Pêncşem, 15 Çile 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Stewrê çalakî: Rojava xeta me ya sor e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dewleta Tirk tekparêzî parast û piştgiriya xwe ya ji bo HTŞ’ê dubare kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîmenê xisara li Dêr Hafirê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Edene û Mersînê 10 kes hatin binçavkirin ku 2 ji wan zarok bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Bi polîtîkaya yek ol, yek nasname êriş li gelên Sûriyeyê tê kirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiya nexweş Besra Erol bi hinceta cezayê dîsîplînê dernexistin pêşiya desteyê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Şehîdên Şêxmeqsûdê li Silêmaniyê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    DAD’ê bi çirayan êrîşên li ser Kurdan protesto kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê şehîdên meha Çile û Sibatê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi hezaran kes li Wanê meşiyan: Gelan biparêzin ne DAÎŞ’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dema ragirtina li binê çavan a rojnamevan Orûç hate dirêjkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dibistanên Mexmûrê ketin bêhndana nîvê salê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jinan li Raperînê bertek nîşanî heqeretên li ser şervanên jin û şehîdan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Xwedîderketina li Rojava wezîfeyeke mirovî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Îştar: Ti hêz nikare li ber îradeya jinê bisekine

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên ji Amedê: Bûyerên diqewimin sûcê şer e, bêdeng nemînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên jinan li Silêmaniyeyê gilî kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê yên ku ber bi Enqereyê ve dimeşin gihîştin Rihayê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hilala Zêrîn bi stranê piştgiriya berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê filmê ‘Dema Dirîreşkan’ hate pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya Klîba “Agir”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Liverpoolê Akademiya Çand û Hunerê ya Kurd vebû

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇANDˊê ji bo bîranîna Şîlan Kobanê klîpek çêkir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rotînda û Berfîn Memedova ji bo Rêber Apo stranek nû çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • HELEB
Nûçeyên Lezgîn
Çeteyan bi 2 dronan derdora Tişrînê hedef girtin
Çeteyan 3 caran êriş birin ser Tişrînê
Çeteyan li Dêr Hafirê kargeh û milkên sivîlan hedef girt
Çete bombeyan li gundên li derdora Bendava Tişrînê dibarînin
Çete bi çekên giran bombeyan li Dêr Hafirê dibarînin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > HPG-NRÇ: Navê xwe li dîroka me ya têkoşînê nivîsandin
Kurdistan

HPG-NRÇ: Navê xwe li dîroka me ya têkoşînê nivîsandin

HPG-NRÇ'ê 3 şehîd bi hurmet bi bîr anî û got, "Ruhê demê baş fêhm kirin, bi xurtî xistin meriyetê û navê xwe li dîroka me ya têkoşînê nivîsandin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 31. Tebax 2025 Dema xwendinê: 27 dq.
Parvekirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG-NRÇ) têkildarî gerîlayên sala 2018’an şehîd bûn daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Milîtanên fedaî yên Apoyî yên partiya me PKK’ê Artêş, Jîndar û Arvîn bi hurmet û hezkirin bi bîr tînin ku di têkoşîna sala 2018’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrîşên dijmin de şehîd bûn.

Di demekê de ku êrîşên li ser gelê me zêde bûn, hevrêyên me tevlî nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bûn û ji bo azadiya gelê Kurd her cûre berdêl dan ber çavên xwe. Jiyana şexsî dan aliyekî û xwestin bibin neferekî doza azadiyê. Ji roja ku tevlî bû û pê ve li her qada ku lê man hewl dan wezîfeyên xwe yên şoreşgerî bi rengekî hêja bi cih bînin. Weke milîtanên Apoyî yên leheng bûn temînata paşeroja azad a gelê me. Li hemberî êrîşên ji bo tasfiyekirina tevgera me û qirkirina gelê me bi hişmendiya ku hêjayî şehîdan bin tevgeriyan. Bi meşa xwe ya fedaî berpirsyariyên xwe yên dîrokî bê kêmasî bi cih anîn. Ruhê demê rast fêhm kirin, bi xurtî xistin pratîkê û navê xwe li dîroka me ya têkoşînê nivîsandin.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Artêş, Jîndar û Arvîn em sersaxiyê ji tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û soz didin ku armanc û xeyalên şehîdên xwe pêk bînin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne bi vî rengî e:

