Duşem, 4 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Stenbolê pîrozbahiyên Amedsporê: Di serdegirtinan de 10 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mirinên biguman nû nînin: Rejîmeke tundiyê hate avakirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bayindir: Dewlet çareseriyê li demê belav dike û kevneşopiya rizandinê dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 4’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Onder li ser gora xwe hate bîranîn: ‘Aştî wê teqez were’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevanan bang kirin: Hempîşeyên me berdin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Zaxoyê 3 kes xeniqîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    MGK: Divê zextên li ser rojnamevanan bi dawî bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanê Kurd Mehrab Abdullahzade hate darvekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Colemêrgê rê nîne: Erdhejeke gengaz wê hilweşîneke mezin bi xwe re bîne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Farqîn: Em ê mîrateya şehîdan bi felsefeya ‘Yek hirqe û yek loqma’ bidomînin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    TAJÊ tevlî pêngava ‘Em YPJ ne’ bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nêrgiz Mihemedî bi cîhaza oksîjenê dikare hilmê bistîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îngilîstan û Gallerê tenê %3’yê xwekuştinên girêdayî tundiya nav malê derbasî darazê dibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo jinên li Stenbolê hatine qetilkirin û windakirin meş hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd a Ewropayê 1’ê Gulanê pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Di karên çandiniyê yên demsalî de jin rû bi rûyê mêtingeriyê ne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    4 hezar sal in nehatibû xwendin: Nivîsa Elamî hat deşifrekirin; gelo Elamî Kurd in?

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çavdêriya ji Festîvala Fîlmên Kurd a Dusseldorfê

    Ji aliyê Stêrk TV

    3’yemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya li Dusseldorfê bi merasîma xelatdayînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskara Kurd Meral Şîmşek beşdarî Festîvala Wêjeyê ya Munchenê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyamên hevgirtinê yên ji bo banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bû pirtûk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çand Ewropa hunermend Elî Mansûr bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Zextên li ser malbatên girtiyên siyasî zêde dibin
Li Rojhilat 394 welatî hatin binçavkirin
Li Hewlêrê zarokan dayik û bavê xwe qetil kirin, cenazeyên wan mehekê li malê veşartin
Dewleta Tirk êrîşî sivîlên ku vegeriyan Serêkaniyê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > HPG: Fermandarê fedayî Hewrê Çiya şehîd bû
Kurdistan

HPG: Fermandarê fedayî Hewrê Çiya şehîd bû

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku meha Adarê di “êrîşa dijmin” de “Fermadarê Fedayî yê Apoyî Hewrê Çiya” şehîd bû.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Hezîran 2024 Dema xwendinê: 14 dq.
Parvekirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya dayî de, wiha got: “Hevrêyê me Hewrê Çiya bêhesab û bêteredut, xwe fedayê Rêber Apo kiriye. Hevrêyê me yê fedayî di meha Adara 2024’an de, di encama êrîşa dijmin de şehîd bû.”

Di daxuyaniyê de ev tişt jî hatin diyarkirin: “Hevrê Hewrê ewladê şoreşgerger ê bi wêrek û hêja yê gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê ye. Jiyana di nava sîstema modernîteya kapîtalîst de nepejirand, jiyana bi daneyî ya Ewropa erê nekir û berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Pir zû di gerîlatî û fedayîtiya Apoyî de bû pispor. Hevrê Hewrê bi cesareta xwe ya bilind, îrade, israr û hewldana xwe serketinên girîng bi dest xist. Hevrêyê me Hewrê mîna şêrekî bi ser dijmin de meşiya, mîna bazekî ket nava dijmin û dema pençeyê xwe lêdixist parçe jê diveqetand. Hevrêyê me bû mînaka şênber a fermandariya fedayî ya Apoyî. Bû yek ji fermandarên sembol a gerîlatiya modernîteya demokratîk ku baweriyeke mezin dida hevrêyên xwe, ji gelê xwe re bû hêvî û tirseke mezin jî xistiye dilê dijmin.

Dilê hevrêyê me Hewrê bi hezkirina Rêbertî, gel, welat û hevrêtiyê dagirtî bû. Di dilê hemû hevrêyên xwe de cih girt. Bi serketinên ku bi dest xistî, destanên nû li ser dîroka têkoşîna me zêde kir û navê xwe li dîrokê nivîsand. Hevrêyê me Hewrê bi sekna xwe ya li ser xeta fedayîtiyê, dilsoziya xwe ya bi nirxên neteweyî, bi hevrêtiya xwe ya samîmî û asta xwe ya di sekna fermandariya fedayî ya gerîlatiya modernîteya demokratîk de, wê timî rê nîşanî me bide.

