetiyên li pêşiya min çi ne, lê belê ruhê min welê sade bû ku bû cihê aramiyê û bi vî rengî min bala xwe da ser wê yekê ku demeke beriya demekê xwe bigihînim Girê Amediyê. Min hîn jî fêhm nekiriye bê wezîfedarkirinek çawa dikare ewqasî dilê mirovan rehet bike. Bi kurtasî, ev rewşa ku nikarim baş bînim ziman mejiyê min ewqasî aram kir ku ev atmosfera giran a şerê bi salan ê bê navber bi carekê belav kir. Belê, piştî bi salan yekemcar bêhn hatibû ber min. Kêm jî be diviyabû min ev barê wijdanê hinekî sivik bikira. Ji ber ku ez êdî tijî bûm, weke her hevalên sax bi hêrsê tijî bûm, bi hesretê, bi êşê tijî bûm. Li gel ku zanim hesret û êş hevrêyên me yên ebedî ne, qet nebe hêvî dikim ku ji pencereya hêrsa xwe hinekî hilmê bistînim. Lewma heta ji destê min bê ez ê bi hemû hêza xwe kar bikim, di vê mijarê de ewqasî bi biryar im ku ji dema min bihîst hatime wezîfedarkirin û pê ve li hemberî her tiştên ku serî û aqlê min tevlîhev bike bedena min ji ber xwe ve bû xwedî mertaleke parastinê. Belê, dîsa hevxemê her tiştî me, dîsa jî hemû êş li şûna xwe ne, lê belê piştî bi salan vaye dilê min rehet bûye, aram bûme.

Bi salan li çiyê hem min hez kir, hem jî hatim hezkirin, lê bi qasî van rojên dawî ez ewqasî bi vê hezkirinê nehesiya bûm. Niha jî bi bêzariyeke dilnizm ev pirs ji aqlê min dernakeve; ‘Gelo min çi kir ku ewqasî bêm hezkirin’. Ev pirs ji ber xwe ve mirov ber bi rabirdûyê ve dibe, bi taybetî li pêşberî heqîqeta hevrêtiyê sekna min, kêmasiyên min bi rengekî fedîkarî dixe ber lêpirsînê. Niha ji bo min her tişt bi hezkirinê tê destnîşankirin û dibêjim, ‘tu nebêje heqîqeta van çiyayan ev bû’. Ma min bi vê nizanîbû? Bêguman min pê zanî bû, lê belê cara yekê ye ku pê dihesim di vê astê de bi her awayî têm hezkirin û hez dikim. Piştî ku bi van hestan hesiyam, ji xwe re dibêjim, ‘Karekî min bi cîhana ku tê zanînr e nemaye’ û bi min welê tê ku jinûve jidayik bûme. Ji ber ku hîs dikim ku bi van hevrêyên xwe re gihîştime sira jiyanê. Ji vê û pê ve ya mayî ew e ku hêjayî kedên Rêbertî, şehîdan, hevrêyan û tevgerê bim û ji niha û pê ve bi têr û tijî hez bikim. Ya rast, di mijara hezkirinê de tiştên ku min li vir nivîsî li pêşberî hestên min ne tiştek in. Xwezî hunereke min a nivîsê hebûya ku min karîbûya hestên dilê xwe li vê derê binivîsanda. Mixabin di vê mijarê de lawaz im û divê xwe bi pêş ve bibim. Dibe ku nikarim baş binivîsînim, nikarim xwe baş bînim ziman, lê belê baş zanim bê li ser vê rêya ku bi hezkirina hevrêyan hatiye ronîkirin çawa bimeşim. Ji bo hêjayî hezkirina hevalên xwe bim, çi ji destê min bê ez ê bikim, ez ê hebûna xwe ya bedenî bi kêmasiyên ji rêzê pêşkêşî dijmin nekim û hevalan neêşînim.

Weke hemû hevalan ez jî bi gelek hestên vê jiyanê hatim tecrûbekirim. Hinek ji wan gelekî bi êş bûn, hinek hînker bûn, hinek zehmet bûn, hinek jî bi kêf bûn. Lê belê ti ji wan ji bo min ewqasî ronî û aram nebûn ku bibêjim, ‘Vaye ya ku ez lê digeriyam min dît’. Ez niha di vê ast û rewşê de me! Ez bi dengekî bilind radigihînim ku tişta ez lê digeriyam min li gel hevrêyên xwe dît. Heqîqeta vê rastiyê; hezkirin e; ez ji hevrêyên xwe hemûyan hez dikim û zanim ku tême hezkirin. Lewma gelekî kêfxweş û dilaram im. Jiyan ji bo min comerd bû ku ev yek pêşkêşî min kir, ji ber vê yekê li pêşberî yên ku ev jiyan afirandine xwe deyndar dibînim û jiyana min a ji niha û pê ve wê bi rengê dilsoziya bi vî deynî derbas bibe.

