Sêşem, 24 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Derbarê kesên rojnameger Hakan Tosun kuştin de fezlekeyeke ji bo pakkirinê hate amadekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mêrdînê di biryara ‘Doza Komîsyona Edaletê ya KCK’ê’ de 41 beraet, 1 ceza

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirsên ku rojnamevan dixwazin ji Rêber Apo bipirsin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wezîrê Plandanînê yê Iraqê ferman da ku Gulale bibe navçe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîsan bîranîna Komkujiya Pirsûsê sûc hesiband

    Ji aliyê Stêrk TV

    Arcan: Divê dewlet û civak bi rabirdûyê re rû bi rû bibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Peyman Viyan: Em dikarin Rojhilat bi yekîtiya siyasî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Xweser a Şengalê: Biryarên bi vî rengî xizmeta aramiya Iraqê nakin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Partiyên Kurd ên li Kerkûkê êrişa li ser taxa Newrozê şermezar kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûnerên saziyên Şengalê: Heta dorpêça li ser Şengalê bê rakirin em ê li qadan bin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em ji bo Şengalê bikevin nava liv û tevgerê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê li Stenbolê starta 8’ê Adarê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qetilkirina 6 jinan hate protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jiyan Hisên: Em tu carî dev ji YPJ’ê bernadin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê ji bo 8’ê Adarê banga grevê: Ger jin rawestin wê jiyan raweste

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Ocalan dema bang kir herî zêde bawerî bi jinan anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E’yê bernameya çalakiyên 8’ê Adarê eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    KNK: Bikaranîn û pêşvebirina zimanê Kurdî erka mirovî û neteweyî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Lêkolînên Kurdî bang li her kesî kir ku xwedî li zimanê dayikê derkeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Parîsê şeva Rojava: Jin, Jiyan, Azadî li ser dikê deng veda

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera ‘Vejîna Kurd’ bi sezona xwe ya duyemîn vedigere ser ekranan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çakar: Ez bang li hunermendên cîhanê dikim ku xwedî li Şoreşa Rojava derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Mizgefta Mezin a Parîsê ji bo civakên laîk rêbera Îslamê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Mamosteyên Rojhilat: Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî demokratîk e
Plana metirsîdar a saeta sifirê û bahoza ewlehiyê ya li dijî Iraqê
Li Helebê bermahiyeke şer teqiya: Zarokek jiyana xwe ji dest da
Di êrîşekî çekdarî ya li Humsê de 2 ciwan hatin qetilkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > HPG-NRÇ’ê 2 gerîlayên li Semsûrê şehîd bûn, bi bîr anî
Kurdistan

HPG-NRÇ’ê 2 gerîlayên li Semsûrê şehîd bûn, bi bîr anî

HPG-NRÇ 2 gerîlayên li Semsûrê şehîd bûne bi rêzdarî bi bîr anî û got, “Hevrêyên me Roşer û Çekdar weke fedayiyên xeta serketinê şer kirin û bûn mînaka şênber a serketina têkoşîna me.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Tebax 2025 Dema xwendinê: 21 dq.
Parvekirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-NRÇ) derbarê gerîlayên şehîd ev tişt diyar kir:

“19’ê Îlona 2019’an li qada Tolhildan dema ku artêşa Tirk a mêtinger operasyon pêk anî, şerek dijwar qewimî. Dagirkerên ku li hemberî hevrêyên me yên fedayî nekarîn pêşde biçin, bi teknîka giran êrîş pêk anîn. Dagirkeran bi balafirên şer û helîkopterên êrîşê qad bi dijwarî bombebaran kirin û di encamê de milîtanên me yên pêşeng û fedayî Roşer û Çekdar şehîd bûn.

Xaka Bakurê Kurdistanê, şahidî ji gelek destanên lehengiyê re kiriye ku bi Fermandar Egîdan destpê kiriye. Mêtîngeran hemû derfetên xwe bi kar anîn û gotin, “Em ê di 72 saetan tune bikin.” Lê têkoşîna me ya gerîla gihişt nîv sedsalê, nefesa dagirkeran di qirika wan de de hişt û îro bûye hêviya rizgariyê ya hemû bindestan. Bê guman ev pêşketina dîrokî di encama keda şehîdên me, jiyana wan a fedayî û tarzê şerê bi milîtanî de derket holê.

