Duşem, 18 Tebax 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Gulten Akgul piştî 31 sal hat berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mêrdînê sê şehîd hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karmendan li hemberî pêşniyara zemê ya kêm dev ji kar berda

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komîsyon wê li Dayikên Şemiyê û Rêxistinên Civakî yên Sivîl guhdarî bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aslan: Ji bo ev pêvajo bi rengekî erênî bi encam bibe, divê her kes hewl bide

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Gel dixwaze ku pêvajo li ser zemîneke qanûnî bê rûniştandin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Nisêbînê serdegirtina malan: 3 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên Meha Tebaxê li Şengalê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fragmana beşa 20’an a ‘Vejîna Kurd’ hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karakûş: Komîsyon divê azadiya Ocalan pêk bîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîla 15’ê Tebaxê pîroz kir: Em fedaiyên Rêber Apo û xeta Egîd in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Licê şewat car din destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    DEM Partî: Em ê bibin deng û nefesa Şerîfe Mûhammedî!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Mirina bi guman a jinan ji kuştina jinan zêdetir bûye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Viyan Adar: Divê jin hêza xwe ya parastinê li her derê avabike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îdîl Ûgûrlû: Jin hêmana esasî ya pêvajoya aştiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li 3 bajaran li dijî qetilkirina jinan meşiyan: Rêxistinbûna me xweparastina me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnex û Rihayê jin li dijî tundiya mêr meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Albûma nû ya Awazê Çiya ‘Dara Jiyanê’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em di Festîvala Ciwanan a Şehîd Lecwan Mûnzûr de li hev dicivin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Niha dema Cegerxwîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Klîba Derwêş û Edûlê: Di evîna Kurdî de drama azadî û lehengiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji helbesta Rêber Apo ya ji bo zarokan klîba anîmasyonê hat çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cangoriyên Şengalê bi klîba ‘Şehîdên welatê me’ hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikumeta Demkî taloq bû
Li Pêncewînê êrîşa bi balafira bêmirov: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Şoreşa ku bi destê xwedawendan gihîşt serkeftinê: Şoreşa Rojava
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > HPG: Hevrêyên me Mazlûm û Mordem şehîd bûn
Kurdistan

HPG: Hevrêyên me Mazlûm û Mordem şehîd bûn

HPG'ê ragihand ku şehîd Mazlûm Wan wê bi kesayetiya xwe ya sade û dilnizm di nava têkoşînê de bijî û ji bo Mordem Eylûl ev tişt got, "Sekn û têkoşîna hevrêyê me wê bibe mînakeke mezin a lehengiyê ku rê nîşanî ciwanên Ereb dike."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 16. Îlon 2024 Dema xwendinê: 17 dq.
Parvekirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG), Mazlûm Wan (Cezmî Daş) û Mordem Eylul (Abdullah Nebû) ku Tîrmeha 2024’an di êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Zapê de şehîd bûbûn bi bîr anî û nasnameyên wan eşkere kir.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Hevrêyên me Mazlûm û Mordem di encama êrîşên dijmin ên meha Tîrmehê de gihîştin şehadetê û tevlî karwanê şehîdan ê partiya me PKK’ê ku tevgera neteweya demokratîk a gelên me ye bûn.

Di serî de em seresaxiyê ji bo malbatên hêja yên hevrêyên Mazlûm û Mordem û ji tevahî gelê welatparêz Ereb û Kurd dixwazin û soz didin ku em ê Konfederalîzma Rojhilata Navîn a Demokratîk ku armanca şehîdên me ye, teqez pêk bînin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne bi vî rengî ne:

Nasnav: Mazlûm Wan

Nav paşnav: Cezmî Daş

Cihê jidayikbûnê: Wan

Dayik-Bav: Feleknaz-Nîzamettîn

Dem û cihê şehadetê: Tîrmeh 2024/Zap

Nasnav: Mordem Eylûl

Nav paşnav: Abdullah Nebû

Cihê jidayikbûnê: Hims

Dayik-Bav: Xîtam -Ahmed

Dem û cihê şehadetê: Tîrmeh 2024/Zap

MAZLÛM WAN

KURDISTANEK KU BI QEDEXEYAN DORPÊÇKIRÎ QEBÛL NEKIR

 