Nasnav: Artêş Rojava
Nav paşnav: Hasan Ûzûn
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Perîhan-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: 27’ê Cotmeha 2018 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Jîndar Tendurek
Nav paşnav: Fatma Kaya
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Salîhe-Ahmet
Dem û cihê şehadetê: 10’ê Nîsana 2018 / Xakurkê

Nasnav: Arvîn Çirav Botan
Nav paşnav: Şîrîn Işik
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Cevahîr-Veysî
Dem û cihê şehadetê: 10’ê Nîsana 2018 / Xakurkê

ARTÊŞ ROJAVA

Yek ji deverên destpêkê ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ya bi pêşengiya Rêber Apo lê bi pêş ket, herêma Mêrdînê bû. Xelkê me yê Mêrdînê bi baweriyeke xurt bi Rêber Apo û kadroyên pêşeng ên tevgera me ve hate girêdan û ji heft heta heftê salî bi coşeke mezin tevlî nava têkoşînê bû. Li gel zext, êşkence û komkujiyên dijmin jî xelkê me yê Mêrdînê hêvî, azadî û serketin di nava tevgera me ya azadiyê de dît, hemû berdêl da ber çavên xwe û li dora têkoşîna me bû yek. Li gel vê yekê ewladên xwe yên herî hêja şand nava refên azadiyê, di pêşvebirina berxwedanê û afirandina rastiya gel ê berê xwe li azadiyê ve, ked û hewldaneke mezin da.

Hevrêyê me Artêş ku ferdê gelekî bi vî rengî yê leheng bû, li navçeya Qoserê ya Mêrdînê ji dayik bû. Ji ber ku derdora wî xwedî rabirdûyeke bi vî rengî bingehîn a welatparêziyê  bû û çanda Kurdîtiyê ya qedîm bi rengê herî xwezayî dijiya, hîn di zarokatiyê de li gorî cewhera xwe mezin bû. Hevrêyê me Artêş ku di nava jiyana sade û xwezayî ya gund de mezin bû, ev taybetmendiyên cografya xwe di kesayetiya xwe de bi cih kir. Weke her zarokekî Kurd ê li Kurdistanê têkoşîna me ya azadiyê zû nas kir, hîn biçûkanî ji têkoşîna me û gerîla hez kir. Bi ciwantiyê re tevlî nava karên ciwanan ên xwecihî bû û di vê demê de firsend dît ku rastiya Rêber Apo û têkoşîna me ji nêz ve nas bike. Hevrêyê me piştî ku têkşoîna me nas kir bi rengekî durust û ji dil tevlî bû, her roj xwe hîn bêhtir xurt kir û di kesayetiya xwe de dest bi afirandina ruhê şoreşgerî kir. Ji bo xwendina zanîngehê çû Rihayê û li vê derê ciwanên şoreşger ên welatparêz nas kir, têkoşîna xwe li vir dewam kir. Ji aliyekî ve tevlî karên rêxistinî û pratîkî yên cuda bû, li aliyê din jî hewl da bersivan ji nakokiyên xwe yên li nava jiyanê bibîne. Hevrêyê me Artêş ji kêliya destpêkê ve Rêber Apo ji xwe re kir esas û bersiva nakokiyên xwe hemû di felsefeya Rêber Apo de dît. Bi vî rengî bi coş û kelecaneke mezin tevlî kar bû. Li gel xwe hevrêyên pê re dixebitî jî tevlî karê çalak ê têkoşînê kir. Di demekê de ku êrîşên li ser Şoreşa Azadiyê ya Rojava giran bû, weke welatparêzekî ji bo parastina destketiyên gelê me xwe berpirsyar dît û tevlî gelek karên girîng bû. Bi vî rengî zemînê mezinkirina têkoşînê bi dest xist û her roj hîn bi çalak tevlî bû. Piştî demekê li herêma Mêrdînê hevrêyên me nas kir û bi coş û kelecana dîtina gerîla hîn bi xurtî û çalak tevlî nava têkoşînê bû. Weke milîsekî çalak û wêrek beşdarî gelek karên girîng bû. Di wergirtina encamên girîng de bû xwedî rol. Lê belê dilê wî timî bi çiyê re bû û xwwest, têkoşîna xwe êdî li çiyayên Kurdistanê dewam bike. Ji ber rewşa xwe ya di kar de hevrêyên wî ev daxwaza wî guncaw nedît, lê belê hevrêyê me Artêş bi israra xwe ev daxwaz û armanca xwe pêk anî. Li ser vê bingehê pola çaremîn a beşa cografyayê ya Zanîngeha Herranê terikand û sala 2014’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Artêş çiya her tim ji xwe re weke stargeheke ewle didît, lewma di demeke kurt de hînî jiyana li çiyê bû. Ji ber ku berê bi gerîla re kar kiribû, ji aliyê jiyanî, rêxistinî û îdeolojîk ve xwedî tecrûbeyekê bû û bi perwerdeyê re derfet dît ku xwe hîn bêhtir bi pêş bixîne. Ji bo karibe ji aliyê leşkerî ve xwe bi pêş ve bixe, girîngiyeke taybet da dersên leşkerî. Piştî ku perwerde bi serketî qedand, derbasî nava karên bajaran bû ku berê di nav de cih girtibû û bi qasî salekê di nava vî karî de pratîkên serketî pêk anî. Dema ku di nava vî karî de bû Hêzên Taybet û mîsyona wê ya li nava têkoşînê nas kir, bi pêşniyara hevrêyên pê re dixebitî xwest tevlî vî karî bibe. Bi sekna xwe ya li nava jiyanê, bi milîtaniya xwe ya xwedî paşerojeke serketî, bi asta xwe ya biryardarî û îdîayê bawerî da hevrêyên xwe û ev pêşniyara wî hate qebûlkirin.