Em ji malbata hêja ya hevrê xwe Hewrê Çiya, gelê Rojhilatê Kurdistanê yê welatparêz û hemû gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Fedayiyên Apoyî yên mîna Hewrê Çiya hevrêyên çiyayan e diyar dikin ku wê her tim dengê gelê me bilind be, hêviya wê zindî be, baweriya wê mezin be û serketina têkoşîna me wê teqez be. Em soz didin ku em ê têkoşîna xwe bilind bikin da ku bibin layiqê têkoşîna wî.”

Agahiyên derbarê nasnameya gerîlayê şehîd de, wiha hate eşkerekirin:

Nasnav: Hewrê Çiya
Nav û Paşnav: Mosleh Qazîzade
Cihê Jidayikbûnê: Ciwanro
Navê Dayik – Bav: Ferîşte – Bûrhan
Cih û Dîroka Şehadetê: Adara 2024’an / Zap

Di daxuyaniyê de têkildarî jiyan û têkoşîna şehîd, ev tişt hatin gotin:

“Hevrêyê me Hewrê Çiya li bajarê Ciwanro yê Rojhilatê Kurdistanê di nava malbateke welatparêz de hat dinê. Ji ber ku malbata wî welatparêz bû û dilsozê nirxên xwe yên neteweyî bû, hevrêyê me Hewrê girêdayî cewherê xwe yê Kurdîtiyê mezin bû. Ji bo ku tevkariyê li debara malbata xwe bike di temenekî biçûk de di gelek karan de xebitî. Hevrêyê me destpêkê di vê pêvajoyê de pênaseyên ked û nirx nas kir û ev her du pênase kir bingehê jiyana xwe. Ji ber ku malbata wî ji ber sedemên ekonomîk û siyasî koçî Elmanyayê kir, hevrêyê me neçar ma ku ji temenê 12 saliyê û şûn ve li Elmanyayê bijî. Ti carî welatê me Kurdistan ji mejî û dilê xwe dernexist. Di pêvajoya ku li Elmanyayê de, ji bo tevkariyê li debara malbata xwe bike di gelek kar û xebatên cuda de xebitî. Hevrêyê me Hewrê bi kûrahî li ser bêedaletiya sîstema kapîtalîst û çêkera wê ya ku mirov vediguherîne koleyên modern, lêhêrbûn kir. Lewma bi israr tevî hemû polîtîkayên şerê taybet ên sîstema kapîtalîst jî, ji bo parastina cewherê xwe têkoşiya. Hevrêyê me li ser vî bingehî timî geşedanên li Kurdistanê, şopand. Bi taybetî ji têkoşîna ku bi pêşengiya partiya me PKK’ê li dijî dagirkerên Kurdistanê û komên çeteyan tê meşandin, bandor bû. Hevrêyê me weke ciwanekî Kurd li hemberî PKK’ê ku ji bo hebûna gelê me biparêze bi fedayiyane şer dike, bû xwedî eleqeyeke mezin. Li Elmanyayê tevlî xebatên ciwanên şoreşger ên welatparêz bû û hewl da wezîfeyên xwe yên welatparêziyê bi cih bîne. Hevrêyê me di xebatên ku têde cih girtî de, derfet dît hîn baştir rastiya Rêber Apo fêm bike. Bawer kir ku li Kurdistanê azadiya rast encex bi felsefeya Rêber Apo pêkan e. Hevrêyê me Hewrê ji bo vê yekê fikirî ku êdî dem hatiye berpirsyariyê bigire, berê xwe da çiyayên Kurdistanê yên serhildêr û tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me perwerdeya xwe ya destpêkê ya di nava refên gerîla de, li Herêmên Parastinê yên Medyayê dît û bi xwestek û coşeke mezin tevlî nava jiyana gerîla bû. Hevrêyê me kêfxweş bû ku vegerî welat û xaka xwe. Bi vê kêfxweşiyê di demeke kurt de fêrî çiyayan bû. Bi tevlîbûna xwe ya bi cewher û dirûst, ji kêliya destpêkê ve bala hemû hevrêyên xwe kişand. Hevrêyê me fêm kir ku cewherê PKK’ê fedayîtî ye û di tevahiya jiyana xwe ya şoreşgertiyê de ji bo ku weke fedayiyekê bijî û têbikoşe, ketiye nava lêhêrbûnên pir kûr. Hevrêyê me xwe di bîrdoziya Rêber Apo de kûr kir û ti carî navber neda lêhêrbûnên xwe. Pratîk û perwerdeya xwe bi hev re nirxand, roj bi roj xwe di hunera gerîlatiyê de kir pispor. Hevrêyê me Hewrê di gelek xebatan de cih girt û bi tarzê xwe yê paqij, encamên girîng bi dest xist û baweriya hevrêyên xwe qezenc kir. Di pêvajoyên ku êrîş dijmin zêde de û têkoşîna me hîn dijwartir bûyî de, ji bo li qadên herî zehmet cih bigire pêşniyar kirin. Hevrêyê me Hewrê fikirî ku encex bi vî rengî dikare bibe layiqê hevrêyên xwe yên şehîd ku bi wan re li ser heman rêyê meşiyaye. Ji bo vê yekê li her qada ku lê ye, bi hêza ku ji hevrêyên xwe yên şehîd wergirtî hîn zêdetir beşdar bû.