Bêguman bi hemû bîranîn û xeyalan min ew moral di kesayetiya xwe de bi cih kiriye ku hemû zor û zehmetiyan ji pêşiya xwe rakim. Ji ber vê yekê dixwazim demek beriya demekê bi ya herî zehmet re rû bi rû bibim. Baweriya xwe bi wê yekê tînim ku di şer de jî rastiya bêdawî ya serketinê dilsozî ye, yanî hezkirin e. Ti carî bawer nakim ku gerîlayên ewqasî bi rengekî manewî bi hev ve hatine girêdan têk biçin. Lewma em ê teqez bi ser bikevin. Ji ber ku me xwe bi hezkirina hevalên xwe, xwe xemilandine û bi vî rengî tevlî şer dibin. Gelo ji vê mezintir û bi heybettir çekeke din heye?

Ez li hevalên li qadê, li çeper û tunelan dinihêrim. Ewqasî bi moral in, ewqasî xwînsar in ku mirov nikarin vebêjin. Tişta ku zorê bide wan, ez jî, ew jî zanin. Lê belê ne xema wan e, tenê difikirin û dibêjin, ‘dijmin hatiye, em hîn bêhtir çawa dikarin lê bixin’. Carna ji hêrsê nikarim li şûna xwe bisekinim. Li fermandarê dijmin difikirim. Ev gotin di mejiyê min de diçe û tê, ‘Tu xwe çi dihesibîne ku hewl dide bi sedan fedaiyan dorpêç bike? Ev xefleteke çawa ye! Ma tu zane, eger tu ewqasî zextê li me bike, tengav bike, wê çi bê serê te? Tu çawa dikare bifikire ku hem li hundir hem jî li derve ewqasî fedaiyan dorpêç bike?’ Ji ber ku hevalan hemûyan her tişt dane pêş çavên xwe. Ji xwe em wan bi zorê disekinînin. Ma ji te tê ku van mirovan dorpêç bike? Her roj zextê dikin ku li dijî dijmin çalakiya fedaî bikin. Eger dijmin hîn bêhtir zorê bide, hingî gavên ku kes nikare texmîn bike bê avêtin…”

Hevrêyê me Mordem ku bi hest û fikrên welê esîl rahişt şûrê serketinê, di şerê li Eyaleta Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê ku pêvajoya berxwedana herî bi heybet a dîroka me ya têkoşînê ye, ji Tebaxa 2022’an heta vir ve 4 salan di asta fermandariyê de cih girt. Di asta destpêkê û sereke de fermandarî ji vê berxwedana destanî re kir ku dîrok nivîsand. Bi sekna xwe ya fedaî ya Apoyî, bi îradeya xwe ya ji pola, bi pêşdîtina xwe ya bilind, bi hostatiya xwe ya taktîkê, bi hunera xwe ya rêvebirina gelek tîm û hêzeke mezin pêşengî ji berxwedaneke dîrokî û demdirêj re kir. Hevrêyê me Mordem hem şervanekî fedaî, hem rêveberekî şareza, hem fermandarekî xurt hem jî koordîneya şerekî hostatî bû. Hevrê Mordem dema ku wezîfeya Fermandariya Eyaleta Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bi serketineke mezin dikir, dema ku bi erka xwe radibû di 11’ê Tebaxa 2025’an de, li tunela şer ji ber qezayeke wehîm şehîd bû.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.1
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Em ji têkoşîna xwe poşman nînin, em aştiyeke bi rûmet dixwazin’
Nûçeya Pişt re Awûstralyayê ji ber du êrîşên li welêt Îran berpirsyar nîşan da
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Biryara hepsa malê dane rojnamevan Ozlem Gurses

Rojnamevan Ozlem Gurses a ku ji ber weşana xwe ya li ser YouTubê hatibû binçavkirin,…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Ûkraynayê êrîşa bi fuze: Herî kêm 31 kes mirin

Li bajarê Sumi yê li bakurrojhilatê Ûkraynayê, hate ragihandin ku di êrîşeke Rûs de bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji pevçûnê ber bi pêşveçûna domdar

Serokê Tacîkistanê Emomali Rahmon serdaneke dewletê ya Kirgizistanê kir û di vê serdanê de Duşanbe…

Ji aliyê Kurdistan LEZGIYEVA

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Awûstralyayê ji ber du êrîşên li welêt Îran berpirsyar nîşan da

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji Mainburgê heta bi Qendîlê sembola sosyalîzma demokratîk

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Heyeta DYE’yê bi Mazlûm Ebdî û El Şara re hevdîtin kir

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Hişkesalî li Ewropa û Deryaya Spî rekor şikand

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?