Di rojên destpêkê de ku tevlî vî karî bû, di nirxandinekê de anî ziman ku ew Hêzên Taybet weke qadeke perwerdeyê ya ji bo çareserkirina kêmasî û zehmetiyên di pratîkê de dibîne û bi pêvajoya perwerdeyê re pê hesiya ku ev tespîta wî kêm maye. Hevrêyê me di demeke kurt de fêhm kir ku Hêzên Taybet saziyeke fedaîtiyê ye û li ser fedaîbûnê xwe kûr kir. Hevrêyê me li ser vê bingehê careke din li rastiya Rêber Apo rast hat; têgihişt ku fedaîbûn tenê bi yekbûna bi Rêber Apo re dikare pêk were. Hevrêyê me fêhm kir ku bi şêweyê jiyan, rêbaz, tempo û fikrî ve fedaîtiyeke yekbûyî tenê bi vî rengî dikare ava bibe û careke din anî bîra xwe ku gelek hevrêyên berê pê re xebitî xwedî van taybetmendiyan bûn. Dema ku di pêvajoya perwerdeyê de hin ji van hevrêyan çalakiyên fedaî yên serketî kirin ku dijmin tevizandin û li cîhanê deng vedan. Ev yek ji bo hevrêyê me Artêş bû çavkaniya moralê ya mezin û ji xwe re kir hinceta têkoşîneke hîn mezin. Ji bo gelê me azad bibe, van hevrêyên me xwe di dilê dijmin de teqandin. Hevrêyê me jî fêhm kir ku tenê bi kûrbûna di fedaîtiyê de dikare hêjayî van hevrêyan bibe û xwedî li bîranîna wan derkeve. Hevrêyê me pê hesiya ku ev yek jî bi tevlîbûneke bi temamî ya li nava têkoşînê dibe û bi vî rengî bi sekna xwe bû milîtanekî Apoyî yê mînak.

Hevrêyê me Artêş bi tevlîbûna xwe ya li pêvajoya perwerdeyê, bi sekna xwe ya milîtanî ya li nava jiyanê û kûrbûna xwe ya li ser têkoşînê bal kişand û piştî ku perwerdeya xwe bi serketî qedand tevlî karên girîng bû ku ji bo tevgera me cihê baweriyeke mezin bû. Li Fermandariya me ya Biryageha Navendî gelek kar kir û li gel vî karî bi fedakarî, hevrêtiya xwe ya ji dil û hişmendiya xwe ya kûr a rêxistinî di ewlekariya fermandariya me de cih girt. Îdîaya xwe ya têkoşînê û jiyanê her tim mezin bû û pratîkek û kûrbûnek li gorî vê nîşan da. Di vî karî de sekneke fedaîtî nîşan da. Hevrêyê me tecrûbeya hevrêyên ku pê re têkoşiya ji xwe re kir esas û kûrbûna xwe jî li ser vê yekê pêk anî, di vî karê de ji aliyekî ve wezîfe û berpirsyariyên xwe bi serketî bi cih anî, li aliyê din jî pêşketina xwe dewam kir û xwe ji bo karên stratejîk û hîn girîng amade kir. Hevrêyê me Artêş ku bi demê re di kesayetiya xwe de guherînên girîng kir, bi hesasiyeteke mezin tevlî kar bû û şareza bû. Di heman demê de baweriya bi xwe jî her roj zêde kir û bi înîsiyatîfa wergirtî re di serketina gelek karî de bû xwedî ked. Hevrêyê me zanîbû ku berê şoreşgeriyê divê timî li pêşketinê be û guherînên li qada leşkerî di dema xwe de şopand û xwe bêhtir şareza kir. Hevrêyê me Artêş ji xwe re kir armanca bingehîn ku hesabê komkujiyên dijmin ên di dema Berxwedana Xwerêveberiyê de li gelê me kir bipirse û ji bo vê jî xwe kûr kir, pêşniyar û proje afirand.