Hevrêyê me yê Mezlûm li navçeya Elbak a Wanê ku gelek fermandarên leheng di hemêza xwe de xwedî kir di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû. Hevrêyê me ji eşîra Şikakî ye û di nava malbatek ku welatparêziya wê kûr bû de, mezin bû. Ji ber van taybetmendiyan weke Kurdekî ku girêdayî kevneşopî û nirxên xwe yên bingehîn mezin bû. Di salên 1990’î de dema ku êrîşên dijmin dijwar bûn û zordarî di asta herî jor de bû, hevrêyê me rastiya dijmin nas kir û ji ber zextên li ser malbatên Kurd, li dijî dijmin xwedî hêrsek mezin bû. Hevrêyê me ku qet neçû dibistanên sîstemê, zimanê xwe yê dayikê û cewhera xwe parast. Li hemberî polîtîkayên sîstemê weke ciwanekî Kurd nakokî dijiya û xwedî zanebûn bû. Di salên ku tevlîbûna li nava tevgera me zêde bû û dijmin bi çalakiyên gerîla dihejiya de, xwest partiya me PKK’ê baştir fêm bike. Hevrêyê me yê ku ket nava lêgerînan, pê bawer bû ku êrîşên qirkirinê yên ku gelê me bi dehan salan jiyaye, ancax bi têkoşîna ku PKK’ê dide, bidawî bibe. Weke ciwanekî Kurd fikirî ku divê teqez di nava têkoşînê de cih bigire û azadiya gelê me misoger bike. Hevrêyê me ku pê hesiya ev yek ancax bi tevlîbûna li nava refên gerîla pêkan e, lêgerîna xwe li ser vê bingehê kûrtir kir. Hevrêyê me Mazlûm ku ji bo tevkariyê li debara malbata xwe bike li înşaetê xebitî, bi keda xwe hat naskirin. Hevrêyê me ku weke mirovekî durust, kedkar û fedakar ji aliyê hewirdorê xwe ve tê naskirin, bi vê karaktera xwe hurmeta derdor qezenç kir. Hevrêyê me, ji çalakiya fedaî ya hevrêya me Zîlan (Zeynep Kinaci) li Dersimê ku li dijî êrîşên topyekûn ên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rêbertiya me, gelê me û Tevgera me pêk aniye, gelek bandor bû. Hevrêyê me Mazlûm jiyana ku sîstemê layiqî gelê me dibîne û Kurdistaneke ku bi qedexeyan dorpêçkirî qebûl nekir, her roj ji ber şehadet û qehremaniyên ku derdiketin holê, pirsên wijdanî jixwe kirin. Piştî Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêbertiya me û çalakiyên “Hûn Nikarin Rojê Me Tarî Bikin” gihişt biryardariya tevlîbûna nava refên gerîla. Lê belê ji ber hin sedeman neçar ma vê biryarê taloq bike. Di pêvajoya Pêngava 1’ê Hezîrana 2004’an de ku piştî êrîşên tasfiyeyê yên ji hundir û derve li ser tevgera me hatin ferzkirin pêş ket, biryar da ku êdî ti astengiyan qebûl neke. Xwe gihand çiyayên Kurdistanê, cihê xwegihandina jiyana bi rûmet û bicihanîna wezîfeyên xwe yên dîrokî ye.

