În, 7 Sermawez 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Fabian Molina: PKK’ê îradeyek mezin a siyasî raber kir, dor a dewleta Tirk e!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwendekarên São Paulo’yê paradîgmaya Rêber Apo nîqaş kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bozan: Divê sedemên bingehîn ên meseleyê ji holê bêne rakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bersiva li polîtîkayên zext û qeyûman: Komunbûna li rêveberiyên xwecihî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Nexşerêya aştîxwazan amade ye, lê dewlet xwe nade ber gavavêtinê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 7’Ê MIJDARA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Yaser Dersîm: Fermandar Şivan di jiyanê de mamosteyek bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Leyla Ehmed: Dixwazin biyaniyan li ser ewlehiya Sûriyeyê bikin gef

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li Herêma Kurdistanê pêwîstî bi hezar û 516 navendên hilbijartinê heye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malbatên Şehîdan: Bi bêdengiyê pêvajo nameşe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Kedkarek bû ku rastiya gerîla bi belge dikir’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta li Mexmûrê bi koma 164’an berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    25 jin û zarokek hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwendekar her roj ji bo Rojîn Kabaîş di çalakiyê de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ û Meclisa Jinan a PYD’ê komxebatek hevpar lidar xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star ji bo jinên El Faşêrê bang kir: Em bi we re ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJŞ’ê, piştgirî da pêngava TAJÊ

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Eleqeya ji bo Kurdî kêm dibe: Xwendin divê zêde bibe!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Swîsre ji Mîhrîcana Çanda Kurd re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Awazên Çiya albûmekê nû derdixe: Têkoşîn û berxwedan bêyî hunerê nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Viyanayê ‘Serçavan-Rojên Film destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Farqîn Azad li Parîsê sala xwe ya 35’an a hunerê bi konsereke bi coş pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Şehîd Herekol bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > HPG NRÇ: Wezîfeyên xwe bi serketî bi cih anîn
Kurdistan

HPG NRÇ: Wezîfeyên xwe bi serketî bi cih anîn

HPG NRÇ’ê 10 şehîd bi rêzdarî bi bîr anî û got, “Bi îdeolojiya Apoyî xwe kirin milîtanên yeman û erkên xwe bi serkeftî bi cih bînin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 7. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 52 dq.
Parvekirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-NRÇ) derbarê gerîlayên şehîd ev tişt diyar kir:

“Em hevrêyên xwe Agirî Mukriyan, Şiyar Serdar, Koçer Tîrej, Şiyar Milîtan, Zinar Sertav, Şervan Şoreş, Tolhildan Ejder, Erdal Tekoşer, Afat Colemêrg û Rohat Eruh ên ku ji bajarên cuda ên Kurdistanê tevlî Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bûn, bi ruhê fedayî yê Apoyî şer kirin, hemû hebûnên xwe fedayî azadiya gelê me kirin û di dîrokên cuda de şehîd bûn, bi rêzdarî bi bî tînin.

Hevrêyên me yên ku di serdema herî girîng a têkoşîna me de, 2008, 2009 û 2010’an de şehîd bûn, bêyî dudilî têkoşiyan. Di rêya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û bidestxistina statuya  gelê me de kedekî mezin dan. Bi îdeolojiya Apoyî xwe kirin milîtanên yeman û hewl dan erkên xwe bi serkeftî bi cih bînin. Hevrêyên me Agirî, Şiyar, Koçer, Şiyar, Zinar, Şervan, Tolhildan, Erdal, Afat û Rohat ên ku di qad û dîrokên cuda de şehîd bûn, tevlî karwanên şehîdan bûn û bûn nirxên mezin ên gelê me. Em şehîdên xwe yên ezîz ku manewiyata me ya herî mezin diafirînin, bi rêzdarî bi bîr tînin û dilsoziya xwe ya bi xeta şehîdan û biryardariya xwe ya biserxistina têkoşînê re careke din tînin ser ziman.

Em şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin û sersaxiyê ji bo tevahî gelê Kurdistanê re dixwazin.

Agahiyên nasnameya hevrêyên me yên gihîştine şehadetê wiha ne:

Nasnav: Agirî Mukriyan

Nav û paşnav: Huseyîn Mamkadirî

Cihê jidayikbûnê: Mahabad

Navê dayik û bav: Zubeyde-Abdullah

Dîrok û cihê şehadetê: 2008’an /Zap

 

Nasnav: Şiyar Serdar

Nav û paşnav: Huseyîn Taşkin

Cihê jidayikbûnê: Riha

Navê dayik û bav: Zînê- Cuma

Dîrok û cihê şehadetê: 21’ê Adara 2009’an /Metîna

 

Nasnav: Koçer Tîrêj

Nav û paşnav: Turgut Bunul

Cihê jidayikbûnê: Mereş

Navê dayik û bav: Done- Salman

Dîrok û cihê şehadetê: 2010/ Cûdî

 

Nasnav: Şiyar Milîtan

Nav û paşnav: Azîz Gurbuzer

Cihê jidayikbûnê: Elezîz

Navê dayik û bav: Sakîne- Cengîz

Dîrok û cihê şehadetê: 17’ê Tebaxa 2010/ Selmas

 

Nasnav: Zinar Sertav

Nav û paşnav: Serdar Karabal

Cihê jidayikbûnê: Amed

Navê dayik û bav: Mesude- Abdullah

Dîrok û cihê şehadetê: 2010/ Amed

 

Nasnav: Şervan Şoreş

Nav û paşnav: Abdurrahîm Uçar

Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn

Navê dayik û bav: Naime- Salîh

Dîrok û cihê şehadetê: 20’ê Tîrmeha 2010/Zap

 

Nasnav: Tolhildan Ejder

Nav û paşnav: Adem Yumlu

Cihê jidayikbûnê: Qerds

Navê dayik û bav: Narîn- Musa

Dîrok û cihê şehadetê: 24’ê Tîrmeha 2010/ Seqiz

 

Nasnav: Erdal Tekoşer

Nav û paşnav: Yakup Tuncer

Cihê jidayikbûnê: Mûş

Navê dayik û bav: Guzel- Faîk

Dîrok û cihê şehadetê: 2010/ Xakurkê

 

Nasnav: Afat Colemêrg

Nav û paşnav: Eşref Demîr

Cihê jidayikbûnê: Colemêrg

Navê dayik û bav: Xanê- Îsmaîl

Dîrok û cihê şehadetê: 4’ê Tebaxa 2010/ Kelareş

 

Nasnav: Rohat Eruh

Nav û paşnav: Ahmet Nas

Cihê jidayikbûnê: Sêrt

Navê dayik û bav: Nasîha- Mehmet

Dîrok û cihê şehadetê: 24’ê Mijdara 2010/Kelareş

AGIRÎ MUKRIYAN

Hevrêyê me Agirî, li bajarê berxwedan û serhildanê yê Rojhilatê Kurdistanê, Mahabadê hate cîhanê. Wî çavên xwe li jiyanê wekî endamekî eşîra Mukriyan vekir, ku bi esalet û welatparêziya xwe tê naskirin û di dîroka Kurd û Kurdistanê de roleke dîrokî lîstiye. Ji dayikbûna wî li Mahabadê, ku paytexta Komara Kurdistanê bû û mezinbûna wî bi kevneşopiyên kevnar ên Kurdî, hişmendiyeke Kurdîtî ya pir xurt û resen di hevrêyê me Agirî de çêkir. Welatparêziya derdora malbata wî rê da ku dilê hevrê Agirî her dem bi gelê Kurd re lê bide. Ji zarokatiya xwe ve, tu carî ji bo xwe jiyaneke takekesî nexwest. Di hemû armanc û xeyalên xwe de, armanc kir ku bibe lehengekî doza azadiya gelê Kurd, mîna Qazî Mihemed, û ji bo azadiya gelê xwe têkoşînê bike. Piştî heşt salan li dibistana rejîmê xwend, dev jê berda. Ji bo alîkariya debara malbata xwe bike, di karên cuda de xebitî. Lê belê, ji aliyê rejîma Îranê ve bi darê zorê birin leşkeriyê. Di dema leşkeriya neçarî de, nakokiyên hevrê Agirî yên bi rejîmê re zêdetir bûn û mêtînger baştir nas kir. Di sala 2006’an de ji leşkeriyê reviya û tevlî nava refên PKK’ê bû.