Hevrêyên me Roşer û Çekdar bûn şopdarên vê kevneşopiya berxwedana xurt. Weke fedayiyên xeta serketinê şer kirin û bûn mînaka şênber a serketina têkoşîna me. Hevrêyên me Roşer û Çekdar li qada Tolhildan bûn şevtirska mêtingeran, bi dehan operasyonên ku artêşa Tirk a dagirker bi hezaran leşker û teknîka bêsînor pêk anî pûç kirin û li qadên herî zehmet çalakiyên bi bandor lidar xistin û darbeyên mezin li polîtîkayên şerê taybet xistin. Li Bakurê Kurdistanê hêza xurt a Gerîlayên Azadiya Kurdistanê îspatî hemû cîhanê kirin. Tevî şert û mercên zehmet, taktîkên gerîlatiyê yên dema nû bi rengekî serketî derbasî pratîkê kirin û hêviya serketinê xurt kirin. Fermandarê me yê nemir hevrê Roşer li gelek qadên cuda yên têkoşîna me xebat meşand, wezîfeyên herî girîng bi berpirsyariyeke mezin girt ser xwe û bi ser xist. Hevrêyê me Çekdar jî taybetmendiyên milîtaniya Apoyîtiyê di şexsê xwe de şênber kir û têkoşîneke bênavber meşand. Weke hevrêyên Fermandar Egîd bûn fedayiyên berxwedaneke ku ti carî neyê jibîrkirin.

Hevrêyên me Roşer û Çekdar li dijî mêtingeran bi fedayiyane şer kirin û bûn lehengên layiqê şehîdên me yên nemir û gelê me. Di serî de malbatên wan ên hêja em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna fedayiyên xwe yên nemir teqez bigihînin serketinê.

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî ne:

Nasnav: Roşer Tolhildan

Nav û Paşnav: Alî Kemal Arslan

Cihê Jidayikbûnê: Semsûr

Navê Dayik – Bav: Ayşe – Mehmet

Cih û Dîroka Şehadetê: 19’ê Îlona 2019’an / Tolhildan

 

Nasnav: Çekdar Bêzar

Nav û Paşnav: Ozcan Bektaş

Cihê Jidayikbûnê: Semsûr

Navê Dayik – Bav: Hadîce – Mehmet

Cih û Dîroka Şehadetê: 19’ê Îlona 2019’an / Tolhildan

ROŞER TOLHILDAN

 

Yek ji bajarên qedîm ê Kurdistanê bajarê Semsûr di tevahiya dîrokê de tevkariyên girîng li çand, huner, wêje û jiyana civakî ya gelê Kurd kiriye û ji ber van taybetmendiyên xwe timî rû bi rûyê êrîşên dijmin maye. Di tevahiya dîrokê de di gelek têkoşînan de bi rola xwe rabûye û bûye xwedî rastiya gel ê ku ji kêliya destpêkê ve dil daye Tevgera Azadiya Kurdistanê. Bajarê me Semsûr gelek ewladên xwe yên leheng di nava refên têkoşînê de fedayî azadiyê kir, bûye warê şoreşgerên leheng ên mîna hevrêyê me Roşer. Hevrêyê me Roşer li bajarê Semsûr ê Bakurê Kurdistanê di nava malbateke Elewî ya welatparêz de hate dinê. Li derdora ku lê mezin bûye, heya astekê xwedî zanebûna Kurdîtiyê bû. Li derdora wî piranî nasnameya Elewîtiyê derket pêş û bi vî rengî şêwe girt. Ji ber pirsgirêkên aborî malbata wî koçî Stenbolê kir, ev yek bû yek ji xalên destpêkê ya werçerxê ya di jiyana wî de. Li gel her cure êrîşên li ser nasnameya Kurdî, êrîşên li ser nasnameya Elewîtiyê jî ji nêz ve dît. Têkoşîna nasnameyê ya malbata wî bû sedem ku ev li dijî van êrîşan li ser bingehekê xurt mezin bibe. Di salên zarokatî û ciwantiyê de bû şahidê her cure nêzîkatiya sîstemê. Ev sal ji bo xwe kir bingehê derketineke mezin. Di salên dibistana amadeyî de bi fraksiyonên çep re kete nava peywendiyê, lê belê lêgerîna ji bo rastiya wî di vê qadê de bersiv nedît. Hevrêyê me Têkoşîna Azadiya Kurdistanê kêm nas dikir, fêmkirin û naskirina esas dema li Enqereyê zanîngeh dixwend çêbû. Zanîngeh bûne saziyên herî esas a amûra şerê taybet a sîstemê. Di salên zanîngeh dixwend de pirsgirêkên xwe yên nasnameya esas û encamên vê di rêjeyeke girîng de fêm kir û têkoşîn hîn kûrtir jiyan kir. Dît ku hewldanên dijmin ên ji bo li zanîngehan asîmîlasyon û bêkoktiyê pêş bixin, pir bi baldarî tên kirin. Piştî Komploya Navneteweyî, hem tasfiyegeriya hundir û hem jî ya ji derve ji bo tunekirina gerîla bi hêzeke mezin êrîş dikir. Di pêvajoyeke wiha de hevrêyê me Roşer li ser esasê lêpirsînên kûr û lêhêrbûnên xwe gihişt biryardariyekê û li dijî jiyana bêbingeh a dijmin biryara derketineke radîkal da. Lêgerîna wî ya jiyana li ser xeta şoreşgeriyê, ew bi tevgera Apoyî re anî ba hev û di encamê de sala 2004’an tevlî nava refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bû.