MILÎTANEK JI BO HER ERKÊ AMADE BÛ

Hevrêyê me yê Mezlûm di sala 2005’an de ji Bakûrê Kurdistanê tevlî nava refên gerîla bû. Ew ji hevrêtiya germ a koma gerîla ya yekemîn ku dîtibû û eleqedariya wan gelek bandor bibû. Hevrêyê me yê ku derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû, li vir tevlî perwerdehiya şervaniya nû bû û di her alî de lêpirsînên kûr jiya. Bi saya perwerdehiyên bîrdozî û leşkerî, bû mîlîtanekî ku ji her peywirê re amade ye. Piştî ku perwerdeya xwe bi rengekî serketî qedand, li herêma Xakurkê di nava xebatên partiyê de cih girt. Li herêma Xakurkê di pratîka xwe ya yekemîn a gerîlatiyê de gelek tecrûbeyên mezin, bi dest xist. Bi tevlîbûna xwe ya fedekar û sade karî di dilê hemû hevrêyên xwe de cih bigire. Tevî ku di nava sîstemê de qet dibistan nexwendibû jî, di nava Partiyê de xwendina xwe pêş xist û karî di aliyê bîrdozî de xwe bigihîne astek xurt. Weke milîtanekî ji erkên herî zehmet re amade bû û xwest di pêngava 1’ê Hezîrana 2004’an de ku di nava gerîla destpê kir de, bi awayekî aktîf cih bigire. Her erka ku girtiye ser milê xwe bi hişmendiya layiqê hevrêyên xwe yên şehîd bibe, bi cih anî. Piştî pratîka xwe ya serketî ya li herêma Xakurkê, berê xwe da Zagrosan ku her gerîlayekî dixwest wê herêmê bibîne. Di nava şert û mercên giran ên li herêma Zagrosê de bi xebatên gerîlatiyê tecrûbeyeke mezin bi dest xist. Dizanîbû ku şert û mercên dijwar kesayetên xurt ava dike û li ser vê esasê xwe ji bo hemû erkên herî zor pêşniyar dikir. Hevrêyê me Mazlûm ê ku ji bo her cure êrîşên dijmin vala derbixe lêhûr dibû, ji bo ku di aliyê leşkerî de pisporiyek bi dest bixe hewl da. Piştî ku demekê li herêmên Zap û Avaşînê pratîk meşand, li herêma Qendîlê xebatên stratejîk meşand. Wateya xebatên ku pêk dianî dizanîbû û dixwest destketiyên mezin bixe nava her kêliyê. Di van xebatên ku cidiyet û hesasiyeteke mezin pêwîst dike de, di aliyê rêxistinî de hekîmiyetek bi dest xist. Hevrêyê me ku li dijî konsepta êrîşê ya dewleta Tirk a dagirker a sala 2015’an xwest berpirsyariyên xwe yên dîrokî bi cih bîne, pêşniyar kir ku berê xwe bide qadên ku şer lê giran bûye. Ji bo ku cihê xwe di nava berxwedana destanî ya li dijî operasyona dewleta Tirk a dagirker û mêtinger ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê bigire gelek car pêşniyar kir û xwest erkên xwe yên serdemê bi cih bîne.

Herî dawî li Zapê di demekê de ku dagirkeran derbên mezin xwarin û li gel hemû teknîka xwe jî nikarîbûn xwe bigihînin armancên xwe yên qirêj, bi rengekî çalak cihê xwe di çeperên pêş ên şer de girt. Hevrêyê me Mazlûm ku li her qada lê bû bi çalakiya li gorî ruhê pêvajoya dîrokî her wezîfeya xwe bi cih anî, bi fedekariya xwe, lêgerîna derb li dijmin xistin û keda xwe navê xwe li dîroka me ya têkoşînê weke milîtanekî fedaî nivîsand. Em dubare soz didin ku em ê xeyalên hevrêyê xwe Mazlûm ku di êrîşeke dijmin de tevlî karwanê nemiran bû pêk bînin û em hemû şehîdên xwe bi minetdarî bi bîr tînin.

 