Dema bi hişmendiyeke mezin a neteweyî û ruhekî şoreşgerî tevlî PKK’ê bû, wî xwe wekî ji nû ve hatiye cîhanê hîs kir. Felsefeya azadîxwaz a hînkirina Apoyî bi lez hîn bû. Li çiyayên Kurdistanê zû bi hevrêyên xwe ên gerîla re adapte bû, ji wan zanabûna jiyanê û hûrgiliyên hunera gerîlatiyê wergirt û tecrûbeyeke girîng bi dest xist. Piştî ku perwerdeya xwe ya destpêkê ya gerîlatiyê qedand, pêşî li Qendîlê û piştre jî li Metîna xebat kir. Bi evîn û xwestekeke mezin tevlî proseya pratîkî bû, bi kedkarî û fedakariya xwe derket pêş. Ji ber ku asta xwe ya tevlîbûnê têr nedît, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bike û bibe milîtanekî fedayî yê Apoyî, di sala 2007’an de derbasî nava Hêzên Taybet bû. Perwerdeyên Hêzên Taybet ên ku vîn, fedakarî û biryardariyeke mezin dixwazin, bi serkeftî qedand. Ji bo ku bibe şopdarekî fedayî yê Zîlanan, li Zapê tevlî pratîkê bû. Di perwerde û jiyanê de bû hevrêyekî me yê fedayî ku mirovatiya wî û sekna wî ji bo her kesî mînak bû. Hevrê Agirî ku bi pisporiya xwe ya di hunerên şer de û jêhatiya xwe ya nivîsandina helbestan de dihate naskirin, wekî gerîlayekî ku moral dida û hevrêyên xwe perwerde dikir, roleke girîng lîst.

Hevrêyê me Agirî, di operasyona li ser Zapê ya di Sibata 2008’an de, bû yek ji wan gerîlayên fedayî ku zû çeka xwe li dijî dijmin hilda û li çeperê cihê xwe girt. Hevrê Agirî ku di dema operasyonê de şehîd bû, seknek û mîrateyeke têkoşînê ya ku her dem dê bibe mînak, ji me re hişt. Em kurê leheng ê Rojhilatê Kurdistanê û gelê Mahabadê, hevrê Agirî bi rêzdarî bi bîr tînin û soz didin ku em ê bibin xwedî meşeke ku li mîrateya wî ya şoreşgerî û xeyalên wî xwedî derkeve û layiqî şehîdan be.

ŞIYAR SERDAR

Hevrêyê me Şiyar, li navçeya Wêranşar a Rihayê, welatê pîroz ê pêşengên gel û pêxemberan, çavên xwe li jiyanê vekir. Wî li Wêranşarê wekî kesekî malbateke ji eşîra welatparêz a Xidirekan mezin bû. Piştî ku dibistana seretayî qedand, wekî kedkarekî di karên cuda de xebitî. Wekî mirovekî kedkar, fedakar, dilpak û paqij karakterek bi dest xist. Hevrê Şiyar ku dilê wî bi hestên azadiyê lê dida, ji ber tevlîbûna xizmên wî yên nêzîk di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de bandor bû. Ji ber ku di hawîrdoreke welatparêz de mezin bû, PKK’ê ji zarokatiya xwe ve nas kir. Nakokiyên civakî, xwîndariya ku malbata wî tê de bû û gulebarankirina gelê Kurd li dijî hevdu, lê ne li dijî dijminê xwe, ew xiste nava lêgerînekî. Wî ev yek nepejirand, şaş dît û li rêyekî geriya. Dema hevrêyê me Şiyar bi darê zorê birin leşkeriyê, wî rûyê rastîn ê dewleta Tirk nas kir. Wî heqaret û êrîşên ku di nava artêşa Tirk de li dijî Kurdan û Rêbertî dihatin kirin, dît. Wekî kesekî Kurd, wî kirina leşkeriyê ji bo dewleta Tirk a ku dijminatiya gelê wî dikir, wekî heqaretek li ser rûmeta xwe dît. Her ku rastiya dijmin nas kir, nakokiyên wî zêdetir bûn. Dema dît ku tenê bi têkoşîna li dijî vê dewletê mirov dikare bibe mirovekî bi rûmet, biryara tevlîbûna PKK’ê da. Li ser vê bingehê, hevrêyê me Şiyar di sala 2008an de li Zagrosê tevlî nava refên gerîla bû.

Li gerîla perwerdeya xwe ya yekem a berfireh bi kelecaneke mezin girt. Hevrêyê me Şiyar, bi nêzîkatiya xwe ya bi kelecan, xwe bi awayekî xurt xist nav perwerdeyan. Wî xwe perwerde kir û pêş xist, wekî tola sîstema perwerdeyê ya dewleta Tirk ku mêjiyê mirovan bêhest dike, hilda. Ji bo ku bibe kesekî Kurd û şoreşgerekî jêhatî, hewldaneke mezin nîşan da. Hawîrdora komunal, têkiliyên hevrêtiyê, jiyana azad, bêberjewendî û bêhesab a ku bi salan li benda wê bû, li gerîla dît. Ji ber vê yekê, bi herdu destên xwe, xwe pê ve girt. Ew her dem poşman bû ku çima zûtir tevlî gerîla nebûye û got ku divê her kesê ku jê hez dike, cihê xwe di nava gerîla de bigire.

Hevrê Şiyar li Garê û Metîna xebat kir. Di yekîneyên leşkerî de tevlî xebatan bû û xwe pêş xist. Ew bi evîn tevlî pêvajoya pratîkî bû û armanca wî kûrkirina di gerîlatiyê de bû. Bi fedakarî û dilnizmiya xwe di dilê hevrêyên xwe de cih girt. Hevrêyê me Şiyar, di şeva Newrozê ya 21’ê Adara 2009’an de li Metîna şehîd bû. Em wî bi rêzdarî bi bîr tînin û soza xwe ya girêdana bi bîranîna wî re dubare dikin.