Hevrêyê me Hewrê di rêya milîtaniya Apoyî de xwedî gavên jixwebawer bû û biryar da ku doza xwe ya şoreşgerî, jiyan û têkoşîna xwe girêdayî xeta fedayî bidomîne û tevlî Hêzên Taybet bû. Di nava Hêzên Taybet de di perwerdeyeke xurt re derbas bû û di warên îdeolojiya Apoyî, hunera şer, gerîlatiya profesyonel û tarzê fedaiyane de xwe gelekî pêş xist. Hevrêyê me Hewrê xwedî cesareteke bêhempa bû û cesareta wî ya xwezayî bi hişmendiya milîtaniya fedaî ya Apoyî bû yek. Hevrêyê me Hewrê li hemû qadên ku lê dimîne bi erkên ku digire ser milên xwe girêdayî mîsyona fedaîtiyê bû xwedî tevlîbûn û kedên giranbuha. Hevrêyê me Hewrê girêdayî qaîdeya îdeolojiya Apoyî ku dibêje ‘yek çakêt û yek parî’ di şert û mercên herî dijwar de jî erk girt ser milên xwe ku wezîfeyên herî zehmet jî bi awayekî serkeftî bi cih bîne. Di şert û mercên baş de jî tu carî xwe winda nekir û tu carî dev ji armanc û pîvanên fedakariya xwe berneda. Hevrêyê me baş îspat kir ku di hemû derfet û bêderfetbûnê de fedakariya Apoyî bêkêmasî were nîşandan.

Hevrêyê me Hewrê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rêbertî û gelê me xwedî hêrseke mezin bû û dizanî ku li qada şer jî heman performansê nîşan bide. Hevrêyê me Hewrê bi taybet jî li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê ku ji sala 2021’an ve ev êrîş zêde bûne, weke milîtanekî fedaî yê Apoyî hewl da ku erk û berpirsyariyên xwe bi awayekî serkeftî bi cih bîne û bi sekna xwe ya bi israr xwe gihand armanca xwe. Destpêkê ji bo tevlîbûna têkoşîna destanî ya bi pêşengiya Cumalî, Çavrê û Botan a li Avaşînê bibe, tevlî Yekîneya Şehîd Cumalî Çorûm bû û derbasî herêma Zapê bû. Di pêvajoya têkoşîna li vir de di çalakiyan de cihê xwe girt û di wan çalakiyan de derbên giran li dijmîn hate xistin. Hevrêyê me hêrsa bi salan a di dilê xwe de veguherand çalakiyên serkeftî. Hevrêyê me bi wê hêrsa xwe ya li hemberî dijmin bi ser dijmin ve çû, kete mewziyên wan û derbên giran li dijmîn xist û bi tarzê xwe fethê bi van pratîkên xwe bi awayekî serkeftî pêk anî. Hevrêyê me bû xwedî kedeke mezin ji bo ku herêma Zapê bibe keleheke têkoşînê ya ku tu kes nikaribe bikeviyê.

