Yekşem, 25 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Bursayê şehîd hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Yekîtiya Kurdan girîng e

    Ji aliyê Stêrk TV

    MATUHAY-DER’ê nerazîbûn nîşanî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayê HPG’ê Ramazan Aktaş li ser gora xwe hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk: ‘Yekîtiya Neteweyî divê bibe esasê her karî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Divê sîstem bi çapemeniyê re li hev bê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Erdîşê di şexsê Bêrîtan de şehîd hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê şehîd bi mewlûdê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê Hebîbila Gulperîpûr û Reza Mamedî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên HPG’ê: Tevlîbûna me tevlîbûna li Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    3’yemîn Desteya Navber a Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    TUHAY-DER’ê li dijî taloqkirina înfazan çalakî lidar xist

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Xeta Bêrîtan xeta azadiyê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên Kurd û Ereb şehîd Bêrîtan bi bîr anîn: Sembola azadiyê ya jinan hemûyan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê destûrê nade dermankirina sê girtiyên siyasî

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJA Star: Em şopdarên mîrateya Bêrîtan in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Bêrîtan wateya jiyana azad e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şerda Mazlûm: Pêvajo birêxistinkirina torên xweparastinê yên jinan ferz dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Çalakiyên ‘Deng bide azadiyê’: Navnîşana çareseriyê Îmraliye
Rojane

Çalakiyên ‘Deng bide azadiyê’: Navnîşana çareseriyê Îmraliye

Di çalakiyên "Deng bide azadiyê" de ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî ya fizîkî li ber girtîgehan hatin destpêkirin, peyama "Heya tecrîd ranebe em ê bitêkoşin" hat dayîn.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 21. Hezîran 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Abdullah Ocalan didome. Çalakiyên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî ya fizîkî hatin destpêkirin didomin. Xizmên girtiyan îro jî li gelek bajaran li ber girtîgehan di çalakiya “Deng bide azadiyê” li hev kom bûn. 

MÊRSÎN

Li Mêrsînê bi pêşengiya xizmên girtiyan, li ber Girtîgeha Kampusê ya Tarsûsê di çarçoveya çalakiyên “Deng bide azadiyê” de çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. Di çalakiyê de ku di hefteya 9’emîn de ye xizmên girtiyan pêşmalkên bi Kurdî û Tirkî “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li ser wan nivîsandî li xwe kirin û dirûşmeyên “Girtiyên siyasî rûmeta me ne”, “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî berxwedana zindanan”  berz kirin. 

Hevserokê DEM Partiyê yê Mêrsînê Reşat Aşan diyar kir ku heta tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi dawî nebin wê çalakiyên xwe bidomînin. 

Çalakî, bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 

ÊLIH

Xizmên girtiyan li ber Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Êlihê çalakiya “Deng bide azadiyê” li dar xistin. Xizmên girtiyan, nûnerên gelek saziyên sivîl û rêveberên partiyên siyasî beşdarî çalakiyê bûn. Welatiyan pankarta “Em ji bo edaletê tecrîdê bişkînin, ji bo aştiya civakî deng bide azadiyê” vekirin.

Parlementerê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren, diyar kir ku tecrîda mutlaq a li girtîgehan didome û got: “Ji zû de ye ji bo bidawîbûna binpêkirinên mafan em tên cem hev. Em ê ji bo berxwedana ku li Girtîgeha Îmraliyê dest pê kiriye û li tevahia girtîgehên Tirkiyeyê belav bûye, her hefte li vir bin.” 

Piştî axaftinê girseyê dest bi çalakiya rûniştinê kir û dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” berz kir.

ÎZMÎR

Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (EGE-TÛHAYDER) û xizmên girtiyan di çarçoveya çalakiyên “Deng bide azadiyê” de li ber Girtîgeha Kiriklarê hatin cem hev. Di daxuyaniyê de pêşmalkên li ser “Deng bide zindanan” nivîsandî li xwe hatin kirin û tim dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” hat berzkirin. 

Rêveberê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê Bahadir Altan, anî ziman ku ji ber bêhiqûqîtiyên li welêt û bidawîbûna tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne û got ku ew ê bêhiqûqîtiyên li welêt qebûl nekin. 

Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 

EDENE

Li Edeneyê jî xizmên girtiyan di çarçoveya çalakiya “Deng bide azadiyê” de li ber Girtîgeha Kampusê ya Kurkçulerê kom bûn. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek xizmên girtiyan tevlî çalakiyê bûn. 

Li ser navê girseyê Hevserokê AYKAY-DER’ê Mûstafa Yildiz axivî. Yildiz destnîşan kir ku demildest divê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe û got: “Navnîşana çareseriyê Îmralî ye.” 

Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 

ÎDIR 

Xizmên girtiyên li Îdîrê bi tevlîbûna Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Rêveberiya Herêmî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û parlamenter Yilmaz Hun li ber Girtîgeha Girtî ya Îdirê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Em ji bo edaletê tecrîdê bişkînin, ji bo aştiya civakî dengê xwe bilind bikin” hate vekirin û dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin.

Parlamenter Yilmaz, bal kişand ser tecrîdê û diyar kir ku li her deverên Kurdistan û Tirkiyeyê tecrîd heye. Yilmaz wihat dirêjî da axaftina xwe: “Em ji vir bang li Wezareta Dadê dikin ku bila hiqûqa xwe bixin meriyetê. Em ê heta avakirina komareke demokratîk têkoşîna xwe bidomînin.”

WAN

Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Wanê (TUHAY-DER) û xizmên girtiyan, di çarçoveya çalakiya “Bila dawî li tecrîdê bînin” li ber Kampusa Girtîgeha Tîpa F a Wanê daxuyanî da çapemeniyê.  Di daxuyaniyê de pankarta “Deng bidin girtîgehan” hatin hilgirtin, hevserokên DEM Partiyê yên bajêr Gulşen Kurt, Veysî Dîlekçî, Hevserokê DBP’ê yê Bajêrê Harûn Okay, Parlamenterên Wanê Mahmut Dîndar, Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal, Abdullah Zeydan, Meclisa Ciwanên DEM Partiyê û Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek kes beşdar bûn.

Hevserokê TUHAY-DER’ê Çetîn Uyar li vir axivî û got, “Daxwaza me ew e ku Wezîrê Dadê van dayikan bibîne. Li hemberî van kiryarên dijhiqûqî bêdeng nemînin. Divê demildest tecrîda mutleq a li ser Birêz Abdullah Ocalan bi dawî bibe, bi malbat û parêzeran re hevdîtin pêk werin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Nobetên li ber şaredariyan didomin
Nûçeya Pişt re Hêndêk boçûn le ser kitêbî Sazmanî Inqîlabî u Kurdistan (227)
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji bo azadiya Rêber Apo li Qerejdaxê dar hatin çandin

Li gundê Bîrakizîr ê navçeya Rezan a Amedê, bi boneya rojbûna Rêber Apo 77 darên…

Ji aliyê Stêrk TV

Parlamenterên DEM Partiyê rê li trafîkê girtin

Parlamenterên DEM Partiyê ku tevlîbûna wan a “Mitînga Azadiyê” ya li Amedê hate astengkirin, rê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Kolombiyayê êrişa bombeyî: Herî kêm 14 kes mirin

Li herêma Cauca ya Kolombiyayê di êrişeke bombeyî de herî kêm 14 kes mirin, bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li Bursayê şehîd hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Bakirhan: Yekîtiya Kurdan girîng e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

MATUHAY-DER’ê nerazîbûn nîşanî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan da

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Gerîlayê HPG’ê Ramazan Aktaş li ser gora xwe hat bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?