Hevrêyê me Artêş bi asta xwe ya kûrbûnê, fedakariya xwe ya li nava jiyanê, tevlîbûna xwe ya bi kedkarî û hevrêtiya xwe ya ji dil bû milîtanekî fedaî ku çav timî lê bû û her kesî dixwest li gel wî têkoşînê bimeşîne. Hevrêyê me Artêş di 27’ê Cotmeha 2018’an de di encama êrîşeke dijmin de şehîd bû. Hevrêyê me Artêş ku milîtanekî fedaî yê Apoyî yê bijarte bû, têkoşîna xwe dewrî me kir û em soz didin ku di şexsê wî de hêjayî hemû şehîdan bibin û têkoşînê mezin bikin.

JÎNDAR TENDUREK

Hevrêya me Jîndar li navçeya Ebex a Wanê li nava malbateke ji eşîra Mamxurî ji dayik bû. Ji ber ku malbata wê xwedî hişmendiya Kurdîtiyê bû, bi çand û kevneşopiya Kurdîtiyê mezin bû û exlaq û terbiyeya ji malbata xwe wergirtî di tevahiya jiyana xwe de kir bingeha kesayetiya xwe. Ji ber vê yekê li nava derdora xwe hate hezkirin û bi taybetmendiyên xwe yên civakî li pêş bû. Hevrêya me ku têkoşîna me ya azadiyê hîn di zarokatiyê de nas kir, bi taybetî ji tevlîbûna ji derdora xwe ya nêz a li nava refên gerîla bi bandor bû. Ji ber vê yekê gerîlayên azadiyê timî ji xwe re kir mînak û xwest rojekê bibe weke wan. Hevrêya me weke her zarokeke Kurd rastiya dijmin hîn di zarokatiyê de nas kir û şahidî ji êşkenceya dijmin a li hemberî bavê wê kir. Ji ber vê yekê jî hêrsa wê ya li hemberî dijmin mezin bû û ji ber zextên ku dijmin li gelê me dikir, ev hêrsa wê her roj hîn zêde bû. Lewma nexwest di nava sîstema dewleta Tirk a dagirker de cih bigire. Ji bo karibe cewhera xwe ya pak biparêze timî di nava hewldanan de bû. Hevrêya me Jîndar ku ti carî li pêşberî şerê li Kurdistanê bê xem nebû, ji berxwedana destanî ya gerîla moreleke mezin wergirt û li pêşberî şehadetan jî roj bi roj hîn bêhtir bi berprisyariya xwe hesiya. Bi taybetî piştî ku kekê wê Çekdar-Mûhammed Kaya sala 2011’an tevlî nava refên gerîla bû û 27’ê Mijdara 2018’an şehîd bû, kûrbûna xwe ya li ser vê bingehê xurt kir. Gihîşt wê encamê ku weke jineke Kurd a ciwan dem hatiye ku li pêşberî gelê me berpirsyariyên xwe bi cih bîne û li ser vê bingehê kete nava lêgerînan. Bi alîkariya dayika xwe, hişmendiya azadiya jinê di şexsê xwe de xurt kir. Hevrêya me Jîndar statuya koletiyê û zehmetiyên di nava sîstema serweriya mêr de li jinan tê ferzkirin bêhtir fêhm kir û ev rewş ti carî qebûl nekir, ev jiyan red kir. Li hemberî vê yekê jî kete nava lêgerîna li jiyana alternatîf û bala wê çû ser jiyana azad a nû ya li çiyayên Kurdistanê ku li dora felsefeya Rêber Apo ava bûye. Hevrêya me Jîndar ji dil bawer kir ku bersiva nakokiyên xwe û derfetên jiyana azad tenê li çiyayên Kurdistanê bibîne û sala 2015’an berê xwe da çiyayên Kurdistanê, tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêya me Jîndar bi tevlîbûna li nava refên gerîla re xeyala xwe ya zarokatiyê pêk anî û ji kêliya destpêkê û pê ve bi coş û kelecaneke mezin tevlî nava jiyanê bû. Bi taybetî ji xem û rewşa çiyayên Kurdistanê ya bêhempa bi bandor bû û xwest, her kêliyê bi wate bike. Lewma girîngiyeke mezin da perwerdeyan û di felsefeya Rêber Apo de xwe kûr kir. Hevrêya me Jîndar bi keda ku da, li nava hevrêyên xwe bû cihê hurmetê. Hevrêya me Jînda rku hîn beriya tevlî nava refên gerîla bibe îdeolojiya azadiya jinê ya Rêberê me bihîstibû û dixwest kesayetiya xwe li ser bingeha vê felsefeyê ava bike, di pêvajoya perwerdeyê de derfetê vê yekê hîn bêhtir bi dest xist. Bi kûrbûna xwe di kesaiyetiya xwe de her roj guhertinên girîng kir, biryardarî û îdîaya xwe ya temsîlkirina nasnameya jin a azad a bi rengê herî baş, hîn xurt kir. Di sala 2015’an de ku tevlî nava refên gerîla bû, dewleta Tirk a dagirker konsepta tasfiyeyê li hemberî gelê me xist dewrê û li ser hemû qadên gerîla dest bi êrîşê kir. Hevrêya me Jîndar jî hingî bêhtir giranî da ser dersên leşkerî. Hevrêya me zanîbû ku bersiva herî bi bandor a ji dewleta Tirk re bê dayin, kûrbûna li ser huenra şer e û ji ber vê yekê bêhtir eleqeya wê li ser perwerdeyê bû. Hevrêya me xwest di hemû taktîkên gerîla de bibe pispor û bi israr û îdîaya xwe serketineke girîng bi dest xist.