MORDEM EYLÛL

WEKE EREBEKÊ LI HEMBERÎ DAGIRKIRINA KURDISTANÊ HÊRSEKE MEZIN NÎŞAN DA

Hevrêyê me Mordem li bajarê Humûs ê Sûriyeyê di nava malbateke me ya ji gelê me yê Ereb de ji dayîk bû. Hevrêyê me heya 11 saliya xwe li bajarê Humûsê jiya û piştre ji ber ku malbata wî koçî Rojava dike û jiyana xwe li vir didomîne. Hevrêyê me yê ku piştî malbata wî koçî Rojava dike, gelê Kurd nas dike, berovajî tiştên ku li dibistanên pergalê tên fêrkirin, bû şahid ku gelêKurd bi ziman û çanda xwe parastina hebûna xwe dike. Hevrêyê me yekem nakokiya xwe ya li gel pergalê di mijarê de jiya û bi demê re lêpirsînên xwe kûrtir kirin. Hevrêyê me ji hevalên xwe yên Kurd, rastiya gelê Kurd û têkoşîna wan a azadiyê nas dike û bi taybet jî eleqeyeke mezin nîşanî şerê gerîla û rastiya Rêber Apo dide. Hevrêyê me ji malbata xwe û perwerderdeyên distîne, hîn dibe ku divê hemû însan bi awayekî wekhev û azad bijîn û li hemberî dagirkirina Kurdistanê li cem hêrseke mezin peyda dibe. Ji ber vê yekê biryarê dide ku têkoşîna gelê me ya ji bo azadiyê ji nêz ve nas bike. Hevrêyê me ji suhbetên li gel hevalên xwe derfetê bi dest dixwe ku Rêber Apo nêztir binase û ji bo zanînên zêdetir, dest bi lêkolînan dike.  Hevrêyê me Mordem ê ku derfeta xwendin û fêmkirina nêrînên Rêber Apo yên têkildarî jiyana azad û yekîtiya gelan, bi dest dixe, dilsoziya wî ya ji bo Rêber Apo her ku diçû zêdetir dibû. Hevrêyê me bi taybet jî dibîne ku ev fikir bes ji teoriyê pêk nayên û bi Şoreşa Azadiyê ya Rojava re hatine jiyanîkirin ûher wiha weke ciwanekê digihîje wê hizrê ku li hemberî gelên me xwedî berpirsiyar e û li gel vê yekê jî biryarê digire ku tevlî refên têkoşînê bibe. Hevrêyê me yê ku ji sekna jiyanî ya mîlîtanên Apoyî û têkiliyên hevrêtiyê bi bandor dibe, qanih dibe ku jiyana lêdigeriya peyda kiriye û cihê xwe dina refên têkoşînê de girt.

DI TÊKOŞÎNA LI DIJÎ ÇETEYÊN DAÎŞ’Ê DE ROLEKE AKTÎF LÎST

Hevrêyê me weke pêngava yekem li qada Rojava tevlî xebatan dibe û bi perwerdeyên li vir distîne di demeke kurt de xwe di warê leşkerî de pêş dixe. Hevrêyê me yê ku di têkoşîna li dijî çeteyên DAÎŞ’ê de yên êrîşî li yekîtiya azad û xwişk-biratiya gelan dike, roleke girîng dilîze û bi demê re derfeta nasîna xwe û nasîna têkoşînê bi dest dixe. Hevrêyê me Mordem di warê leşkerî de di asteke diyar de tecrûbeyan bi dest dixe û di wê baweriyê de bû xwe di warê îdeolojîk de zêdetir pêş bixe. Girêdayî vê yekê hevrêyê me tevlî perwerdeyên akademîk dibe û li gel bi dehan hevrêyên weke xwe yên Ereb, kete pêvajoya zêdetir fêmkirina Rêber Apo. Hevrêyê me Mordem ku di çarçoveya parastinên Rêbertiya me de perwerdeya xwe distîne û di warê dîrokî de agahiyên girîng bi dest dixe. Hevrêyê digihîje wê baweriyê ku sedema şerên li Rojhilata Navîn û rewşa koledariyê ya gelên me di nav de, modernîteya kapîtalîst e û li ser têgehên Modernîteya Demokratîk û Neteweya Demokratîk ku Rêbertiya me weke çareserî pêşniyar kirine, zêdetir xwe kûr dike. Hevrêyê me Mordem ku were mîlîtanekî Apoyî xwe bi hemû kesateya xwe xwe li ser felsefeya Rêbertî hûr dike û ji bo erkên mîlîtantiyê bi cih bîne, tevlîbûneke fedaîyane pêk anî. Girêdayî vê yekê hevrêyê me berê xwe dide çiyayên Kurdistanê û tevlî refên gerîlayan dibe.

 

BI TEVLÎBÛNA XWE YA BIMORAL Û BÊHESAB DI NAVA ŞERÎ DE CIHÊ XWE GIRT

Hevrêyê me Mordem ku di warê jiyana çiya û gerîlayan de bê tecrûbe ye, her çend di destpêkê de bi hin zehmetiyan re rû bi rû bimîne jî bi saya kesayeta xwe ya bihêz û biîrade karî yek bi yek ji zehmetiyan derbas bibe. Ji ber ku hevrêyê me weke hevrêyên xwe di nava heman hest û fikrê de bû zehmetî nedîtin û di demeke kurt de zimanê Kurdî fêr bû û derfeta ku diyaloga bi hevrêyên xwe re xêdetir pêş bixe, bi dest xist. Hevrêyê me her çend jiyana PKK’ê fêm dikir û ked dida, dizanî ku cudahiyên çznd û ziman li pêşiya jiyana hevpar ne asteng in û ji bo ku vê jiyanê xweştir bike her ku diçû xwe zêdetir bibersiyar hîs dikir. Ji ber vê yekê hevrêyê me gihîşt wê baweriyê ku têkoşîna xwe mezintir bike û ji bo tevlîbûna xebatên Hêzên Taybet pêşniyarên xwe anîn ziman.