KOÇER TÎRÊJ

 

Hevrêyê me Koçer, li navçeya Elbîstan a Mereşê, wekî zarokê herî biçûk ê neh zarokên malbata xwe hate cîhanê. Ji ber çalakiyên welatparêzî yên bavê wî ku ji sala 1988’an heta 1991’an di zindanê de girtî ma, bandoreke kûr li hevrê Koçer kir. Wî rastiya têkoşînê û dijminê bi vî awayî cara yekem bi awayekî sade nas kir. Ew neçar man ku bi malbata xwe re jiyana mişextî bijîn, pêşî çûn Dîlokê û piştre jî di sala 1992’an de koçî Ewropayê kirin. Hevrêyê me Koçer, wekî kesekî malbateke bi baweriya Elewî, bi çandeke demokratîk û welatparêz mezin bû. Ev çand û terbiya malbatê ya ku wî wergirt, kesayetiya wî ava kir û rê da ku karakterekî xurt bi dest bixe. Hevrê Koçer dibistana seretayî li Dîlokê û dibistana navîn li Swîsreyê xwend û xwe pêş xist. Şehadeta pismamê hevrê Koçer, hevrê Bedran – Mehmet Alî Bunul, di sala 1992’an de li çiyayên Engîzekê jî bandoreke kûr li wî kir. https://sehidjiyane.com/tr/2024/06/27/bedran-mehmet-ali-binul/  Guhdarîkirina berdewam li bîranînên hevrê Bedran û şehadeta wî, di wî de ramana ku divê ew wekî şoreşgerekî jiyana xwe bidomîne, çêkir. Hevrê Koçer, ku ciwanekî xwedî bi zimanê biyanî û bikaranîna baş a komputerê bû, biryar da ku jêhatîbûnên xwe ji bo têkoşîna azadiya gelê xwe bikar bîne. Dema ku bi komploya navneteweyî re êrîşên herî hovane yên dîrokê li dijî Rêber Apo û gelê Kurd pêş ketin, hevrê Koçer jî wekî ciwanekî Kurd ê bi rûmet, li dijî van êrîşan rawestiya û ev yek wekî erka xwe ya sincî dît. Li ser vê bingehê, tevlî çalakiyên Yekîtiya Ciwanên Kurdistanê (YCK) bû, ku pêşengiya tevgera ciwanên şoreşger ên welatparêz dikir. Hevrê Koçer ku biryara bibe şoreşgerekî profesyonel da, di sala 2001’an de ji Swîsreyê tevlî PKK’ê bû. Piştî ku li Ewropayê xebat kir, berê xwe da welatê xwe Kurdistanê û di bihara sala 2002’an de hat nav refên gerîla.

 

Hevrê Koçer, ku perwerdeya xwe ya yekem a gerîlayî li Garê dît, piştre derbasî Metîna bû û sê salan li wir xebat kir. Di jiyana gerîla de ezmûn û zanînek bi dest xist. Piştre derbasî Rojavayê Zapê bû û li Girê Cûdî xebat kir. Bi xwendina parastina Rêber Apo ya bi navê “Parastina Gelekî”, wî pirsa “divê ez çawa bibim şoreşgerekî” ji xwe kir û hewl da ku bersiva wê di kesayeta xwe de pratîk bike. Wî sekna xwe ya li hemberî xeta jinên azad jî pirsî û bi çareserkirina rast a zayendparêziya civakî û gihîştina hişmendiya îdeolojîk, wî armanc kir ku ruhê xwe azad bike. Hevrêyê me Koçer, ji aliyekî ve rola ku ketibû ser milê wî, di pêvajoya pratîkî de lîst û ji aliyekî din ve jî li ser vê yekê sekinî ku di pêşerojê de çawa bigihîje serkeftinên mezintir. Ji bo ku bibe fedayiyê nemir ê Rêber Apo, di sala 2006’an de derbasî Hêzên Taybet bû. Wî perwerdeyên dijwar ên Hêzên Taybet bi hişmendî û vîneke mezin qedand, kesayetiya xwe li gorî rastiya Zîlan ji nû ve organîze kir û tevlî pratîkê bû. Piştî sê salan di nava Hêzên Taybet de di kar û xebatên cuda de ma, wî bi israr pêşniyar kir ku derbasî Bakurê Kurdistanê bibe. Li ser vê bingehê, di sala 2009’an de bi kelecanî û şahiyeke mezin derbasî Herêma Botanê bû.

Li Botanê ji bo ku rola xwe bilîze, bi dil û can xebitî. Ji bo ku êşa mişextkirina ji welatê xwe Kurdistanê û jiyana li dûr telafî bike, wî jiyana gerîla ya li çiyayên Kurdistanê bi dilgermî jiyan kir. Her kêliya ku wî di gerîla de derbas kir, bi kelecanî û kêfxweşiyeke mezin di lênûska jiyana xwe de nivîsî. Hevrê Koçer, ku gerîlayekî bi kelecan û rûken bû, bi berpirsiyariya gerîlatiyê li Çiyayê Cûdî yê ku Rêber Apo pir jê hez dikir, tevgeriya. Wekî şoreşgerekî ku qîmeta axa pîroz û çiyayan dizane, wî rola xwe ya dîrokî li vir lîst.

Em hevrê Koçer ê ku di Gulana sala 2010’an de li Herêma Botanê, li devera Cûdî di dema erka xwe de şehîd bû, bi rêz û minetdarî bi bîr tînin. Em soz didin ku em ê têkoşîna hevrê Koçer, ê ku ala têkoşînê ya ku ji hevrê Bedran wergirt, bi awayekî rast bilind kir, bi ser bixin û bîranîna wî nemir bikin.

ŞIYAR MILÎTAN

Hevrêyê me Şiyar, wekî kesekî ku ji malbateke ji navçeya Depê  a Xarpêtê, li Xarpêtê çavên xwe li jiyanê vekir. Hevrêyê me Şiyar, ku hembajariyê lehengên efsanewî yên gelê Kurd Mazlum Dogan û Delîl Dogan e, bi sincekî xurt ê civakî û çandeke welatparêziyê ya kûr mezin bû. Heta dibistana seretayî xwend. Piştre ji welatê xwe Kurdistanê derket û çû Ewropayê. Her çend çû Ewropayê jî, tu carî hebûna xwe û Kurdîtiya xwe ji bîr nekir. Wî nasnameya xwe ya civakî bi awayekî xurt jiyan kir. Li navendên modernîteya kapîtalîst, wî xwe neda ber jiyana bê wate ya ku li ser madeperestiyê hatiye avakirin. Berê hevrêyê me Şiyar her dem li rastiyên civakî û têkoşîna gelê wî bû. Di sala 2003’an de, komek xiyanetkar û tasfiyekar hewl da ku Partiya me PKK’ê ji hundir ve derbe bike û bi vî awayî komploya navneteweyî temam bibe. Ev xwariyên tasfiyekarî û êrîşên ku ziyaneke mezin gihandin tevgera me, bi saya berxwedana milîtanên pêşeng ên ku bi dilsozî bi xeta fedayî ya Apoyî ve girêdayî bûn û gelê Kurd ê welatparêz, vala hatin derxistin. Yek ji aktorên vê pêvajoya ku tasfiyekarî tasfiye kir, sekna ciwanên Kurd bû ku wekî bersiva li tasfiyeyê tevlî refên têkoşînê bûn, PKK mezin kirin û xeta Apoyî bi awayekî xurtir jiyan kirin. Hevrêyê me Şiyar jî, di sala 2003’an de bi vê hişmendî, ruh û helwestê li Elmanyayê dest bi têkoşînê kir. Piştî ku li Elmanya û Fransayê çalakî kir, hate çiyayên Kurdistanê û tevlî refên gerîla bû.