Hevrêyê me, hevdîtina ewil, zanîna pêşî ya der barê welat de û tevlîbûna xwe ya li nava refên têkoşînê, ji bo xwe weke mîladeke dîrokî dît. Hevrê Roşer guherîna ku piştî hatina welat bi dest xistiye di demeke kurt de nîşan da û hem ji hêla hestiyarî ve û hem jî ji hêla ramanî ve jiyana gerîla pejirand. Di perwerdeyên destpêkê yên li çiyayên azad de wergirt, li pêşberî rastiya welêt a li ber windabûnê, ji bo mezinkirina têkoşîna rastiya Kurd û Kurdistanê bingehên gelekî xurt danî. Hevrêyê me bi lêhûrbûn û xwe lêpirsînên xurt beşdarî perwerdeyê bû û ji bo di şexsê xwe de aliyê teorî û pratîkî bike yek, hewldaneke mezin raber kir. Li hemberî tecrîd û êrîşên giran ên piştî komploya li ser Rêbertiya me, ji bo pratîkeke xurt a gerîlatiya azadiyê nîşan bide, bi her awayî hewl da xwe bi pêş bixe. Têkoşîna xwe ya li dijî jiyana takekesî ya ji aliyê pergalê ve hatiye ferzkirin, bi tevlîbûna ji paradîgmaya Rêber Apo re ber bi zemîneke îdeolojîk a xurtir ve bir.

Hevrêyê me Roşer xwedî kesayetek zindî û cewherî bû. Bi perspektîfa îdeolojîk nêzî bûyeran û jiyanê dibû û cihê ku ew lê bû pîvanên milîtantiyê her tim bilind dikir. Her wiha bi girêdanên xwe yên hevrêtiyê yên xurt û kûr ve, tevlîbûna xwe ya di nava têkoşîna gerîla de li ser zemîneke saxlem bi cih kir. Uslûb, şêwaz û nêzîkatiya wî her tim zelal û avaker bû. Nirxdayîna jiyanê weke bingeha jiyana bi pîvan dît û têkiliyên xwe li ser vê têgihiştinê ava kir. Ji Qendîlê heta Zapê, ji Garê heta Amanosê, ji Amedê heta Tolhildanê di her qadê de rengê xwe û helwesta xwe ya şoreşgerî nîşan da.