Hevrêyê me Hewrê li qada şer tecrûbeyên girîng bi dest xist û her wiha di fermadariya Apoyî ya fedaî de jî xwe gihand astên pir bilind. Girêdayî dagirkeriya dijmin a li dijî herêma Zapê, weke fermandarekî tevlî têkoşîna li wir bû. Hevrêyê me bi jirbûna xwe ya taktîkî, tecrûbeyên xwe yên leşkerî û fedakarî û hevaltiya xwe ya jidil di çêkirina tunelên şer û têkbirina dijmîn de bû xwedî rolên girîng. Hevrêyê me Hewrê weke tunelan li qada şerî jî taktîkên gerîla bi awayekî serkeftî bi cih anîn. Hevrêyê me di têkbirina dijmin a têkoşîna sala 2022’yan de bû xwedî rolên girîng. Her wiha û di têkoşîna sala 2023’yan de jî derbên giran li dijmin xist. Hemû kûrbûna xwe li ser derbên ku li dijmin bixe, ava kir. Kûrbûnên xwe yên li ser taktîkên gerîla yên serdema nû bi awayekî serkeftî veguherand çalakiyan û di gelek çalakiyan de cih girt. Weke fermandarekî Apoyê yê fedaî di amadekirin, plankirin û pêkanîna operasyonên şoreşgerî de bû xwedî roleke diyar. Hevrêyê me Hewrê di şerên herî dijwar de jî bi awayekî bêtirs li hemberî dijmin têkoşiya û şer kir. Her wiha hevrêyê me ji bilî vê cesareta xwe ji hevrêyên xwe yên profesyonel re jî erka xwe ya fermandariyê bi cih anî.

Cesaret, têkoşîn, israr û hewldana hevrêyê me gelekî bandor li bidestxistina serkeftinên girîng kir. Ev helwest û asta hevrêyê me bûn wesîle ku operasyonên şoreşgerî yên di salên 2023 û 2024’an de bi serkeftinên mezin werin tacîdarkirin. Hevrêyê me Hewrê bû mînakekî girîng ê fermandariya Apoyî yê fedaî ku weke şêrekî bi ser dijmin de meşiya. Hevrêyê me bû yek ji wan fermandarên mînak û sembol ên gerîlatiya modernîteya demokratîk ku baweriyeke mezin dida hevrêyên xwe û ji gelê xwe re bû hêviyek mezin û di heman demê de jî bû sedem ku di dilê dijmin de jî tirseke mezin ava bibe. 

Hevrêyê me Hewrê bû fedaiyekî Rêber Apo yê bêhesab û fedakar, di têkoşîna di van salên dawiyê de ku ji bo gelê me û tevgera me xwedî girîngiyeke mezin e, bi tevlîbûneke serkeftî cihê xwe girt. Hevrêyê me Hewrê bi helwesta xwe, hevaltiya xwe, cesareta xwe û bi fedekarî û performansa xwe ya şer bû fermandarekî Apoyî yê fedayî. Dilê hevrêyê me bi hezkirina Rêbertî, gel, welat û hevalên xwe tiptije bû û di heman demê de karî di dilê hemû hevalên xwe de jî bibe xwedî cihekî girîng. Sekna hevrêyê me Hewrê ya girêdayî xeta fedaî, dilsoziya wî ya ji nirxên me yên neteweyî re û asta wî ya di fermandariya fedaî ya gerîlatiya modernîteya demokratîk de wê tim rê nîşanî me bike. Em weke hevrêyên wî soz didin ku em ê bîranîna wî tim di dilê xwe û têkoşîna xwe de zindî bigirin û di şexsê wî de em soz didin ku em ê layiqê hemû şehîdên xwe bin.”

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji Dihokê 300 Êzidî vegeriyan Şengalê
Nûçeya Pişt re Hêzên Îranê kolberek kuşt
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

SOHR: Hejmara sivîlên hatin qetilkirin bû 973 kes

Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku ji 6'ê Adarê û vir ve…

Ji aliyê Stêrk TV

Çîçek: Dem hatiye ku aştî ji aliyê çep ve were avakirin!

Parlamenterê DEM Partiyê Cengîz Çîçek bi bîr xist ku li cîhanê ti ceribandina aştiyê, li…

Ji aliyê Stêrk TV

Aldar Xelîl: Banga Rêber Apo di dîroka herêmê de rûpelekî nû ye

Endamê Desteya Rêveber a Hevserokatiya PYD'ê Aldar Xelîl diyar kir ku bi banga Rêber Apo…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Rewşa tenduristiyê ya Nêrgiz Mihemedî krîtîk e

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Macron wê ji bo dîlgirtiyên Ermenî bi Aliyev re hevdîtinê bike

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

‘Civaka navneteweyî di parastina xizmetên tenduristiyê de bi ser neket’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li bejahiya Siwêdayê şer qewimî

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?