Hevrêyê me Şiyar ê ku bi hestên xurt tevlî têkoşînê bû, rêberên dilê wî her dem şehîd û Rêber Apo bûn. Ji bo ku tevlîbûna xwe ya hestyarî veguherîne hişmendiyeke xurt û milîtanekî çalak, tevlî perwerdeyan bû. Pêşveçûna xwe tenê bi perwerdeyan sînordar nekir, di her kêliya jiyanê de bi xwendin, lêkolîn, û nîqaşkirinê xwe pêş xist. Wî zanibû ku Apoyîtiya rast bi pir zanînê nabe, lê bi pratîzekirina tiştên ku wî zanibû bi awayekî herî domdar derbas dibe û wî hewl da ku mafê şoreşgeriyê bide. Ew bi xwestek û biryardariyeke mezin tevlî çalakiyên li Xakurkê û Xinêre bû. Hewl da ku ji her hevrêyekî tiştekî fêr bibe û zû gihîşt zanîneke xurt a li ser gerîlatiyê. Hêza ku ji hevrêtiya komunal a Apoyî wergirt û tiştên ku fêr bûbû, bi dilnizmî bi hevrêyên xwe re parve kir. Hevrêyê me Şiyar, ku şoreşgerekî pir bi rêz li hemberî jiyan û xwezayê bû, di her hawîrdorê de hezkirina hemû hevrêyên xwe bi dest xist. Bi hevrêyên xwe yên jin re li ser bingeha xeta azadiya jinê nêzîkatî kir û ji bo ku bibe hevrêyekî rast ê jinê, têkoşîn da. Wî hewl da ku hişmendiya mêtinger a klasîk jêbuhure û hebûna vala yên mêrantiyê ji kesayetiya xwe bavêje. Sekna wî ya şoreşgerî û hevrêtiya wî ya ji dil hurmet û teqdîra mezin a hevrêyên wî yên jin jî bi dest xist.

Hevrêyê me Şiyar ji bo ku meşa xwe ya şoreşgerî xurt bike û zêdetir xizmetê ji doza azadiya gelê me re bike, di sala 2008’an de tevlî perwerdeya li Dibistana Navenda Partiyê ya Mazlum Dogan bû. Wî sekn û pratîka xwe li hemberî xeta şehîdan ji nû ve pirsî û pêvajoyeke rexne û rexnedayîna xurt jiyan kir. Li ser bingeha paraznamên Rêber Apo yên ku di sala 2008’an de nû gihîştin tevgera me,û belgeyên Kongreya 10’emîn a PKK’ê kûr bû û xwe ji bo erkên serdema nû amade kir. Hevrêyê me Şiyar ku wekî ji nû ve hatiye cîhanê nûbûnek û xurtiyeke mezin jiyan kir, ji bo ku tevlî têkoşîna li Bakurê Kurdistanê bibe, pêşniyar kir. Wî bi israr xwest ku derbasî qadên şer ên germ bibe û Şerê Gelê Şoreşgerî mezin bike. Pêşniyara hevrêyê me Şiyar hate pejirandin û wî berê xwe da Bakurê Kurdistanê û dest bi rê kir. Lê mixabin, di 17’ê Tebaxa 2010’an de, di şerê li gundewarên bajarê Selmas ê Rojhilatê Kurdistanê de şehîd bû.

Em kurê leheng ê gelê Depê, hevrê Şiyar, ê ku ji welatê Mazlum Dogan û Delîl Dogan derket, li Ewropayê şoreşger bû, li çiyayên Kurdistanê gerîla bû û li Rojhilatê Kurdistanê şehîd bû, bi rêzdarî bi bîr tînin. Bîranîna hêja ya hevrê Şiyar dê wekî çirayeke ku tu carî venamire, rêya me ronî bike û me ber bi pêşeroja azad ve bibe.

ZINAR SERTAV

Hevrêyê me Zinar Sertav, wekî zarokê yekem ê malbata xwe ya welatparêz li Amedê çavên xwe li jiyanê vekir. Nasîna wî ya yekem bi gerîla re bi saya gerîlayên ku hatin gundê wan pêk hat. Di serdema serhildanan de PKK baştir nas kir û bi vê nasînê lêgerîna wî ya li rastiyê dest pê kir. Hevrê Zinar armanc kir ku bi tevahî bibe mirovekî pir alî û kesayetiyek azad, û ji bo vê têkoşîn kir. Di temenekî ciwan de pir lêkolîn kir, pir xwend û di xwe de pêşveçûn û ronakbîriyeke girîng mîsoger kir. Tevlîbûna malbatên wî yên derdorê di têkoşînê de bandor li hevrê Zinar kir. Lê belê, bi taybetî komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo ya di sala 1999’an de, bi hêrs û nefreteke mezin pêşwazî kir. Wî têkoşîna li dijî komploya navneteweyî û rizgarkirina fîzîkî ya Rêber Apo kir armanca xwe ya sereke. Li ser vê bingehê, êdî bê dudilî biryar da ku tevlî têkoşînê bibe. Ji sala 1999’an û pê ve wekî mîlîtan li bajêr dest bi çalakiyan kir. Bi fedakariyeke mezin her berpirsiyariya ku ketibû ser milê wî, bi cih anî. Di sala 2003’an de dema ku li Zanîngeha Wanê Yuzuncu Yilê beşa karsaziyê dixwend, wekî şoreşgerekî profesyonel tevlî PKK’ê bû.

Piştî ku li çiyayên Kurdistanê perwerdeya xwe ya yekem hilda, hate dîtin ku ew ciwanekî ronakbîr, hişmend, pêşketî û jêhatî ye. Bi saya vê sekn û jêhatîbûnên xwe, hate rêxistinkirin nav tevgera ciwanên şoreşger ên welatparêz, ku dikaribû roleke bi bandortir bilîze. Piştî ku demekê di tevgera ciwanên şoreşger ên welatparêz de perwerde dît û çalakiyên pratîkî kir, ji bo di nav xebatên li qada Qefqasyayê de hate rêxistinkirin. Di salên 2004 – 2005’an de li Ermenistanê û di salên 2005 – 2007’an de li Başûr û Rojavayê Kurdistanê xebat kir. Dema li Sûriyeyê xebat dikir, ji aliyê rejîma BAASê ve hate girtin û rastî êşkenceyên giran hat. Lê tu carî serê xwe li ber dijmin netewand, bi nîşandana sekna bi rûmet a Kemal Pîr û Elî Çîçekan bi lehengî li ber xwe da. Ji ber ku ti razên xwe nedabû dijmin, tu delîl li ser wî nehatin dîtin. Hevrêyê me Zinar, piştî ku nêzîkî çar mehan girtî ma, wekî Kemal Pîr û Elî Çîçekan, dema derfet dît, ji destê dijmin reviya û karî bireve. Hevrê Zinar, ku şoreşgerekî mîna ciwayê diherikî, mîna lehî diherikî, dema ji zindanên hovîtiyê yên rejîma BAAS’ê xilas bû, gihîşt çiyayên Kurdistanê.