Hevrêya me Jîndar piştî ku perwerde bi serketî qedand derbasî herêma Xakurkê bû û li vê derê meşa şoreşê dewam mkir, derfet dît ku tiştên di perwerdeyê de hîn bû bixe pratîkê. Hevrêya me ku bi vî rengî tecrûbeyên girîng wergirt, di demeke kurt de bû gerîlayeke YJA Starê ya şareza. Li herêma Xakurkê gelek qad nas kir û li her qada ku jê derbas dibû, ji bedewiya çiyayên Kurdistanê re şahidî dikir. Hevrêya me têgihiştibû ku têkoşîn û berxwedana ji bo xwezayeke bi vî rengî ya bedew û jiyaneke azad a li dora vê yekê, mecbûriyeteke û li hemberî dewleta Tirk a ku êrîşî derfetê jiyana azad dike û dixwaze ji holê rake, divê şerekî mezin bê kirin. Hevrêya me Jîndar ji pêvajoyên pratîkî yên zehmet derbas bû, ji van pratîkan hêzeke mezin wergirt û bû yek ji hevrêyên destpêkê ku di sala 2018’an de bersiv dan êrîşên dewleta Tirk ên li herêma Xakurkê. Li hemberî êrîşên dijmin bi ruhê fedaî yê Apoyî şer kir, sekneke îradeyî ya xurt nîşan da û bi vê tevlîbûna xwe hêz da hevrêyên xwe hemûyan. Hevrêya me Jîndar fedakarî ku yek ji taybetmendiyên şênber ên milîtanên Apoyî ye ji xwe re weke şêweyekî jiyanê dît, pîrozmendiya kedê jî di ser her tiştî re girt, bi vê taybetmendiya xwe bû milîtaneke PAJK’ê ya mînak. Hevrêya me ku di pêvajoya şer de kedeke mezin da gelek çalakiyan, derfet dît ku hêrsa xwe ya bi salan a li hemberî dewleta Tirk di van çalakiyan de bixe meriyetê û kêfxweş bû ku tola gelê xwe hilanî. Di 10’ê Nîsana 2018’an de di êrîşeke dijmin de li gel hevrêyên xwe Arvîn û Rojîn şehîd bû. Hevrêya me Jîndar têkoşînek û mîrateyeke hevrêtiyê li pey xwe hişt ku ti carî neyê jibîrkirin. Weke hevrêyên wê, di şexsê hevrê Jîndar de em hemû şehîdên azadiyê bi hurmet û minet bi bîr tînin û soz didin ku armancên wan ên mezin pêk bînin.