Hevrêyê me Roşer hesreta xwe ya ji bo welat û îradeya xwe ya têkoşîna gerîla her tim zindî hişt. Ji ber ku di wê baweriyê de bû ku ji bo vê yekê divê di her warî de xwe bi pêş ve bibe, bi xwestek û îradeyek mezin tevlî nava Hêzên Taybet bû û li vir gihişt asteke ku pêwîstiyên serdemê bi cih bîne. Bi vê baweriyê di sala 2010’an de derbasî eyaleta Amanosê bû û piştî pratîkek xurt raber kir li gorî pêwîstiyan derbasî eyaleta Amedê bû û heta sala 2013’yan beşdarî xebatên li qadê bû. Di sala 2017’an de firsenda ku bi salan xeyal dikir bi dest xist û berê xwe da qada Tolhildanê. Hevrê Roşer bi pratîkên ku li vir meşandiye, tevlî xebatên rêveberiyê bû. Di van erkên demdirêj de bi têkoşîna li eniyên şer dilsoziya xwe ya bi mîrateya şehîdan re û dilsoziya xwe ya bi hevrêtiya xwe re nîşan da. Bû fermandarekî xwedî ruhê serketinê. Bi sadebûn, coş û dilnizmiya xwe bû kesayetek ku her tim ji aliyê hevrêyan ve mînak bê girtin. Qada Tolhildanê ew warên ku lê ji dayik bûye û cara pêşî xwe lê ava kiriye bû. Ji bo wî bû qadeke wiha ku tecrûbe û berheviyên xwe bike rêxistineke civakî û têkoşînê ber bi qadên berfirehtir ve bibe. Bi hişmendiya ku gerîlatî û berpirsyarî li warê xwe girantir e tevgeriya, nirx û pîvanên têkoşînê bi rengekî xurt jiya û nûnertiya nirxên têkoşînê kir. Li herêmê li hemberî êrîşên dijmin û şehadeta hevrêyan hem ji bo pêşxistina gerîlatî û hem jî ji bo rêxistinbûna civakê, gelek hewl da. Di şert û mercên herî zehmet de jî hewl dida ku tiştên ne mimkun veguherîne derfetan. Fikrên îdeolojîk û felsefî yên Rêbertî, dilsoziya xwe ya ji bo azadiyê ji kûr ve fêm kir û li gorî wê jiya.

Hevrêyê me Roşer weke ewledekî bi ruhê esilzade ku ji aliyê gelê Kurd ve hatiye mezinkirin, bi nasnameya xwe ya şervan û fermandarekî bi hêz heta kêliya dawî bi nirxên şoreşê re dilsoz ma û di dîroka me ya têkoşînê de şopeke xurt hişt. Di êrîşa dijmin a sala 2019’an de li Semsûrê heta kêliya dawî li ber xwe da û bi qehremanî şehîd bû. Di ronahiya îdeolojiya Rêbertiyê de weke gelek şehîdên me bi rengekî fedaî jiya û bû nemir. Weke hevrêyên van şehîdan, em dizanin ku ew ne tenê yên ku li ber xwe dane, di heman demê de ew bûne rûmeta gelê Kurd û tevahiya mirovahiyê. Têkoşîna wan a bi rûmet û dilsoziya wan a ji bo heqîqetê, bersivek e ji bo banga azadiyê ya ji kûrahiya dîroka Kurdan bilind dibe. Azadî bi têgihiştin û fêmkirina van şehîdên leheng û gihandina têkoşîna wan heta serketinê pêkan e. Di şexsê hevrê Roşer de em soza serketinê ji bo tevahiya şehîdan bi biryardariyeke mezin dubare dikin.

ÇEKDAR BÊZAR

 

Hemû bedewî, fetleke tecrûbeyên mirovan ên ji jidayîkbûnê heya kêliya dawîn e. Li Kurdistanê xwestine ku jiyanê ji hemû bedewiyan bêpar bihêlin û têkoşîna li hemberî vê yekê tim gelekî dijwar bûye. Têkoşîna kesên ezel û ebed hêvêna erdnigariya Kurdistanê ye. Faktora baweriyê ya ku li ser vê erdnigariyê pêş ketiye jî weke egereke jiyanî ya erkê mezinkirina nirxên şexsan, civakê û hemû mirovahiyê derxistiye pêşiya me. Kesên ku egerên vê yekê bi cih anîne jî navên xwe li ser dîrokê dane nivîsandin.

 

