În, 14 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê: Hat piştrastkirin ku wê pêvajo bi biryardarî berdewam bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevdîtina Heyeta DEM Partiyê ya bi Erdogan re bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên li Girtîgeha Burdurê yên jehrkirî bûne nabin nexweşxaneyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta DEM Partiyê bi Erdogan re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyet wê bi Erdogan re bicive: ‘Divê em di demek nêz de bi Birêz Ocalan re jî bicivin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşegul Dogan: Wê desteyên nû ava bibin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Xanesorê şehîdên Tilizêr û Siba Şêx Xidir hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Pêngava 15’ê Tebaxê vejîna gelê Kurd e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK’ê hişyarî da sîxuran: Nebin hevkarên dijmin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berxwedanek ji Mexmûrê: Yadê Xanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên Azadiyê: 15’ê Tebaxê navê meşa heqîqetê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bokanê 2 welatiyên Kurd hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ax birîneke di dil û hişê dîrokê de: Sosin û Dersim

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çaglar Demîrel: Qanûna Çarçoveyê destpêkeke ku bi têkoşînê hatiye afirandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên ciwan ên Mexmûrê: Bîrodoziya Rêbertî ji bo me vejîn û azadî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li girtîgehên Îranê zexta li ser girtiyên jin zêde dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: Meha Tîrmehê 25 jin û zarokek hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê nehêlin kuştina jinan di taritiyê de bimîne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Gotar > Hêndêk boçûn le ser kitêbî Sazmanî Inqîlabî u Kurdistan (227)
Gotar

Hêndêk boçûn le ser kitêbî Sazmanî Inqîlabî u Kurdistan (227)

Hesen QAZÎ
Hesen QAZÎ Dîroka nûkirinê: 22. Hezîran 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Armanixwaze Bilîmetekanî Sazmanî Înqîlabî

Dr.Hashem Ahmadzadeh

Be dem xwêndnewey dû jiyanname da duwa rojî salî 1399-î koçîy hetawî û yekem rojî sedey panzdehemî koçîy hetawîym têper Kird. Min hemîşe hezim le xwêndnewey bîrewerîyekan bûwe û renge her lem songeyeşewe bûbêt ke bê ewey bizanim beşêk le jiyanim bûwe be hezî gêranewe û werdbûnewe le gêranewekan. Eme le hemase û efsane konekanewe dest pê dekat û heta ustûre û romane coracorekanî serdeme ciyawazekan dirêj debêtewe.

Le mangî Janwîyey 2021-da mamosta Hesenî Qazî le Bruksêlewe be hawrêyekî hawbeşman da nwêtirîn kitêbî xoy, ”Sazmanî Inqîlabî u Kurdistan”î  bo nardibûm. Leber hokarî petay korona kitêbeke zor direng geyişte destim. Egerçî zor karî nîweçilî nûsîn u xwêndnewem le palinda bûn destim kird be xwêndnewey kitêbe 656 lapereyiyekey mamosta Hesen û heta duwa dêr wazim lê nehêna. Pêştir Zor beşî em kitêbem be zimanî Farsî xwêndbûwewe û aşnay cîhanî wegêrekanî bûm. Belam gwastnewey zimanî gêranewekan bo bestênî serekîyan, wate Kurdistan û zimanî Kurdî, tam û çêjêkî dîkey debexşî.

Deyey şêstî sedey bîstem le astî cîhanî û nawçeyî û Kurdîda serdemêkî le zor layenewe taybete. Le beşêkî Ewrûpada agrî şorişêkî cemawerî bilêsey deda. Xwêndkaranî zankokan le wilatêkî wek Feranse rojane derjane ser şeqamekan û daxwazîyekanî xoyan lemer gorankarîye siyasî û ferhengîyekan derdebrî. Le wilatanî Emrîkay Latîn û Efrîqayîda, şorişe dijekolonyalîstîyekan yek le dûy yek giryan degirt û carî rizgarî xoyan le  jêr kotubendî koylayetî, radehêşt. Bizûtnewe cemawerîye rizgarîxwaze çekdarîyekan le çuwargoşey cîhanî nasraw be cîhanî sêda tundutolane decuwalnewe. Le wilatî Iran şay Iran rêformêkî berbilawî le pirsî zewî u zarda berêwe bird. Her lew deyeyeş da bû ke dû rêkxirawî çekdarî be nawî Mucahîd û Fîdayî Gel hatne nêw kayey şorişî diij be milhurî û împiryalîstî. Le astî cîhanî komonîzimda gewretirîn ciyabûnewey mêjûy em bizûtneweye rûy da û Çîn û Sovyet çûne berey diij be yektirewe. Maoîzm bû be aydolojiyay bereyekî berbilawî xebat le dijî zordarî û sermayedarî. Rêkxirawe xwêndkarîyekanî Iran le derewey wilat ziyatir le hemû demê geşeyan kird û Konfîdrasyonî xwêndkaranî Iranî le Ewrûpa û Emrîka bû be hêzêkî berberînî radîkal. Le bizûtnewey neteweyî Kurd le

Başûrî Kurdistanîşda ciyabûnewey ”Mektebî Siyasî” û mela Mistefay Barzanî bû be rûdawêkî siyasî û tenanet serbazî berçaw. Xwêndkaranî Kurdî derewey wilatîş xerîkî xorêkxistnewey dûbarey xoyan bûn. Le Hîzbî Dêmokratî Kurdistanî Iranîşda pirsî çilonayetî xebat dijî sîstemî paşayetî bûwe hoy serheldanî rewtî nwê lem hîzbeda. ”Komîtey Şorişgêr” carî perepêdanî şorişî le dijî sîstemî paşayetî rahêşt. Nawî kesayetî wek Simaylî Şerîfzade Mela Aware ziyatir le caran kewtne ser ziman. Le Başûrî Kurdistan şorişî Eylûl berfirawantir debû.