Bi saya kesateya xwe ya bibiryar û jidil pêşniyara hevrêyê me Mordem tê qebûlkirin û ji pêvajoyeke perwerdeyê re derbas dibe. Di vê pêvajoya perwerdeyê de bi saya dilê xwe yê pak hevrêyê me hemû caran aliyên jiyanê yên herî erênî û xweşik dîtin û bi saya vê taybetmendiya xwe ji aliyê hevrêyên xwe ve gelekî hate hezkirin. Her wiha hevrêyê me dema ku hewce dikir, li hemberî kêmasî û şaşiyan jî rexneyên xwe dianî ziman û ji bo parastina jiyana gerîla ya pîroz ku bi bedêlên mezin hatiye afirandin, gavek jî paşde neavêt. Hevrêyê me piştî perwerdeyê di xebatên pratîkê de cihê xwe girt û bi saya terza xwe ya bidîsîplîn û fedakar di demeke kurt de bû xwedî kedeke mezin ku serkeftinên girîng werin bidestxistin. Ji ber vê yekê karî bibe mîlîtanekî Apoyî yê mînak. Hevrêyê me Mordem ji bo ku li cem hevrêyên xwe yên di tûnelên şer de li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê li ber xwe didin, cih bigire tim israr kir û asta xwe ya gerîlatiya profesyonel karî baweriyeke mezin bide hevrêyên xwe.

Hevrêyê me Mordem di pêvajoyeke ku têkoşîna li hemberî êrîşên dijmin di astên herî jor de berê xwe dide Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê û di tûnelên şer de cihê xwe digire. Hevrêyê me li vir bi tevlîbûna xwe ya bimoral û bêhesab karî ji hemû hevrêyên xwe re bibe çavkaniya hêzê û ji bo ku têkoşîn mezintir bibe û derbeyên girantir li dijmin were xistin, pêşniyar kir ku tevlî tîmên gerîlayan yên nîvtevgerî bibe. Hevrêyê me biryardariya xwe ya xistina dijmin bi hemû tevlîbûna xwe nîşan da û girêdayî vê yekê tevlî tîmên gerîla yên li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar bû. Hevrêyê me Mordem li vir li dijî êrîşên dijmin tim di nava çalakiyê de bû û di derblêxistina dijminî de bû xwedî kedeke mezin. Hevrêyê me di encama êrîşeke dijmin de tevlî karwanê şehîdan dibe û meşa xwe ya azadiyê ku bi awayekî fedaiyane dest pê kiribû, bi fedaiyane digihîne astên herî jor. Em weke hevrêyên wî soz didin ku em ê teqez xeyalên wekheviyê yên hevrêyê xwe Mordem ku ji me re bîranînên nejibîr û erkên dîrokî yên ku divê werin bicihanîn, hiştiye pêk bînin.”

         

        

 
YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Gerîla hebe yan jî nebe, êrîş li ser Mexmûrê dewam dikin!
Nûçeya Pişt re Ji bo rojnamevanên hatin qetilkirin bîrdarî hat danîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Sozdar Avesta: Ya xeta berxwedanê ya 14’ê Tîrmehê ya jî xiyanet!

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta got, "PKK nebe Kurdîtî tine dibe, koletî…

Ji aliyê Stêrk TV

KJAR: Êdî civaka Şengalê bi îdeolojiya Rêber Apo dikare xwe biparêze

KJAR’ê bi boneya 10’emîn salvegera Fermana 74’an a li ser Êzidiyan, daxuyaniyek weşand û got:…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Şerîda Xezeyê hejmara miriyan 38 hezar kes derbas kir

Wezareta Tenduristiyê ya girêdayî Hamasê, ragihand ku hejmara mirovên ji destpêka şerê bi Îsraîlê re…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Nisêbînê serdegirtina malan: 3 kes hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Karmendan li hemberî pêşniyara zemê ya kêm dev ji kar berda

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Pakistanê karesata muson: 150 kes hîna winda ne

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li febrîqeyeke cebilxaneyan a Rûsyayê teqîn: Zêdeyî 20 mirî, 134 birîndar

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?