Piştî ku gihîşt Qadên Parastinê yên Medyayê, di sala 2007’an de li Garê perwerdeya leşkerî girt. Piştre di sala 2007an de li Dibistana Navenda Partiyê ya Mazlum Dogan perwerde dît. Hevrê Zinar ku gelek çalakî bi serkeftî bi rêve birin, armanca wî ya bingehîn kûrkirina di qada leşkerî de û bibe gerîlayekî jêhatî bû. Wî angaşta xwe ya domandina meşa xwe ya şoreşgerî di xeta fedayîtî de anî ziman û di sala 2008an de derbasî Hêzên Taybet bû. Di Hêzên Taybet de ji bo ku bibe şopdarekî dilsoz ê Zîlanan, bi dil û can têkoşîn kir. Wî nefsa xwe terbiye kir, îradeya xwe di asta herî jor de xurt kir û hewl da ku bibe şoreşgerekî baş. Ji bo rast temsîlkirina ruhê fedayî yê Apoyî, wî di jiyan û şer de hewldaneke bilind nîşan da û armanc kir ku bibe fedayî. Hevrêyê me Zinar, di salên 2008 û 2009’an de li Qendîlê xebat kir. Di xebatên cuda de cih girt û wekî fermandarê tîmê erk girte ser xwe.

Hê di temenekî ciwan de û di bihara jiyana xwe de, derket holê ku di mêjiyê hevrê Zinar de bi awayekî pir mixabin tûmorek mêjî pêş ketiye. Di sala 2010’an de ji bo têkoşîna li dijî vê nexweşiya giran dest bi tedawiyê kir. Bi salan li dijî nexweşiya dijwar têkoşîn kir. Di zindanê de, li çiyê û di nexweşiyê de her dem bi vîna xwe ya şoreşgerî ya ku qet lewaz nebû, bû milîtanekî ku xwe afirand. Tevî hemû hewldanên tedawiyê, hevrê Zinar piştî têkoşîneke demdirêj, di 12’ê Gulana 2015’an de, li nexweşxaneya ku li Amedê dihat tedawîkirin, şehîd bû. Em silav li sekna malbata wî ya hêja û gelê Amedê yê welatparêz dikin, ku dema hevrêyê me Zinar şehîd bû, li Amedê bi merasîmeke mezin şehîdê leheng ber bi nemiriyê ve oxir kirin. Bi heman hestan hevrêyê xwe yê şehîd bi bîr tînin, em soz didin ku em ê bîranîna wî tu carî ji bîr nekin û her dem zindî bikin.

ŞERVAN ŞOREŞ

Hevrêyê me Şervan Şoreş, li navçeya Midyad a Mêrdînê, di malbateke ji eşîra welatparêz a Torî de çavên xwe li jiyanê vekir. Di hawîrdoreke gundî ya xwezayî de, bi çanda komunal û hişmendiya Kurdîtî mezin bû. Kesayetiya hevrêyê me Şervan bi taybetmendiyên civaka sincî-siyasî ji aliye malbata wî ve hate teşekirin. Ji ber vê yekê, hê di temenekî ciwan de, wekî ciwanekî dilnizm û gihîştî ji aliyê derdora xwe ve hate hezkirin. Hevrêyê me Şervan heta dibistana seretayî xwend. Piştre li gundê xwe şivantî kir û wekî kedkarekî di karên cuda de xebitî. Hevrêyê me Şervan, ê ku heta 14 saliya xwe li gundê xwe ma, ji ber zextên dijmin, piştî ku bi malbata xwe re çar gundên cuda guherand, neçar ma ku koçî metropolan bike. Birayê hevrêyê me Şervan, hevrê Ridvan – Ridvan Uçar, di sala 1991’an de li Mêrdînê tevlî refên gerîla bû. Piştî salên dirêj di refên ARGK’ê de têkoşîn kir, di havîna sala 1998’an de di şerekî li herêma Pilemûr a Dêrsimê de şehîd bû.  https://sehidjiyane.com/tr/2025/03/02/ridvan-ridvan-ucar/Hevrêyê me Şervan, hem ji gerîlayên ku li herêmê dîtin bandor bû, hem jî her tim bîranînên birayê xwe yê ku tevlî gerîla bûbû, di dilê xwe de zindî kir. Di şexsê gerîlayan de PKK nas kir û ji temenên biçûk ve hezkirina wî ya ji gerîla re pêş ket. Tevlîbûna di malbat û gund de, xwesteka hevrêyê me Şervan a tevlîbûna gerîla zêde kir. Bi taybetî piştî ku çû metropolan, ji ber zext û cûdakariyê, dest bi hestkirina Kurdîtiya xwe bi awayekî kûrtir û bi êştir kir. Bi atmosfera şoreşgerî ya ku Pêngava 1’ê Hezîrana 2004’an afirand, biryara xwe ya teqez da û di sala 2004’an de tevlî refên gerîla bû.

Hevrêyê me Şervan, perwerdeya xwe ya yekem a gerîlatiyê li Qendîlê girt û dest bi pratîkê kir. Di sala 2004’an de, dema ku bandorên xiyaneta navxweyî û tasfiyekariya ku li ser PKK’ê dihat ferzkirin, berdewam bûn, ji bo ku di xeta fedayî ya Apoyî de bimeşe, li ser rastiya Rêber Apo kûr bû. Hewl da ku bi têgihiştin û pêkanîna rast a Rêber Apo û şehîdan, jiyaneke mîlîtanî bijî. Her tim wî esas girt ku bibe şoreşgerekî ku her dem hewl dide di xeta mîlîtaniya fedayî ya Apoyî de bimeşe. Hevrêyê me Şervan, ê ku hemû têkoşîn û jiyana xwe li ser vê xetê rêxistin kir, çar salan li Qendîlê xebat kir. Li vir ji pratîkê tecrûbe û zanîneke girîng bi dest xist. Ji bo ku armanca zelalkirina xetê ya Kongreya 10’emîn a PKK’ê, serkeftina erkên serdemê û pêkanîna şoreşa Kurdistanê bi dest bixe, bi evîneke mezin derbasî Zapê bû. Li Zapê jî bi heman coş û kelecanê tevlî çalakiyên pratîkî bû. Li ser taktîkên gerîla, şêwaza çalakî û tevgerê kûr bû. Hevrêyê me Şervan, ê ku her dem dixwest li Bakurê Kurdistanê gerîlatiyê bike, ji bo vê yekê xwe amade kir. Wî armanc kir ku di aliyê leşkerî, îdeolojîk û rêxistinî de jêhatî bibe û her tim li ser serkeftinê sekinî. Bi hevrêtiya xwe ya ji dil, sekna xwe ya sade û nefsbiçûk, bû gerîlayekî ku ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve dihate hezkirin. Bi taybetî tevlîbûna wî ya kedkar û fedakar ji aliyê her kesî ve wekî mînak hate girtin. Hevrêyê me Şervan, piştî ku di mîlîtanî û gerîlatiyê de gihîşt asteke girîng, erkên fermandariya tîm û koman girte ser xwe. Di demeke kurt de pêşveçûneke mezin bi dest xist û ev erk bi awayekî rast bi cih anî. Bi vî awayî, wî nîşan da ku ew şoreşgerekî profesyonel e ku di mîlîtanî û fermandariyê de mafê her erkê dide. Hevrê Şervan, ku bi girêdana xwe ya kûr bi xeta şehîdan re dihate naskirin, her tim hewl da ku têkoşîna xwe bilind bike û layiqî erkên şoreşê be da ku layiqî şehîdan be. Di vê çarçoveyê de, wî karî bibe hevrêyekî rast ê şehîdan û mîlîtanekî jêhatî yê Rêber Apo.