Yek ji mekanê ku vê têkoşîn û baweriyê bi hemû pîroziya xwe xwe nîşan daye û lê hatiye jiyîn jî bajarê Semsûr ê Bakurê Kurdistanê ye. Van xakên ku şahidiya zayina şaristaniyan kiriye, gelek şoreşgerên mezin jî mezin kiriye û ji bo azadiyê ew feda kirine. Hevrêyê me Çekdar jî di nava bîr û dîrokeke bi vî rengî de li bajarokê Komur ê Semsûrê di nava malbateke welatparêz de ji dayîk bûye. Hêvêna xakên ku lê ji dayîk bûye û mezin bûye, xwe gihandiya kamiliya hestî û fikrî bûye cewhera wî. Hevrêyê me yê xwedî baweriya Elewitiyê, weke egereke baweriya xwe tim qîmet daye xweza û mirovahiyê û wisa mezin bûye. Hevrêyê me li derdoreke ku ji aliyê îdeolojiya fermî ve hem ji ber nasnameya xwe ya Kurdbûnê hem jî ji ber baweriya xwe ya Elewîbûnê ne carekê du caran rastî zulmê hatiye, mezin bûye. Hevrêyê me yê ku hê di zarokatiya xwe de dest bi lêgerînan dike, bi saya taybetmendiyên xwe yên weke jêhatîbûn û zanabûnê ji aliyê derdora xwe ve gelekî tê hezkirin. Hê di zarokatiya xwe de li hemberî bûyer û hêmanên civakî bêdeng namîne. Hevrêyê me li dibistanên pergalê jî xwendekarekî gelekî serkeftî bû. Lê belê di dema dibistana amadeyî de pê hesiya ku ev serkeftin pêşerojekê pêşkêşî wî nake. Di van salan de bi rastiya civaka xwe û têkoşîna xwe hesiya. Serdemekê xebatên li herêmê bala wî dikişînin û tevlî wan dibe. Lê belê ev yek li hemberî bandorên ku li gel peyda bûne nebûn bersiv û ew pê tetmîn nebû. Gihîşt wê baweriyê ku divê pêngaveke mezintir biavêje û xwe li ser vê yekê kûr kir. Di encama vê naskirin û têgihîştinê de bi biryareke radîkal di sala 2011’an de tevlî nava refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bû ku wê li vir xwe bigihîne cewhera xwe.

Hevrêyê me yê ku bi sekna xwe ya bedew û şareza ku ji cewhera xwe standiye, ji kêliya destpêkê ve bû xwediyê kesayeteke ku bandorê li mirovan dike, pêngava xwe ya yekem a di nava refên gerîlayan de ji bo xwe weke vejînekê pênase dike. Perwerdeyên yekem ên di nava gerîlayan de bi têgihîştineke kûr, baldariyeke mezin û helwesteke nûxwaziyê dîtin. Hevrêyê me yê ku di demeke kurt de bû xwediyê hemû detay û hûrgiliyên jiyana gerîlayan, li gel pêvajoyê xwe ji hemû aliyan ve pêş xist. Tecrûbe û serkeftinên wî yên di xebatên xwe yên pratîkî, bûyî xwedî rol û bi xwe jê re pêşengtî kiriye de, bûn nîşaneyên wê yekê ku xwe ji hemû aliyan ve pêş xistiye.

Hevrêyê me ku di warê leşkerî de jî bi lez xwe pêş xist, zanîn û tecrûbeyên xwe yên leşkerî bes ne bi pêşketina fîzîkî bi pêşketineke taktîkî jî ew zêdetir kirin. Ji ber vê yekê tim û tim xwe li ser stratejî û taktîkên dijmin ên sereke kûr kir. Tim hewl da ku van kûrbûnan pêngav bi pêngav di pratîkê de pêk bîne. Hevrêyê me yê ku li gel perwerdeyên akademiya leşkerî jî ev kûrbûnên xwe li ser zemîneke bipergaltir da rûniştandin, di hemû erk û berpirsiyariyên xwe yên nava refên gerîlayan de bi sekneke pir cidî û xwedî berpirsiyar tev geriya. Yekbûna zanîn û jiyanê li gel wî dibe prensîbeke sereke. Di pratîka gerîlatiyê de bi kesayetiya xwe ya biryardayînê ya xurt û serkeftinên xwe heya erkê fermandariya komî bilind bû. Hevrêyê me Çekdar ê ku bi pêşbîniya xwe ya di jiyan û eniya şer de, pêwendiya xwe ya li gel şervanên di bin çavdêriya wî de, xemxuriya wî ya têkildarî hevrêyên xwe û hewldana standina biryara herî rast bûn taybetmendiyên wî yên herî berbiçav.

Helwesta xweşik a li ser çavên wî derbirîna xezîneya li gel wî bû. Tu caran tenezulî ketina nava kêmasiyan nekir. Hevrêyê me yê ku bi jêhatîbûna xwe li hemû qadan bala hevrêyên xwe kişand ser xwe, girêdanên xwe yên xurt ên bi jiyanê re ji bo avakirina hevrêtiyên xurt bi kar anîn.