ARVÎN ÇIRAV BOTAN

Hevrêya me Arvîn li nava malbateke ji eşîra Batuyî ya bi kok a Botanê li Şirnexê ji dayik bû. Ji ber ku malbata hevrêya me Arvîn welatparêz bû û di her şert û mercî de xwedî li nirxên xwe yên neteweyî derdiket, neçar ma ku di bin zilma dijmin de bimîne. Malbatê li gel şewitandin û xerakirina gundê wan, her wiha li gel her cûre êşkenceyê jî ji sekna xwe ya welatparêziyê tawîz neda û bû mînak. Malbata wê ya hêja ji ber zexta dijmin ji bo parastina rûmeta xwe neçar ma ji Kurdistanê koç bike, lewma hevrêya me Arvîn jî li Mersînê mezin bû. Li gel ku dûrî Kurdistanê mezin bû her tim dilsozê nirxên xwe bû û bi vî rengî polîtîkayên asîmîlekirinê yên dijmin di kesayetiya xwe de pûç kir. Hevrêya me ku timî bi rastiya têkoşînê re bû, ji ber ku ji xizmên wê yên nêz tevlîbûn li nava refên gerîla çêbû, hîn bêhtir bala wê çû ser têkoşîna me ya azadiyê. Bi temenê ciwantiyê re hevrêya me xwest li qada çand û hunerê xwe bi pêş ve bibe û bi vî rengî bersiva herî bi wate da polîtîkayên qirkirina çandî yên dijmin. Her wiha li hemberî profîla ciwantiyê ku sîstema kapîtalîst dixwaze biafirîne, tenê li xwe difikire û ji civakê, ji nirxên manewî zut e, kete nava wê lêgerînê ku dilsoziya xwe ya bi nirxên komunal hîn xurt bike. Hevrêya me Arvîn nêzî 3 salan li nava karên çand û hunerê bû xwedî danheviyeke girîng, di heman demê de li pêşberî rastiya şer a li Kurdistanê bêxem nebû. Bi taybetî kete nava lêgerîna wê yekê ku hêjayî bîranîna hevrêya me Havîn-Nefîse Işik û şehîdên azadiyê bibe, ku hevrê Havîn-Nefîse Işik sala 2010’an şehîd bû. Weke jineke ciwan rastiya jin a kole ya ku sîstem dixwaze biafirîne fêhm kir û xwest bi xeta jin a azad re dilsoz bimîne ku bi berdêlên mezin hatiye hatiye afirandin. Hevrêya me Arvîn hem dixwest hêjayî hevrêyên me yên şehîd bibe, hem jî armanca jiyana azad weke jinekê pêk bîne. Têgihişt ku ev yek jî herî zêde li nava refên gerîla dikare pêk were. Hevrêya me di nava kûrbûneke bi vî rengî de bû Piştî ku birayê wê dîl kete destê dijmin û ji nizmên wê yên nêz tevlîbûn li nava refên gerîla çêbû, bi bandora vê yekê sala 2015’an berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Hevrêya me Arvîn li nava refên gerîla perwerdeya xwe ya destpêkê li Herêmên Parastinê yên Medyayê dît û bi coş û kelecaneke mezin tevlî nava jiyanê bû. Ji taybetmendiyên komunal ên jiyana gerîla û têkiliyên hevrêtiyê yên li ser bingeha azadiyê bi bandor bû û ji bo taybetmendiyên milîtaniya Apoyî di şexsê xwe de pêk bîne kete nava hewldaneke bêhempa. Hevrêya me ku bi eşq tevlî nava jiyanê bû bi hezkirin nêzî hevrêyên xwe û xwezayê bû û ew di her kêliyê de hîs kir. Di heman demê de ji bo xeta azadiyê ya jinê di kesayetiya xwe de bi cih bike, timî hewl da, xwe kûr kir û bi keda xwe ya ji bo vê armancê li nava hevrêyên xwe hemûyan bû cihê hurmetê. Hevrêya me Arvîn bi tecrûbeya xwe fêhm kir ku jin dema bi hev re bin dikarin hêzeke gelekî mezin biafirînin û ji bo taybetmendiyên sîstema kapîtalîst ên li ser kesayetiya wê ji holê rake, ev yek ji xwe re kir çavkanieyke mezin. Hevrêya me piştî ku perwerdeyên xwe bi serketî qedand derbasî nava karên xweparastinê bû û derfet dît ku tecrûbeyên berê li vê qadê bi dest xistibû hîn bi çalak derbasî pratîkê bike. Li herêmên cuda yên Bakurê Kurdistanê ji encamên serketî yên gelek karên hatin kirin, kedeke xwe ya mezin hebû.  Bi taybetî di berxwedana xwerêveberiyê de bi hewldana xwe ku derbên giran li dijmin bixîne bû milîtaneke mînak. Piştî ku wezîfeya xwe ya li Bakurê Kurdistanê bi rengekî serketî qedand careke din li Herêmên Parastinê yên Medyayê vegeriya û li herêma Xakurkê tevlî kar bû.