Hevrêyê me Şervan, ku mîlîtanekî wêrek û şervan bû, di 20’ê Tîrmeha 2010’an de, di êrîşa li ser girekî girêdayî qereqola Bilîcanê ya li ser xeta sînor a Zapê de, bi lehengî şer kir û şehîd bû. Em ji malbata Uçar a hêja re, ya ku hevrêyên Rıdvan û Şervan bi kedeke bêhempa, exlaqekî xweş û çandeke welatparêziyê ya kûr mezin kirin û ew pêşkêşî têkoşîna azadiya gelê Kurd kirin, bi hestên herî kûr sersaxiyê dixwazin. Em soz didin ku em ê her tim bîranîna pîroz a şehîdên xwe zindî bikin û bi meşa li ser şopa wan, armancên wan teqez bi dest bixin.

TOLHILDAN EJDER

Hevrêyê me Tolhildan, li gundê Alem ê navçeya Dîgor a Qersê, wekî zarokê yekem ê malbata xwe çavên xwe li jiyanê vekir. Di malbateke welatparêz a ji eşîra Cemaldînî de, bi çanda civaka sincî-siyasî ya xurt mezin bû. Sê salan li dibistanên dewleta Tirk xwend, piştre dev ji dibistanê berda û wekî karkerekî xebitî. Hevrêyê me Tolhildan, wekî kedkarekî xebitî, fêr bû ku li ser lingên xwe bisekine, jiyana xwe bi afirandina nirxan bidomîne û alîkariya malbata xwe bike. Xizmên nêzîk ên hevrêyê me Tolhildan ji derdora malbata wî tevlî Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bûn. Ew jî ji van tevlîbûnan bandor bû û hestên welatparêziyê yên di dilê wî de zêdetir bûn. Pêngava dîrokî ya 1’ê Hezîrana 2004’an a PKK’ê di pêvajoya sala 2004’an de bandoreke mezin li civaka Kurd kir. Derketina dîrokî ya PKK’ê, çalakiyên gerîla û sekna berxwedêr a gelê Kurd bandor li her kesî kir. Hevrêyê me Tolhildan jî bi vê bandora şoreşgerî PKK’ê di asta ramanî de nas kir. Gava ku PKK nas kir, biryar da ku ji bo wî cihê herî rast refên gerîla ne, û di 5’ê Hezîrana 2004’an de ji Stenbolê dest bi rê kir û tevlî gerîla bû.

Her çend hevrêyê me Tolhildan di rojên destpêkê de ji ber ku li çiyayên Kurdistanê û di jiyana PKK’ê de nû bû, zorî kişand jî, bi piştgiriya hevrêyên xwe zû karî zehmetiyan derbas bike. Piştî ku bi jiyana komunal a gerîla re fêr bû û tama wê girt, bi hewldaneke mezin xwe vê jiyanê ve kir yek. Wî ked da û hewl da ku layiqî hevrêtiyê be û bigihîje gerîlatiyeke xurt. Li herêmên Qendîl, Xakurkê û Xinêre ma. Tevlî çalakiyên pratîkî yên di tîm, kom û tabûran de bû. Li her qada ku lê ma, bi daxwaz, moral û berpirsiyariya şoreşgerî ya bilind hewl da ku erkên ku ketin ser milê wî bi cih bîne. Hevrêyê me Tolhildan di şexsê xwe de, cewhera paqij a gelê Serhedê bi îdeolojiya Apoyî re tevlihev kir û bû mîlîtanekî Apoyî yê leheng. Wî pêşveçûn bi dest xist û wekî fermandarê tîmê erk girte ser xwe. Wî her dem pêşniyarên israrkirî pêş xist ku biçe axa Serhedê ya ku lê ji dayik bûye û li Bakurê Kurdistanê gerîlatiyê bike. Li ser bingeha pêwîstiyên têkoşîna me, derbasî Rojhilatê Kurdistanê bû. Beşek ji herêma Serhedê li aliyê Rojhilatê Kurdistanê ye, ev yek rê da ku hevrêyê me Tolhildan zû bi Rojhilatê re adapte be. Hevrê Tolhildan, bi hestên yekbûyî ji her parçeyeke Kurdistanê hez kir, bêyî ku cûdahiyê bike, bi hişmendiya şoreşgerî ya neteweyî xebatên xwe bi rêve bir. Hevrêyê me Tolhildan, ê ku pir ji Rojhilatê Kurdistanê û gelê me yê welatparêz ê li wir hez dikir, wekî kurê gelê herêmê di dilê gelê me de cih girt.

Hevrêyê me Tolhildan, li herêma Berdereşê ya girêdayî bajarê Seqiz ê Rojhilatê Kurdistanê, rastî şerekî neçarî bi dijmin re hat. Di 24’ê Tîrmeha 2010’an de, bi wêrekî û lehengî şer kir û tu carî teslîmiyet nepejirand û şehîd bû. Em kurê leheng ê gelê Serhedê, şoreşgerê fedakar ê Rojhilatê Kurdistanê, hevrê Tolhildan, bi rêz û minetdarî bi bîr tînin û soz didin ku em ê di bin her şert û mercî de armancên wî bi serkeftinê tacîdar bikin.

ERDAL TÊKOŞER

Hevrêyê me Erdal, li gundê Kela Xolê yê Mûşê, di malbateke ji eşîra Elmanî de çavên xwe li jiyanê vekir. Di malbateke welatparêz de mezin bû, ku ji ber karê bavê wî koçî Dîlokê kirin, wekî zarokekî aram, bêdeng mezin bû. Hevrê Erdal, ku xwendekarekî serkeftî bû, dev ji xwendina xwe ya zanîngehê berda. Hevrêyê me Erdal, ê ku lêgerîn û pirsên kûr di dilê wî de hebûn, gelek pêkhate, ji civakên komunal heta siyasetê, bi baldarî lêkolîn kir. Bi taybetmendiyên xwe yên lêgerîner û lêkolîner, li ser rastiya Kurd, têkoşîn û rizgariya wan kûr bû. Piştî lêkolîn, xwendin û nasîneke demdirêj, biryara tevlîbûna PKK’ê da. Pêvajoya lêgerîn û tevlîbûna xwe ya PKK’ê bi van gotinan anî ziman: “Lêgerînek ku di kûrahiya giyanê min de bû, min berneda. Ev pirs ku ji zarokatiya min ve hebû, ji aliyekî ve şermkirina min a ji Kurdbûnê û ji aliyekî din ve jî hesteke cuda bû ji ber ku min Tevgera PKK’ê tenê di asta navê de bihîstibû. Her ku dem derbas bû, ev pirs kûrtir bû. Bi taybetî gava min tiştên ku gelê Kurd jiyan dikir, bihîst û dît, û ligel vê yekê berdêla ku têkoşîna azadiyê dida, min zêdetir xwe pirsî û min ber bi nerehetiyeke wijdanî ve bir. Digel vê yekê, şiyarbûn û hejandina ku Pêngava 1’ê Hezîrana 2004an afirand, bû hêza alîkar a tevlîbûna min. Xeyalên min, pirsên min, jiyana sîstemê û Pêngava 1’ê Hezîranê bandorên bingehîn ên tevlîbûna min in.” Hevrêyê me Erdal bi van hest û ramanan, di rojeke pir dîrokî de, di 15’ê Tebaxa 2004an de, ango di Roja Cejna Vejînê de, tevlî gerîla bû.