Yek le rûdawe giringekanî berey çep le Iran le deyey 60-î zayînî sedey bîstemda dîsanewe ciyabûneweyekî gewre le Hîzbî Tûdey Iranda bû ke beşêkî berberîn le jêr nawî Sazmanî Inqîlabî Hîzbî Tûdey Iran le hîzbî dayk ciya bûnewe û ewendeyan mewda lew hîzbe girt ke hêndey pê neçû paşgirî hîzbî tûdeyan le nawî rêkxirawekeyan qirtand û wek Sazmanî Inqîlabî nawbangyan derkird. Çend kes le rêbere nasrawekanî em sazmane bo numûne Kurişî Laşayî û Irecî Keşkolî bo sazkirdinî

Şorişêkî nwê le Iran le jêr tîşkî tîorîyekanî Maotsê tongda biryarî çûn bo Kurdistan deden ta têkelî bizûtnewekey Simaylî Şerîfzade û Mela Aware û hawrêyanyan bibin. Têzî here nasrawî bizûtnewe Maoîstîyekanî ew serdem gemaroy şarekan le rêgey gundekanewe bû. Komelêk mirovî fîdakarî armanxwaz be xewnî rizgarî Iran le jêr çepokî împiryalîzm û berêwebirdinî şorişêkî dêmokratîkî nwê waz le hemû xoşîyekanî jiyanî Ewrûpa dênin û bo helgîrsandinî şoriş rû dekene Kurdistan.

Kitêbî Sazmanî Înqîlabî le rastîda wirdekarî geyiştnewe û beserhatî em mirove lexoburidû u armanxwazaneye le Kurdistan û Iran Le seretawe heta rûdawekanî deyey yekemî duway şorişî Iran le 1979. Em kesane kê bûn û çiyan kird û çiyan beser hat û le Kurdistan çi asewarêkyan le xoyan becê hêşt, têmagelî serekî em kitêben. Lem kitêbeda pirsî aydolojiya û kartêkerîyekanî leser mirovekan xoy be zeqî derdexat û namobûnî mirov be xoy û be dewrûberîyewe wek derkewteyekî berçawî bîrî aydolojîkyane nîşan dedrêt. Lem kitêbeda tîşk dexrête ser hendêk birgey dewreyekî hestyar le mêjûy bizûtnewey çepî Iran û Kurd. Lem kitêbeda tîşk dexrête ser rewtî hewildan bo wedîhênanî amance meznekan û hebûnî rêbaze ciyawazekan bo geyiştin bem amancane nîşan dedrên. Lem kitêbeda tîşk dexrête ser çarenûsî hawbeşî xebatkaranî rêgey bextyarî mirovekan. Lem kitêbeda tîşk dexrête ser rol û pêgey Mam Celal, kesayetî Dr. Qasimlû, hendêk beşî dîkey bizûtnewey Kurd le deyey şêst û heştay sedey pêşûda. Katêk mirov dostayetî nizîkî hendêk le raberanî çepî Iranî legel xebatgêranî Kurd da debînêt û seyrî helumercî êsta dekat û debînêt ke beşêk le xebatkaranî êstay Kurd legel arman û endêşey çep dijayetî deken, tûşî corêk le dûrkewtnewe le rastîyekanî rabridû debêt.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN Hesen QAZÎ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Çalakiyên ‘Deng bide azadiyê’: Navnîşana çareseriyê Îmraliye
Nûçeya Pişt re ROJEVA 22’YÊ HEZÎRANA 2024’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

QSD: Dewleta Tirk û komên Şamê qadên sivîl bombebaran dikin

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker û komên Şamê li herêma…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Gimgimê nobeda JES’ê di roja 21’an de ye: Em xaka xwe naterikînin

Nobeda çadirê ya ku li Gimgimê li dijî JES’a ku tê plankirin were avakirin hatibû…

Ji aliyê Stêrk TV

Navenda Jiyan a Dermanê Xwezayî

Navenda Jiyan a Dermanê Xwezayî ji sedî 80'yî nexweşiyên şekir, kolestrol, jinan û gurçikê derman…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojhilata Navîn bi çi dikeve sala nû?

Ji aliyê Stêrk TV

Îmralî; Fenomenolojiya Gravê (12)

Ji aliyê Nurhaq GULBAHAR

Rûsya û Rêxistina Dewletên Tirkîaxêv

Ji aliyê Stêrk TV

Îmralî; Dahurandina pergalê ye -11-

Ji aliyê Nurhaq GULBAHAR
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?