Hevrêya me Arvîn ku haya xwe ji êrîşên tasfiyeyê yên dewleta Tirk ê li ser gelê me hebû, baweriya xwe bi wê yekê anî ku têkoşîna li ser xeta fedaîtiyê dikare bi ser bikeve. Hevrêya me zanîbû ku divê her milîtanên Apoyî vê yekê ji xwe re bike pîvan û bi israr xwest derbasî qadên ji şerê giran bibe. Lê belê zanîbû ku di taktîkên şer ên gerîla de divê hîn bêhtir xwe kûr bike û li gel hevrêyên xwe yên jin ji pêvajoya perwedeya leşkerî û îdeolojîk derbas bû. Hevrêya me Arvîn bi rêya perwerdeya wergirtî di gelek taktîkên gerîla de bû pispor û di heman demê de manewiyata xwe jî xurt kir. Bi saya sekna xwe ya milîtaniyê ya li nava jiyanê û israra xwe ya ji bo çûyîna li qadên şerê giran, bû gerîlayeke YJA Starê ya mînak. Hevrêya me bi sekn û israra xwe hevrêyên xwe qanih kir û derbasî herêma Xakurkê bû û beşdarî gelek pêngavên şoreşgerî bû. Di pêvajoya pêngavê de bi wêrekiya xwe, bi biryardariya xwe ku bi ser dijmin ve diçû û hostatiya xwe ya di taktîkên gerîla de, her wiha bi keda xwe ya bêhempa bû milîtaneke PAJK’ê ya mînak. Di 10’ê Nîsana 2018’an de di êrîşeke dijmin de hevrêya me Arvîn şehîd bû. Hevrêya me Arvîn kedkarî, dilnizmî, samîmiyet, durustî û taybetmendiya asî ya jinên Botanê bi rengê herî baş temsîl kir û bi kesayetiya xwe ya xurt cihê xwe di dilê hemû hevrêyan de girt. Weke hevrêyê wê, em soza xwe dubare dikin ku têkoşîna ku wê radestî me kiriye teqez bi ser bixînin.”

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Civaknasê DYE’yî yê li cîhanê naskirî Craig Calhoun piştgirî da pêvajoyê
Nûçeya Pişt re Êzidî û Ereb ên Şengalê 1’ê Îlonê ji bo azadiya Rêber Apo û aştiyê dimeşin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Kongra Star salvegera 20’emîn a damezrandina KJK’ê pîroz kir

Meclîsa Kongra Star bi daxuyaniyeke nivîskî salvegera 20'emîn a damezrandina Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) pîroz…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Em ê hîn bêhtir xwedî li nirxên PKK’ê derkevin’

Gerîlayên HPG û YJA Starê ragihandin ku di encama têkoşîna PKK'ê de ya ku 27'ê…

Ji aliyê Stêrk TV

Karayilan: Em rê nadin taktîkên şerê taybet

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan diyar kir ku dewleta Tirk bi piştgiriya herêmî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Şehîdên Şêxmeqsûdê li Silêmaniyê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

DAD’ê bi çirayan êrîşên li ser Kurdan protesto kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Şengalê şehîdên meha Çile û Sibatê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bi hezaran kes li Wanê meşiyan: Gelan biparêzin ne DAÎŞ’ê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?