Di rojeke ku Guleya Yekem hate avêtin de dest bi gerîlatiyê kir, ji roja yekem ve diyar kir ku ew ê bibe şopdarê Fermandar Egîd. Hevrê Erdal bi evîneke mezin hat çiyayên Kurdistanê, perwerdeya xwe ya yekem girt û dest bi gerîlatiyê kir. Li kom û biryargehan ma û çalakiyên pratîkî kir. Bi coş û moral tevlî her karî bû. Di xebatên ku tê de dest pê kir, li derdora xwe û hemû hevrêyên xwe kelecan çêkir û rê da ku ew kar teqez bi serkeftî bi dawî bibe. Hevrê Erdal, ê ku ji sala 2004’an heta 2009’an li Xinêre, Xakurkê, Kelareş û Zagrosan ma, tecrûbe û zanîneke girîng bi dest xist. Di nava pênc salan de di xebatên pir curbecur, rengîn û di heman demê de bi pratîka xurt de cih girt. Li ser vê bingehê, bû fermandarê tîmê gerîla û erk girt ser xwe. Ji van pratîkan ji bo xwe encamên pir erênî derxist û tecrûbe bi dest xist. Wî derfet dît ku tevlî çalakiya dîrokî ya Oremarê ya sala 2007’an bibe. Wî di her qonaxa jiyana xwe ya şoreşgerî de çespand ku ew mîlîtanekî bi wêrekiya bilind û giyanê fedayî yê Apoyî yê serketî ye. Hevrê Erdal tu carî nexwest bibe xwediyê tevlîbûneke asayî. Ji ber vê yekê, bi angaşta pêşengiyê, tevlî her xebatê bû û ji bo vê yekê hewldaneke mezin kir.

Bi zanîna ku gelek bê parastin tu carî nikare hebe, li ser parastina rewa perwerde dît. Wî têgihîştin, hişmendî û şêwaza parastina rewa bi awayekî girîng di hundirê xwe de bi cih kir û xwe ji bo erkên nû yên şoreşê amade kir. Wî got, “Heta ku parastina rewa ya gelê me neyê bicihkirin, şoreş bi awayekî tam pêk nayê û dê kêm bimîne” û bi angaşta bilind û baweriyeke mezin nîşan da ku ew ji bo pratîkê amade ye. Li ser vê bingehê, dîsa derbasî Xakurkê bû û tevlî çalakiyên pratîkî bû. Wî bi avantajên vegera li qada ku cara yekem dest bi gerîlatiyê kiribû, vê carê wekî gerîlayekî bi tecrûbe, roleke girîng lîst.

Hevrêyê me Erdal, di dema erka xwe ya ku bi fedakariyeke mezin bi cih anî de, di pêvajoya têkoşînê ya sala 2010’an de şehîd bû. Em soz didin ku em ê bîranîna nemir a hevrêyê xwe Erdal her tim zindî bikin û bi serxistina armancên wî yên pîroz ên ku wî hemû jiyana xwe ji bo wan feda kir, giyanê wî şad bikin.

AFAT COLEMÊRG

Hevrêyê me Afat, li gundê Peyanis ê Colemêrgê çavên xwe li jiyanê vekir. Peyanis, gundekî ku bi welatparêziya xwe tê naskirin, ji ber vê yekê rastî zext, êşkence û zilmên dewleta Tirk hat. Ew cihekî ku herî zêde rastî terora dewletê hat, sivîlên wê ji aliyê hêzên kontra ve hatin hedefgirtin û şehîd dane ye. Malbata welatparêz a hevrêyê me Afat jî ji ber zextên dewleta Tirk a dagirker û ferzkirina sîstema cerdevaniyê, di sala 1998’an de bi malbata xwe re koçî Wanê kir. Malbata ku serê xwe li ber dijmin netewand, bi zorê li Wanê bi cih bû û jiyana xwe li wir domand. Ji ber vê yekê, hevrêyê me Afat li Wanê mezin bû. Lîse qedand, lê piştre xwendina xwe nedomand û wekî kedkarekî di karên cuda de xebitî. Welatparêziya malbata wî û tevlîbûnên ji derdora wî ya nêzîk, bandoreke kûr li ser cîhana hest û ramanên hevrêyê me Afat kir. Bavê hevrêyê me Afat ji aliyê dijmin ve hate girtin û xistin zindanê. Girtina bavê wî ji ber sedemên siyasî, wekî her Kurdekî bi rûmet, kiryarên dijminane ya ku ew dema çû serdana bavê xwe ya di zindanê de dît û nemafiyên ku jiyan kir, rê li ber hêrsa hevrêyê me Afat a li dijî dijmin vekir. Wî dît ku li hemberî dijminekî ewqas zalim û hov, tenê rêyek heye: têkoşîna çalak. Li ser vê bingehê, tevlî xebatên ciwanên şoreşger ên welatparêz bû. Piştî ku ji bo têkoşîna azadiya gelê xwe ked da û xebitî, di sala 2007’an de, di pêvajoya “Pêngava Êdî Bes e” de, tevlî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bû.

Hevrêyê me Afat, perwerdeya xwe ya yekem a gerîlatiyê li Qendîlê girt. Bi saya sekna xwe ya gihîştî, exlaqekî xurt a ku ji malbata xwe girtibû, pîvanên jiyanê yên rast, çanda welatparêziyê û hişmendiya rêxistinê, zû di riya PKK’bûnê de pêş ket. Wî xwe pêş xist û jêhatî bû. Bi evîneke mezin tevlî pratîkê bû, zanîn û tecrûbe bi dest xist û wekî fermandarê tîmê erk girt ser xwe. Hevrêyê me, ê ku xwe ji bo erkên mezin ên şoreşê amade dikir, ji bo ku derbasî Bakurê Kurdistanê bibe û tevlî şerê çalak ê li dijî dijmin bibe, pêşniyarî kir. Pêşniyarên wî yên israrkirî hatin pejirandin û hevrêyê me Afat di sala 2009’an de derbasî Kelareşê bû. Hêrsa salan, azweriya têkoşînê û mîlîtaniya wî ya li ser serkeftinê, di pratîkê de nîşan da. Wekî gerîlayekî fedayî yê Apoyî, bi awayekî herî bilind bi hestyarî tevlî jiyanê bû û ji hemû hevrêyên xwe re hêz û piştgirî da. Her karê ku wî dest avêtê bi serkeftî qedand û bû gerîlayekî ku hevrêyên wî li wî digeriyan û pir jê hez dikirin.