Hevrêyê me Çekdar ê ku hesreta wî ya ji bo welêt û xwesteka wî ya têkildarî têkoşînê tu caran bi dawî nabe, girêdayî pêşniyara xwe kete nava hewdanan ku li xakên ku lê ji dayîk bûye gerîlatiyê bike û deynê xwe yê ji bo gelê Kurd bide. Hevrêyê me yê ku pêşniyara wî hate qebûlkirin, di sala 2015’an de berê xwe da Bakurê Kurdistanê û ji bo domandina têkoşîna gerîlatiyê derbasî welêt bû. Hevrêyê me tim hewl da ku têkoşîna xwe pêş bixe û egerên dilsoziya ji bo Rêber Apo bi cih bîne. Hevrêyê me yê ku derbasî eyaleta Amedê dibe, bi awayekî çalak beşdarî xebatên li wir dibe. Hevrêyê me yê ku bi saya kesayeta xwe ya bihêz di demeke kurt de adapteyî qadê dibe û nas dike, ji bo ku xebatên tên meşandin zêdetir pêş bixe, fikran pêşkêş dike, îspat dike ku Tevgera me biryareke çi qasî rast standiye. Piştî pratîka xwe ya li vir ji bo gerîlatiya Tojhildaniyê ku gelekî jê hez dikir, li gel komeke hevrêyên xwe derbasî Semsûrê dibe. Li vir ji bo ku tiştên ji Partiyê standine veguherîne pratîkê performanseke bêhempa nîşan da. Ji bo valaderxistina şerê taybet ê dijmin û êrîşên dijmin kete nava tempoyeke mezin û hemû gavan bi amadekariyên xurt derbên mezin li dijmin xistin. Li ser xakên ku dijmin lê gelekî ji xwe bawer bû û digot ku êdî tu gerîla nikarin lê pêngavekê jî biavêje, bû xwediyê pratîka gerîlatiyê ya gelekî bihêz.

Hevrêyê me Çekdar li hemû qadan lê dimîne şopên xurt û mayînde li pey xwe hiştin. Bi kesayeta xwe ya derbirîna dilpakî û esaletê ji hevrêyên xwe re dibe mînak, weke milîtanekî Apoyî heya kêliya dawî egerên dilsoziya ji bo Rêber Apo û şehîdan bi cih anîn. Hevrêyê me Çekdar ê bi hevrêtiya xwe ya bihêz, nûnertiya xwe ya kevneşopiyên dêrîn û şoreşgeriya xwe ya fedakar di sala 2019’an de di encama operasyoneke dijmin de heya kêliya dawîn bi lehengî li ber xwe da û tevlî karwanê şehîdan bû. Hevrêyê me Çekdar di her guleya xwe ya berdide ser dijmin de nîşan da ku ew ê tu caran rê nede dijmin. Hemû gavan bi fedaiyane jiya û bêyî dudilî bi ser dijmin de meşiya. Em soz didin ku em ê pêşerojên azad ên ku hevrêyê me Çekdar hesret û xeyala wan dikir, ava bikin û têkoşîna wan şehîdên me yên leheng bi serkeftinê tacîdar bikin.’’

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Aqûbeta Mehmet Ertak hate pirsîn
Nûçeya Pişt re Kevana Zêrîn, Şehîd Delîla Meyaser bi bîr anî: Hêvî û armancên wê dijîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

DEM Partî: Divê komîsyon hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bike

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan anî ziman ku ew di pêvajoyeke dîrokî de ne û…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Silêmaniyeyê SÎHA’yek ket

Hate ragihandin, ku li navçeya Pênciwên a bajarê Silêmaniye yê Başûrê Kurdistanê balafireke bêmirov ketiye…

Ji aliyê Stêrk TV

Rêveberiya Xweser a Şengalê: Em li kêleka xelkê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ne

Rêveberiya Xweser a Şengalê êrîşên hukûmeta demkî ya Şamê ya li ser taxên şêx Meqsud…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Peyman Viyan: Em dikarin Rojhilat bi yekîtiya siyasî biparêzin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Rêveberiya Xweser a Şengalê: Biryarên bi vî rengî xizmeta aramiya Iraqê nakin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Partiyên Kurd ên li Kerkûkê êrişa li ser taxa Newrozê şermezar kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Nûnerên saziyên Şengalê: Heta dorpêça li ser Şengalê bê rakirin em ê li qadan bin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?