Hevrê Afat, ku lehengekî pêşeng ê têkoşîna me û mîlîtanekî fedayî yê Apoyî bû ku pêşerojeke geş dida, di 4’ê Tebaxa 2010’an de, li Kelareşê di dema erka xwe de şehîd bû. Di salên paşê de, birayê wî yê biçûk Hozan Demîr jî, ê ku ji birayê xwe Afat – Eşref Demîr bandor bûbû, li ser şopa wî meşiya û tevlî refên gerîla bû. Hevrê Hozan ê ku tevlî gerîla bû, navê birayê xwe girt û bi rakirina çeka wî yê li erdê nemabû, navê xwe wekî Afat Colemêrg destnîşan kir. Bi heman hest û baweriyê ji bo doza azadiya gelê Kurd têkoşîn kir û di 14’ê Mijdara 2014’an de li Şengalê bi lehengî şehîd bû. Em ji Malbata Demîr a welatparêz re, ya ku du kurên xwe yên herî hêja pêşkêşî Têkoşîna Azadiya Kurdistanê kirin, bi hestên herî kûr sersaxiyê dixwazin. Em soz didin ku em ê her dem bi bîranîna şehîdên xwe yên ezîz ve girêdayî bimînin û serkeftina ku dê gelê me ber bi pêşerojên azad ve bibe, teqez pêk bînin.

ROHAT ERUH

Hevrêyê me Rohat, li navçeya Dihê ya Sêrtê, di malbateke welatparêz de hate cîhanê. Li quntara çiyayên serhildêr ên Botanê, li herêmeke ku Pêngava Dîrokî ya 15’ê Tebaxê dest pê kir û guleya yekem hate avêtin, mezin bû. Wî dengê bilind û çîrokên lehengiyê yên têkoşîna efsanewî ya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ya ku li çiyayên Botanê vedida, guhdarî kir. Wî bi hilmîna hewaya azad a çiyayên ku bîhna cetirî, rihan, nêrgiz, beybûn û gerîla jê dihat, mezin bû. Xewna wî ya herî mezin ew bû ku her roj dema roj hiltê, hilkişe lûtkeyên çiyayên Botanê yên ku dikevin ber wî, bibe gerîla û bibe dengê azadiyê. Hevrêyê me Rohat, heft salan xwend. Piştre dev ji dibistanê berda û wekî kedkarekî bi xebatê jiyana xwe domand. Li ser vê bingehê, wî alîkariya malbata xwe kir. Gava ku wekî ciwanekî Kurd ê bi rûmet mezin bû û gihîşt, wî pirsî ku ew dikare li hemberî êşên ku gelê Kurd jiyan kir û zulma ku lê hate kirin, çi bike. Hevrê Rohat, ê ku di nava lêgerînê de bû, ji coşa şoreşgerî û ruhê serhildanê yê ku Pêngava 1’ê Hezîrana 2004’an di civaka Kurd de derxist holê, bi kûrahî bandor bû û di sala 2005’an de ji Stenbolê tevlî refên gerîla bû.

Hevrêyê me Rohat, perwerdeya xwe ya yekem a gerîlayî li herêma Xakurkê girt. Coşa jiyanê, nêzîkatiyên dilnizm, hevrêtiya ji dil, kelecan, moral û dînamizma di gerîlayên yekem ên ku pê re rû bi rû ma, dilê hevrêyê me Rohat fetih kir. Wî hevrêtiya bi gerîlayên ewqas xweşik ên mirovî re, razana li ser keviran bi pişt dayîna hevdu, parvekirina parî nan û şerkirina mil bi mil di şert û mercên herî dijwar de, wekî bijartina herî watedar a jiyana xwe dît. Ew ji hevrêtiya PKK’ê bi kûrahî bandor bû û anî ziman ku bi tevlîbûna gerîla re çiqasî bijartinek rast kiriye. Wî nehatina çiyayan a di zûtirîn demê de, wekî rojên winda yên jiyana xwe nirxand. Hevrê Rohat, ê ku bi coş, moral û kelecanî tevlî jiyanê bû, dema tevlî pratîkê bû pêşveçûn bi dest xist. Wî xwe zû bi jiyana gerîla, şert û mercên çiyê, û hûrgiliyên şer re adapte kir. Ji ber ku kurê bi esil yê çiyayên Botanê bû, pir zorî nekişand. Bi xwendina bîrdoziya Apoyî, wî xwe, dîroka gel û welatê xwe nas kir. Her ku hişmendtir bû, xurtir bû, û her ku xurtir bû, bi awayekî serkeftîtir tevlî pratîkê bû. Hevrêyê me Rohat, di kesayetiya xwe de karî diyalektîka ramana teorîk û xebatên pratîkî bi awayekî zexm ava bike. Wî tiştên ku difikirî û bawer dikir kir û ji tiştên ku wî kir ders derxist û ji bo ku çêtir bike, xwe di warê ramanî de pêş xist. Şoreşgeriya domdar a ku raman, gotin û çalakiya wî yek bû, di kesayetiya wî de hate şênber kirin.

Hevrêyê me Rohat, bi rêzê ve li herêmên Xakûrkê, Kelaşîn û Kelareşê xebat kir. Li her qada ku çûyê, bi axa nû re rû bi rû ma, hevrêyên nû nas kir û tevlî çalakiyên nû bû. Bû mîlîtanekî fedayî yê Apoyî ku dikaribû di her pêngava xwe de destpêkên nû bike. Her ku jêhatîtir bû, bêtir bawerî, hezkirin û teqdîra hevrêyên xwe bi dest xist û rola ku ketibû ser milê wî, di têkoşînê de bi awayekî rast lîst.

Hevrêyê me Rohat, ê ku bi evîneke mezin ji bo doza azadiya gelê Kurd têkoşîn kir, di 24’ê Mijdara 2010’an de, li herêma Kelareşê di dema erka xwe de û dema amadekariya çalakiyê bi taktîka sabotajê dikir, di encama qezayekî de mixabin şehîd bû. Em kurê leheng ê gelê Botanê yê ku li ser şopa Fermandar Egîd meşiya, hevrê Rohat, bi rêz bi bîr tînin û di kesayetiya hevrê Rohat de, soza xwe ya girêdan û serkeftinê ya ji hemû şehîdan re dubare dikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Yaser Dersîm: Fermandar Şivan di jiyanê de mamosteyek bû
Nûçeya Pişt re Li Vîetnamê ti tişt nikare xwe li ber bagera Kalmaegi bigire: 5 mirî
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Tulay Hatîmogullari: Em ê Tirkiyeyeke ku rojnamevan lê neyên qetilkirin û girtin ava bikin

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari di merasîma "Xelatên Rojnamevanên Serketî yên Sala 2024'an"…

Ji aliyê Stêrk TV

Di Newroza Mûşê de dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ deng veda

Bi hezaran kesên tevlî Newroza Mûşê bûn, bênavber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Jin Jiyan Azadî”…

Ji aliyê Stêrk TV

Lijneya Hilbijartinê ya Navçeya Îdirê serlêdana namzetên DEM Partiyê red kir

Lijneya Hilbijartinê ya Navçeya Îdirê ya YSK'ê serlêdana Namzetê Hevşaredariyê yên DEM Partiyê Mehmet Nûrî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Yaser Dersîm: Fermandar Şivan di jiyanê de mamosteyek bû

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Leyla Ehmed: Dixwazin biyaniyan li ser ewlehiya Sûriyeyê bikin gef

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Li Herêma Kurdistanê pêwîstî bi hezar û 516 navendên hilbijartinê heye’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Malbatên Şehîdan: Bi bêdengiyê pêvajo nameşe

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?